Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

We dizanibû…? – 12

We dizanibû…? – 12

Berevkar: Têmûrê Xelîl

…di navên 22 gundên Azirbêcanê da gotina “kurd” heye.

…du pirtûkên dînê êzîdîyan – “Cilwa” û “Meshefa Reş” bi elfabeya tîpên taybetî hatine nivîsarê. Di cihanê da ser hev weke 10 tîpên herfan hene, ew jî dikaribû bibûya yek ji wana. “Cilwa” di sedsala 12an, lê “Meshefa Reş” di sedsala 17an li ser postê xezalê hatine nivîsarê.

…artîstên kurd li hemû Sovyetistana berê deng dabûn. Ji bo nimûnê, artîstên sîrka Moskvayê yên bi nav û deng Nazî Şîray û Ezîzê Bişar (Eskeryan) kurd in. Ezîz niha Artîstê Rûsîyayê yê Gelêrî ye. Xwîşk û bira Natêla û Vladîmîrê Qasim eva gelek sal in di balêta Sankt-Petersbûrgê da dileyîzin, lê Arsên Polatovê kurd rêjîsorê sereke yê şanoya pantomîmayê bûye (şanoya bê deng) li Yêrêvanê.

…fîlma pêşin ya derheqa kurdan da, ku navê wê “Zerê” ye, sala 1926a li Ermenîstanê hatîye kişandin. Wî çaxî ew ya bê deng bû, lê berî çend salan kirin ya bi deng û li gelek welatên cihanê hate nîşandayînê. Rêjîsorê wê Hamo Bêknazarov e, ku Sînêmatografîya Ermenîstanê ser nave wî ye.

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev