Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Ermenên bajarê Amûdê di salên 1960-1970yî de

Ermenên bajarê Amûdê di salên 1960-1970yî de

Ji bîranînên Fawaz Husên di «Piçek Jiyan Qetek Asiman» de

Li Amûdê, xortên Ermenan di danê sibehan de diçûn dibistanê da ku paşê bibûna doktor û mehendis. Danê piştî nîvro, piştî ku dersên xwe dixwendin û spartekên xwe çêdikirin, ew fêrî kar û pîşeyekî dibûn ji ber ku gava mirov ermen be, kesek nizane çi dikare li pêşiya wî be! Piştî hemû bobelat û komkujiyan, ew ji roviyan zîrektir û dûrbîntir bûbûn. Ew li kîjan welatî bûna, xwe wekî şekir di nav çayê de dihelandin û tev li gel û miletan dibûn, lê kesayetiyên xwe yên ermenî ji can û dil diparastin. Da ku zinde bimana, her ermenê ji Amûdê ji bo rojên geş û xêrê xwediyê kar û pîşeyekê bû û ji bo demên tengasî û zehmetiyan de xwediyê karekî din bû û jixwe dîroka wan çîroka xwîn û kuştin û wêranî bû.

Li Amûdê, me ji mesîhiyan, ji xirîstiyan re digot «fileh» û wan hemû bajar xistibû bin destên xwe. Vêga ji dikana xurdemeniyê bigir heta nalbendan, zêrkeran, dikana titûn û pakêtan û meyxaneyan, te bigota dikana çi, ya wan bû. Bi ser de jî, nav û dengên wan li her derê, bi dirûstiyê derketibû û gelek Kurdên dikandar bi zikreşî li wan dinihêrî. Xwedê, di Qurana xwe de, ji me dixwest ku em ji vê dunyayê hez bikin, wekî ku em ê herdem bijîn û hertiştî ji bo axiretê, ango dunyaya din bikin, wekî ku em ê sibehê bimirin. Ji ber ku em gundiyên nexwende û nezan bûn, me dikarîbû ji bo cihana fanî pir tişt ji wan fêrbibûna. Lê ji bo jiyana sermedî, em li pêşiya hemû ol û baweriyên din bûn û baweriya me wekî betonê xurt bû û nedihejiya.

Di çavên me Kurdan de, Ermen, di nav hemû filehan de, başên başan bûn û cewhera nîvişkê meşka civaka me bûn. Ew di ser filehên din, wekî aşûrî û suryaniyan, re bûn çunkî kurdiya wan pir xweş bû û gelek caran ji ya me çêtir bû. Paşê, pêwendiyên me yên xwînê bi saya sinetkirinê bi wan de hebûn û ew kirîvên me bûn. Ji bo me, Ermen Kurd bûn, lê ji ber hin sedemên ku mejiyên me nedikişandin, Xwedê teala girîng nedîtibû ku ew bixistana ser rêya rast a ola îslamê. Eger pirs bihata ser Bavfilehan, ango Ermenên ku di salên reş ên komkujiyê de bûbûn misilman, bêguman da ku ji mirinek misoger bifilitin, ew Kurdên Kurd bûn. Ew tenê bi jîrbûna xwe ya pir di warê dan û standinên bazirganiyê de ji me cihêwaz bûn. Dilê min bixwe pir bi wan jin û mêrên hêja dişewitî gava min di mejiyê xwe de didît ku ew ê di nav agirên dojehê de heta ebed ê bên birajtin tenê ji ber ku ew ne wekî me misilman bûn. Tu rê li ber wan belengazan nebû û ew ê tucarî neçûna bihişta peyrewên ola Mohemet, pêxemberê dawîn.

Eger jinên ermen ên ji nifşê dapîra min xwe wekî Kurdan girêdidan, keçên ciwan her kêlî kolanên taxa filehan li Amûdê dikirin Champs-Élyséesa Parîsê. Wan bê şerm kirasên bi dawên kurt û şelwarên tengî ziqziqî li xwe dikirin û ji ber tilmeqûnên xwe yên gurover û agirî û ranên xwe yên mehînên kihêl eşkere şanaz bûn. Wan por û guliyên xwe venedişartin û zend û bendên wan ên tazî wekî nîvişkê meşkê ewçend spî bûn. Wan bêhnên xweş bi paş guhên xwe ve û bi gerden û nav memikên xwe de dikirin. Li ser bextê Nûriyê di temenê me de, Nûriyê wekî me ji filmên hindî hez dikir, ji ava binçengê mamosteya wî ya ermen çaya herî xweş derdiket.

Êvaran, li taxa mesîhiyan, ango taxa filehan, jinan ber deriyên xwe avreşandî dikir û berdida germa di hundirê çimentoyê û qîra rê de mayî. Wan sendelî û terebêze datanîn, qehwe an vexwarinên sar vedixwarin, dendikên şebeş û berberoyan diçirizandin. Keçên ciwan destên xwe dixistin bin çengên hev û porên xwe yên bi dermanên ji Şamê, Beyrûdê û belkî jî ji Parîsê şuştî dispartin hênikahiya bayê şeva Mezopotamyayê. Di çavên me de, ew bercesteya kêfxweşiya jiyînê û azadiyê bûn û me xwe hîs dikir ku em ji kêfxweşiya wan bê pişk û bê par bûn. Di bin lempeyên kolanê de, kenê wan ên zelal wekî pêlên almasan ber bi kûrahiya asimanan ve hildikişiyan û didihîşt heyva tembel û ronahiya milyarên stêrên mezin û piçûk.

Xortên misilmanan ku ne ji mêj ve av di gunê wan de geriya bû ji ber pêparî û nakokiyên bêhejmar ji malên xwe direviyan, diçûn taxa filehan û diketin bexçeyê kêfxweşiyê, çavkaniya reng û bêhnên xweş. Wan ji ber şehwet û besta xurt bi taybetî êrîşî kolanekê dikir, me navê wê kiribû Kolana Evînê û ew di navbera kenîsa katolîkan û xuşka wê, kenîseya suryanan de bû. Li wê dêrê xortan dikaribûn bi dirêjayî li bedenên ciwan temaşe bikira û dilê xwe bibijanda wan bejnên ku xwînê di bin kirasên kurt û rengarengî de bi hêrs di hundirê wan de digeriya. Mafê wan hebû ku çavên xwe biçêrandana, di serê xwe de bêhnên wan gulên bestê payda bikirana, lê wan nikaribû destên xwe dirêj bikirana, ew gulên dilrevîn jê birikana an pir ji nêzîk bêhn bikirana. Erê ola îslamê ji me re soza bihiştê û perî û horiyên wê yên ku çiqasî mirov bikute wan dîsa keçikaniya wan li wan vedigere, gelek amade bûn ji bo ramûsaneke bi dizî an hembêzkirinek hinekî dirêj bida pey dînê evînê, ola Hezretê Îsa.

Ermen û fileh bi giştî ji me cihêwaz bûn û ruhê wan ji şer, pevçûn û serêşên beradayî diçû. Me, Kurdan, dikaribû ji bo mirîşkekê ku duçerxiyekî pê lê kiribû an du zarokên ku li ser çend xaran rabûbûn hev şerekî cîhanê sêyemîn li dar xista. Mêr dibûn wekî deveyên hêç, kefa riqê bi devê wan diket û wan radihişt çi tiştê ku dikaribû mirinê bi xwe re bîne wekî xincer, sator, qazme, mer û kulingan. şerê giran, yê ne ji bo tiştekî, radiwestiya û aşitî veneditenê tenê gava polîs û cendirme dihatin an şerx û maqûlên navçeyê diketin navberê.

Eger yekî girê xwe bifrote ermenekî, wekî nimûne jê re digot: «Ez bikutim diya te ya qep î gemarî». Mirovê ermen bêhnteng nedibû, an ew yek diyar nedikir û vedigerand: «Bi zanebûna min, diya min ne gemarî û ne jî qehp e. Lê eger tu bixwazî biniyê û eger bi dilê wê be, here, çima na?». Bersivek wisa helbet devê dîn û haran jî digirt. Piraniya caran, kesên amedebûyî dikeniyan û mirovê ermen bi rêya xwe ve diçû. Di wan kêliyan de, me gelek caran ew bêzirav û tirsonek didîtin. Ma ne gerek herkes xwe biparêze û devê kesê ku sixêfên ewçend pîs dikirin bişikîne. Lê tevî van tiştan, me rûmetek mezin dida wan mêrên ku di dan û standinên xwe de ewçend dirûst bûn. Em heyranên bilindî û xweşiyên jiyana wan bûn.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev