Çend pirsên ”nezanan“ û bersîvên „zaneyan“ – 13

Çend pirsên ”nezanan“ û bersîvên „zaneyan“ – 13

Ji jîyana kurdan ya rojane

Amadekar: Têmûrê Xelîl

• • •

-Ez benî, çi ferq di navbera “Komela nivîskarên kurd” û “Komela nivîskarên kurdan” da?

-“Komela nivîskarên kurd” tê wê manê, ku eslê te kurd be bes e. Êdî tu dikarî bi erebî, farisî, tirkî û hela di ser da jî ser van miletan binivîsî, edebîyata wan dewlemend bikî û ser navê nivîskarê kurd bêy hesibandin. Lê “Komela nivîskarên kurdan” tê wê maneyê, ku gerekê nivîsên te bi kurdî bin û ew edebîyata kurdî dewlemend bikin. Hela di ser da jî, yekî ereb, tirk an jî faris eger bi kurdî û ser kurdan binivîse, ew dikare bê hesibandinê wek nivîskarê kurdan. Wek Îbrahîm Tatlisesê kurd dengbêjê tirkan e, Aramê Tîgranê ermenî dengbêjê kurdan e.

• • •

-Ez benî, ji bo çi bavê me – kurdan hemûyan heye, lê bavê hemû tirkan Atatirk e.

-Ji ber ku tiştên ku hene, ne hewce ye çê bikin. Bavên me bêlî ne!

• • •

-Ez benî, hevalekî serpêhatîke nivîskarekî rûs wergerandîye, lê ji esilê wê gelekî dûr ketîye. Gelo tu dibêjî çima?

-Ji ber ku esilê wê bi rûsî ye, paşê bi erebî hatîye wergerandin, yekî jî ji erebî wergerandîye swêdî, ewî hevalî jî bi tirkîfikirîye û ji swêdî wergerandîye kurdî. Wek tu jî dibînî, heyneyse, bûye helîse.

• • •

-Ez benî, hemû partîyayên kurdan yên Kurdistana Turkîyê dixwezin bibine yek. Îcar ji bo çi hemû li hev dikin, lê yek ji wan hertim dij derdikeve?

-Ji ber ku yek ji wan yekîtîyê usa fêm dike, ku hemû gerekê bikevine bin baskên wê, ango hemû bên bal wê. Lê yên mayîn dixwezin bikevine bin baskên hevdu, bêne bal hev.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev