Şengal, heta kingê?

Demek berê, min di gotareke xwe de, ‘Kurdistan; ber bi ku?’, nivîsî bû, wekî sebebê, ku heta niha Şengal ne rizgar kirîye, dubendîya hêzên kurda ye sîyasî ye. Niha êdî gelek kes wê pirsê tînin ziman. 15 mehan bêtir  ser dagir kirin û komkujîya Şengalê re derbas bûne. Ew deverên Başûra  Kurdistanê, ku Daîş dagir kiribûn, hema bêjî gişk hatine rizgar kirin. Lê Şengal maye. Seva rizgar kirin û dûarojê desthilata Şengalê, hêzên kurdan li hev nakin.

Gava van peyvan dinivîsim, xwîn di tamarên min de dicemide; kuştina bi deha hezaran êzdîyan, namûsa bi hezara jin û keçên êzdîyan, ku hê jî di dest Daîş de mane, hêstirên bi deha hezaran sêwîyên ku li kampa bê xwedî ne, qey bêjî ji bîra serokên kurda çûne, ji wan re ne xem in.

Niha em ber şêmîka zivistanê ne, lê li gelek kampan heta ardû (sûtemenî) jî ji bo kampa amade ne kirine. Bê guman jimara peneberan, qeyrana (krîza) aborî li Herêma Kurdistanê çareser kirina wan pirsan dijwartir dikin. Û di demê de rizgar kirina Şengalê, wê ev pirsgirêk sivik bikirana.

Lê ji ber dubendîya hêzên kurdaye sîyasî, Şengal nayê rizgar kirin.

Piştî tûnd û tûjîyên li hinek deverên parêzgeha Silêmanîyê û Germîyanê, ji bo aramîyê vegerînin deverê û çareser kirina pirsa Serokê Herêmê hêsan bikin, PDK û YNK ji bo vejîna Hevpeymanîya Stratêgî, ku sala 2006 an imza kiribûn, li hev kirin. Ser pirsa Şengalê ji di navbera wan hêzan de têgihîstineke giring heye. Bi bawerîya wan, piştî rizgar kirina Şengalê, divêt Şengal bibe parêzgeheke cihê û bikeve nav Herêma Kurdistanê. Bi bawerîya me divêt parêzegeha Şengalê ye dûarojê, xwedîya statûsa avtonomî be jî, lê ew pirsa dûarojê ye.

Niha dubendî di navbera Hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê û hêzên ser bi PKK û YPG dimîne. Bê guman ev rikberî rê li pêşîya hêzên deverê jî vedike, wekî destê xwe bikin nav karên kurda, çi ku çareser kirina pirsê dijwartir dike.

Vê dijberîyê êzdîyên Şengalê jî kirine du perça; alîgirên Herêma Kurdistanê û alîgirên PKK û YPG. Ne dûre ev dijberî dûarojê bigihîne şerê birakujîyê di nav êzdîyên Şengalê bi xwe de.

Em hêvîdarin, hêzen kurdaye sîyasî, rojekê zû çareserîya vê pirsgirêkê bibînin, Şengalê û şengalîya nekin qurbanîyê berjewendîyê xwe, yên sîyasî.

Tosinê Reşîd

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev