JI LOZANÊ HETA ENQEREYÊ: PIRSA MÛSILÊ Û PIRSGIRÊKA KURDAN -2

JI LOZANÊ HETA ENQEREYÊ: PIRSA MÛSILÊ Û PIRSGIRÊKA KURDAN -2

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê berdewemîya beşekê ya ji cildeya 3an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev ya bi sernavê ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (di salên 1923-1945)” raberî we dikin. Me beşa pêşin a bi sernavê JI LOZANÊ HETA ENQEREYÊ: PIRSA MÛSILÊ Û PIRSGIRÊKA KURDAN -1 berî çendekê bi we dabû naskirin. Kerem bikin, niha perçeya 2an a wê beşê bixwînin.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, eva dawî heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye. Kê bixweze xwe bide ber karê çapkirinê, fermo!

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

JI LOZANÊ HETA ENQEREYÊ:

PIRSA MÛSILÊ Û PIRSGIRÊKA KURDAN -2

Bi vî awahî, di dema piştî Lozanê rewşeke gelek sert saz bû, ku di rûyê faktorên hundurîn û der va girêdayî bû, ku bi hev ra di nava pêwendîyan da bûn, û ew serttî li perçeyên Kurdistanê yên Îraqê û Îranê jî bela bû û wê demê ne tenê kurd ji bo azadî û serxwebûna xwe bi awayekî aktîv serî hildabû, lê herwiha desthilatên Tirkîyê, Îranê, Îraqê û Brîtanîya Mezin jî. Xên ji wê, rewşa sazbûyî tesîr li ser berjewendîyên Fransîyayê û Yekîtîya Sovyet jî dikir.

Bi sebebên femdarî ji hemûyan bêtir Tirkîya tevî kar û barên kurdan dibû. Xên ji wê, ku pirsa kurdan ji bo wê pirsgirêka hundurîn ya here giring bû, lê ew di hêla sîyaseta der va jî derdikete ser plana pêşin. Berî gişkî Enqere bi tu awahî nikaribû bi wê fikirê ra razî bibe, ku li Lozanê Mosûl ”ji dest wê girtin”. Serokatîya komara Tirkîya nûsazbûyî fêm dikir jî, ku Mûsil ji dest wan derket, lê dîsa jî wana dixwest statûya wilayeta Mûsilê ya wê demê çaresernekirî bi kar bîne bona di erafê dîplomatîyê da di hinek pirsan da bi ser keve, wisa bike, ku Îngilîs hinek berdaxwerinan bike û di wî karî da hewil dida pirsên kurdan û turkmenan va girêdayî bi kar bîne.

Pirsgirêka din ya hukumeta Tirkîyê – ew rewşa li ser sînorê Tirkîyê-Îranê bû, ku Kurdistana Îranê û Kurdistana Tirkîyê hev cuda dikir. Tevlihevîyên herdemî li Îrana Roava, ku piranî eşîretên kurdan saz dikirin, di hêlekê va zirar digîhande Tirkîyê, ji ber ku di navbera kurdên Îranê û Tirkîyê da pevgirêdan hebûn, di hêleke din va jî, ji bo wê bingeh saz dikir bona ew tevî karê ne tenê Îranê, lê herwiha Îraqê jî bibe (sînorê di navbera Kurdistana Îranê û Kurdistana Îraqê da hertim jî sîmvolîk bûye û rind nehatîya parastin, lê pevgirêdanên di navbera kurdên Îranê û kurdên Îraqê da diha xurt bûn, ne ku bi kurdên Tirkîyê ra). Armanca sereke ya tevbûna tirkan ew bû, ku zorê li ser dijbera Tirkîyê li herêmê – Brîtanîya Mezin bike.

Femdarî ye, ku pirsdanîna desthilata Tirkîyê bi vê pirsê ra girêdayî ew bû, ku bi serekên kurdan yên Kurdistana Îranê û Kurdistana Îraqê ra bikeve nava pêwendîyan û hewil bidin, ku wana bikine terefdarên Enqereyê di şerê dijî Îngilîs û piştgirên wê li Tehranê û Bexdayê. Ew pirseke hêsa nîbû, eger em bidine ber çavan, ku di navbera Tirkîyê û serokatîya kurdan da dijminayî hebû; lê dîsa jî xudanên Tirkîyê yên nû gelek hereket rêtin bona eşîretên kurdan yên Îranê û Îraqê bînine alîyê xwe. Kemalîstan di nava kurdên tevaya dirêjaya sînorê Tirkîyê-Îranê û temamîya Îrana Roavayê xebateke aktîv kirin. Ji bo nimûne, sêkrêtarê konsûlxaneya Tirkîyê li Ûrmîyê (Îran) Ferûdîn-beg payîza sala 1923an bi seredan çû bal serekên kurdan – Kerîm-xan, Hecî-axa û Nûrî-beg bona wana bi wê nameyê ra bike nas, ku xudêgiravî Kemal-paşa bi destê xwe nivîsîbû û di wê da serekê Tirkîyê ketibû heyra kurdan û hazir bû alîkarîya her alî bide wan[1].

Xebata kemalîstan di nav kurdên Îranê da text-bext nîbû, ji ber ku piştî darbeya 21ê sibatê sala 1921ê, gava wezîrê leşkerî Riza-şah temamîya hukum xiste bin destê xwe, li Îranê hukumdarîya Îngilîs gelek kêm bû û ew bû dewleteke dosta Tirkîyê. Enqere her tenê ji bo wê yekê ketibû tefekûrîyê, ku rewş li ser sînorê Tirkîyê-Îranê hertim nerehet bû û pevgirêdanên kurdên Îranê bi kurdên Tirkîyê va wek berê xurt in, lê ew problêmeke lokal bû. Ji bo kemalîstan xwesma hevrakarkirina kurdên Îranê bi kurdên Îraqê ra cîyê xemgînîyê bû, ji ber ku daxwaza wan ya sereke hema Kurdistana Başûr bû. Pevgirêdanên di navbera kurdên Îranê û Îraqê da wan deman diha xurt û nêzîk bûn, ne ku di navbera kurdên Îranê û kurdên Tirkîyê, an jî kurdên Îraqê û kurdên Tirkîyê da. Di rastîyê da, Kurdistana Îranê (xwesma beşa wê ya başûr) û Kurdistana Îraqê axeke yekgirtî bû, ku bûbû erafê şerê di navbera kurdan, tirkan û îngilîsan da. Tevbûna di wî şerî da ji bo hukumeta Bexdayê ya qiralîyê û desthilata Tehranê di nîveka duduyan ya sedsala 20an da karê ne zêde giring bû.

Kemalîst di kar û barên xwe yên li vê herêmê pêrgî dijwarîyên mezin bûn, ku nikaribûn çare jê ra bidîtana. Helwesta binecîyên Kurdistana Îranê û Kurdistana Îraqê di hindava desthilata Tirkîyê da rê ne dida, ku Tirkîya bi serekên Kurdistana Tirkîyê ra ziman bibîne. Hemû kurd,- konsûlê Sovyetî li Ûrmîyê A. Dûbson di dawîya meha çirîya pêşin sala 1923an di analîza xwe ya berfireh ya derheqa rewşê da nivîsîye,- fêm kirin, ku ”kemalîst di pirsa kurdan da xwe guherîne”. Xudanê wê nivîsê destnîşan dikir, ku hilweşîna hukumê Tirkîyê li Kurdistana Bakur wê wisa bîne serê wê, çawa ku anî serê perçeya wê ya başûr.

Lê kemalîst rind texmîn ne dikirin, ku hewildanên bona binecîyên kurd yên cînarên Tirkîyê bînine alîyê xwe, bêfeyde ne. Li Îranê wana hewil dida dijminayê bixine di navbera kurdan û aşûrîyan da. Beşeke aşûrîyan, ku ji alîyê dijminên bê hejmar da revîbûn, li ber kenarê çemê Ûrmîyê hêwirîbûn, û eva yeka bi awayekî tund ne bi dilê binecîyên musulman bû, di nav wan da kurdan jî. Li Îraqê tirkan hêvîya xwe danîbû li ser hevkarîya bi Şêx Mehmûd Barzincî ra, ku dijminê sereke yê desthilata Brîtanîya dagîrkar û piştgirên wan yên ereb bû.

Di tebaxa sala 1923an da şêxê kurdan yê serîhildayî, ku heta wî çaxî li ser axa Îranê (Hewremanê) xwe veşartibû, careke din Suleymanî zevt kir[2]. ”Paşê,- A. Dûbson dinivîse,- ewê hewil bide hukumê xwe bide firekirinê, wê serekên kurdan bîne alîyê xwe û bi tirkan û êngilîsan ra hevraxeberdanan derbaz bike derheqa paşeroja Kurdistana Başûr da û di wî karî da wê li bendê be, ku tirk piştgirîya wî bikin”. Bi bawerîya çavkanîyê, ew sîyaset dikare di hindava Suleymanîyê û Kerkûkê bi ser keve, ”lê ew rewşa sazbûyî wê alî şêx neke”, yê ku bi sarbûna di hindava tirkan da û ”hizkirina bêhesab pir di hindava me da (Rûsîya Sovêtîyê.- M. L.)” wê wî defî hemêza îngilîsan bike[3].

Lê wî bi îngilîsan ra jî li hev ne dikir. Herdu alîyan aminaya xwe bi hev ne dianîn û carna dijberîya di navbera wan da digihîşte kar û emelên dijminatîyê. Îngilîsan bi destî desteyên leşkeran ji bakur û roava dor li mal û milkên Şêx Mehmûd girtin û hewil dan wî mecbûr bikin desthilata qiral Feysal nas bike (ku tam di bin hukumê komîsarê sereke yê Brîtanîyayê da bû) û ji zabitên îngilîs ji xwe ra şêwrmendan hilbijêre. Şêx Mehmûd bi her awahî berê xwe ji wê hurmetê diguhart û qasidên xwe dişande Wanê bona hewil bide pêwendîyên xwe bi tirkan ra bide xurtkirinê. Kemalîstan soz didan alîkarîya wî bikin bona xwe ji hukumdarîya Brîtanîyayê xilaz bike, lê kurdan bawerîya xwe ne bi tirkan dianîn, ne jî bi îngilîsan[4].

Lê dîsa jî Şêx Mehmûd dêlêgasyonek şand bona bi casûsê Tirkîyê yê bi nav û deng li Îraqa Bakur Ozdemîr ra (Elî Şefîq-beg) hevraxebedanan derbaz bike. Ewê dêlêgasyonê li Rewandûzê bi wî ra peymaneke ha girêda:

1) hukumeta Tirkîyê sozê serxwebûna Kurdistana Başûr û tevnebûna nava karên wî yên hundur dide, bêy mafê, ku bi welatên mayîn ra bikeve nava pêwendîyan;

2) Şêx Mehmûd tê naskirinê wek desthilatdarê Kurdistana Başûr û destûra wî heye li Suleymanîyê meclîsa xwe saz bike;

3) axa Kurdistana Başûr ji bakur bi qezaya Şemdînanê dest pê dibe, ji başûr – bi gelîyê Cebil-Hemrînê, ji rohilatê – bi sînorê Farizistanê, ji bakur – bi çemê Dicleyê va;

4) destûra hukumeta Kurdistana Başûr heye xwedî leşkeran be;

5) Kurdistana Başûr erk hildide ser xwe, ku dema şer derkeve, ewê alîkarîya leşkerî bide Tirkîyê;

6) destûra Tirkîyê heye bi îzindayîna Kurdistana Başûr leşkerên xwe ji axa wê derbaz bike;

7) hukumeta Tirkîyê wê alîkarîya moralî û matêrîalî bide Kurdistana Başûr;

8) hukumeta Kurdistana Başûr bi xwe biryarê dide, ka leşkerên xwe yên ser sînor li kîjan navçeyan bi cî bike.

Du xalên dinê jî hebûn, ku înformatorê konsûlxaneya Sovyêtê li Ûrmîyê Ahmed Tahî-beg nikaribû derheqa wan da pê bihese[5].

Bi vî awahî sozê serxwebûnê didane kurdên Îraqê bi şertê, ku ew hema bêje di bin bandûra Tirkîyê da be. Lê dêlêgasyona kurdan bawerîya xwe bi wan sozdayînan ne anî, berê xwe da Enqerê û li wir di dema rasthatina bi serekwezîr Huseyn Raûf-beg ra (wê demê ew îdî ji kar derketibû) de`w kir, ku wê sozê Tirkîyê testîq bike. Nebawerîya kurdan rast derket: Tirkîya xwe li riya ne zelal girt, tu erk hilneda ser xwe bona otonomîyê û sozê alîkarîyê da kurdan (paşê derket, ku ew her tenê gotin bûn), lê bi wê ra tevayî temî da wan bi îngilîsan ra nekevine pêwendîyan[6].

Rastîyê jî, piştî Lozanê kemalîstan aktîvîya xwe li Îraqa Bakur gelekî dane kêmkirinê. Piştgirîkirina eşkere ya kurdên wî berî sînor dikaribû îngilîsan mecbûr bike alî Kurdistana Tirkîyê bikin, ku wan deman dikelîya. Wana her tenê karê cesûsîyê dikir, ku ne zêde bi feyda bû. Kurd bi xwe jî îdî li benda alîkarîya tirkan nîbûn. Di ser da jî, serekeşîrên kurdên Îraqê û Îranê hewil didan, ku Sovyet piştgirîya wan bike. Wek me li jorê jî gotîye, hewildanên wisa berê jî bûbûn[7], û gelek cara ew hewildan bi navê Şêx Mehmûd Barzincî û rêvebirê kurdên Îranê yê bi nav û deng Îsmaîl-axa Evdoyî Simko (Smîtko) ra didane girêdan, ku serekê eşîreta şikakîyan bû, hevalbendê Şêx Mehmûd Barzincî bû û tevî şerên li rex Rewandûzê û Suleymanîyê dibû. Lê, wek ku A. Dûbson nivîsîye, ”hêvîya, ku didine ser me, ne ciddî û demdirêj bû”. Bi bawerîya wî, hema ku Îngilîs problêmên xwe li Îraqê çareser bike, serekeşîrên kurdan wê xwe bidine alîyê wê. Armanca îngilîsan ya sereke ew bû, ku bi Şêx Mehmûd ra ziman bibîne.

Hevalbendê xwe yê duduyan îngilîsan şêxê Şemdînanê – Şêx Ta (ku jê ra Taha digotin) didîtin. Ew xwedî-xudanê tam yê navçeyeke Kurdistanê bû, ku di hêla stratêgî da pir giring bû. Ew herêm li ser sînorên Îraqê, Îranê û Tirkîyê bû û tesîra wî herwiha li ser eşîretên Rewandûzê (Îraq), Ûşnûyê, Mêrgewarê û Tergewarê (Îran) hebû. Hezar rûpî ardimî dabûne wî û destûra wî hebû hatinîyên ji bacê bistîne. Xên ji wê, wek hediya ji wî ra 5 hezar tiving hate şandin. Lê Taha pir bi aqil bû û qet jî ne dixwest xizmetî îngilîsan bike. Bi bawerîya Ahmed Tahî-beg ”ew bi wan va (îngilîsan va. –M.L.) her tenê bi rû va girêdayî bû û herdem amade bû bi Şêx Mehmûd ra, heta bi Simko ra jî, bikeve nava hevkarîyê, eger Rûsîya piştgirîya tevgera kurdan bike”.

Bi vî awahî, kurd hewil didan ji xwe ra hevalbendan peyda bikin û berê xwe dane bakur. ”Ji bo kurdan,- A. Dûbson nivîsîye,- piştî ku wana berê xwe ji îngilîsan û tirkan guhastin, eşkere bû, ku xurtbûna Tirkîyê wê bibe sebebê wê yekê, ku ewê li Kurdistanê sîyaseta berê derbaz bike û her tenê Rûsîya Sovyet dikare bibe hevalbenda kurdan ya xêrxwaz û dikare alî wan bike bona ew daxwaz û xeyalên xwe pêk bînin”[8].

Xudanê nivîsê nav bi nav terefdarên mêlgirtina Sovyet da rêzê. Ji bo nimûne, yek ji wan serekê eşîreta Cibran Xalid-beg bû, ku bi Simko û Şêx Mehmûd ra di nava pêwendîyên herdemî da bû. Pêwendîyên wî yên xurt bi serekeşîrên Kurdistana Tirkîyê Kor Huseyn-paşa û Hesen (konfêdêrasyona Heyderan), Xalid-beg (Hesenlu), Mûsa-beg (Millan, li Mûşê), Îbrahîm-beg (Celalî, Bazîd) hebû. Bi gotina Ahmed Tahî-beg, komeleyeke bi navê ”Tehlisi vatan” (”Rizgarkirina welêt”) hebû, ku armanca wê sazkirina otonomîya Kurdistanê ya bi mêlgirtina Rûsîya Sovyet bû. Xudêgiravî tirkên radîkal yên dijî kemalîstan jî diketine nava wê komeleyê. Serekên Kurdistana Başûr û Kurdistana Rohilatê yên bi nav û deng (Simko jî di nav da) endamên wê bûn û ewê komeleyê hewil dida hemû serekên kurdan bigihîne hev[9].

Li Kurdistana Îranê Simko xwe îlan kir wek terefdarê rasteqîn yê Sovyetê. Di meha çirîya pêşin sala 1923an nameya wî, ku bi gotinên ”Hukumeta Navbendî” dest pê dibûn, teslîmî konsûlê Sovyet li Ûrmîyê kirin, ku tê da dihate gotin: ”…Temamîya hêvîya me li ser we ye. Eger hûn seba xatirê merivhizîyê alîkarîya lazim bidine me, emê her daxwazên we bi cî bînin”. Simko bi zar hîvî ji hukuemta Sovyet kir di navbera wî û farizan da bibe navçîgar û soz da, ku eger kefîltîya aramîya wî hebe û nav û desthilata wî li ser hemû şikakan lê bê vegerandin, wê demê ewê di her pirsekê da wek Moskvayê bike. Konsûl temî da guh bidine gotinên Simko, bona pêşî li tewlebazîyên tirkan di hindava kurdên Îranê da bigirin. A. Dûbson nivîsî, ku li Kurdistanê ”tevaya kurdan, ku berê xwe ji îngilîsan guhartine û hinek ji wan, ku li Rewandûzê dimînin, xwe him nêzîkî kemalîstan kirine, him jî terefdarên Rûsîya Sovyet in, lê serekên wan xwe li me digirin, lê di rûyê şertên sazbûyî da carna berê xwe didine îngilîsan û tirkan”. Lazim e ”vê helwesta kurdan bidine ber çavan”.

Konsûlxane, bêy ku bersîvekê ji navbendê bistîne, di nav kurdên Ûrmîyê da bi aktîvî kar dikir, hewil dida ”helwesta kurdan ya erênî di hindava me da bide xurtkirinê”, bona ”kurd ji bîra bikin, ku dibe îngilîs û tirk alî wan bikin bona daxwazên xwe yên sîyasî pêk bînin”, û ew xebat ”îdî berên xwe yên baş da”. Konsûlxane kurdan derheqa rewşa Rûsîya Sovyet da agahdar dikir û wisa kir, ku ”dijminaya kurdan di hindava me da da hilanînê”. Bi bawerîya konsûl, pirsdanîna sereke ew ”pêwendîyên kirîn-firotanê yên heralî di navbera kurdan û Sovyetê da”, ”alîkirina bona pêşketina koopêratîvê di nav gundîyên herêma kurdan da” bûn[10].

Nûnerên Sovyet li devera Ûrmîyê gelek hereket rêtin bona kurdan bînine alîyê xwe. Yek ji xebatkarên konsûlxaneya li Ûrmîyê di dawîya meha tebaxê sala 1923an da nivîsî: ”Di nav kurdan da gelek kesên biyanî kar dikin û kurdan dixapînin. Îngilîs, tirk, fariz û dibe emirkan jî. Kar û barên wan bi pereyan va girêdayî ye û ewana bi destî hêza xwe zor li kurdan dikin. Karê min bi pereyan va girêdayî nîne, hêza min gelek xurt nîne û ez tenê bi gotinan û sozdayînan kar dikim. Di wan şertan da encamên me di pêşî da gerekê zêde xurt nîbûna”[11].

Lê dîsa jî konsûlxaneya Sovyet bi awayekî xurt di nav kurdan da propaganda dijî îngilîsan, tirkan û farizan derbaz dikir. Karmendekî konsûlxanê nivîsîye, ku bi destî merivên amin ”ez di nav kurdan da derheqa ruhmezinîya gelê rûs, derheqa pêşketina wê da belav dikim”[12].

Wisa xuya ye, ku propagandîstên Sovyet nikaribûn fikirên xwe dervayî devera Ûrmîyê jî belav bikirana. Li navçeyên din yên Kurdistana Rohilatê û Kurdistana Başûr îngilîs û tirk wek berê hewil didan tesîr li ser kurdan bikin û di wî karî da bi hev ra ketibûne nava reqabetê. Îngilîsan her deman çavên xwe ji xwedî û xudanê devera Rewandûzê ya bi stratêgî giring seyid Taha dûr nedixistin û wî bi nav dikirin wek ”serekê aramîyê” yê wê navçeyê. Birayê wî, Şêx Muslî, eksî wî, alîgirê tirkan bû, ku ew bi medalyayan va xelat kiribû û merivên xwe dişandine bal wî[13].

Çareserkirina pirsgirêka Mûsilê çiqasî nêzîk dibû, tevgera di navbera îngilîsan û tirkan da bona hukumê li ser kurdên Îraqê zêdetir dibû. Di wê tevgerê da îngilîs pêşîya tirkan ketibûn, ji ber ku hêza wan li Îraqê xurttir bû. Aletê sereke di destê îngilîsan û sîyasetmedarên ereb yên di bin hukumê wan da, bona derbazkirina kampanîya propagandayê, ku dijî hewildanên tirkan bû bona hukumê xwe li ser kurdên Mûsilê ferz bikin, ew zordestîyên tirkan bû, ku wana li Kurdistana Tirkîyê dijî şorişgerên kurd derbaz dikirin. Em binihêrin ka rojnameya Îranê ”Şefaq-e Sorh” ya 3ê adarê sala 1925an derheqa wê kampanîyayê da çi nivîsîye: ”Çi ecêb bêjî anîne serê wê (Tirkîyê. – M.L.)! Di ser da jî helan didane qewim û pismamên kurdên wilayeta Mûsilê dijî hukumeta tirkan serî hildin; ew emelekî ”sîyasî” bû… Lê ji bo tirkan dijwarîyeke mezin nîne di nava demeke kurt da tevgera kurdan têk bidin. Lê ew pir ne muhîm e… ya giring ew e, ku bi gulleyekê du kêvrûşk têne kuştin: ya pêşin, di rûyê mecalên cezakirinê yên leşkerên tirkan da di nav serîhildayan da tevlihevî saz dibe, ya duduyan, ku ya sereke ye, ewê dersek be him ji bo dêlêgasyona Koma Miletan, ku niha li Mêsopotamîyayê kar dike, him jî bona fikira civaka tevaya cihanê… Gelo helandarên van hemûyan kî ne?.. Gelo kê ”fanatîzma” kurdên sade bi kar anî?.. gotineke pêşîyan heye: bona bizanibin gunehkar kî ye, gerekê bizanibin, ka ew gunehkarî zêde ji kê ra feyda anî”. Rojnameyeke îranî ya din ”Setare-ye Îran” piştî mehekê nivîsî: ”Haya me rind ji wê yekê heye, ku ew bûyer li ser bingehê çi li wir (li Kurdistana Tirkîyê. – M.L.) rû dan û kê rêvebirîya wan dikir”[14].

Tevgera piştî Lozanê ya ji bo hukumê li ser kurdan bidest xin, ne tenê li Kurdistanê, lê herwiha li erafê navnetewî jî dihate derbazkirin. Eger Bexda wê demê xwedî sîyaseta hundurîn ya ciddî nîbû û Enqere mecbûr bû derheqa problêmên bi Kurdistana Başûr ra girêdayî bi Londonê ra guftûgo bike, lê pirsa kurdan di pêwendîyên Tirkîyê bi Îranê ra cîyekî sereke digirt û, wek dibêjin, bûbû kula mezin.

Di huceta Îngilîs-Tirkîyê ya ser Mûsilê pirsa kurdan bi serî xwe rol ne dilîst. Ne ji Brîtanîya Mezin ra, ne jî ji Tirkîyê ra dest nedida wê pirsê guftûgo bikin, ji ber ku problêma ji alîyê kurdan da bi xwe biryarkirina qedera xwe ji herdu alîyan ra jî xêrê nayne. Lê pirsa kurdan, vekirî an sergirtî, hertim jî bûye beşeke hemû rewşên aloz, ku zêde bi statûya Mûsilê ya nedîyar û wan bûyerên li ser sînorê Tirkîyê-Îraqê va girêdayî bûn, ku eşkere behsa wê ne dikirin.

Bi vî awahî, di destpêka meha îlonê sala 1924an hukumeta Tirkîyê derkete dijî emelên cezakirinê yên îngilîsan li Suleymanîyê û êrîşên balafirên Îngilîs li ser axa Tirkîyê. Îngilîs di bin deynan da nema. Notayên şikyatkirinê hatine belakirin girêdayî wê yekê ra, ku Tirkîya leşkerên xwe berevî dora Cizîrê û Çolemêrgê dike û ji wan sînorên kivşkirî derbaz dibe, ku di navbera Tirkîyê û Îranê da hatine kişandin. Wisa xuya ye, ku li Londonê hatine ser wê bawerîyê, ku ew mecalên qebûlkirî têrê nakin û 9ê çirîya pêşin sala 1924an hukumeta Makdonald şikyatê xwe ber Tirkîyê kir û de`w jê kir di navbera 48 salan da ji wê axê derê, ku tirkan li ser sînorê Tirkîyê-Îranê zevt kirîye, û vekişe ser wê xeta, ku gorî konfêransa Lozanê hatîye kivşkirin.

Diltengîya di pêwendîyên di navbera Îngilîs-Tirkîyê da Mustefa Kemal mecbûr kir bi lez here Anatolîya Rohilatê. Di çapemenîya tirkan da dest bi kampanîya dijî îngilîsan bû. Civîna meclîsê ya taybet hate derbazkirin. Lê mesele ne gihîşte emelên dijberîyê. Îngilîs razî bû, ku huceta di navbera wan da teslîmî Koma Miletan bikin, lê Îsmet-paşa li meclîsê got, ku hukumeta Tirkîyê bi wan sînoran ra razî ye, ku li Jnêvê li ser wan biryar hatîye girtin. Koma Miletan Tirkîyê borcdar kir wan sînoran wek xwe bihêlin, ku heta 24ê tîrmehê sala 1923an hebûn, ango heta îmzekirina peymana Lozanê. Di hindava leşkerên welatên, ku dijî hev şer dikirin, biryareke ji hemû alîyan ra destdayî qebûl kirin: Îngilîs gerekê leşkerên xwe ji Suleymanîyê vekişanda, lê Tirkîya jî – ji Amedîyê[15].

Şer û pevçûn di paşdemê da jî bûn, lê ew zêde ji bo propagandayê bi kar dianîn. Ji bo nimûne, li Enqerê, di destpêka sala 1925an da ”Komîtêya parastina mafên Mûsilê” hate sazkirinê, ku karê xwe yê propagandîstîyê bi xurtî dest pê kir. Dengê derba bersîvdayînê ji Helebê (Sûrî) hate bihîstinê. Li wir di wan deman da kongrêya şêxên kurd bi serokatîya kesekî bi navê Xoce Sebrî-efendî hate derbazkirin, yê ku pêşnîyar kir tacê ”qiralê Kurdistanê” teslîmî Selîm bikin, ku lawê sultan Ebdul-Hemîdê 2an bû[16]. Femdarî ye, ew pêşnîyar dengekî ciddî dernexist.

Wê demê nelihevkirinên komara Tirkîyê bi Fransîyayê ra yên bi pirsa kurdan va girêdayî tunebûn. Parîs, ku bi dilekî xem dest ji Mûsilê kişand, hewil ne dida di bin defa Londonê da bireqise û piştgirîya sîyaseta wê ya dijî berjewendîyên Tirkîyê bike. Sînorê Tirkîyê-Sûrîyê, ku li Lozanê hate kivşkirinê, wek dibêjin, gorî zimanê gelên li wir dijîn hatîye kişandin, li bakurê wî zêde tirkî û kurdî dipeyivîn, lê li başûr – erebî. Di rastîyê da ew sînor Kurdistana Başûr-Roavayê perçe dikir û ne tenê pevgirêdanên dîrokî, êtnîkî û malhebûnî yên gelek eşîretên kurdan têk dida, lê herwiha yên binecîyên ereb û tirk jî û eva yeka di paşdemê da bû sebebê pevçûn û tevlihevîyan. Eger em behsa xeta riya hesin ya Bexdayê bikin, ku piranîya sînor ji wir derbaz dibû, em dikarin bêjin, ku statûya wê him ji Tirkîyê ra dest dida, him jî ji Fransîyayê ra, ji ber ku ji ser axa wê ra transporta leşkerî derbaz dibû, ku ne axa wan bû[17].

Bûyerên li Kurdistana Başûr û Kurdistana Rohilatê, ku bi awayekî kîp bi hev ra girêdayî bûn, gelek tesîr li ser pêwendîyên Tirkîyê-Îranê kirin û di destpêka sala 1925an da ew pêwendî bi carekê va sert bûn. Kar û barên Şêx Mehmûd Barzincî, seyid Taha, Simko, serekên kurdan yên mayîn li yek ji herêmên Kurdistanê yên here ”sincirî” – ser sînorê Tirkîyê-Îranê, rewşeke pir aloz saz kiribû, li wir ji dema perçekirina Kurdistanê di destpêka sedsala 16an da şer û pevçûnên bi tevbûna kurdan dibûn. Hewildanên tirkan û îngilîsan, ku tevgera kurdan û şerên ser sînor ji bo berjewendîyên xwe bi kar bînin, her tenê rewş aloztir dikirin, rûn berî ser êgir didan. Eger Brîtanîya Mezin û Tirkîya şerê hev dikirin bona statûya Îraqa Bakur ya piştî Lozanê biguhêrin, ku karekî nebûyînê bû, lê Îran di wê rewşa sazbûyî da xetera bona berjewendîyên xwe yên dewletê didît. Serekwezîr Riza-şah, ku îdî xwedî desthilata xurt bû û çav berdabû textê şah (ew di meha çileya pêşin sala 1925an hate ser text), xwe li riya hevkarîya hemû strûktûrayên dewletê girt, bi tundî derkete dijî sêparatîzma derebegîyê-eşîrtîyê li welêt. Ewî pirsdanîna xwe ya sereke şerê dijî tevgera kurdan dihesiband, ji ber ku bi bawerîya wî Brîtanîya Mezin û Tirkîya bi riya kurdan dikaribûn destdirêjaya serbestîya Îranê bikin, ku hela mehkem li ser lingan nedisekinî. Riza-xan nikaribû bi awayekî eşkere şerê dijî Îngilîs bike, lema jî dest bi şerê dijî Enqerê kir.

Kemalîstê bi nav û deng Şukru Kaya di dema sohbeta meha çileya paşin sala 1925an bi nûnerê herdemî yê Sovyet li Tirkîyê Ya. Z. Sûrîs xemgînîya xwe dîyar kir bona sertbûna şerê bi hukumeta farizan ra. Bi gotina wî, desthilata farizan propaganda dijî Tirkîyê derbaz dike ”bona Şêx Mehmûd îzole bike, pere û hediyayan dide serekên kurdan, dû hemwelatîyên Tirkîyê dikeve bona hurmeta hukumeta Tirkîyê li herêma ser sînor bêxe”. Kaya got, ku Riza-xan serekên kurdan gazî Tehranê kirîye bona wana ”milahîm bike”. Kaya di dawîyê da di ser da zêde kir, ku nêzîkî sînorên Tirkîyê bi pereyên Îngilîs dest bi çêkirina rêyên bi stratêgî giring kirine, lema jî ew bi hîvîkirin berê xwe daye Yekîtîya Sovyet tevî wî karî bibe û piştgirîya Tirkîyê bike[18].

Û hema ev e sebebê tevlihevîyên tirkan. Hema ji bo xurtbûna tevgera kurdan li Tirkîyê û xirabbûna pêwendîyên bi Îranê ra, ku di rûyê dijderketina bi Îngilîs ra ji bo Mûsilê, ku dibe sebebê tevlihevîyên mezin li Kurdistana Başûr û Rohilatê, Enqere kete nava xemgînîyeke mezin. Lema jî Tirkîya bi her awahî hewil dida Yekîtîya Sovyet ya wê demê dost, di hêla dîplomatîyê da piştgirîya wê bike.

Bi vî awahî, tirsa, ku Yekîtîya Sovyet bikine nava şerê Tirkîyê-Îranê, her diçû zêde dibû. Berjewendîyên sîyaseta der ya Sovyet dixwestin, ku ew xwe li sîyaseteke wisa bigire, ku ne pişta Tirkîyê bigire, ne jî ya Îranê û nehêle, ku Îngilîs li herêma kurdan ya aloz karê keve, feydê bibîne. Bi gotineke din, Moskva dixwest şerê di navbera Tirkîyê û Îranê bi kêmanî bide nermkirinê û derheqa vê yekê da komîsarê gelêrî yê karên der va G. V. Çîçêrîn ji Ya. Z. Sûrîs ra got[19]. Ji bo Yekîtîya Sovyet çareserkirina wê pirsgirêkê herwiha bona wê yekê jî pir giring bû, ku pevçûnên kurdan yên ser sînor digihîştine sînorên wê jî, û derheqa vê yekê da Komîsarîata Gelêrî ya Karên Der bi nivîseke taybet baylozxaneya Tirkîyê agahdar kir[20].

Heta havîna sala 1925an wezîreta karên der ya Tirkîyê gelek caran pêşnîyar kir bona Moskva navbeynkarîyê bike, eger di navbera Tirkîyê û Îranê da şerê çekdarî derkeve. Proêkta girêdana peymana kefîkirî ya derheqa ”destpêneketina axa welatên rohilatê bi îhtîmala, ku ewê bi hev ra bikevine nava hevkarîyê”[21] hate raberkirinê. Paşê li wezîreta karên der ya Tirkîyê gotinên xwe zelal kir û got, ku mesele derheqa peymanên kefîlkirî da ne di navbera Tirkîyê û Îranê û Yekîtîya Sovyet û Îranê da. Wezîrê karên der yê Tirkîyê ji baylozê Sovyet ra azirû kir, ku Tirkîya ji Îranê natirse, lê bawer e, ku ”Farizistan dikare bibe bingehê bona destdirêjayên ji alîyê Îngilîs da”. Xwesma amadekarîya peymana Farizistanê-Îraqê Enqerê kiribû nava xemgînîyê, lê dîsa jî Tirkîya ”qet ne bawer bû, ku Farizstan wê ewê peymanê girêde”[22].

Lê di nava demeke kurt da serttîya di pêwendîyên Tirkîyê-Îranê da dest pê kir kêmtir bû û hewcedarîya navbeynkarîya Sovyet û peymanên kefîlkirî ji holê rabû. Buhara sala 1925an serhildana kurdên Tirkîyê ya mezin bi serokatîya Şêx Sehîd hate hincirandinê, ango zora wê birin, ji îngilîs û farizan ra li hev hat ser demekê ji heq û hesabên kurdên xwe bêne der; Riza-xan, bingehdarê binemala nû, ji xwe gelek bawer bû, pirsgirêka Mûsilê ji bo kara Brîtanîya Mezin nêzîkî çareserîyê dibû. Ne Enqere, ne Tehran niha ne tenê hewcê alîkarîya Sovyet nîbûn, lê di hêlekê va jî hinekî jê ditirsîyan. Mustefa Kemal 19ê meha sibatê sala 1926an di êvarîya li baylozxaneya Sovyet da, ku bi hîvîkirina wî hatibû amadekirin, bi Îsmet-paşa û hevalbendên xwe yên mayîn ra tevayî hatibû wir, ”axaftineke germ û gurr kir dijî tewlebazîyên împêrîyalîzmê”; li wir derheqa firotana çekan, derheqa pirsgirêka Mûsilê, derheqa pêwendîyên Tirkîyê-Fransîyayê, derheqa Sûrîyê da peyivîn, lê tu gotin derheqa pirsa kurdan da ne anîne ser zar û zimanan[23].

Ha bû dîdema tevayî ya rewşa hundurê Kurdistanê û dora wê di dema piştî şêr da. Ew bi şerên herêmî yên ciddî va dagirtî bû. Analîza wan emê di beşên mayîn da raberî we bikin.

Riataza.com

[1] AVPRF, Beşa Rohilata Nêzîk, Rêfêrêntûra derheqa Îranê da, dexle 5a, deftera 105an, belgeya hejmara 1, salên 1921-1945, lîste 172. Konsûlxaneya Yekîtîya Sovyet li Ûrmîyê, nivîsên ji bûyerên di dema 21.10 heta 15.11.1923 da.

[2] Derheqa rewşa li Kurdistana Başûr di dema ji Sêvrê destpêkirî heta Lozanê, binhêre: Lazarêv M. S. Împêrîyalîzm û pirsgirêka kurdan, rûpel 199-215.

[3] AVPRF, Beşa Rohilata Nêzîk, deftera 106an, belgeya 1ê. Şirovekirina hejmara 5an (ji 15.09 heta 15.10.1923, amadekirin: 28.10.1923, hejmar 73/c).

[4] Dîsa li wir, belgeya 3an.

[5] Dîsa li wi, belgeya 4an.

[6] Dîsa li wi, belgeya 5an.

[7] Binhêre: Hasratyan M. A. Kurdên Tirkîyê di dema here nû da, rûpel 50-53. Lazarêv M. S. Împêrîyalîzm û pirsgirêka kurdan, rûpel 211-212.

[8] AVPRF. Beşa Rohilata Nêzîk, dexleya 6an, deftera 106, belgeyên 6,7. ”Taha” – navê sureya 20an ya Quranê.

[9] Dîsa li wir, belgeya 8an.

[10] Dîsa li wir, belgeyên 10-18.

[11] Dîsa li wir, belgeya 24an.

[12] Dîsa li wir, belgeya 26an.

[13] Dîsa li wir, belgeya 33an.

[14] Dîsa li wir, dexleya 94an. Beşa Rohilata Nêzîk, Rêfêrêntûra derheqa Farizistanê da, para 9a, dexle 1, defter 108, rûpel 146-147, 199.

[15] Mustefa Kemal. Riya Tirkîya nû. Cild 4, rûpel 430-432.

[16] Dîsa li wir. Rûpel 436, 438.

[17] Toynbee A. J. The Islamic World since the Peace Settlement. – Survey of International Affairs. Vol. 1, 1925. L., 1927, rûpel 457, 463.

[18] DVP. Cild 8. M., 1963, hejmar 44, rûpel 102-103. Têlêgrama nûnerê herdemî li Tirkîyê Ya. Z. Sûrîs li NIKDê, 26.011925.

[19] Dîsa li wir, hejmar 50, rûpel 114. Têlêgrama G. V. Çîçêrîn ji bo Ya. Z. Sûrîs ya 02.02.1925.

[20] Dîsa li wir, hejmar 53, rûpel 118. Şikyatê G. V. Çîçêrîn ser navê baylozê Tirkîyê li Yekîtîya Sovyet Enis-beg ya 06.02.1925; hejmar 109.

[21] Dîsa li wir, hejmara 188an, rûpel 370. Têlêgrama Ya. Z. Sûrîs ji bo NIKDê, di 16.06.1925.

[22] Dîsa li wir, hejmar 212, rûpel 402-403. Têlêgrama Ya. Z. Sûrîs ji bo NIKDê, di 01.07.1925.

[23] Dîsa li wir. Cild 10. M., 1964, hejmar 72, rûpel 118-119. Têlêgrama Ya. Z. Sûrîs ji bo NIKDê, di 19.02.1926.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev