Werin em hinekî jî bikenin – 12

Berevkar: Têmûrê Xelîl

“GELO LI SER HÎVÊ KURD HENE?”

Gava Amêrîkayê çend kesên xwe ji bo lêgerînan şande ser hîvê, deng belav bû, ku li wira çiya hene. Kurdekî koçer jî, ku ev behs dibihîze, bi dilekî safî dipirse:

-Gelo li wira kurd jî hene?

“BERÊ JÎ NE TIŞTEK BÛM!”

Kalemêrekî kurd ji tenêbûnê aciz dibe, lê dildimîyê dide ber dilê xwe, ku di ciwanîya xwe da jîyaneke xweş derbaz kirîye, xudêgiravî hema bêje her ro nava kêf û şayê da bûye. Di nav van mitaleyan da, di ber xwe da dibêje:

-Ê… mala xortanîyê xirab nebe! Min wan salan çi dikir, çi ne dikir. Kesî nikaribû milê min danîya erdê, min ha qir dikir û wa pir dikir.

Paşê li dora xwe dinihêre, ku kes tune, xwe bi xwe pesinê xwe dide, carek din dibêje:

-Welle, berê jî ne tiştek bûm!

“DILÊ KÊ DIÊŞE, BIRA BIÊŞE!”

Carekê kurdek dibe mêvanê hevalekî xwe, çay datînine ber. Ew çayê bi kitleme vedixwe: çend caran çire şekir dike devê xwe û her carê qultek çay ser da dike. Xweyê malê dibîne, ku evê gelek şekir bixwe, jê ra dibêje:

-Filankes, baştir e tu şekir bavêjî nav çayê!

-Ji bo çi,- mêvan dipirse.

-Dibêjin, ku ji kitlemeyê dilê merivan diêşe, dibe ew tesîrê li dilê te jî bike.

Mêvan lê vedigerîne, dibêje:

-Bi Xwedê, dilê min naêşe, dilê kê diêşe, bira biêşe.

JI SERÊ BAVÊ WÎ ZÊDE BÛ

Ji kurdekî ra zara kurîn dibe. Hevalekî wî yê welatparêz, ku ji navê ne kurdî gelekî aciz dibe, jê dipirse:

-Te navê kurê xwe danîye çi?

Hevalê wî lê vedigerîne, dibêje:

-Ebdulselam.

Yê welatparêz dibîne, ku hevalê wî dewsa navekî biyanî, du navên biyanî li kurê xwe kirîye, difikire, ku hema yek bûya, qe na nîvê şaşîtîyê bû, lê vedigerîne, dibêje:

-Bi Xwedê, Ebdul bi tenê têr dikir û ji serê bavê wî zêdetir bû jî.

HÎNBÛNA ZIMANAN ÇIQASÎ ZOR E!

Kurdekî ji Kurdistanê mihacirbûyî di welatekî Awropayê da diçe kûrsa hînbûna zimên. Zimanê biyanî gelekî lê zor tê û bona temamîya dijwarîya wî bîne ber çavan, awa dibêje:

-Heyran, fêrbûna zimanan çiqasî zor e! Heta niha jî nakeve serê min, ku ez çawa fêrî zimanê kurdî bûme!

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev