Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

JI LOZANÊ HETA ENQEREYÊ: PIRSA MÛSILÊ Û PIRSGIRÊKA KURDAN – 1

JI LOZANÊ HETA ENQEREYÊ: PIRSA MÛSILÊ Û PIRSGIRÊKA KURDAN – 1

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê ji cildeya 3an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev ya bi sernavê ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (di salên 1923-1945)” beşekê raberî we dikin.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, eva dawî heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye. Kê bixweze xwe bide ber karê çapkirinê, fermo!

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

Kurdistan piştî Lozanê

Piştî ku mohra qanûnê li erdnîgarîya sîyasî ya Rohilata Nêzîk ket, ku dû encamên Şerê Hemcihanê yê pêşin û tevlihevîyên piştî şêr, pey ra jî kişandina sînoran di navbera Tirkîyê û welatên ereban – Îraqê û Sûrîyê da qewimî, Împêratorîya Osmanîyê û, bi wê ra tevayî pirsa Rohilatê, ji holê hate rakirin, ku di navbera 150 salan (di rastîyê da diha zêde) da yek ji pirsgirêkên sîyaseta cihanê ya here dijwar û sext bû. Lê ewê ji bo gel û welatên Rohilata Nêzîk ne azadîya rasteqîn, ne jî aramî anî. Şer û bîntengîyên navnetewî yên berê dû xwe ra paşmayînên dijwar hîştin, bûne barê giran. Yek ji wana jî pirsa Mûsilê bû, ku em li ser disekinin. Carna di rûyê hucetên ser sînor, neliohevkirinên ser axê şer derdiket (ji bo nimûne, Tirkîya de`wa senceqa Alêksanrêttê dikir, ku kiribûne nava axa Sûrîya binmandat). Lê di demên nû da, gava ew hucet hinekî çareser dikirin (kêm caran tam çareser dikirin), huceta di navbera wan da ji holê radibû. Di hêleke din va dijwarîyên ser dereceya navnetewî serî hilddian û ew bûne sebebê serttîya bi xeter li herêma Rohilata Nêzîk.

Yek ji wan li Kurdistanê bû. Pirsa kurdan, ku kakilê wê şerê kurdan bû bona azadîyê, bû faktora herdemî ya dîroka sîyasî ya welatên Tirkîyê, Îranê, Îraqê û Sûrîyê di dema nû da. Eger heta destpêka sedsala 20an ew serttî carna serî hildida, lê dû ra ew bi awayekî vekirî û herdem dibû.

Piştî Lozanê şerê dîplomatîyê hinekî seqirî û hevraxeberdanên Îngilîs-Tirkîyê yên derheqa pirsa Mûsilê da bi awayekî aştîyane destpê bûn. Lê li Kurdistanê rewş ne aram bû, ji ber ku kurd dest ji hêvîyên xwe yên bona azadîya milet, ku piştî salên şêr hilweşîyabûn, ne dikişandin.

Dema em li ser rewşa li Kurdistanê ya di wê demê da disekinin (herwiha demên berê û paşdemê jî), gerekê cudatîyê bixine nava berjewendîyên kurdan û berjewendîyên Rohilata Nêzîk da, herwiha dewletên mayîn jî. Analîtîk, ku yek ji aspêktên wê pirsgirêkê înkar dikirin an jî zêde qîmet nedidanê, dîdemê wê pirsgirêkê yê feşkirî didan û bi wê yekê va helan didane xêrnexwezên gelê kurd.

Piranîya sîyasetmedar û dîrokzanên him Roavayê, him jî Rohilatê, ku bi rewşa li Kurdistanê va gîro bûn, ew pirs bi çavên berjewendî û daxwazên gelên ne kurd lê dinihêrîn. Ji bo nimûne, yek ji pêşekzanê Sovyet yê di hêla pirsgirêkên Rohilata Nêzîk di salên 20î yên sedsala 20an da V. A. Gûrko-Kryajîn derheqa pirsa Mûsilê da ha nivîsîye: ”Niha pirsa kurdan li Mûsilê hema bêje pirsa here giring e, ku dikare bigihîne wê yekê, ku ew milet bi xwe biryara qedera xwe bide, ango bibe dewlet, ku niha di nav sê dewletên herêmê da hatîye perçekirin û Îngilîs dikare di paşdemê da kurdan dijî Tirkîyê bi kar bîne, lê paşdemê da dibe dijî Yekîtîya Sovyet jî”. Gerekê destnîşan bikin, ku ”pirsgirêka Mûsilê beşek ji pirsgirêkên kurdan ya mezin e, ku wê van demên nêzîk di jîyana sîyasî ya Rohilata Nêzîk da rola sereke bilîze”. Xudanê nivîse herwiha fikireke ha jî dibêje: ”Paşketina kurdan ya sosîal-kûltûrîyê, ku di rûyê qeydê jîyanê yê eşîrtîyê û derebegîyê, tunebûna ronakbîrîya desthilatdar, ku tê erebîzekirin û turkîzekirin, li ser riya serxwebûna kurdan ya miletîyê-dewletê dibe astenga sereke. Di rûyê wê yekê da kurd heta niha di destê dewletên dagîrkar da bûne alet”1. Li vira xuya dibe, ku rewşa Kurdistanê bi hukumê ji der va girêdayî ye.

Lênihêrandina pirsê bi awayekî yekalî di nivîsên zanyarên Roavayê da jî hebû û carna rengê ha werdigirt: ”hukum tune – problêm jî tune”. Ji bo nimûne, rohilatzanê Amêrîkayê G. Fostêr ferqa di navbera rewşa kurdan û ermenîyan da ha şirove dikir: ”xaçparêzîya Roavayê hewil nedida berjewendîyên kurdan biparêze. Lema jî zêde guh nedida qedera kurdan”2. P. Jantîzîn, ku derheqa Tirkîya salên 20î da nivîsîye, sebebê tevrabûnên li Kurdistanê yên herdem tenê di dijderketina îslamê ya himberî Roavaya medenî, di rêaksyona ”fêodalîzmê ya dijî dewletê”, di hewildanên serekeşîr û şêxên kurdan, ku bona berjewendîyên xwe kar dikirin da didît. Ewî nivîsîye, ku Kurdistan hela ”ne gihîştîye” bona îdêayên dêmokratîyê qebûl bike û kurd, ku li ser eşîran, zaravan, dînên cuda-cuda hatine parvekirin, ”ji wê yekê dûr in, ku bibine miletekî hevgirtî”, lê tevgerên wan ne li ser bingehê ”hîsên miletîyê yên kûr” têne pêkanîn3. Di nivîsên wan deman da fikirên ha yên ser ra – ber ra, ne kompêtênt, carna jî yên kurdofobîyê gelek hene.

Rewşa Kurdistanê ya di dema piştî Lozanê ya kêm-zêde aram bi çend sebeban va tê şirovekirin û sebebên sereke jî ew bûn, ku hemû welat hewil didan kurdan ji bo armancên xwe bi kar bînin. Lema jî em nikarin zêde derheqa aramîyê da bipeyîvin û gerekê behsa wê yekê bikin, ku hewildan hebûn tevlihevîyên kevin yên li herêma kurdan gorî şertên nû, ku piştî şêr li cihanê saz bûbûn, bi teqileke teze va dîsa dest pê bikin.

Çi jî hebe, tevgera kurdan ya miletîyê wek berê li ser axa kurdan sebebê sereke yê hemû dijberîyên hundurîn û der bû, ku derbazî şerê du alîyên dijberî hev dibû. Ew bû faktoreke berbiçav di jîyana sîyaseta hundurîn ya hemû welatên Rohilata Navîn, ku kurd ser axa wan diman, herwiha tesîr li ser rewşa navnetewî ya li dor Asîya Roavayê dikir. Pirsa kurdan him di wê dema em li ser disekinin da, him jî salên piştî şêr herdem jî bûye pirseke sereke ya jîyana sîyasî ya hundur û der li herêmê. Lê ew pêvajoya tekane nîbû. Perçebûna Kurdistanê û ji hev belabûna civaka kurdan tesîr li ser van bûyeran dikirin. Tesîra van faktoran li ser rewşa tevayî li erafê Rohilata Navîn bi kemala xwe ya dîrokî va him di hêla erdnîgarîyê, him jî ji alîyê demê va ji hev pir cuda bûn.

Di salên pêşin yên piştî Lozanê pirsa kurdan piranî bi problêma Mûsilê va didane girêdan, ku heta dawî nehatibû çareserkirin. Du alîyên dijberî hev – Tirkîya û Brîtanîya Mezin – ku şerê wan li ser nefta Mûsilê bû, karta kurdan wek delîlê sereke bi kar dianîn. Lê ne tenê giranîya sîyasî û kemala wan dewletan ji hev cuda bûn, herwiha rola wan di wan bûyeran da jî cuda bû, ku bi pirsa kurdan va girêdayî bû.

Îngilîs bi xurtbûna xwe ya di hêla leşkerî-sîyasî û aborî da li temamîya Rohilata Nêzîk serdest bû, li Îraqê xwedî-xudantî dikir, herwiha li beşa wê ya bakur jî, ku wilayeta Mûsilê li wir bû. London pêşî zor li fransizan kir, ku dest ji daxwazên ser Mûsilê bikişînin, paşê jî zora komara Tirkîyê ya nûsazbûyî bir, ku çav berdabû Mûsilê û hêza wê têrê ne dikir daxwazên xwe pêk bîne. Tenê kurd dikaribûn ji bo serokatîya sîyaseta Brîtanîyayê ya dagîrkar problêman derxin, ji ber kurd bi çavê dijminayê berê xwe didane zordestên xwe yên nû. Lê tesîra faktora kurdî ya nêgatîv di hindava helwesta Îngilîs da wê demê nerm bû, dema Îngilîs û Tirkîya li ser pirsa Mûsilê li hev ketin, ya pêşin bona wê yekê, ku kurdên Îraqê îdî hew dixwestin vegerine bin hukumê tirkan, ya duduyan jî, di rûyê wê yekê da, ku dijberîya di navbera miletçîyên kurd û ereban li Îraqê bi helandayîna îngilîsan her diçû xurttir dibû. Lema jî beşeke civaka kurdan li Îraqê razî bû ser demekê bikeve bin hukumê îngilîsan, ji ber ku ser wê bawerîyê bû, ku ew kêm zirardar in û dijminên xwe yên sereke hukumdarên Bexdayê û Enqerê didîtin.

Lê Tirkîya kemalîstîyê di sîyaseta xwe ya dijî kurdan da – him di sîyaseta der, him jî ya hindur da – di hemû derecên jîyanê da tûşî dijwarîyên mezin hat. Bêy zêdekirin, rewşa li Kurdistanê û dor wê yek ji problêmên sereke bû, ku hukumeta kemalîstan rast pê hat. Ew him pirsa Mûsilê, him jî ew hemû pirsên din bûn, ku bi kurdan û şerê wan yê miletîyê va girêdayî bûn.

Hema ji mehên pêşin yên desthilata nasyonalîstîyê li Tirkîyê ya bi serokatîya Mustefa Kemal, ku li payîza sala 1922an zora dagîrkarên hurum (yûnan) bir, ku Îngilîs piştgirîya wan dikir, û hema wan deman sultanet ji holê da rakirin, piştî salekê Tirkîya wek komar da îlankirinê (bi paytextê Enqere va), lê di meha adarê sala 1924an da xelîfat ji holê rakir û endamên binemala Osmanan, ku 600 salan desthilatdar bûn, ji welêt raqetand, pêwendîyên di navbera wan û nasyonalîzma kurdan da, ku serî hildabû, xirab bûn û gihîştine ser dereceya pevçûnan. Derheqa wê yekê da gelek îzbatî hene, ku herwiha zanyarên me jî ew analîz kirine4. Sebebên wê sade û femdarî bûn: du nasyonalîzm nikaribûn ser axekê bi hevdura bijîtana, ew jî nasyonalîzma Tirkîyê, ku xwedî statûya fermî û qanûnî bû, berê jî, niha jî, û xwedî serdestîyeke pir mezin bû. Di dema damezirîna komara Tirkîyê dijberîya tirkan-kurdan îdî xwedî dîrokekê bû, bi bingehên xwe yên êtnîkîyê, sosîal-aborîyê û kûltûrîyê va.

Guhartinên ciddî, ku şorişa kemalîstîyê di nava jîyana civaka Tirkîyê da kir, bingehên wê yên sîyasî, sosîal-aborîyê û kûltûrîyê da nûjenkirinê, lê dijminaya di navbera kurdan û tirkan da nermtir ne kir. Mesele di wê yekê da ne, ku rêformên pêşverû li Tirkîya komarîyê da, ku xwe li riya pêşketina kapîtalîstîyê girtibû û hewil dida berê xwe bide medenîya Roavayê ya nûjen, lê, wek me li jorê jî got, ewê yekê kêm tesîr li ser kurdan kir û rêform ji hemûyan kêmtir li Kurdistana Tirkîyê dihatine derbazkirin. Rêform ji alîyê tirkan va, ji bo tirkan û ji boy navê tirkan dihatine derbazkirin – îdêya wan ya sereke û pêkanîna wê di praktîkê da ha bû. Meriv dikare bêje, ku ew rêformên miletçîtîyê bûn.

Hilbet, di van şertan da jî ew guhastin bivê-nevê ser wê axa welêt jî hatine derbazkirin, ku piranîya binecîyên wan ne tirk bûn, ango, piranî kurd bûn. Li wir jî înfrastrûktûra senayê û sosîalîyê hinekî pêş ket, hukumê dîn kêmtir bû, ji ber ku dewlet xwe li riya medenî girtibû. Lê ew pêşketin berên (encam) bi lez ne dan, binecîyan ew yek hema bêje texmîn ne dikir, lê mêtodên derbazkirina rêforman tesîreke xirab li ser binecîyên Tirkîyê yên êtnîk kir, ku kêmjimar bûn, ji ber ku ewana derdiketine himberî asîmîlyasyonê û de`wa jîyana gorî miletîya xwe dikirin û di vî karî da kurd zêde aktîv bûn. Ji ber ku ew mêtod yên zordestîyê, dijî dêmokratîyê bûn, bi rû va pêşverû bûn jî, lê di rastîyê da cûrê jîyana civaka kurdan ya edetî nuxsan dikirin.

Li vira cî ye em gotinên şahidê salên pêşin yên desthilata kemalîstan, dîplomatê Sovyetî G. A. Astaxov bînin, yê ku gotîye, ku di nav sebebên tevgerên kurdî yên herdemî li Tirkîyê, xên ji sextekarîyên îngilîsan û ferqa êtnîkî û dînî (ev fikir xwesma derheqa kurdên zaza da ne), ”kar û emelên serokatîyê bû jî, ku haya wê ji taybetmendîyên deb, erf-edetên kurdî tunebû û qedirê daxwazên kurdan ne digirt, pirsên miletîyê, dînî û edetên kal û bavan piş guhên xwe va davîtin, ew biçûk didîtin û tu qîmet nedidane wan. Lê sebebê sereke ferqa merzin ya rewşa sosîal-debê ya di navbera kurdan û tirkan da bû”[1].

Bi kurtî, êpêce sebebên kurdên Tirkîyê hebûn bi dijminayî berê xwe bidine desthilata kemalîstan ya nû, lema jî hewil didan xwe nêzîkî dijberên wan yên sîyasî bikin. Opozîsyona rastê (milkedarên nîv derebeg, leşkerên derece bilind û byûrokratên, ku di hindava osmanîyan da amin bûn û yên din), ku derdikete dijî desthilatdarîya kemalîstan û ji alîyê partîya Pêşverû-komarîyê ya bi serokatîya gênêral Kazim Qerebekir-paşa, Refet-paşa û yên mayîn da hatibû damezirandinê, di nav civaka kurdan da ji xwe ra piştgir digerîyan, didîtin, bona derkevine dijî rêformên Enqereyê yên pêşverû.

Yek ji sebebên nêzîkîhevbûna opozîsyonerên Tirkîyê bi serokatîya kurdan ra ew qebûlnekirina sîyaseta kemalîstan bû. Rast e, di nav mêntalîtêta kurdan da dîn hebandin di cîyê sereke da nîbû, lê kurdên ruhanî yên qedirbilind – şêx, ku piranîya wan herwiha serekeşîr bûn (yên neqişbendîyan, qadirîyan), di nav gel da xwedî hurmeteke bilind bûn, hukumê wan yê bawermendîyê û sîyasî li Kurdistanê pir bû, ew yek ji rêvebirên sereke yên nasyonalîzma kurdan ya sîyasî bûn.

Û tirkên dijî kemalîstan hewil didan vê yekê bi kar bînin. Serekeşîrê kurd Zinar Silopî (Qadrî Cemal-paşa) ji Şêx Sehîdê Pîranî ra, ku wê zûtirekê serokatî li serhildana kurdan ya mezin bikira, nivîsîye: ”Partîya Kazim Qerebekir-paşa Xwedêbawer e û û qedirê ruhanîyê digire. Şika min tune, ku ewê piştgirîya me bike”. Hevalbendekî din yê Şêx Sehîd – Şêx Eyub pişt ra li mehkemeya ser şorişgerên kurdan ha got: ”Partîya tek-tenê, ku dikaribû dîn biparasta, ew partîya Kazim Qerebekir e; di bernameya wê partîyê da tê gotin, ku ewê qedirê eyd-erefatên dînî bigirin”. Li mehkemeyê hate gotin, ku endamên wê partîyê bi kesên wisan va girêdayîne, ku ”tevlihevîyan saz dikin, hewil didin li welêt tevgera rêaksyon saz bikin û merivan ber bi serhildanê dibin”. ”Komeleyeke îslamî ya surî” sozên mezin dida şêxên Neqişbendîyan. Ew kes jî hêvîya xwe danîbûne li ser partîya Kazim Qerebekir-paşa, ”yên ku ji wî berê sînor propoganda dikirin serhildanê tevrakin”[2].

Bi vî awahî, di navbera hêzên opozîsyon yên tirkan û kurdan da bingehê îdêatîyê hebû, ji ber ku herdu jî derdiketine himberî riya hilbijartî ya desthilatê. Lê nêzîkîhevbûna îdêatîyê têr nedikir bona di hêla sîyasî da nêzîkîhevbûna zexm saz bikin. Ne axir rêvebirên kurdan, heta ewên dîndar jî, ji bîr nekiribûn, ku dijberên desthilata nû li Tirkîyê di zû da îzbat kirine, ku ew dijminê azadî û serxwebûna kurdan in. Çi jî hebe, tu îzbatî tune bêjin, ku nêzîkbûna îdêatîyê ya tirkan û kurdan dikaribû bibûya bingehê sazkirina platformeke sîyasî ya hevgirtî. Lê ew yek ji bo Enqerê dibû bingeh derkeve dijî xêrnexwazên xwe yên tirk û kurd û, mixabin, çend lêkolînerên welatên dereke û di nav wan da herwiha yên Sovyetî jî, ev helwesta desthilatê rexne nekirine.

Piştî Lozanê li Kurdistanê rewş gelek aloz bû û her diçû xirabtir dibû. Sebebê vê yekê encamên konfêransê bûn, ku kurd jê gelek aciz bûn û ew encam tu rê nedihîştin bona serbestîya miletîyê. Serokatîya tirkan dû ra çend qanûnên dijî kurdan yên şovînîstîyê derxist.

Konstîtûsîya (Destûra) komara Tirkîyê ya pêşin, ku di meha nîsana sala 1924an da hate qebûlkirin bi tevaya naveroka xwe va bi nasyonalîzma tirkan va dagirtî bû. Binecî û hemwelatîyên Tirkîyê dihatine binavkirinê wek tirk (xalên 68, 69, 70, 88an). Tu gotinek derheqa wê yekê da tunebû, ku li welêt miletên din jî hene. Zimanê dewletê – tenê tirkî hate îlankirin (xala 2an). Çend xalên Destûrê yên mayîn jî bi wî ruhî hatibûne qeydkirin. Bi wê ra tevayî çapemenî bi her awahî hewil dida binecîyên komara genc bi îdêologîya turkîzmê bide perwerdekirin, kurdên êtnîk înkar dikir û wana bi nav dikir wek beşeke gelê tirkan[3].

Ne tenê rêalîteyên sosîal-sîyasî, lê herwiha karê berhemdar yê nasyonalîstên kurd, ku di van şertan da serî hildabûn, alî wê yekê kirin, ku li her derên herêma kurdan nerazîbûn û şikyatên di hindava Tirkîya komarîyê da rû dabûn. Wek ku di lêkolînên zanyaran yên derheqa dîroka pirsgirêka kurdan da yên berê da hatine destnîşankirin, nasyonalîzma kurdan hema li Tirkîyê gavên xwe yên pêşin avêtin[4]. Piştî welêt di şerê hemcihanê yê yekê da têk da û leşkerên Antantayê Stembol û devtengên Tirkîyê zevt kir, li vir kêm-zêde şertên baş hatine sazkirinê bona karkirina komelên kurdan yên nasyonalîstîyê. Piranîya wan li paytext bûn, dewletên dagîrkar bi tevayî bi çavekî baş li wan dinihêrîn bi hêvîya, ku wana ji bo berjewendîyên xwe bi kar bînin bona di hêlekê va tesîr li ser hukumeta sultanetê, di hêleke mayîn va jî li ser nasyonalîstên tirkan (kemalîstan) bike, ku her diçûn xurttir dibûn.

Komeleyên ha, ku em dikarin navên partîyên sîyasî jî lê bikin (di rastîyê da ew kakilê partîyên sîyasî bûn), ne hindik bûn. Ewana navên cuda li xwe dikirin[5], carna bernameyên xwe, taktîk û mêlgirtinên xwe yên sîyasî diguhartin û emirê wan ne dirêj bû. Derheqa kar û barên wan û serketinên wan da di nivîsan da malûmatîyên dijî hev û yên bawerî pê nayên hene. Tiştek ji şikberîyê der e: ew ji bo êlîta kurdan ya wê demê wek dibistana perwerdeya sîyasî ya bi ruhê nasyonalîzmê û şerkarîya sîyasî bû. Em wê jî bêjin, ku hinek komeleyên kurdan di dîroka şerê miletîyê yê ji bo azadîyê rêçeke berbiçav hîştine.

Yek ji wan Komeleya Civaka Kurdan bû, ku paşê navê wê kirin Komeleya Serxwebûna Kurdan, lê di nivîsan da wek ”Azadî” derbaz dibe. Gorî malûmatîyekê, ew sala 1923an hatîye sazkirin, lê gorî malûmatîyeke din, ku rêçgerîya Îngilîs dîyar kirîye, ew sala 1921ê li Erzurumê hatîye damezirandin. Çavkanîyên kurdan bingehdarê wê serhing Xalid-begê Cibranlî dihesibînin, ku serokatî li taxbûra Erzurumê dikir. Beşên ”Azadî”yê li hemû navbendên mezin yên Kurdistana Tirkîyê hebûn, di nava endamên wê da gelek kesên ji ronakbîrîya kurdan hebûn, ku him ji serokatîya eşîretên Kurdistanê bûn, him jî ji torinên kurdan bûn, ku li Stembolê diman. Gorî malûmatîyên çavkanîyeke Brîtanîyayê, ”hemû eşîret wê piştgirîya wî bikin (”Azadî”. – M. L.) li ser bingehê nasyonalîzmê û dîn”[6].

Bi vî awahî, li Kurdistana Tirkîyê bi surî, lê gelek aktîv karê amadekarîya bona tevrabûnên organîzekirî dijî desthilata komarîyê ya nû dikirin, bona azadî û serxwebûna kurdan. Lê bi sebebên hundurîn yên sertbûna pirsa kurdan li Tirkîyê piştî Lozanê ra tevayî, herwiha sebebên der yên ciddî jî hebûn.

Ew di wê yekê da bûn, ku di perçeyên Kurdistanê yên mayîn da, ku diketine nava Îranê, Îraqê û Sûrîyê, û li wan welatan bi xwe da jî, tevlihevîyên piştî şêr heta tevaya salên 20î û zêde jî, ne disekinîn. Ew ne tenê di rûyê wê yekê da dibû, ku hêzên wan welatan bi hev ra ketibûne nava cengê, lê herwiha di rûyê wê yekê da bûn jî, ku dewletên Awropayê yên dagîrkar, berî gişkî jî Îngilîs, hewil didan rewşê ji bo berjewendîyên xwe yên împêrîyê bi kar bînin. Îngilîsan gelek caran bi awayekî xewle, carna jî eşkere, di wan bûyeran da rola sereke dilîstin, ku li ser sînorê rohilatê yê Tirkîyê diqewimîn û yekser bi pirsgirêka kurdan va girêdayî bûn.

Yek ji nimûneyên geş yên heyetîya ”destê îngilîsan” di şerên miletîyê da, ku herdem li vê herêmê dibûn, tevrabûnên li Hekarîyê yên di havîn û payîza sala 1924an da bûn. Ew tevrabûn di rûyê wê yekê da bûn, ku aşûrîyên nêstorîyan, ku di rûyê gelkujîya cantirkan ya sala 1915an da revîbûne Îranê, lê piştî şêr ji alîyê îngilîsan da bi destî zorê pêşî berên wan dabûne Baakubê (nêzîkî Bexdayê), paşê ew mihacirî bakurê Îraqê – navçeyên kurdan kiribûn bona ew derkevine dijî tevgera kurdan, hewil didan vegerin warên xwe[7]. Tirk dîtin, ku aşûrî di dest îngilîsan da dibine alet, bi destî hêza çekdarî nehîştin ew herine Hekarîyê û ew vegerandine navçeya Mûsilê.

Balkêş e, ku zabitên kurd yên di ordîya tirkan da bûn û beşeke leşkeran derbazî alîyê aşûrîyan bûn. Kemalîst, ku şik dibirin, ku pêwendîyên kurdan bi îngilîsan ra heye, li Erzurumê gelek aktîvîstên kurd girtin[8]. Paşê li Mûşê û warên din jî gelek kes girtin. Desthilata kemalîstan, ku desdirêjayên di hindava nasyonalîstên kurdan da her diçû zêdetir dikir, hewil dida pêşî li tevrabûnên hemtomerî li wilayetên kurdan bigire. Enqere xwesma ji bo yekê ketibû tefekûrîyê, ku şika wî hebû, ku Îngilîs bi awayekî sergirtî serokatî li emelên nasyonalîstên kurd yên pîre-pîrekirinê dikin. Îngilîs wan deman li erafê Rohilata Nêzîk neyarê komara Tirkîya nûsazbûyî yê sereke bû. Ji bo şikberîyên wisa her bingeh hebûn.

Kemalîst bawer bûn, ku bernameya sîyasî ya nasyonalîstên kurd avê berî ser aşê sîyaseta Brîtanîyayê di hindava Tirkîyê da dide. Rastîyê jî, motîvên, ku gorî wan zabitên kurd yên ”Azadî”yê li wilayetên kurdan serhildan amade dikirin, nikaribûn bala îngilîsan nekişandana. Ew motîv di dokûmênteke ji 11 xalan da hebû, ku rêçgerîya Brîtanîyayê peyda kiribû. Ne dûr e, ku casûsîya Tirkîyê jî derheqa vê yekê da pê hesîya bû. Piranîya van xalan ew rêformên hukumetê rexne dikirin, ku berjewendîyên binecîyên kurd nuxsan dikirin (statûya ”kêmjimar”, ku her tenê ji bo xaçparêzan derbaz dibû, hilanîna xelîfatê, ji holê rakirina ”pevgirêdanên di navbera tirkan û kurdan da”, qedexeya li ser zimanê kurdî, pêpeskirina çend mafên kurdan, wek astengên li ser hilbijartina parlamêntarên kurd li Meclîsa Tirkîyê, qerfên li ser leşkerên ordîyê, ku bi esilê xwe va kurd bûn û, ya dawî, bikaranîna ”kapîtala Almanîyayê bona zevtkirina dewlemendtîyên kurdan yên binerd û yên din)[9], û îngilîsan dikaribû ev yek bi kar banîya bona li hemû perçeyên Kurdistanê û welatên musulmanîyê yên din propoganda dijî Tirkîyê bikira.

Haya tirkan îdî di sala 1924an da rind ji kar û emelên ”Azadî”yê hebû. Lê wana wê demê nikaribû bi xurtî derketana dijî kurdan: desthilata Enqerê li rohilata welêt ne pir xurt bû. Eger em behsa ”Azadî”yê bikin, em dikarin bêjin, ku ewê di planên xwe yên şerê ji bo xwe rizgarkirina ji bin nîrê Tirkîyê, pêşî hêvîya xwe danîbû li ser alîkarî û piştgirîya Brîtanîya Mezin.

Rast e, di nav welatparêzên kurd da gelek terefdarên Sovyet hebûn, ku bi propoganda bolşêvîkan ya întêrnasyonalîyê va ruhdar bûbûn. Him di dema konfêransa Lozanê, him jî piştî wê serekên kurdan û serkarên rêxistinên kurdan yên nasyonalîstîyê çend caran bi hêvîkirin berê xwe dane hukumeta Sovyetî bona ew alîkarîya wan bike û heta gotine, ku ew razî ne Kurdistan bikeve di bin bandûra Rûsîya Sovyetî.

Rast e, ji Moskvayê rêaksyoneke erênî tunebûye (ji ber ku Yekîtîya Sovyet wê demê hewil dida pêwendîyên xwe bi Tirkîyê û Îranê ra bide xurtkirinê û pêş va bibe û ne dixwest di rûyê kurdan da dilê wan ji xwe bihêle), lê li Kurdistanê demeke dirêj mêla milet li ser Sovyet bû[10]. Lê dîsa jî salên pêşin yên piştî Lozanê serekên kurdên Tirkîyê hêvîya xwe danîbûn li ser îngilîsan û hewil didan ew huceta Îngilîs-Tirkîyê ya li ser Mûsilê ji bo berjewendîyên xwe bi kar bînin. Ji bo nimûne, endamên ”Azadî”yê li Îraqa Bakur bi dayîreyên rêçgerîyê yên Brîtanîyayê ra ketine nava pêwendîyan bona li ser sînorê Tirkîyê-Îraqê bazayên xwe saz bikin. Li ser wê bingehê tirkan çend zabitên kurd, ku diketine nava ”Azadî”yê, gunehkar kirin, ku ew cesûsên Îngilîs in.

Desthilata Brîtanîyayê ya dagîrkar li Îraqê û cesûsîya Brîtanîyayê li Îraqa Bakur û Tirkîya Başûr-Rohilatê bi hewas bi nasyonalîstên kurdan ra diketine nava pêwendîyan û bi her awahî piştgirîya wan dikirin, lê wisa xuya ye, bawerîya wan bi wê yekê tunebû, ku ewê bikaribin planên wan yên pêşdemê pêk bînin. Karmendên derecbilind yên serokatîya Brîtanîyayê li Îraqê di hêlekê va zanibûn, ku tevgirêdanên bi ”azadîstan” ra ji bo wan kar e, ango kêrhatî ne bona zor li Tirkîyê bikin, di hêleke din va jî destnîşan dikirin, ku zêdebûna nasyonalîzma kurdan ji bo berjewendîyên mêtropolê bi xeter e[11]. Bi vî awahî, ji alîyê îngilîsan da piştgirîkirina nasyonalîstên kurdan li Tirkîyê her tenê ser demekê bû.

(dûmayîk heye)

1 Gûrko-Kryajîn V. A. Rohilata Erebîyê û împêrîyalîzm. M., 1926, rûpel 105, 119.

2 Fostêr H. A. The Making of Modern Iraq. A Product of World Forces. Norman, 1935, rûpel 152.

3 Gemitzon P. Mustafa Kemal ou I`Orient en marche. P., 1929, rûpel 71-78.

4 Binhêre: Lazarêv M. S. Împêrîyalîzm û pirsgirêka kurdan (1917-1923), rûpel 227-240; Hasratyan M. A. Kurdên Tirkîyê di dema nû da, rûpel 6-42.

[1] Astaxov G. Ji sultenetê ber bi Tirkîya dêmokrat. Nivîsên derheqa dîroka kemalîzmê da. M-L., 1926, rûpel 35. Xudanê nivîsê antagonîzma tirkan-kurdan tenê di nav hucetên li ser axê dibîne, bawerîyê bi serketina kurdan nayne (”karekî vala û bêfeyde ye”), lê bi wê ra tevayî destnîşan dike, ku ”mêtoda yekalî, ya zordestîyê”, ku ji alîyê Enqerê da tê bikaranînê, nikare konflîktan çareser bike. Tirkên hembal 10-20 kîlomêtran riya xwe dirêj dikin, bona nekevine gundên kurdan. Tevaya serokatî û cendirmeyên li navçeyên kurdan her tenê tirk in. Lê bi wê ra tevayî ew destnîşan dike, ku li Anatolîya Navbendîyê, ji Enqerê heta Konyayê, rewş kêm-zêde baştir e, binecîyên kurd yên vira tevî tevgera kurdan ya miletîyê nabin (dîsa li wir, rûpel 36).

[2] Mustefa Kemal. Riya Tirkîya nû. 1919-1927. Cild 4. Serketina Tirkîya nû. 1921-1927. M., 1934, rûpel 258.

[3] Hasratyan M. A. Kurdên Tirkîyê, rûpel 53-56.

[4] Binhêre: Lazarêv M. S. Pirsa kurdan, serê 5an, rûpel 144-148; eynî kes. Împêrîyalîzm û pirsa kurdan, serê 3an, rûpel 96-111.

[5] Di nivîsa berfireh ya kurdzanê bi nav û deng O. L. Vîlçêvskî ya bi navê ”Tevgerên kurdan yên miletîyê” da (Tb., 1946, nivîsa ser daktîloyê, rûpel 363), mixabin, ku wek destnivîs maye, komeleyên kurdan hatine rêzkirinê, ku piştî dawîhatina şerê hemcihanê yê yekê li Tirkîyê (piranî li Stembolê) xuliqîne. Ew nav bi transkrîpsyona farizî ne. Vîlçêvskî navê van komeleyan dide rêzê, ku wan deman bi nav û deng bûn: 1) ”Rêvebirina propoganda kurdî (”Edereye tablihate kurd”), ku rojnameya ”Jîîn” çap dikir. Daxwaza vê komeleyê otonomîya hundurîn bû û ew bi kemalîstan û Şêx Mehmûd Barzincî ra di nava pêwendîyan da bû. Zûtirekê ew komele derbazî Kurdistana Başûr bû, bal Şêx Mehmûd; 2) ”Komeleya rizgarkirina kurdan û Kurdistanê” (”Camiyate Teeliye kurd ve Kurdistan”). Nasyonalîstên dijî tirkan diketine nava wê, wek: Bedirxanî, gênêral Şerîf-paşa û yên mayîn, ku hewil didan di bin bandûra Farizistanê bi bloka tevî ermenîyan û gelên kêmjimar yên din da de`wa otonomîyê bikin. Mêlgirtina vê komeleyê ya di hêla sîyaseta der da pir ecêb bû: ew dijî Îngilîs bû, lê xwe dida alîyê Fransîyayê û heta Almanîyayê jî. Serokatîya komeleyê zêde bi Kurdistana Navbendî û ya Roavayê ra girêdayîbû; 3) ”Komeleya serxwebûna Kurdistanê” (”Camiyate isteqlyale Kurdistan”). Wisa xuya ye, ew komeleya ”Azadî” bû, ku emê li jêr behsa wê bikin. Serokatî li wê dikirin Ebdil-Qadir, Mustefa-paşa Kord, Xalid-begê Cebbarî (xuya ye li vir şaşîtî heye, ya rast gerek Cibranli be). Çend serekên Kurdistana Bakur û ya Navbendî yên navdar ketine nava wê, wek Şêx Sehîdê Pîranî, ku serekê neqişbendîyên Anatolîya Rohilatê bû. Komele hewil dida Kurdistana serbixwe saz bike ya ser demekê di bin bandûra Îngilîsa da. Serekên komeleyê Kurdistana serbixwe wek qiralîyeta konstîtûsyon ya bi serokatîya qiral didîtin, ku gerekê ji malbeta bi nav û deng bûya, dînê dewletê gerekê îslam bûya, serekê wê yê ruhanî gerekê yek ji şêxên bi nav û deng bûya û gerekê parlamêntoya wê hebûya, ku tê da gerekê merivên sade û serekên dînî hebûna; 4) ”Komeleya înstîtûsyonên sosîalî” (”Camiatê taşkelyete ectemai”). (Navê wê yê din – ”Partîya kurdan ya radîkal” – ”Hizb-e radikale kurd”) bi serokatîya zureta Bedirxanîyan – Celadet Elî, Kamran Elî û Sûrêya-beg. Ronakbîr û xwendkarên kurd ketine nava vê komeleyê. Gorî bernameya partîyê Kurdistan gerekê serbixwe be, gerekê civata testîqdar saz bikin bona biryardayîna pirsa derheqa serkarîkirinê da, gerekê konstîtûsîya bi cûrê welatên Awropa Roavayê bê qebûlkirin. Partîya derdiket dijî Antantayê û her cûre hukumdarîya endamên wê li ser Kurdistanê, lê dîsa jî mêla wê hinekî li ser Fransîyayê bû. Her sê komeleyên dawî di dema konfêransa Sêvrê blokeke yekgirtî saz kirin, nûnerê wê yê sereke Şerîf-paşa bû (rûpel 85-90).

Wê demê nasyonalîstên kurdan hewil dan bi kemalîstan ra ziman bibînin bi şertê, ku ew otonomîya ji bo Kurdistanê heq bibînin. Eger bi kemalîstan ra li hev nekin, hatibû plankirin tevgera dijî sultanîyê tevrakin (rûpel 93).

Di dema konfêransa li Lozanê û piştî wê komeleyên kurdan yên jorgotî gihîştine hev û ketine nava ”Partîya kurdan” (”Şubê kurd”), ku hema bêje ji alîyê Bedirxanîyan da dihate serkarîkirinê û wana îlan kir, ku desthilatê dervayî qanûnê dibînin. Ew partîya, ku li ser bingehê karê surî hatibû sazkirinê, ”Komîtêya Bakur” saz kir bi barêgeha wê ya li Erzurumê va bona amadekarîya serhildanê û ”Navbenda dervayî welêt” ji wan endamên wê va, ku bi partîya ermenîyan ya ”Daşnaksûtyûn” va girêdayî bûn (rûpel 113-116).

Ha bûn gavên pêşin yên nasyonalîzma kurdan di dema Tirkîya navbera şeran da gorî nivîsên O. L. Vîlçêvskî (Ez dixwezim vê firsendê bi kar bînim û sipasîya xwe ji O. Î. Jîgalînayê ra bêjim, bona rê da min ez wê berhema bi qîmet bi kar bînim). Di lêkolînên xudanên mayîn da (bingeha wan piranî malûmatîyên rêçgerîyê yên Brîtanîyayê yên wê demê ne) gelek bûyer bi awayê mayîn in (roj, sernavên rêxistinên kurdan yên sîyasî û h.w.d.), lê bi bawerîya me, ew ferq gelek mezin nîne, ew jî wê demê, gava bingehê me tune wê înformasyonê înkar bikin, ku kurdzanekî wisa bi nav û deng bi kar anîye, wek O. L. Vîlçêvskî ye.

[6] Olson R. The Emergence of Kurdish Nationalism and the Sheikh Said Rebellion, 1880-1925. Austin, 1989, rûpel 41-43.

[7] Binhêre: Matvêêv K. P. (Bar-Mattay), Mar Yuhanna Î. Î. Pirsa aşûrîyan di dema şerê hemcihanê yê yekê û salên pey şêr ra (1914-1933). M., 1968, serên 2-4;Matvêêv K. P. Aşûrî û pirsgirêka aşûrîyan di dema here nû da. M., 1979, serê 6an.

[8] Mustefa Kemal. Riya Tirkîya nû, cild 4, rûpel 430-432; Gentizon P. L`insurrection kurde. – Revue de Paris. 1925, vol. 5, hejmar 20, rûpel 839.

[9] Olson R. The Emergence of Kurdish Nationalism, rûpel 43-45.

[10] Binhêre: Lazarêv M. Yekîtîya Sovyet û Kurdistan. – Asîya û Afrîka îro. 1995, hejmar 3, rûpel 4-5.

[11] Olson R. The Emergence of Kurdish Nationalism, rûpel 45-47, 50-51.

 

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev