Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Çend pirsên ”nezanan“ û bersîvên „zaneyan“ – 12

Çend pirsên ”nezanan“ û bersîvên „zaneyan“ – 12

Ji jîyana kurdan ya rojane

Amadekar: Têmûrê Xelîl

• • •

-Ez benî, gelo bo çi li Ermenîstanê gelek ermenî bi kurdî sitirane û distirên, wek Karapêtê Xaço, Aramê Tîgran, Davîtê Xilo, Karapêtê Abraham û yên din (evana dengêbjên kurdan in), lê tu kurdekî Ermenîstanê tune, ku bi ermenî bistirê û ermenî bêjin ev dengbêjê me ye. Lê li Tirkîyê gelek kurd hene, ku bi tirkî distirên, wek Ahmed Kaya, Îbrahîm Tatlises û yên din (evana dengbêjên tirkan in), lê tu tirkek tune, ku bi kurdî bistirê.

-Eger hûn welatparêzî, xîret, namûs, şeref bidine ber çavan, hûnê bersîva van pirsan zûtir bibînin.

• • •

-Ez benî, gava behsa rojname û kovarên kurdî tê kirinê, ewên bi dehan salan çap bûne û niha jî çap dibin û ewên, ku ser hev hejmarek derketine, ew jî bi rûpelekî, datînin rex hev û bi çavekî li wan dinihêrin. Gelo raya te ser vê meselê çiye?

-Ewên, ku demeke dirêj dertên û bi qîmet in – ew rojname ne, lê ewên ku hejmarek tenê derketine – ew nameyên rojê ne!

• • •

-Ez benî, di cîyê karê min da hemû kurd him jîr û jêhatî ne, him jî ciwan û xêrxwaz in. Lê nûnerên hema bêje hemû miletên mayîn him tiral û tiştpênebûyî ne, him jî ne bedew û çavnebar in. Îjar ez ku vê rastîyê bînime ser zara, ma qey ezê bibim miletçî?

-Belê, tê wek miletçî bêyî naskirin. Lê eger tu derewan bikî, wê demê tê înternasyonalîst bêyî hesibandin!

 

Derheqa nivîskar da

Neo

Qeydên dişibine hev