Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Ji zargotina me – 12

Ji zargotina me – 12

Em çapkirina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Ev berhemên li jêrê me ji pirtûka Xelîlê Çaçan ya bi sernavê “Cewahirên kurdî” hildane, ku van dawîyan ji alîyê weşanxaneya “Lîs”ê da li Diyarbekirê bi 3 pirtûkên wî yên din çap bûye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku li malpera me çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

Çend nimûneyên zargotina me ji pirtûka “Cewahirên kurdî”

Pêla çûyî

Rojekê merivek diçe ber behrê, dîna xwe didê wê kalek ber behrê rûniştîye, wextê pêl tê, ew dibêje:

-Eva yek.

Xort xêleke xurt li kalê dinihêre, dibîne qet yeka wî nabe dudu, ji hemû pêlan ra jî dibêje – eva yek.

Xort îdî tehmûl nake, nêzîkî wî dibe, dibêje:

-Bavê kal, tu ber vê behrê rûniştîyî, çi dikî?

-Ez pêlan dijmêrim, lawo,- kalê caba wî dide.

-Ka tu pêlan çawa dijimêrî, ku ji hemû pêlan ra dibêjî yek?

-Lawo, çimkî ez pey pêla çûyî nakevim, ew çûye û wê venegere.

Saxo di rê da, qelpo di zerê da

Di bajarekî da sê heval hebûn. Hersêk jî betal bûn. Rojekê hatine bal hev, gotin: “Li bajarê me şuxul û emel tune, ha here, emê ji birçîna bimirin. Werin em bibine destebirakên hev, herin ji xwe ra li bajarekî dinê xebatekê bibînin“.

Gilîyên xwe kirin yek, wê şevê her yekî ji xwe ra nan û xwerin hazir kir û roja din, berbangê dane ser rê.

Yekî ji wana got:

-Hevalno, ji vir şûnda em birê hev in, telî-tengasîya me gerekê yek be, em bêbextîyê ji hevdu ra nekin.

Herduyên dinê pê ra qayîl bûn.

Ewana pir çûn, hindik çûn, rastî mêrgekê hatin, ku tê da kanîyek hebû. Ewana gelekî westîya bûn. Ber kanîyê rûniştin, ku him hêsa bibin, him jî parî nan bixun.

Hevalê wan – Mehmûd, nanê xwe ji hevanê derxist, xwerina xwe danî ber hevalên xwe. Nanê xwe xwerin, ji kanîyê av vexwerin, cixara xwe kişandin û dîsa bi rê ketin.

Gelek wext derbaz bû, westîyan û rastî kanîke din hatin. Ji hevalan yekî din nan û xwerina xwe derxist, da ber xwe û hevalê xwe yê din, lê nedane Mehmûd.

Mehmûd nihêrî, ku nêta wan tune nan bidine wî, wa got:

-Gelî bira, we nan û xwerina min xwer, lê hûn çawa nahêlin ez jî tevî we nan bixum. Ne em heval û destebirakên hev in?

Kir û ne kir, herdu hevalên wî razî nebûn. Mehmûd demekê fikirî û xwe ji xwe ra got: “Evana şîrheram û bêbext in“. Tewqê xwe ji wana birî, pişta xwe da wan, şûnda vegerîya.

Denê êvarê bû. Rê va rastî şikeftekê hat. Qirar kir wê şevê li wir bimîne. Çû hundurê şikeftê, çavên xwe gerand, dît, ku di binê şikeftê da qulek heye. Kete hundur û pal da. Xêlekê şûnda hew nihêrî, çend şêr ji derê şikeftê ra ketine hundur.

Şêr ku ketine hundur, yekî ji wana got:

-Bira, ji vira bîna benî-adem tê.

Yên dinê gotin:

-Lo bira, benî-adem çawa dikare bê vira?

Mehmûd ji tirsan bîna xwe nedikişand. Şêran hinekî derheqa nêçîra xwe ya wê rojê da peyivîn. Pey ra yekî ji wana got:

-Bira, mişkek heye, çil zêrên wî yên zer hene. Sibê zû, ku em derdikevine nêçîrê, ew çil zêrên xwe derdixe ber derê şikeftê, datîne ber royê. Wextê ro diçe ava, ew careke din zêrên xwe dibe hundur.

Tirsa Mehmûd îdî firî, guhê xwe da ser gotina wan.

Şêrê dinê wa got:

-Van rojan qîza padişê bedhal e. Salix didin, ku padişê gotîye kê qîza wî qenc bike, wê xelateke mezin bidê. Dermanê qîza padişê xûna seyê hemis e, seyê şivanê ku pezên xwe li pişta şikeftê diçêrîne.

Mehmûd ev jî bihîst. Yê din wa got:

-Bira, di bin wan herdu darên ku li pêşîya mala padişê ne, xezîneke mezin heye.

Demekê şûnda şêr ketine xewa hingorê.

Şebeqê şêr hişyar bûn û derketine nêçîrê. Mehmûd ji cîyê xwe nehejîya. Demekê şûnda mişk xuya kir û zêrên xwe yeko-yeko kişandine ber royê. Mehmûd ew jimartin û gava çil zêr temam bûn, ji cîyê xwe rabû, ber bi mişk çû. Mişk ji tirsan revî. Mehmûd hemû zêr kom kir, kire kîsikê xwe û ji wêderê bi dûr ket. Li dor û berên xwe nihêrî, dît ku li piş şikeftê pez diçêre, şivan li bilûra xwe dixe û seyekî hemis li ber e. Mehmûd bi du zêran se ji şivan sitend, ser jê kir, koda xwe tije xûna sê kir û bi rê ket. Gihîşte bajêr, rast çû mala padişê, gotê:

-Ez hatime qîza te qenc bikim.

Padişê gotê:

-Lawo, ewqas hekîm û alim hatin, ji derdê wê ra çareyek ne dîtin. Tuyê çawa wêya qenc bikî?

Mehmûd got:

-Çî we ra ne!

Padişa razî bû. Mehmûd birine otaxa qîzikê. Ew di nava cî û nivînan da dinalîya. Hişê wê li sêrî nîbû. Mehmûd koda xwe derxist, xwîna seyê hemis li bedena qîzikê xist. Xêlekê şûnda qîzikê çevên xwe vekirin, ser xwe da hat.

Cab dane padişê, ku qîza wî qenc bûye. Padişa hat, gazî Mehmûd  kir û gotê:

-Kurê min, niha tu pêşkêşa xwe bixweze.

Mehmûd lê vegerand, gotê:

-Ez hewcê tiştekî nînim!

Qewim û pismamên padişê gotin, ku qîza xwe bide Mehmûd. Padişa hinekî fikirî û bi wan ra razî bû. Deng belayî li bajêr bû, çil roj û çil şevan dewat kirin.

Çend rojan pey dewata wan ra Mehmûd çû sûkê, çend pale anîn. Herdu hevalên wî jî di nava wan da bûn, ku ji bajarê xwe tevayî derketibûn.

Mehmûd siparte wana, ku herdu darên pêşîya malê rakin. Ewana ku rakirin, xezîneke mezin jê derket. Mehmûd hurmeta xwe kir. Ewî ser texte ji herdu hevalên xwe pirsî, got: – We ez nas kirim?

Herduyan bi hev ra gotin:

-Em zanin, ku tu zavayê padişê yî.

Mehmûd gote wan:

-Rind li min binihêrin; ez hevalê we bûm.

Ewana Mehmûd nas kirin û ji kirina xwe şerm kirin. Û jê pirsîn, ku çawa bûye xweyê ewqas hebûnê û zavayê padişê.

Mehmûd çi hatibû sêrî, yek bi yek ji wan ra got.

Herdu hevalên wî pey nanxwerinê ra rabûn, xatirê xwe jê xwestin û bi rê ketin. Çûn ew şikeft dîtin, xwe di şikeftê da veşaritn. Êmekê şûnda şêr hatin, yekî ji wana got:

-Birano, bîna benî-adem tê…

Yên din gotin:

-Lo benî-adem li vira çi dike?

Birayê din gotina xwe dubare kir, got:

-Cara dinê jî min ji we ra got, we bawer ne kir, lê ew li vira bû, guh dida ser xeberdana me, pey ra jî zêrên mişkê me birin, çû seyê şivan kirî û bi xûna wî qîza padişê qenc kir, pê ra zewicî, bû xweyê xezîneyê.

Ser van gotinan herdu şêrên din bawer kirin, dest pê kirin hemû qul û bûcaxên şikeftê gerîyan, ew herdu heval dîtin, kerî-kerî kirin û di zerê da avîtin.

Gur û berx

Rojekê berxek ji deştê tê, ku ji çêm avê vexwe. Dîna xwe didê wê gur jî ser çêm e. Ew wek hurmetgirtin, diçe di bin gur da avê vedixwe. Gur mena li berxê digere, dibêje:

-Berxikê, kê îzina te daye, ku tu ava min şêlû dikî?

Berx zarî dibe û dibêje:

-Ez xulam, ez li jêrê, tu li jorê. Ez çawa ava te şêlû dikim?

Gur menîyeke dinê li berxê digire, dibêje:

-Xwe ew jî nebû sala par, ku te derheqa min da gilîyên xirab gotibû!

Berx zendegirtî dimîne û dibêje:

-Ez xulam, sala par hela ez nehatibûme dinê.

Gur hêrs dibe û dibêje:

-Ê, çi firqî, yan te gotîye, yanê jî birê te gotîye, hûn ji cisinekî ne.

Wê demê şêrek ji dûr va dinihêre, ku rastî ji dest zordestîyê da zarezar e, bi wan va derdikeve û hicûmî li ser gur dike, berxik ji devê gur xilaz dibe. Gur li wir ser va diçe, ku neheqî bi ser nakeve.

Lê axirî?

Wextekê di şeherekî da merîkî şeravxur hebûye. Ewî hertim vedixwar, di kûçan da distira û digerîya. Ew ewqas wext pey îçikê diçe, ku hebûn-tunebûna xwe dide îçikê, vedixwe, heta kincên canê xwe jî difiroşe. Îdî çareya wî tê birînê, heve kinc-mincên kevin werdigire, paltoyekî di ser da li xwe dike û qayîşekê dide ser.

Padişê wî şeherî wî xortî texmîn dike, ku çawa bi kilam, eşq û şa ji kûçeya wî ra diçe û tê. Padişa dibê, Xwedê hebînî, hilbet araq û şerav baş e, ku ev merîya hertim vedixwe û timê ha kêfxweş e.

Rojekê jî padişa vedixwe, serxweş dibe û dikeve. Sibetirê padişa radibe, dinihêre, ku serê wî ji êşê diteqe. Ew gazî xulamê xwe dike û dibêje:

-Kuro, zû herin gazî ewî merîyê şeravxur kin, bira bê.

Wextê merivê şeravxur tê, padişa jê ra dibêje:

-Min jî duh mîna te araq-şerav vexwer, ez serxweş bûm, lê serê min heta niha jî dêşe. Eva çendik-çend sal e tu vedixwî, wisa xuya ye tu dermanê serêşê zanî.

Merîyê şeravxur van gilîyan dide destê padişê:

-Padişayî sax be, ku serê te dêşe, tu dîsa vexwe; dîsa êşîya, dîsa vexwe. Çiqas êşîya, ewqas vexwe. Lê bi heval û hogiran va vexwe.

Padişa lê dipirse, dibê:

-Lê axirîya vê yekê wê bibe çi?

Ew pêsîra paltoyê xwe vedike û canê xwe yê tazî nîşanî wî dide û dibêje:

-Axirîya vê yekê jî ev e, tuyê mînanî min rût bî.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev