Gotinên kurdî ku piranîya wan bi tenê di nav kurmancîya kurdên Ermenîstanê da mane – 1

Gotinên kurdî ku piranîya wan bi tenê di nav kurmancîya kurdên Ermenîstanê da mane – 1

Têmûrê Xelîl

Carna bûyarek dibe sebeb, ku meriv gotarekê binivîse. Carna jî daxwaza, ku di hêla zimên da kevirekî danî ser ”dîwarê xanîyê kurmancî”, te ber bi qelemê dibe. Bûyareke wisa berî çendik û çend salan bû. Min di sohbeta bi hevalekî ra got: ”ez îro bi vî karî va gîro bûm”. Hevalê min li min vegerîya, got: ”Ev gotina gîro min berî 30 salan ji pîrika xwe bihîstibû û heta roja îro jî ne ji yekî din bihîstibû û ne jî bi kar anîbû. Îcar çima emê dewsa gotina gîro gotina mijûl bi kar bînin, ku erebî ye?”. Dû ra min texmîn kir, ku di zaravê kurdên Ermensîtanê da gotinên wa ne yek û ne dudu ne. Min ew gotin berev kir û bûne weke 150 heb.

Ev gotinên, ku ez li jêr raberî we dikim, piranî li Ermenîstanê bi kar tînin û pirê wan jî li tu derên kurmancîaxêv bi kar naynin. Bi bawerîya min, hemû jî kurdî ne û meriv dikare dewsa wan gotinan bi kar bîne, ku ji zimanên din ketine nava zimanê me. Wek ku Celadet Bedirxanê mezin dibêje: ”Zimanê me mîna kaya bêderê ye, bayê lêxistîye, bela-belayî kirîye, her gotinek di warekî da birîye. Îcar gerekê em libên kayên belavbûyî berevî bêdera xwe bikin”. Min jî hewil daye bi keda xwe temî û şîretên wî zanyarê kurdan yê mezin pêk bînim. Îcar di wî karî da çiqasî bi ser ketime, ew jî li ser xwendevanan dimîne.

Ezê wan gotinan bi alfabêtîk bidime rêzê. Îro ezê wan gotinan raberî we bikim, ku bi herfa “a” destpê dibin û bi herfa “m” xilaz dibin. Di hejmara dinê da ezê gotinên mayî raberî we bikim.

adan – Bi rûn, bi qinyat, dagirtî. Wek mînak “Adanîya şîr 3% e”. Ji berheman ra jî tê gotin, wek “Bira qelema te bi adan be”. Sînonîm: çivir; bi soranî: çewrî.

agûr – kelpîç, kelpînç, kerpîç.

alkan – Pêl. Pêlên deryayê.

ardû – Hemû tiştên ku têne şewitandinê.

aşûn – Tayê şûjina, ku pê çewala didirûn. “Arşûjin” jî tê gotin.

axlêve – Dema baharê zexîra zivistanê xilaz dibe û tiştên nû jî hela şîn ne bûne, wê demê ra dibêjin “axlêve” ye. Hinek kurdên Kurdistana Başûr meha adarê ra “Axlêve” dibêjin.

axûn – Azart, li tiştekî germbûn, heyecan.

badîhewa – Belasebeb, vala. (“Te badîhewa usa kir”, ango “te nekira çêtir bû”). Sînonîm: badilhewa.

batinî – Tiştekî ecêb xweş, bedew, ciwan. Piranî ji cîyên bona hêsabûnê ra tê gotin. “Çi cîkî batinî ye!”, ango hikyatî ye, usa ciwan e, ku îdî nayê gotin.

bativk – Kînorê ku ser sûretê merîya çê dibe û bi avî ye, an jî hewa (ba) tê da heye. Wexta ew diteqe, dibêjin “Ava rûyê wî qetîya”, ango îdî hew şerm dike. Sînonîm: Peq, peqilk, avzelêlk.

belapêjgar – Dema kesek belasebeb dest davêje qirka (pêsîra) yekî, bi yekî ra pev diçe, dibêjin “belapêjgarî wî bû”. Sînonîm: Rapelikî, bezîya, rakişîya.

beloq – “Çavê yekî beloq bûn”: ango, bawerîya wî bi tiştekî qet nayê, ji çevê xwe bawer nake. Sînonîm: mat, matmayî.

berbihêr – Bi tehemûl, kesê bi sebir.

bergirtin – Kopî. Sînonîm: jibergirtin.

berxweş – Qasika (an jî amaneke din), ku ne tijî ye, ne jî nîvî ye, di navbera wan da ye. Ango, eger xwerina (an jî ava) tê da ji nîvî zêdetir be û ji tijebûnê kêmtir be, dibêjin “berxweş e”.

beyanî – Hov, wehş.

betavebûn – Tiştê, an jî kesê ku nişkêva ber çava unda dibe, dibêjin “betavebû”.

betreng – Sînonîma “sipîçolkî”, “zerhimî” ye. “Reng lê ne maye, reng lê çûye, betreng bûye”. Bedreng jî tê bikaranîn, wek rengê xirab.

biramak – Birayên ji dayîkekê, lê ne ji bavekê.

birîya – Tiştê heyî bi carekê va xilaz bû, pûç bû, xirab bû, qut bû, bilîya.

conî – Cîyê dan lê tê kutan, ji kevira tê çêkirin. Sînonîm: curn.

çerxesiyar – Biskilêt, duçerxe, hespikê hesinî.

çêt – Di navbera cûcikê û varik da. Sînonîm: ferxik.

çingil – Cûrekî kevira ye, ku piranî li zozana didine ser hev, dikine qûç.

çir – Tenê ji şekir ra tê gotin. “Çirek şekir bide”: ango, şekirek, libek şekir. Sînonîm: dendî, kab.

danavî – Kesê ku ji gelek tişta ber xwe ketîye û êdî hew dikare ber xwe bide, danavî bûye. Sînonîm: hinavkutî.

dapalandin – Wek mînak, dema mast parzûn dikin, bendê disekinin heta ava tê da gişk jê here, ango dapale. Sînonîm: dawervîn (dadiwerive).

deb – Bi swêdî: “livsföring”.

den – Reng. Dara, dîwara û h.w.d. reng dikin, lê perçe (qumaş) den dikin.

derc – “Derc dike”, ango fêm dike, ser va diçe, tê derdixe. Belkî ji “derz”ê hatibe. Ji meriva ra gava bêjin “fêm nakî”, ew dikare bixeyîde, ji ber wê jî bi nermî dibêjin “derc nakî”.

derz – Qelş. Wek mînak, “deriza dîwêr”, ku ji qelşê tengtir e; hestuyê destê meriva jî diderize (lê naşikê).

deya – Badilhewa, badîhewa. “Keda wî deya ne çû”, ango kêrî tiştekî hat, pûç ne bû.

dêm – Xwelîya qir, bê ber, ku nayê bêcerkirinê, nayê avdan. Ji “xozanê” cuda ye. Xozan jî nehatîye bêcerkirinê, lê dikare bê bêcerkirinê. Herweha tê mana “bengz”, “rû”, “sikûm” û h.w.d. jî.

dêris – Xerckirina zêde. Wek mînak, kesê ku xwerinê zêde dadigre, nikare gişkî bixwe, yê bermayî dirêje; ango dêris dike.

dibûrî – Kesê ku dilê wî zêde li ser merivên wî yên nêzîk naşewite, dilsar e, bêxem e. Ew yek piranî ser wan merivan tê gotinê, ku demeke dirêj ji merivên xwe qut bûne, li şaristana mane, an jî ji jîyana kurdeyatîyê bi dûr ketine.

dilmeyî – Hêka nîvkelandî (tenê hêka ra tê gotin).

dilovan – Xêrxwaz, kesê ku bi merivên xwe ra gelekî girêdayî ye, bêrîya wan dike.

dilq – Rol. “Flankes di fîlmê da di dilqê sereke da dilîze”. Bi awakî mayîn jî tê bikaranîn, wek: “Flankes ketiye dilqê bêvankesê”; ango rola wî/wê dilîze, wek wî/wê dike. Sînonîm: nîgar.

dîrek – Ortik, kakil. Wek mînak: “dîreka kon” – ew sitûna orta kon, ku kon radigre. Di sitiranan da “dîreka dinyayê” jî derbaz dibe.

dolîdang – Bi swêdî: “gunga”. Sînonîm: hêlan.

êgin – Jîr, zîrek. (tenê jina ra tê gotin).

ferezî – Wek mînak: “Tu zanî, lê ferezî xwe dewsa nezane datanî”.

firtone – Bagerîk, bahoz.

gîro – Mijûl. “Ew bi karekî va gîro ye”, “Ez we gîro nekim”.

gono – Kesê, ku behsa wî tê kirin, lê naxwezin ew bizanibe, ku derheqa wî da xeber didin. Ev gotin wî çaxî jî tê bikaranîn, dema behsa merivê hukumetê, an jî polîsekî dikin. Dibêjin: “yê gono hat, yê gono got” û h.w.d. Sînonîm: parsûqalind, çêleka belek, ewr e.

govek – Nîvê xeleqê ye, nîv girover e. Dibe gotina “govend” ji wê hatibe. Herweha dibêjin “hevt govek bavê filankesê”, ango “hevt nislet (nesil)”. Di sitiran da “goveka dinyayê” jî derbaz dibe.

gicûce – Cûrekî kevira ye, gilover e. Pir cara dîwarên axûra bi wan kevira çê dikin.

guhbel – Xinzîr, beraz. Bi fikra “muxbir”, “casûs” jî tê bikaranîn..

guhdirêj – Ker, merkeb.

gulmast – Bi swêdî: “glass”; bi tirkî: dondurma”. Sînonîm: qeşîr.

girgîn – Aktîv. Bi awakî din jî tê bikaranîn: “Zivistana me zivistaneke hêce girgîn e, buhara me buhareke bi gul û çîçek û rêhan û şîn e, havîna me havîneke germ e bi tîn e, payîza me payîzeke zer e, bi ta û ba pelweşîne”. Tê mana “zivistana dijwar e”.

hahanga – Bi lez, destxweda, nişkêva. Ha anka, ha nuha.

helan – Navtêdan, pînckirin, niçandin. “Helana dide wî” – ango, wî dike xîretê, ku filan tiştî bike, an li filankesî xe. Sînonîm: halan.

hesîn – Hîs; bi swêdî: “känslor”. Bi soranî “hest”, “sehkar”; pênc sehkarên mirova hene: dîtin, bihîstin, tamkirin, bînkirin û destdan.

hesperêz – Meydana hespa, rêza hespa, cirîda hespa.

heytehol – “Şayî bi heytehol derbaz bû”, ango gelek deng da, milet pir bû û şayî bi eşq derbaz bû. Belkî ji “heyte-heytê” tê. Sînonîm: hinge-ding.

heywangeh – Balkon.

hêlan – Bilindayî. “Flankes gihîştîye hêlanên bilind”, ango gihîştîye serketinên mezin.

hêle – Bêqusûr, lihevhatî. “Merivekî hêle ye”, ango bê kêmasî ye, xêrxwez e, dilpak e. An jî “ewî karekî hêle kir”, ango karekî bêqusûr kir.

hêna me – Di dema me da, di wextê me da, ango gelek sala pêşda. Sînonîm: hîn, heyn.

hêvşandin – Pere paşxistin, aborîya xwe bi aqilane birêvebirin, karkerê, ku usa kar dike, ku çiqas ji wî tê qinyatên ber destê xwe pûç nake. Bi swêdî dibêjin “spara”.

hilgêr – dagêr – Çûyîna li zozana û vegera ji zozana.

hoç – Bi swêdî dibêjin “smörgås”.

kaxçîn – “Xwelîya kaxçînê”. Ji wê kûzika çê dikin.

kan – Meden (kanên neftê).

karî – Kivark. (“Karî-karî, la min kîrê te xwerî”).

kastîn – “Kastîna sa ye”. Sa wî çaxî dikaste, dema yekî kevir avîtîyê û ji êşê kastînîya wî ye (ji “ewtînîyê” cuda ye).

kelefe – Mala (gundê, bajarê) hedimandî. “Piştî erdhejê bajar bû kelefe”.

ketine qoşê – Ketine lecê, çika kê zû direve, an jî kê zû dixwe, kê zû karekê xilaz dike û h.w.d.

kevezan – Darê desta, gopal.

kevz – Kefa ber kenarên behrê. (“Merîyê ku çare ser tê birîn, an jî dixeniqe, destê xwe davêje kevza jî”). Ew şînkaya ku bi kevir û gemara di nav avê da digre. Bi tirkî: yosun.

kîp – Lap ber hev, usa, ku di navbera wan da tu tişt namîne. Wek nimûne: “Em di şahîyê da kîp rûniştibûn, ji ber ku cî kêm bû”.

kolge – Qula rûvî, holika rûvî.

kurn – Kurnê avê, ku ji kevirê taybetî tê çêkirin, av ser demeke dirêj tê da sar dimîne.

lêpok – Berdevk, kesê ku bi gotina hinekan dike. Ji pêkenîyê sîrkê ra jî tê gotin. Dewsa gotina “kosegeldî” dikare bigre. Sînonîm: şahdîk (dîkê şahîyê).

liqat – Piştî çinîna genim an jî ceh, similê ku li erdê maye.

megîran – Jina ku giran e (ducanî ye) û dilê wê diçe xwerinekê (piranî tiştên tirş). Ji wan ra “jina megîran” tê gotin. Sînonîm: nebîran.

meke – Bi swêdî dibêjin “mays”. “Garisê Sitembolî”, “garisê Misrî” jî tê gotin. Sînonîm: lazût, gilgilê zer.

merx – Dara sersalê, ku tê xemilandin. Wî cinsê darê ra dibêjin “dara merxê”.

mêl bû – Xar bû ser alîkî, an jî xwe da ser yekî. Wek mînak, dema kêleka nexweşa rûdinên û pê ra dipeyîvin, an jî mêl dibine ser mirîya, ji kula dila ra dilûbînin.

mêşindar – Kesê ku bi tivingê an jî bi kevirekî rast li nîşanê dixe, dibêjin, “merivekî mêşindar e”. Ango, heta dikare tûşa mêşê bigre û lêxe-bikuje. Sînonîm: nîşandar.

(dûmayîk heye)

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev