Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Li Sovyetistanê yekemîn weşanxaneya kurdî: Zengêzûr

Li Sovyetistanê yekemîn weşanxaneya kurdî: Zengêzûr

Salihê Kevirbirî

Kurdên Sovyeta berê bi awayekî giştî li Ermenistan, Gurcistan, Rûsîya, Azerbaycan, Ûkraîna û Qazaxistanê, li welatên Asîa Navîn jî li Ûzbekistanê, Turkmenistanê û Qirgizistanê dijîn. Kurdên Asîa Navîn. Di nav wan welatan de kurd herî kêm li Qirgizistanê dijîn û bi awayekî fermî hejmara wan li dora 14 hezar kesî ye. Lê li vî welatê ku hejmara xwîneran wek dibêjin, bi qasî tilîyên du destan kêm in, weşanxaneyeke kurdî hatiye vekirin û heta niha bi têra xwe kitêbên kurdî pêşkêşî kitêbxaneya kurdî kiriye.

Weşanxaneya Zengêzûrê sala 2006an ji hêla rojnameger û nivîskarê kurd Hejarê Şamil ve li Bîşkeka paytexta Qirgizistanê hatiye avakirin. Şayanê gotinê ye ku Hejarê Şamil kurê rewşenbîr, şaîr û kurdzanê kurd ê navdar Şamil Eskerov e. Şamil Eskerov di dema Sovyetê de li seranserê Azerbaycanê xwediyê yek ji mezintirîn kitêbxaneyekê bû.

Heta niha bêhtirî 20 kitêb hatine çapkirin

Di bin banê Zengêzûrê de heta niha bêhtirî 20 kitêb hatine çapkirin ku piraniya van kitêban bi zaravayê kurmancî ya kurdî ne. Çend kitêb jî bi rûsî û tirkî hatine çapkirin, lê tevahiya kitêban li ser çand, huner, wêje û siyaseta kurdan in.

Balkêşiya Weşanxaneya Zengêzûrê ew e ku ne tenê li Qirgizistanê, lê li tevahiya welatên Sovyeta berê yekemîn weşanxaneya kurdî ye ku hatiye avakirin. Rast e, li gelek welatên mîna Ermenistan, Gurcistan û Rûsyayê ‘kitêbên kurdî/kitêbên li ser kurdan’ hatine weşandin, lê tevahiya wan kitêban di weşanxaneyên fermî yên wan dewletan de hatibûn weşandin û belavkirin. Lewma jî Zengêzûr di çapemenî û weşangeriya kurdî de dezgeheke girîng e.

Avakar û xwediyê Weşanxaneya Zengêzûrê Hejarê Şamil di vî warî de agahiyeke balkêş dide û diyar dike ku kurd ji sala 1937an ve li Qirgizistanê dijîn, lê heta sala 2006ê ne bi kurdî, ne jî li ser kurdan kitêbek jî nehatibû weşandin.

Hejarê Şamilê ku ji Herêma Kurdistana Sor e, sala 1966an li bajarê Kelbecerê hatiye dinyayê. Sala 1989an li Bakûya Azerbaycanê Enstîtuya Pedagojiyê temam kiriye, di navbera salên 1984-1986an de leşkeriya Artêşa Sor kiriye. Şamilê ku ji nîveka salên 1980î dest bi karê rojnamegeriyê kiriye, ji sala 2006an ve jiyana xwe li Bîşkekê berdewam dikir lê nêzîkî du sal in ku li Moskovaya paytextê Rûsyayê dijî.

Zengêzûra ku bi kesekî dest bi weşana xwe kir, vê gavê bi komekê hewla başkirina xebatên weşanxaneyê didin.

Gelo çima Zengêzûr? Ev nav ji ku tê? Bersiva vê pirsê li cem Hejarê Şamil e: “Dema Kurdistana Sor hate avakirin, bajarê Zengêzûrê mezintirîn devera vê herêmê bû. Ev dever bi ser wîlayeta Yelîzavetpolê ve bûye ku sala 1868ê de hatiye avakirin. Sala 1921ê bajarê Zengêzûrê di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de hate dabeşkirin.

Çend berhemên ku Weşanxaneya Zengêzûrê çap kirine ev in:

‘Çêlovêk Lêgênda (Mirovê Efsaneyî), 110 saliya Mele Mustefa Barzanî, E. Ziyo Bedirxan, 2013,

‘Zimanê Kurdî. Bona dersxaneyên II-V’, Kinyazê Îbrahim, kurdî, 2006’,

‘Zimanê Kurdî. Bona dersxaneyên VI-IX’, Kinyazê Îbrahim, kurdî, 2006’,

‘Jiyan di rêya welatparêziyê de’, jînenîgarî, kurdî, 2007’,

‘Dîlbera min’, Barîyê Bala, helbest, kurdî, 2008,

‘Berevok’ Wezîrê Nadirî, kurdî, 2009,

‘Kulîlkên neçilmisî’, helbest, kurdî, 2011,

‘Axîna Dil’ Hesenê Hecîsilêman, helbest, kurdî 2011,

‘Êşa Dil, Evdille Îbrahîm Şemoyî, helbest, kurdî, 2011

‘История Кавказского Курдистана’ (Tarîxa Kurdistana Kafkasîayê) Wekîl Mustafayev, lêkolîn, rûsî, 2011,

‘Rêbera Axaftinê’, Rûsî-Kurdî, Kamîz Şeddadî, 2012.

Hejarê Şamil diyar dike ku ew vê gavê amadekariya sê kitêbên nû dikin: 1- Ferhenga Beşavendên (kafiye) Kurdî. 2- Ferhenga Rûsî-Kurdî (40 hezar peyv). 3- Sed Kurdên Sovyetê.

Gelo têkiliya Zengêzûrê bi sazî û dezgehên weşangeriya kurdan re çawa ye? Gelek festîval, sêmîner û fûarên kitêban çêdibin, Zengêzûr beşdarî li van dike an dixwaze bike? Hejarê Şamil li ser vê yekê wiha dibêje: “Mixabin me zêde têkilî nîn in. Hêdî hêdi çêdibin. Yekitiya Nivîskarên Dihokê kitêba Bariyê Bala ku me weşandibû bi tîpên aramî ji nû ve çap kir. Carcaran gazî dikin, lê heta niha derfeta min a çûyînê nebûye. Lê ez dixwazim serdana Kurdistanê bikim.”

Derheqa nivîskar da

Salih Kevirbirî

Anadolu Universitet (Zankoya Anadoluyê) - Fakulteya Ekonomî û Fakulteya Zanistên Siyasî // Heta niha 10 kitêbên wî bi zimanê kurdî û tirkî hatine çapkirin û ev kiteb li çend zimanan hatine wergerandin // Her wiha di 3 salên dawî de li ser kurdên Sovyetê 20 fîlmên documenter bi zimanê kurdî amade kirine// Di nav Navenda PEN-a Kurd de Berpirsê Nivîskarên Diyasporayê ye û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

Qeydên dişibine hev