Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Şengal rizgar dibe!

Şengal rizgar dibe!
Права на изображение Mezera Şerfedîn
01
Çiyaên rût li Şengalê

Îro, 12 ê meha Mijdarê, hêzên Pêşmêrge dest bi rizgar kirina Şengalê kirin. Em salek, sê meh û neh rojan benda vê rojê bûn. Her rojeke Xwedê ez ji xewê hişyar dibûm û benda besa rizgarîya Şengalê bûm.

Me gelek ser hovîtîya mirovan bihîstibû, xwendibû, di fîlman de dîtibû… Lê çi ku Daîş anî serê şengalîya, ji têgihîştina mirovatîyê der e. Daîş ê bi kirinê xwe ye li Şengalê bawerîya ku mirovatî bi pêş ve diçe, zulm û zor li rûbarê dinê kêm dibe, kuşt.

  Feqîr Xidir Keso
Feqîr Xidir Keso

Ez bi TV dîmenên rizgar kirina Şengalê sêr dikim, lê dîmenên salek, sê meh û 9 roj berê tên ber çavên min. Karvanê peneberan ku ser dêmê gişkan şîn û girî bû, zarîna dayîk û zarokan, dengê keça bi têlêfonê cîhê xwe dibêje û dixweze, wekî bombaran bikin, wan bikujin, dîmenên gundê Koço. … û zarîna Vîyan Daxil li parlamênta Îraqê, tên ber çavên min.

Çi zulmeke nedîtî bû!

03
Quba Şêbil Qasim

Şengal rizgar dibe, lê hê çiqwes keç û jinên êzdîya di dest Daîş de dinalin, dizêrin. Lê hê çiqwes kur û xortên êzdîya di dest Daîş de mane û her roj dixwezin gîyana êzdîyatîyê di dilê û mejûyê wan de bikujin…

Gelo çiqwes şengalîyê vegerin wer û wergê kal û bavên xwe? Gelek niha li êdî gihîştine Avropa, Amêrîka, Australîya, hinek li kampên welatên cînar benda vê rojê mane…

Ez nikarim kesên venegerin tawanbar bikim. Zilma wan dîtîye, wê têra hevtê hevt nivşa bike. Lê divêt vegerin.

Erê, Laliş, welatê şêxa… Lê Şengal cihê ye. Jo bo êzdîxanê Şengal bi sedsalan kela mêra bûya, sîmvola berxwedanê bûye…

04
Gundên xirab kirî

Eger şengalî venegerin, zû, dereng erebên ji piştê ve şengalî dikuştin, wê vê carê bê şer bibin xwedîyê Şengalê. Lê Şengala îro wêran e, talan û tajan kirîye. Şengalîyê vegerin ser çi?

Haya cihanê têra xwe ser Şengalê û hovîtîyên Daîş li Şengalê heye. Pey ewqasî re, welat û rêxistinên ku bixwezin alî Şengalê û şengalîya bikin wê ne kêm bin. Divêt hukumata Herêma Kurdistanê, hukumata Îraqê bi rêya NY û rêxistinên navnetewî ye mayîn, di demeke nêzîk de ji bo avadan kirina Şengalê konfêranseke navnetewî teşkîl bikin. Pêşîya me zivistan e û gelek kampên peneberan ji bo zivistanê ne amade ne. Divêt her îmkan bên sazkirin, ji bo qet na beşekî şengalîya bikaribin berî destpê bûna serma vegerin malên xwe.

Şengal rizgar dibe. Barekî giran ji ser dilê me dikeve, lê barekî girantir dikeve ser milên me. Divêt her tişt bê kirin, wekî şengalî rojekê zû vegerin gund û bajarên xwe.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev