Helbestvanê zaran, ulmdarê mezinan

Guhdarên hêja wek her rojên yekşeman, vê carê jî hûnê ji rêzenivîsa “35 helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyeta berê” derheqa jînenîgarî û berhemên nivîskar an jî helbestvanekî me da guhdarî bikin. Îro emê behsa jînenîgarî û çend helbestên Karlênê Çaçanî bikin. Hûn vê gotarê dikarin li jêrê bi deng jî bibihên.

Amadekar, bêjer û rêvebirê bernameyê nivîskar, berpirsyarê malpera me Têmûrê Xelîl e.

 Mîkaêlê Reşîd derheqa Karlênê Çaçanî da

Di nava edebîyeta kurdan ya Sovêtîyê da navê şayîr, rojnamevan, dîrokzanê meşûr Karlênê Çaçanî zû va ji xwendevanan ra eyan e. Ewî hela xwendkar bû, gava cara pêşin şiêra wî ya bi sernivîsara “Sala teze” di elîfbeya kurdî da çap bû. Hema di wî çaxî da xwendevanan, xwesma xwendevanên biçûk, nasîya xwe dane efrandinên şayîr.

Karlênê Çaçanî sala 1930î li gundê Cercerîsê, li nehîya Elegezê, Ermenîstanê da ji diya xwe bûye. Ewî zarotîya xwe piranî cem pîrika xwe – Meyrê û kalikê xwe – Çaçan derbaz kirîye, yên ku gelek rind haj ji zargotin û rabûn-rûniştina cimaeta kurda hebûn û nasîya nebîyê hizkirî didane wê cewahira cimaeta kurdan. Ser merîfeta wî ya efrandarîyê usa jî bavê wî – Aramê Çaçan hukumekî gelekî mezin dihêle, yê ku gelekî rind haj ji zargotina kurdan hebû.

Sala 1948an Karlênê Çaçanî mekteba gundê Elegezê xilaz dike û hema wê salê jî di Înstîtûta Rewanê ya Pêdagogîyê da, li fakûltêta terîqê da tê qebûlkirinê, ya ku sala 1952an xilaz dike. Merîfeta wî ya şayîrtîyê hema wan salan eyan dibe.

Paşî xilazkirina înstîtûtê ew çawa dersdar û di radyoya Ermenîstanê da çawa dîktorê elametîyên kurdî dixebite. Di salên 1955-1969an da di rojnameya “Rya teze” da ew serwêrê para medenîyetê bû. Dû wê ra hetanî îro li Înstîtûta Rohilatzanîyê ya Akadêmîya Ermenîstanêye ulman, para kurdzanîyê da çawa xebatkarê ulmî dixebite.

Ew ji salên 60î destpêkirî endamê Yekîtîya rojnamevanan û Yekîtîya nivîskarên Sovyeta berê bû. Ew sala 1966an tê hilbijartin wek sedirê koma nivîskarên kurdêd Sovêtîyê û gelek salan wî karî dimeşîne.

Sala 1965an bi têma “Pizmamtîya cimaetêd ermenîyan û kurdan di sedsalêd 19-20î da” ew bi serfinyazî dîsêrtasîyayê xwey dike û dibe kandîdatê ulmê terîqê.

Qelema şayîre efrandarîyê bilet e, şiêrêd wî bona mezinan û zaran pey hevdu rojname, kovar û antologîyayên komarê yên bi zimanê kurdî, ermenî û ûrisî çap dibin. Hub û hizkirina şayîr ber bi zaran gelek e û badilhewa nîne, ku berevoka şiêrêd xweye pêşin bona wan bi sernivîsa “Ahmedê egît” ew sala 1958an Rewanê da bi zimanê kurdî çap dike. Efrandinêd vê berevokê gelek nêzîkî dilê zaran in, şayîr wana bi ruhê wetenhizîyê, merivhizîyê, culetbûnê, mêrxasîyê, dilsaxîyê, hevaltîyê terbîyet dike. Du sal şûnda, sala 1960î berevoka efrandinêd şayîr bona mezinan bi sernivîsara “Gul” tê çapkirinê. Têmatîka vê berevokê welat, efatîya weten, dostîya cimaeta, edilayî û wetenhizî ye. Paşê pey hev ra berevokên wî “Şêr û kew”, “Dil û weten”, “Baqe tev”, “Zerê” û yêd mayîn çap dibin.

Karlênê Çaçanî îdî zû va ji goveka edebîyeta miletîyê derketîye, şiêrêd wî bi zimanên ûrisî, ermenî, gurcikî, erebî, almanî hatine tercimekirinê, rojname û kovarêd wisaye eyan da hatine çapkirinê, wek rojnameyên “Îzvêstîya” û “Lîtêratûrnaya gazêta”, kovara “Ogonyok” û yêd mayîn. Sala 1983an Neşireta “Sovêtskîy pîsatêl” Moskvayê da bi zimanê ûrisî berevoka wî çap kir. Avtor bi heqî berevoka xwe bi nav kirîye “Keskesor”. Şiêrêd berevokê pirawaz in, pir hewaskar in. Di kitêbê da cîkî mezin îlahî şiêrêd derheqa Kurdistanê da digirin.

Karlênê Çaçanî usa jî jûrnalîst, ulmdar û rêdaktorê kitêban e. Gelek miqalêd wîye pûblîsîstîyê, rêportaj di kovar û rojnameyan da derketine. Kitêbêd wîye terîqîyê bi sernivîsên “Kurdêd Ermenîstana Sovêtîyê nava 40 salan da”, “Ji terîqa dostanîya cimaetêd ermenîyan û kurdan” bi zimanê ermenî çap bûne. Bi zimanê kurdî xebata wîye hewaskar “Dostîya cimaetêd ermenîyan û kurdan” çap bûye. Kitêbeke pir qîmet e usa jî “Kovar û rojnameyêd ermenîyan derheqa kurdan da di salên 1850-1920î da”, ya ku Înstîtûta Rohilatzanîyê û sêktora înformasîyon ya Akadêmîya Ermenîstanêye ulma bi zimanê ûrisî û ermenî çap kirîye. Karlênê Çaçanî du xebatêd ulmîye mayîn jî nivîsîne – “Mêrxasîya kurd û ermenîyêd Dêrsimê miqabilî Turkîyê” û “Terîqa heleqetîyêd ermenîyan û kurdaye medenîyetê di salêd 1950-1980î da”.

Bona emekê xwe di şuxulê pêşdabirina edebîyeta kurdêd Sovêtîyê ew du caran bi hurmetnameyên Sedirtîya Şêwra Ermenîstanêye Tewrebilind va hatîye rewakirinê.

Em di ser vê gotara Mîkaêlê Reşîd zêde bikin, ku Karlênê Çaçan van dawîyan bû doktorê dîrokê, paşê jî bû serekê beşa kurdzanîyê ya Înstîtûta Rohilatzanîyê ya Akadêmîya Zanyarî ya Ermenîstanê. Lê çi mixabin, ku 10ê nîsana sala 2012an di 83 salîya xwe da li Yêrêvanê wefat bû. Ew li gundê xwe – Dêrikê, li navçeya Aragasê, li Ermenîstanê hate binaxkirin.

Niha jî çend helbesteke wî:

Gelo wê hebe?

Gelo wê hebe rojek li dinê –

Benî-adem jî hev şa bin tenê,

Hevdu ew nekin dexesî û kîn

Û biteyîsin nolî gulêd bîn.

Gelo wê hebe rojek li dinê –

Top, cebirxane neyên sêwrandin,

Merî siyar bin gemîyê erş-ezmîn

Û siteyra ra ew bibine evîn.

Gelo wê hebe rojek li dinê-

Siyanet û hurmet, qedir be tenê,

Merî hev fem kin û dest bidine hev

Û bibin bira benîadem tev.

Yan divek dîsa bikin dexesî

Û merîyên nepak her bibin qumsî,

Agir û alav wê dinê bigire

Û xûna gevez li dinê bikişe.

De merîyêd dinê, hûn dest bidine hev

Û bi hev ra bibin pişt û mertal tev,

Beyraqêd sore al-gevez hildin

Û her edilayê nav dinê vedin.

Gelo wê hebe rojek li dinê-

Benîadem jî hev şabin tenê,

Hevdu ew nekin dexesî û kîn

Û biteyîsin nolî gulêd bîn.

Belê, bawer im, wê bê ew roja,

Dinê alemê xilazbe ji doja,

Dayîk îdî nekin axîn û ofîn

Û benîadem hev nekin înk û kîn.

Niha jî çend helbestên Karlênê Çaçanî yên ji bo zaran:

Rûvî, dîk û werdek

Rokê-rojgarekê

Binetara gundekî

Dîk, werdekê hev girtin,

Ber bi Hecê rê ketin.

Gelekî çûn, xalifîn,

Hev nihêrîn kel û bîn,

Dîk vir gote werdekê:

-Çî me û çî vê yekê,

Mala xwe da rûniştî,

Ne birçîbûn, ne jî tî,

Çî me dua, dirozga,

Ez radibûme banga,

Dora min çêt û varêk,

Peltikê da tijî hêk,

Dida, dixwar, vedixwar,

Xweyî mal bûm, xweyî zar.

-Welle, bira, wisan e,

Hec ne boy min û te ye,

Li ser kanîyê çîk, zelal,

Min dikire gale-gal,

Nava bax, gulên bînxweş,

Nav kulîlkêd renge nexş,

Ez dimeşîyam, kaw, kubar,

Emirê min şa, bextewar.

Hinkî wê da weke gaz

Rûvî kire kaze-kaz,

Go: -Birango, çi bûye,

Ev çi şîn û girî ye?

Qe hûn nekne xem, xîyal,

Birê min in hûn helal,

Çi ra çi bûye, ay bira,

Xwe em ne kafir in vira,

Va riya kese ber me ye,

Hec jî piş vî çiyayî ye,

Bin çîyê qulek min dîye,

Rast dertê wî alî ye,

De lez bidin hûn pey min,

Qe talaşê nekişînin,

Emê wexta li wir bin.

Dîk û werdek vir şa bûn

Û ji rûvî razî bûn,

Meşîyan, lez ketine qulê,

Rûvî ew kirine telê,

Go: -eva qula min e,

Ev seyr û heca min e.

Herdu avîte çemê,

Perrê wan jî wir da bê,

Goşt avîte ber kurîya

Û li ser wan têr kenîya…

Bilbil û beq

Gola nava gundê me

Beqek hebû zef qure,

Sibê heta êvarê

Dikir qurîn wêderê,

Çev fistiqîn, lêv çatan,

Çerm jî belek, ser jî kan,

Bengî bibû ew ser xwe,

Diwerimî nav xwe da,

Hetka gundîyan vir birrî,

Rabûn çûne wî berî,

Lava, dîlek lê kirin

Û li ber beq sekinîn,

Hurmetek jê ra kirin,

Gotinê: -here ji vira,

Bes e bistirêyî tu ji me ra,

Eme ji te razî ne,

Dilê me kîne-kîn e.

Beqê kire qure-qur,

Go: -Dibarin ji min durr,

Li nav dinê ez dengbêj,

Gul bengî ne ser min têj,

Ev gola han ya min e,

Her mesîk jî boy min e,

De zû herin ji vira,

Îdî nastirêm ez we ra,

Dengê min bo gulê ye,

Ewe ser min bengî ye.

Dîsa kire qure-qur

Ew beqê gilçêyî hurr.

Gundî rabûn por-poşman,

Hev nihêrîn, vegerîyan.

Lê wê demê ser darê

Bilbil banzda li jêrê,

Dît îlacek vir nabe,

Qirar kir vir xeberde,

Çarekê li benda bike,

Wan wê zulmê xilaz ke,

Li ber beqê sekinî

Û hêdîka vir kenî:

-Beqê minî kaw, dengbêj,

Tu yî aşiq, deng te têj,

Ew miqam, kilamê te

Stembolê bela ne.

Dengbêjêd van miskena

Nizanin tu sitirana,

Hetka me wan birîye,

Serê me jî werimîye,

Sewtê te ne xût kilam,

Her sitirana te ye tam.

Awa xeberda bilbil,

Li ber vekir ewî dil,

Lê beq xwe da werimî,

Hêsir çeva vir barîn,

Şabûn kete dilê wî,

Urn jî rabû vir hemî,

Zor werimî û sitira,

Çev fistiqîn lez pê ra

Û nişkêva bû qirçîn,

Beqo sist bû kel û bîn,

Rast bû postek ket vira,

Bilbil hêja xweş sitira.

Top bûn gundî dor û ber,

Dua kirin li her der,

Bilbil rehet vir firî,

Li ser gulê wî danî,

Hezar al, durr wî wir rêt,

Dil-hinavê gulê mêt,

Hevdu şa bûn dor û ber,

Ji wî dengê zor muhbet.

Guhdarên ezîz, ji rêzenivîsa ”35 helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyeta berê” we vê carê guhdarîya bernameya me li ser jînenîgarî û çend helbestên Karlênê Çaçanî kir.

Amadekar, bêjer û rêvebirê bernameyê nivîskar, berpirsyarê malpera me Têmûrê Xelîl e.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev