KOZMOPOLÎTÎZM Û ÊZDAYETÎ

KOZMOPOLÎTÎZM Û ÊZDAYETÎ

Ali Gurdilî

Li gor pirraniya ramangir û akademîsyenên felsefeyê yên cîhanê, ramana kozmopolîtîk li civaka Yewnana Kevnare derketiye holê û ji vir jî, li dinyayê berbelav bûye. Têgeha kozmopolites’ê, cara yekemîn (Beriya Zayînê) di sedsala 3an de, bi ramanên Diogenes(Diyojen) dest pê kiriye, ku wê demê li ser pirsa ‘tu ji kija deverê yî?’ gotibû ku ‘ez hemwelatiyê dinyayê me’. Bi vê gotinê, mexseda Diyojen ew e ku dibêje ez ne endamê tu netewe yan sîstemeka siyasî me. Li vir divê pênase û navê çend şopgirên vê tevgera felsefî jî(kozmopolîtîzm, kozmopolîtanîzm) werin dayîn ku meriv bikaribe li ser hinek xalan bikeve nîqaş û guftegoyê. Belê peyva kozmopolîtîzmê, peyveke yewnanî ye û ji hevududana peyvên ‘gerdûn’ (kosmos) û ‘hemwelatî’ (polites) ê pêk hatiye û di wateya ‘welatibûna dinyayê’ yan jî ‘welatîbûna gerdûnê’ de ye. Li gor vê tevgera felsefî şexs, endamê yan jî aîdê mirovahiyê ne ku mirovahî jî komuniteyeke mezin e. Di vê nêzîkayîtêdanê de di dewsa gurzên (pêwendiyên) herêmî de, gurzên gerdûnî û ramanên gerdûnî girîng têne dîtin û pejirandin. Herweha li gor vê ramanê temamiya dinyayê, welat û niştiman e. Ji kesên ku van ramanan dipejirînin re kozmopolît yan jî kozmopolîtan tê gotin. Wekî feraseteke ehlaqê jî, di felsefeya yewnan ya Serdema Pêşîn de ji aliyê Kînikparêz, Stoaparêz û Sofîstan ve hatiye parastin.

Mesela Arîstîpposê Sirenaykayî, ku parastkar û piştgirekî vê felsefeyê bû, wê demê wiha gotiye: ‘Ez nikarim di quncikekî civakê de, xwe êsîr bikim. Lewra, ez biyaniyê hemû devera me.’ Piştre tê dîtin ku hinek ramangirên romayî jî, ramana endametiya dinyayê betir berfireh kirine, derxistine pêş û bi fikr û felsefeya xwe, hemû cîhanê wekê neteweya xwe dîtine. Bi qewlê Epîstetos, ‘peymana me bi hemû dinyayiyan re ye, ku em tevde birayê hev in. Nexwe, peymana me ne tenê bi kesên nas û dost, yan jî zengîn û giregiran re ye. Xwe wekê hemwelatiyekê cîhanşumûl bibînin û li gor vê yekê tevbigerin.’

Li ser vê mijarê Seneca jî gotiye ku ‘heke hûn bixwazin bijîn, divê hûn ji bo kesên din bijîn.’ Wekî ku gelek ramangiran jî destnîşan kiriye, vê felsefeyê yan jî meyla felsefî, bandûreke mezin li dînê filehtî û misilmantiyê jî kiriye. Li vir gellek girîng e û divê were gotin ku haya medeniyeta rojavayê, bi saya wergerên erebî ji fikr û ramanên kozmopolîtîzmê çêbûye û bi vî hawî, ev fikr û raman, li medeniyeta rojavayê belav bûne. Mesela gotina Diyojen (B.Z. 412-323) a ku gotiye ‘heke te bizanibûya mala (xanî) min çuqasî berfireh e, dê tu ê bizanibûya ku mala te û hemû malên li dinyayê li gor mala min çuqasî bîçûk in; dinya, mala min e û ezmên jî, banê mala min e.’ ku wekî danezana wî ya bingehîn tê hesibandin, di sedsala 10’an de (P.Z.) ji aliyê el-Sicistanî ve, li erebî hatiye wergerandin. Maneya vê gotinê têgihiştina wateya gerdûna ku Xwedê ew afirandiye, di çavê hemû mirovan de dîtina mirovahiyê û pîrozweriya hemwelatiya cîhanê ye.

Bêguman dînê êzdayetiyê ji vê ramana (meyla) felsefî, filehtî û misilmantiyê jî kevintir e. Heta meriv dikare bibêje ku yek ji wan kevintirîn dînê yekxwedayî, êzdayetî ye. Lêbelê, ji ber sebebên nepeniya dînê êzdayetiyê, nebûna metnên wê yên nivîskî, tirs û qedexeya nivîsandina metnên dînî, rê li ber zanîna gelek ramanên ronak û hevpar yên cîhanşumûl girtiye û wekî dînekî nepen hatiye dîtin. Armanca bingehîn ya vê gotarê, ji xwe ne destnîşankirina kozmopolîtîzma êzdayetiyê ye. Bi tenê destnîşankirina kêmasiyeke mezin ya derbarê vê yekê de ye. Ligel vê yekê jî ez ê hewl bidim ku çend ramanên êzdayetiyê yên kozmopolît destnîşan bikim û li ser têkiliya kozmopolîtîzm û êzdayetiyê rawestim. Wekî dîtineke gelemperî, li vir dikare were gotin ku têkiliya dîn (ol) û ramana kozmopolîtîzmê ligel hev tune. Lêbelê, ev gotin dê ne rast be. Lewre, dibe ku dînek bi hinek ramanên xwe yên bingehîn, dikare bibe dînekê kozmopolît. Li vir faktora herî girîng, felsefeya giştî ya wê olê (dînî) ye.

Yanî dema ku olek bang li bawermendên xwe dike, ji wan çi dixwaze? Derheqê jiyana komelî de, çi ferman dide? Mirovên ji miletê din, çawa dinirxîne? Gelo di fermanên wê olê de, êrîşkarî serwer e, yan jî xweşbinî û rûmeta li hemberî hemû miletên cîhanê? Bêguman, ji bo me pirsên girîng ev in û divê ku têkiliya êzdayetî û kozmopolîtîzmê jî, di vê çerçoveyê de were nirxandin. Nexwe, bawermendên olekê li hemû deverên dinyayê belav bibin jî, bi dehan zimanên bizanibin jî, heke ew hişmendiya ku hemû biyaniyan weke bira dibîne tunebe, ew nikare bibe olekê kozmopolît. Ruhê kozmopolîtîzmê, di xweşbînî û toleransê de dijî. Tu ola ku têde xweşbînî, xweşdîtin û rûmeta xweza û jiyana komelî tunebe, ew qet nikare bibe olekê kozmopolît. Raman û olên kozmopolît, ew ol in ku parastkarê başiya gerdûnî ne û wê başiyê belav dikin, in. Ango, kozmopolîtîzm, derbirîna ramana welatiya kollektîv û gerdûnî(cîhanşimûl) ye.

Ev raman, ev felsefe û ev têgihiştin jî, meriv dikare bibêje ku di ola êzdayetiyê de heye. Li vir dê were gotin ku ola êzdayetiyê, olekê qewmî ye û çawa dikare bibe olekê kozmopolît? Rast e, meriv ji dayîkbûna xwe didin êzdî û kesek nikare, piştre bibe êzdî. Lêbelê ev yek nayê wê maneyê ku êzdayetî, ne olekê kozmopolît e. Gelek ol hene ku deriyê wan heta taqê ji xelkê re vekirîne, lêbelê ne kozmopolît in. Çimku bawerî, dîn û diyanetên xwe li ser biyaniyan ferz dikin. Kesên ku weke wan bawer nakin jî, bi heterodoksiyê têne sûcdarkirin. Bêguman, têkiliya olên wuha bi kozmopolîtîzmê tune û nikare hebe jî. Niha dixwazim ji qewlên êzdayetiyê çend mînakan li vir aresteyî we bikim û em ligel hev, li ser maneya wan bi kûrahî bifikirin.

Qewleke êzdiyan dibêje:

‘Amîn Amîn Amîn

Tebarek Ellahû idîn

Ellahû eĥsenûl xaliqîn

Xêra bide şera wergerîn’

Hemû kar û emelên baş û nebaş (çê û neçê) ku li gerdûnê têne ditin, ji xwedê tên. Yanî başî jî xirabî jî, yekser bi vîna (qudreta) Xwedê dibe. Ango, xirabiyeke cismanî ya ku dijberiya Xwedê û mirovan dike, tune. Lewma jî, başî û xirabî, herdem ligel hev in. Li vir, ya girîng hilbijartin û rêje (qas) e. Dîsa dema ku meriv li jiyana komelî ya êzdayetiyê mêze dike, meriv dibîne ku nirxên rastî, dirustî û qencî, gelekî girîng in û li pêş in. Di civak û ola êzdayetiyê de, sê ramanên ehlaqî û felsefî hene, ku meriv dikare wan wuha bihêjmêre:

1- Rastî ye: Ango, divê meriv rastiyê bibêje, rast tevbigere û karê (şuxlê) baş bike.

2- Nasîn e: Nasîna Xwedê û mirovan û di hemûyan de jî, niyeta qenc e.

3- Fedîkirin (şermkirin) e: Fedîkirina ji Xwedê û mirovan. Fedîkirina ji karên çepel. Li vir dibe ku ev sê ramanên felsefî, xwe bigihînin ola Zeredeşt jî. Yanî ramana çêxwaz, gotina çêxwaz û karê çêxwaz. (Êzdî û Êzdiyetî, Çiyayê Kurmênc (Efrîn) Mihemed. E. Elî) – Dr.

Di êzdayetiyê de fayiz, karê çepel, zina, derewkarî, niheqî, tehdeya li ajalan, çepelkirina xwezayê guneh û qedexe ye û li hemberî hemû bawerî û nîjadan rêzgirî heye. Lêbelê, 74 caran fermana wan rakirine û xwestine ku ji kokê ve wan xilas bikin. Mixabin, talukeya ku li ser êzdiyatiyê heye, niha jî didome û berdewam e. Ligel hemû tehde û zordestiyan jî, di êzdayetiyê de herdem tifak û hevkarî li pêş e.

Qewleke din dibêje:

‘Çûme dîwana wî Padşayî

Min lê dîtin xweş û şayî

Serê hemuyan tifaq û tebayî’

Di ola êzdayetiyê de, dijminatiya ol û baweriyên din yên cîhanê qet tune û ji xwe çar olên mezin jî, wekî olên heq têne dîtin û ji pêxemberên wan olan re, rêz tê girtin. Êzdî, bawerî û ramanên xwe yên olî, li ser oldarên biyanî jî ferz nakin û wan xweş dibînin. Heta ji ber vê xweşdîtina vê olê, hinekan ola êzdayetiyê mîna olekê bijarteker (eklektîk, pinekirî) dîtine.

Mesela li ser vê mijarê gorbehiştê Osman Sebrî di sala 1943- an de di kovara ‘Ronahiyê’ de li ser ola Êzdiyan wiha dinivîse: ‘Tevî ko derheqê Êzdiyan de heya niha çend kitêbok hatine nivîsandin jî, a rast kesî xwe negihandiye rastiyê, ji ber ko rastî ji ber sebebekê winda bûye. Ew sebeb jî heye îro heznekirina Êzdiyan a ji xwendin û nivîsandinê re ye. Gava ez bi têxistiyên van kitêbokan qaîliya xwe nînim, ne ew e ko zanîna xwe a di vî warî de bi navê rastiyê berpêşî xwendevanan dikim! Êzdî Kurdine xwerû ne û ola wan a îro, ji averûya gelek olan bi hevketiye û hatiye pê. Ji ber vê ye ko dema em bawerî, rê û rêzanên ola Êzdiyan didine ber çavên xwe, bi rehetî tê de şopên olan Zerdeşt, Mûsa û Mihemed tev dibînin. Di nav avanyên han de gelek bi navên peyayên ola Mihened an kesên ko li nik xelkê wê xweyî rûmet in, hatine çêkirin. Xidir, Îlyas, Evdilqadirê Rehmanî, (Geylanî) Bilelê Ebeş, (Bilalê Hebeş) Habûbê Necar, Indirîsê xeyat, Çêl mêran (Ereb in) jî van kesan in. Ev peyayên ko di efsaneyên ola Mihemed de cihekî çak girtine, Êzdiyan wan ju xwe re kirine mal û di mergehê xwe de ji wan re avanî çêkirine. Ji vê xweya ye ko ola Êzdiyan ji ber nexwendinê çiqas gewherê xwe winda kiriye û ketiye bin darê ola Mihemed. Berê reş û Zemzem dîsa du tiştên ko di heca îslaman de şertê hecê ne, Êzdiyan ev jî ji xwe re çêkirine.’ [Osman Sebrî: Ronahî: 19- 20- 21 (1943) Yên vediguhêzîne: Stig Wikander- Weş: Orfeus. Antolojiya Tekstên Kurdî. Çapa nû. Stenbol 1996. R: 101- 112]

Li vir divê were gotin ku rêzgirtina êzdiyan yên olêncihê, ne ji ketina bin bandûra wan, lêbelê dibe ku ji ber rêzgiriya wan be, ku hemû olên xwedayî heq dihesibînin. Li perestgehên wan, hebûna sembolên (gor yan jêmayên taybet) peyayên olên cihê dibe ku yek ji wan sembolên xweşdîtinê be. Ev yek, dikare wekî xwedîlêderketinekî jî were dîtin. Dîsa meriv dikare li vir bibêje ku di dema qirqirina ermenan de, êzdiyan bi qasî 20 hezar ermen ji qirqirina Dewleta Alî Osmanî parastine û xweyîtiyê li wan kirine. (Lescot, Roger: enquête sur les yézıdıs de syrıe et du djebel sındjâr, beyrouth 1938, s. 127 f.)

Dîsa qewleke êzdiyan dibêje:

‘… Xwedêo, tu li heftê û du miletan bêyî rehmê.

Serê ser belgiya, girtiyê hebsiya

Rêwiyê riya, kesîb, belengaz û êxsîra,

Me jî pêra …’

Li olekê bifikirin, ku qenciya 72 miletan dixwaze, hewara wan dike û piştre dibêje, me jî bi wan re bisitirîne. Ev qewl bi serê xwe tenê jî, dikare wekî nîşaneke xurt ya kozmopolîtîzma êzdayetiyê were dîtin. Maneya vê qewlê ev e: Em jî yek ji wan mileta ne û ax û ezmana me jî yek e. Bila ti kes nekeve tengasiyê, jar û belengaz nebe. Bêdad bila kes girtî û êsîr nemîne û li cîhanê, bila her qencî û başî hebe. Bawermendên êzdî, ji ber zilm û zora olên din, niha li hemû deverên dinyayê bûne koçber. Lêbelê hemû deverên ku lê dijîn, mîna mala xwe dibînin û rêzgir in. Ji xwe ramana bingehîn ya kozmopolîtîzmê, xweşdîtin e. Hêvî û başiya gerdûnê ye. Ramana hemwelatiya kollektîv û gerdûnî heye.

Hasilê, meriv dikare bibêje ku di bawerî û ola êzdayetiyê de gelek ramanên nirxbilind hene, lêbelê neyên zanîn. Tehde û zordestiya li ser vê olê, wuha kiriye ku vê olê deriyê xwe ji derve re girtîye û lewma jî, wekî olekê nenas maye. Raman û felsefeya ola êzdayetiyê hêja ne û dê bibin yek ji wan haveyna civaka siberojê ya gerdûnî. Çimku êzdî, beriya xwe mafê vejiyînê didine yên ne ji xwe. Axirê, meriv dikare bibêje ku heke di gerdûnê de olên kozmopolît hebin, bizanibin ku ola êzdayetiyê yek ji wan ola ye û dibe ku çavkaniya vê felsefeya hêja bi xwe jî êzdayetî be.

Çavkanî

1- http://www.felsefevan.org/kozmopolitanizm.htmln

2- http://sabahulkesi.com/islam-kozmopolitizmi-william-gallois/

3- https://ku.wikipedia.org/wiki/Êzdîtî

4- https://tr.wikipedia.org/wiki/Yezîdîler

5- Êzdî û Êzdiyetî, Çiyayê Kurmênc (Efrîn) – Dr. Mihemed. E. Elî. PDF

6- Kovara Mukaddime. Hejmar 04. 2011. Di nav Êzidiyan de Pratîkên Jiyanê û Têgeha

Nasnameyê. Şakire ÇELİK. (PDF)

7- Yazınca. kovara werger, lêkolîn û edebiyatê. Hejmar 9. PDF.

8- http://www.felsefevan.org/di-civaka-ezdiyan-de-saziya-biraye-axrete.html

9- http://www.felsefevan.org/di-civaka-ezdiyan-de-sistema-kaste-2.html

Têbinî: Li ser navê xwe, ez ji bo ked û xizmeta malpera Ria Taza, gelekî spasiya amadekar û rêveberên malperê dikim, wan pîroz dikim û dibêjim, her û her serkeftî bin. 

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev