ŞAXÊN DESTANA ROSTEMÊ ZAL

ŞAXÊN DESTANA ROSTEMÊ ZAL

Ji nimûneyên zargotina me – 13

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema sêzdan me ji pirtûka “ŞAXÊD ÊPOSA “ROSTEMÊ ZALE KURDΔ, ku sala 1977an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê pêşgotina wê a têr û tije raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku li malpera me çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

P Ê Ş G O T I N (•)

Şaxên êposa (destana) “Rostemê Zal” di nav kurda da gelek belav bûye. Çend şaxên wê di “Şahname”ya şairê farisa-tacîka yê bi nav û deng Fîrdûosî da hene û li wir çend destan derheqa mêrxasîyên Rostemê Zal dan ne.

Derheqa şaxên “Rostemê Zal” da cara pêşin akadêmîk V. V. Bartold malûmatîyên hewaskar û balkêş nivîsîne û gorî wan salixa di sedsala 3a berî dewrana me da “dema hukumdarîya arsakîda da çend miletên mayîn jî, ku ji Asîya Navîn hatibûn, bûne binecîyên Îranê. Yek ji wana sakî bûn, yên ku navê Seyistan (an jî Sakîstan) li devera xwe kirin û tesîra xwe li ser destana gelê Îranê kirin. Di wê destanê da dîdemên here balkêş ji sakîya derketîya: ew serpêhatîya derheqa Rostemê navdar da ne”(1). Îranîstê bi nav û deng, profêsor V. Î. Abayêv jî ser wê bawerîyê ye (2). Ew dîdemên derheqa Rostem da di paşerojê da gelek şaxên nû xuliqandin. Bi demê ra ew şax bi hev ra hatine hûnandinê û bi navekî hatine belakirinê – bi navê “Rostemê Zal” (ango, “Rostemê kurê Zal”). Li wir tê ber çava şerkarîya gelên Îranê ya tevayî dijî hukumdarîya Tirkîyê.

Bûyerên vî awahî em bal miletên mayîn jî dibînin. Ji bo nimûnê: bîlînên rûsa sembola şerkarîya gelên Slavon e dijî zevtkarên teter (3). Tiştekî eşkere ye, ku şairê mezin Abdil Qasim Fîrdoûsî (934-1020), ku him şaxên evê destanê, him jî gelek nivîsên dîrokî û mîfologî bi hostatî nivîsîye, sertaceke edebî ya gelekî hewaskar û hizkirî “Şahname” (“Çîroka derheqa padişa da”) saz kir.

Bona pêşekzana tiştekî nû nîne, ku Fîrdoûsîyê mezin dema nivîsara berhemên xwe yên bêhempa, zargotina miletîyê bi kar anîye, ku pêşîyan ji me ra hîştine (4). “Destana fariza ya bingehîn – mîfa derheqa pehlewîya da dikare bê hesibandinê. Ew dîroka derheqa padşa da ne, ku milet hînî yekîtîya dîrokî dike” (5). Fîrdoûsî bi xwe jî vê yekê testîq dike. Di berhema xwe ya navdar da ew gelek cîya dibêje, ku mîrata dîrokê, berhemên folklorî yên gelên mayîn bi kar anîne. Ji bo nimûnê, di beşê “Derheqa pêşdahatina Şahnamê” da em dixûnin:

Derheqa çi da bistirêm? Her tişt zûda hatîye sitiran.

Ez dikarim tenê derheqa tiştên gotî da bipeyîvim.

Wesyetêd nedîyar ezê nebînim,

Hemû berhem di vî baxçeyî da hatine berevkirin (6).

Cîkî mayîn, di beşê “Derheqa bûyîna Zal da” (bavê Rostem) şair dinivîse:

Ezê niha serpêhatîke ecêb bêjime we,

Ku ji kûraya sedsala gihîştîye me (7).

Akadêmîkê bi nav û deng, rohilatzan Î. A. Orbêlî jî derheqa pevgirêdana “Şahname”yê bi zargotina gel ra nivîsîye: “…Fîrdoûsî dema nivîsandina destana xwe, tevaya dewlemendtîya mîrata dîrokî ya Îranê û beyt-serhatîyên gel, ku ew bi xwe jî di nav wî gelî da mezin bûye, kirîye nava sertaca efrandinên xwe. Û sînorê axa ku gelê wî li ser dima, ji sînorê herêma wî – Xorasanê û hela tevaya Îranê jî firehtir bû” (8).

Ji ber wê jî tiştekî nêzîkî aqilane, ku şairê bi nav û deng herweha folklora gelên Îranê yên mayîn û gelên cîranên Îranê, ku ne îranî ne jî, bi kar anîye. “Gelo heta niha jî di nav kurda, osêtîna, ermenîya (9), gurca, tacîka da awazên wê dewranê nayêne bihîstinê, ku hinkûfî awazên helbestên Fîrdoûsî ne?” (10).

Rostem û gelek berhemên derheqa wî da yên kevin û nû, bilî farisa, tacîka (11) û gelên cînar yên mayîn, ji demên buhurî da ji kurda ra jî nas in, ku ew jî dikeve nava koma zimanên îranî da. Di nav wî gelî da mêrxasê ewê berhema ku em behsa wê dikin û şaxên folklorîyê, ku derheqa wî da nin, usa ketine nava ruhê kurda, ku ewana carna dibêjin, ku Rostem kurd e (12).

Rostemê Zal ber dilê kurda ewqasî ezîz û navdar e, ku çend qebîlên kurda niha jî xwe wek zureta (peyhatîyên) ewî mêrxasê navdar dihesibînin (13).

Rostemê Zal û endamên malbeta wî – Zal, Bêjen, Gêvo, Guhderz û yên mayîn di efrandinên kurda yên sedsalên navîn û dema nû da wek mêrxasên miletîyê têne bîranînê. Şairê kurda yê sedsala 17a, hûmanîstê mezin Ahmedê Xanî, ku akadêmîk Î. A. Orbêlî wî datîne rex Fîrdoûsî û Şota Rûstavêlî (14), di destana xwe ya bi nav û deng “Mem û Zîn” da gelek cara navê Rostem wek sembola hêzbûnê, bedewîyê, rastîyê û heqîyê bîr tîne û bi hizkirineke mezin qala mêrxasên mayîn jî dike, ku hevalbendên wî bûne (15). Helbestvanên dema me jî methê Rostem dane. Ji bo nimûnê, şairê kurda Cegerxwîn Rostem himberî wan mêrxasên kurda yên navdar dike, yên ku şer kirine û heta niha jî şer dikin ji bo rizgarkirina gelê kurd (16).

Gîrok û lêgêndên ku derheqa Rostem da xuliqîne, bi kûrayî ketine nava rehê kûrda da û Rostem bûye mêrxasekî gel yê herî hizkirî û bûye wek terezûya (mêzîna) zorayê, fêrizîyê û serketinê. Ew bi wî rengî di berhemên zargotinê yên mayîn da jî xuya dibe – di hikyata da, di sitiranên mêrxasîyê û evîntîyê da û di cîyên mayîn da. Di stirana bi nav û deng “Delal”ê da dota kurda ya bengîbûyî berê xwe dide xortê hizkirî û dibêje: “Delalê ber dilê mino! Tu bona min Rostemê Zalî, ku rûniştîye li ser kihêla Rexşê Belek û sîng û berê te mînanî dîwarên kela Kîko ne…”.

Rostemê Zal, ku gelê kurd wî kirîye wek ewledekî xwe, di folklorê da hevt govek bavê xwe va tê bîranînê û erf-edetên wan dema heta îro jî di nav gel da hatine parastinê:

Rostem kurê Zal,

Zal kurê Dal,

Dal kurê Kam,

Kam kurê Sam,

Sam kurê Narîman,

Narîman kurê Qereman.

an jî:

Rostemê Zal,

Zalê Dal,

Dalê Kam,

Kamê Sam,

Samê Narîman,

Narîmanê Qereman (17).

Tiştekî balkêş e, ku navên ku di evê destanê da derbaz dibin, ji alîyê kurda da gelek hizkirî ne û gelek kurda ew nav li zar û nebîyên xwe kirine, wek: Rostem, Feremez, Birzo, Serzangezar, Frangîz, Tûzo, Aywez, Bêjen (eva navê hespan e jî), Manîçe.

Ew mêrxasên di evê berhemê da him bi navê xwe, him jî bi şaxên xwe va bi gelê kurd ra bûne xûn û qinêt û gelek cara jî xwe wek kurd dibînin. Ji bo nimûnê: şaxê kurdî ya destana “Rostemê Zal û Efrasyab” awa destpê dibe:

Efrasyab ji Pîran dipirse:

-Ew kêne, ku dijî we şer dikin?

-Ewana,- Pîran bersîvê dide,- cûcikên kurda ne (gilî derheqa kurên Rostem – Zohrab û Feremez da ne), lê çi wê bê serê te, eger tu rastî bavê wan bêyî?

Bilî wê, anegorî şaxên bin destê me da, Rostem dostanîyê bi nonerên eşîretên mayîn – guhderza, zaroya, navzara ra jî dike(18).

Niha ji bîstî zêdetir şaxên destana “Rostemê Zal” bin destê me da hene, ku me di nava gelek sala da bernivîsîye: “Çîroka Zal”, “Rûdeve”, “Şerê Rostem û Mişrîh”, “Zarotî û şerê Rostem”, “Çûyîna Rostem berbi Çînistanê”, “Rostemê Zal û kurê wî Birzo”, “Rostem û kurê wî Feremez”, “Şerê dêwê sipî û Rostemê Zal”, “Şerê Rostem û Efresyab”, “Mirina Rostem” û yên mayîn. Heyetîya ewqas şaxên vê destanê ji me ra dibe bingeh em bêjin, ku di karê sazkirn, helkirin, şimşatkirin, belakirina evê berhema folklorîyê da keda tevaya gel heye (19), ku ji demên buhurî da bi zar gîhandîye me, bi temetîskên xweş û bûyerên xwe yên giring va, ku tê da gelek tiştên jêhînbûnê, çavdayînê û perwerdarîyê hene.

Ev şaxana jîyana kurda ya civakî-aborî di civata eşîrtîyê da, deb û erf-edet, şerê di navbera qebîla, dijîhevbûnên civakî tînine ber çevan. Têma sereke di nav şaxên kurdî yên “Rostemê Zal” da – ew efatî ye. Pehlewanên mezin Zal, Rostem, Gêvo, Bêjen, Birzo û yên mayîn merivne bînfire, qibrax, maqûl û zane ne, di hêza xweda bawer û cengewar in. Ewana li her dema tînine bîra me, ku “ew ji eşîra Zal in”. Nav û namûsa eşîra xwe ew ser xwe û malbeta xwe ra digrin. Bona piştgirîya kesên sade bikin, ewana dikarin bi pelewanên here bi hêz ra bikevine qal û cengê. Di destanê da pirseke mayîn jî mînanî têlekî sor derbaz dibe – ew niştimanperwerî ye, ku di şerê bi leşkerên Tûranê ra mînanî rûnê helandî helal û zelal xuya dibe.

Hemû kesên ji xûn-qinêta Zal û eşîretên alîgirên ewê malbetê bi amintîya hindava gelê xebatkar berbiçev dikevin. Bi kar û barê xwe va ew daxaz û armancên gelê xebatkar tînine ber çevan û bi saya serê wê ye jî, ku ew destan ewqas deng daye.

Destana “Rostemê Zal” bûye serkanîya nemiçiqî bona perwerdekirina nisleta. Mêrxasên wê Zal, Rostem, Gêvo, Zohrab, Sîyawûş, Bêjen û yên mayîn bûne mêrxasên wek Memê, Qeretajdîn, Sîyabend, Kerr û Kullik, Xanê Çengzêrîn û yên mayîn.

Di şaxên kurdî yên “Rostemê Zal” da bi mêrxasên mêr ra tevayî, jinên serxwe jî hene. Ewana ne tenê bi moral û evîna paqij berbi dilketîyê xwe û welêt va berbiçev dikevin, lê herweha bi mêrxasîya xwe va ji mêrên ji malbeta Zal danaxwin. Hela ser da jî, hinek cîya jin bi şerê bi pehlewana ra bi ser dikevin. Rûdeva zora Zal dibe, lê dota Rostem ejdahayê bavê xwe li qaqa reş hasê dike. Navê şaxeke ku me nivîsîye, “Rûdeva” ye. Li wir mêrxasa destanê Rûdeva ye, lê Zal û pehlewanên mayîn rola duwemîn dilîzin. Rûdeva efat bi şerê Rostem ra bi ser dikeve, lê qestbende dide der û qayîl dibe bi wî re mêr bike, ku ji wî mêrxasekî wek wî egît bibe. Xuya ye, ew di dema buhurî da bûye, gava gelek derecên serokatîkirinê di dest jina da bûye.

Derheqa aqilmendî û jîrbûna jina kurd da ev nimûna han jî balkêş e: Rostem bêy ku kurê xwe Zohrab nas bike, wî dikuje. Ew ji derda terkeseratî dinyayê dibe û tenê bi saya serê wê yekê, ku rastî pîreke aqil tê, ji wî halê giran xilaz dibe: Ew pîrejin her sibe çermekî ji postê ga dibe beravê, dişo. Rostemê ku ji malê heyîbîye, çev li wê dikeve û dibêje:

-Dayê, ne bese tu ewî çermî bişoyî?

-Çermî reş e, ez dixwezim ew sipî be.

-Gelo çermê reş qe sipî dibe?- Rostem dipirse.

-Eger reş nabe sipî, yê mirî dikare serî hilde? Tu ketî çi halî?- pirê dibêje.

Tenê piştî van gotina hişê Rostem tê serê wî û vedigere mal.

Di nav şaxên ji alîyê me da nivîsî da jinên kurd qe ne mînanî jinên çend miletên musulmanîyê yên mayîn in. Ew diha aza, serbest, mêrxas in. Ewana serê dêwên usa jê kirine, ku Rostem bi xwe saw ji wan dikişand. Jineke usa – keça wî ye. Di destanê da jin di nav der-dorên xweda xwedî sîyaneteke mezin in. Rostemê, ku ji ji şahê Îranê xeyîdî bû, tu cara wê qayîl nebûya Îranê ji dest dijmina derxe, eger jina hîvî û reca jê nekirina. Bê hemdî me edeteke kurdî dikeve bîra me, ku heta niha jî heye: şerê di navbera mêra da betal dibe, gava jin ji bo lihevanînê dikeve navberê û navçîgarîyê dike.

Mêrxasên destana “Rostemê Zal” bi helalîya hindava gelê xebatkar va gelekî dibişine mêrxasên destana ermenîya “Davîdê Sasûnê”. Derheqa nêzîkîhevbûna mêrxasên evê destanê da akadêmîk K. Mêlîk-Ohancanyan nivîsîye: “Gelê kurd, ku bi sal û zemana bi cînartîya qenc bi ermenîya ra jîne, destana gelê ermenîya “Sasna srêr” (Şûrên Sasûnê) “mehandine” û ber dilê wan ezîz e. Û di vêrsîyona kurdî da jî timtêla miletîyê wek ya di destana ermenîya da nêzîkî dil û sewdê gel e (20).

Vêrsîyonên kurdî yên “Rostemê Zal” bi armanc û hêvîyên xwe mînanî destana azirîya “Koroxlî” ne. Ev destan jî bal hemû gelên rohilatê gelekî belabûyî ye û bûye berhemeke here hizkirî (21). Ev destana herweha nêzîkî dilê wan gela ne jî, ku dîn û meshebên wan ji hev cuda ne, bi zimanên cihê-cihê dipeyîvin û wan da dostanîya gela cîkî mezin digire.

Şaxên kurdî yên “Rostemê Zal” di hêla bedewîya lîtêratûrîyê da gelek dagirtî ne. Fikirên aqilmend, helbestvanîya sade û xurt, hevokên lihevhatî, dewlemendtîya zimên, gotinên pêşiyan yên kûrfikir, rewşeke kaw û xemleke bedew didine evê destanê. Dema helbestên di nav wan da dixûnî, meriv dibê qey sazbendî jî pêra ne û dikarin destxweda bibin stiran.

Aqilmendîya gel di vê destanê da baş xuya dibe. Himberîhevkirinên di cî da, hevhûnandina bûyera, dîdemên tebîyetê, şarazatîya gel ev berhema delal bêqusûr kirine. “Rostem – ew çiyakî mezin e, lê sîngê wî – mertala berbend e ji bo Îranê”,- di şaxekê da tê gotinê; şaxekê da şerê di navbera Hinan û Rostem da himberî hevketina du deryayên mezin tê kirinê. Her yek ji wan şivêta hûtekî heftserî ye. Ewana serê xwe ji kûraya deryayê bilind kirine û ketine pêsîra hev. Şerê wan usa ecêb bû, ku gelek kes zendegirtî mabûn: “Ew çawa bû, ku piştî şerê wan dinya di cîyê xweda ma, ji cî neleqîya”. An jî: di dema şerê di navbera Îranê û Tûranê da “dinya ji hev çû. Padşa weke barana nîsanê hêsir barandin”. Di cîkî mayîn da em dixûnin, ku Rostem derketîye der va, dike hewar-gazî. Newala mezin ji dengê wî xurdilî, zinar û qeya hatine xwarê, lê çemê mezin şêlû bû. Binecîyên gundên der-dorê, ku ew av vedixwarin, ji hev ra digotin: “Heyran, ava me timê zelal bû, baran jî tune, ev çi qewimîye, ku ew awa şêlû bûye?”.

An jî: Frangîza jina Sîyawûş ku ji Tûranê direve, ji Gêvo ra dibêje: “Eskerên bavê min tên, hesabê siteyrên ezmana heye, hesabê eskerê bavê min tune; tu bibî agir, ew bibin pembu, tu nikarî wana bişewitînî, tu bibî barana baharê jî nikarî wana şilkî”. Gêvo dibêje: “Ez kurdê te me, tu xema neke, ezê bikime fizildûman, ewê xwe li riya revê bigrin”.

Çend mêrxasên destanê bi navên mayîn jî eyan in. Bona wê yekê, ku îzbat bikin Rostem ji dayîkeke bi hêz bûye (navê wê Gelapirûze bû) û dijmin xofê jê dikişînin, çîrokbêj bejin-bala wê himberî ya dehbê beyanî dike û şirovedike, ku çawa ew carekê çûye daristanê, dar birîne, êzing ser şirîtekê raxistine û wî çaxî çiqekî darayî mezin nav çevê wê ketîye û li ser sûretê wê dexme çê bûye, ji ber wê jî navê wê kirine Rûdeve, ku tê maneya “elîwat”. Nimûneyeke dinê: Gêvo, ku weke hirçekî ye, navê wî kiribûn Gêvoyê Hirç. Di şaxekê da tê gotinê: “Gêvoyê kurê Guhderz mû-misqal hirç e, merî ku rastî wî tê, zendegirtî dimîne”.

Di destanê da xew û xewn rewşeke kaw didine vê berhema gelî. Xewa heft roj, heft şeva ne tenê cûrekî hêsabûnê, bihêzbûnê, lê usa jî dermanekî qenckirinê ye bona Rostemê birîndar û dijminên wî. Di xewê da birînên kûr û xeder dikewin û mêrxas careke din derdikevine qal û cengê. Û bi destî xewndîtinê, wek ku di nav folklora gelek miletên mayîn da jî heye, paşeroj û axirî-aqûbeta mirov xuya dibe û tê texmînkirinê ku mêrxas di çi halî da ne. Ji bo nimûnê, em xewna Rostem bîr bînin, bi saya serê kîjanê bêlî dibe, ku çi hatîye serê Xosrow û kurê Sîyawûş.

Sêr jî di destanê da cîkî berbiçev digre. Ew gelek cara daxazên mêrxasa diguhêrin, halê nû saz dikin.

Hespê Rostem – Rexşê-Belek di destanê da cîkî sereke digre. Rostemê Zal mêrxasê gel e, bi tembe û wesyata milet ew gerekê zora dêwa û dijmin bibe, ku dakutane welatê wî. Bona serketina hindava dijminê pirjimar û bi hêz da, qewata wî gerekê dubare, sêcare bibe, lê hesp gerekê wek xwedîyê xwe xwedî feraset û aqilê pir be. Guhê wî gerekê bighîjine ber perê ezmana, bona her tiştî bibihê, lê serê wî gerekê bighîje ewra bona bikaribe bala xwe bide her cîya, ku bi riya here kin va bê hewara xwedîyê xwe, ku li bendê ye.

Gelo dikaribû bêy hespekî usa aqil serpêhatîke awa bêqusûr derheqa Rostem da bihata sazkirinê? Hilbet, na. Ew hesp mêrxasekî destanê yê sereke ye, ew di cîyên here dijwar da tim rex xweyê xwe ye, ew gelek guhdar, femdar e, temîya dide xweyê xwe, şer dike û biserdikeve.

Şaxên “Rostemê Zal” bi sala-zemana di bîra milet da mane, timê hatine tezekirinê û “per û baskên” nû jê şîn bûne. Û niha, weke ku bêy “Dimdim”ê, “Kerr û Kullik”, herweha bêy vê berhemê jî em nikarin destana kurdî ya mêrxasîyê bi tevayî bînine ber çeva.

Di şaxên destanê da edetên usa hene, ku ji dewrana agirperestîyê da mane. Û hetanî niha jî bal kurdên êzdî Rostem – ew kurê Destana Zalê Zer e, lê pêşîyên wî ji heft malbetên navdar bûne. Ev mesela êzdîyan, ku berê-berê da hatîye gotinê, gelekî balkêş e: “Nifirên wan – nifir in, duayê wan – dua ne”. Ango nifir û duayên wan pêk tên. Hetanî niha jî êzdîyên ku ketine halekî giran û bêçare da û benda ecêbekê ne, ku ji wî halî derên, hewara xwe li meleka û pehlewana dadixin û di nav wan da navên pehlewanên ji malbeta Rostemê Zal jî derbaz dibin: “Ya mala Zalê, tu hewara min da bêyî”. Zal û Rostem azakar û xwedî kar û barên qenc in. Ji ber wê jî bîranîna ocaxa Zal tiştekî ziyaretî ye û sondeke sereke ye di nav kurdên êzdî da.

Lê ne tenê pehlewanê ji malbeta Zal yekî usa mêrxas e. Teyrê Sîmir (Taûs) jî ji wî danaxwe, ku ji demên pûtperestîyê da bi me va eyan e û di “Şahnamê” da bi navê Sîmurg derbaz dibe. Ew şêwrdarê mala Zal e, piştgir û dilêşê wan e. Ew Rostem ser pişta xwe dibe, dighîne welatekî dûrî-derez, hespê wî Rexşê-Belek hînî banzdanê dike.

Tiştekî balkêş e, ku ew teyrê ecêb ketîye nava deba gelê kurd û di berhemên folklorî da gelek cara rastî me tê. Hetanî niha jî gotineke awa heye: “Bidî xatirê Teyrê Sîmir”. Em bêjin, ku Teyrê Sîmir Taûs e, ku êzdî wî dihebînin û melekê xwe dihesibînin(22). Ber heykelê Taûsî ji hesin çêkirî direqisin, distirên, qurbana didin (23). Bilêvkirina navê Taûs sonda kurdên êzdî ya dînî ya here ezîz e. Bona testîqkirina rastîya gotina xwe, dibêjin: “Melekî Taûs”, an jî tenê “Taûs” û ew têr dike, ku şikberî ji ortê bê hilanînê.

Eşqerî Dêmzer – Rexşê Belek jî, ku hespê Rostem bû û gelek amin, bêtirs bû û qerasekî weke kelakê bû, sondeke sereke ye. Ew tê hesibandinê wek hespê Xidirnebî jî, ku dikare di hewê da bide tirada û di behrê da firqas bike.

Bi vî awahî, mal, ocax, malbeta Zal, Teyrê Sîmir û hespê Rexşê Belek di destana “Rostemê Zal” da rêçên dînê kurdên êzdîya ber me vedikin” (24).

Di şaxên kurdî yên “Rostemê Zal” da bawerîyên qencî û xirabîyê, ronayê û tarîyê têne ber çeva. Ew hemû kes, ku berê-paşê da duxwedêtî nehebandine, dihatine hesibandinê wek bêxwedê, kirêt, debe, bêwijdan, lo heta kafir jî. Pişt ra, dema piranîya kurda çûne ser dînê musulmanîyê, wan meriva ra digotin “kafir”, yên ku neçûbûne ser dînê Hizretî Mehemed, û Rostem vê carê dibe belakirê bîr-bawerîyên dînê musulmanîyê û ev yek di çend şaxa da xuya dibe.

Lê dîsa jî, gava me li ser şaxên “Rostemê Zal” lêkolîn dikir, li her dera em rastî îzbatîyên berî musulmanîyê dihatin. Ew tiştekî tabiyî ye û femdarî ye, ji ber ku, wek ku akadêmîk M. Abêxyan dinivîse, “rastîyê, çîrokên derheqa pelewanên bi nav û deng da di nav her miletekî da bi dijwarîke mezin têne jibîrkirinê, ew bi sedsala ser zarê milet in û, wa gotî, dewsa cilê dîrokî yê kevin, cilên nû li xwe dikin… Û her nûbûnê ra ciwantir dibin” (25).

Şaxên “Rostemê Zal” pir cara ji alîyê merivên nexwendî da têne gotinê û bi zar ji nisletekê derbazî nisleteke mayîn dibin. Ji bo nimûnê, binecîyên gundê Şamîramê li navça Eşterekê (Ermenîstanê) Pîr Ûsib û Şêx Keleş bawerbikî hemû şaxên destanê zanibûn, ji zarotîya Rostem bigre, heta were bighîje mirina wî û dikaribûn bi hevtîya bigotana. Bi vê yekê ra girêdayî N. Y. Marr dinivîse: “Bal wan mileta, ku pûtperestî bi hêz bûye, bal wan sitiran ser her tiştî ra bûye…”, “sitiranên kurda – ew dewlemendtîya wî gelî ye, ku ji pûtperestîyê ji wan ra wek mîrat maye, ji wî dînî, ku di demên buhurî da dînê gelek eşîrên kurda bûye…” (26).

A ji ber wê jî ew şax him ber dilê ermenîyên xaçparêz ezîz e, him jî ber dilê tirkên musulman. Sitiranên kurda yên nedîndarîyê, bi syûjêyên xwe yên evîntîyê û mêrxasîyê va, herweha nimûnên folklorê yên mayîn jî, di ruh û sewdê ermenîya, aşûrîya û gelên musulman da jî cî girtine. “Ez ser wê bawerîyê me,- N. Y. Marr dinivîse,- ku bi dewlemendtîya xwe ya helbestvanîya gelî va kurd gelekî pêşiya cînarên xwe – tirkên musulman û ermenîyên xaçparêz ketine: ew herdu gel ji şam-şureta hunermendîya gelî ya dînî bi kokê va dûr ketine, lê kurd û kurdîaxêf, mînanî fariza tam dest ji dewlemendtîya hunermendîya xwe ya dînî ne kişandine, û heta piştî qebûlkirina dînê îslamê jî” (27). Hema eva yeka îzbatî ye, ku gelên xaçparêz û musulmanên cînarê kurda gelek temetîskên hunermendîyê ji wana hildane. Ji bo nimûnê, di dîwana 5a ya “Berevoka Êmînîyê ya êtnografîyê” da miqaleke bi sernivîsara “Destana ermenîya-kurda” heye. Di wê da bilî çend sertacên edebîyata kurda yên mayîn, çar şaxên “Rostemê Zal” jî hene: “Rostem û Zal” (rûpelên 3-13), “Rostem, Etembijî û Duro” (rûpelên 14-24), “Rostemî Zal” (rûpelên 25-39) û “Bêjen” (rûpelên 40-53). “Pirtûka rasteqîn,- H. Xalatyan ji navê redaksîyonê dinivîse,- ew çapa 5a ya “Berevoka Êmînîyê ya êtnografîyê” ye,- xênji motîvên kurdî, li wir em usa jî rastî motîvên êpîkîyê yên hemîranîyê tên, ku dibişine “Şah-Name”ya Fîrdoûsî, lê dibe ew şaxên destana fariza ne, ku diha zû hatine gotinê” (rûpelê 3a). Vira gilî ne derheqa pêwendîyên sertacên ermenîya-kurda da ne (28), ku hindava xweda gelekî hewaskar in, lê derheqa wê yekê da ne, ku folklora ermenîya da ji şaxên kurdî yên destana “Rostemê Zal” hene (29).

Eva yeka bi nivîsên berevkar û çapkirê folklora kurdî S. Haykûnî jî têne testîqkirinê. Ew dinivîse, ku şaxên “Rostem û Zal” û “Bêjen” bi zaravê ermenîya yê gundê Arnçkûyz, navça Arskê herêma Kacbêrûnyas hatine nivîsarê: “Ew şax Davo Muxsî Harûtyûnyan daye, ku di zarotîya xweda ji ermenîkî bihîstîye: ermenî gelek cîya derheqa oda da qise dikin û gelek destanên kurdî zanin. Rast e, ew destana kurda ye, lê kurd bi xwe bi ciddî guh nadine wê û piranî qereçîyên ermenîya û kurda ew dibêjin” (30), lê du destanên mayîn – “Rostem, Etembijî û Duro” û “Rostemî Zal” – bi zaravê Moksê hatine gotinê. Ya pêşin “binecîyê gundê Nortûz Sîkûns Vardan Martîrosyan gotîye… Ew di herêma xweda ji zarbêjên ermenîya bihîstîye û dibêje, ku ermenî ewê gelekî baş bi kurdî dibêjin û distirên (31), lê “Rostemî Zal” Pêtros Vêrtoyan gotîye, nebîçirkê Xosrow… Ew ji merivekî bi navê Çolo hîn bûye. Pêtros gelek çîrok û destanên kurdî zane” (32).

Di herdu şaxên jorgotî da bîn û boxsa zarxweşîya kurdî, tam û lezeta zimanê kurdî, hela perçên helbestên kurdî jî hene, yên ku ji nivîsara vekirî (proza) zêdetir dijîn, kêm têne guhêrandinê. Ew şaxa “Rostemî Zal”, ku S. Haykûnî berev kirîye, proza ye, lê bi van xetên helbestkî va (bi zimanê kurdî) kuta dibin:

Him çinar, him delal, him zinar,

Çê bû Rostemê kurê Zal,

Emir kir sêsed şêst şeş sal,

Hêj biçûke, tifal,

Dayê hêmbêz kir, bire mal (33).

“Şaxa ermenî ya “Rostemî Zal”,- akadêmîk K. Mêlîk-Ohancanyan dinivîse,- bin hukumê destana kurda ya mêrxasîyê hatîye amadekirinê (piranîya zarbêjên ermenî ewê bi ermenî û kurdî dibêjin)” (34).

Şaxên kurdî yên “Rostemî Zal” di nav aşûrîyên cînar da jî belabûyî ne. Derheqa wê yekê da kurdzanê rehmelêbûyî, bi eslê xwe va aşûrî, Îsahak Morogûlov ji me ra gotibû.

Şaxên kurdî yên “Rostemî Zal” ji kurda derbazî nav ereba jî bûne (35).

Em ji vê yekê dikarin texmîn bikin, ku şaxên kurdî yên “Rostemî Zal” dikare biqewime, ku ketine nav folklora gelên îranî, di nav wan da fariza jî. Bi wê pirsê ra girêdayî ew gotina K. Mêlîk-Ohancanyan hêjayî guhdarîyê ye, ku “piranîya nava di şaxên ermenîya da yên derheqa “Rostemê Zal” da (ku bi kurdî têne gotinê), di destanên Îranê da jî hene” (36).

Niha em bi kurtî derbazî pevgirêdanên şaxên kurdî yên “Rostem Zal” û “Şahname”yê bibin.

Tiştekî ji şikberîyê der e, ku kurd, xwesma kurdên Xorasanê, ku zimanê farisî jî zanibûn, bi berhema Fîrdoûsî ra baş nas bûn.

Di çend şaxên ji alîyê me da bernivîsî da, behsa “Şahname”yê jî tê kirinê. Ew ev şax in: “Şerê Îranê û Tûranê”, “Rostem û Bêjen”, “Şerê Rostem û kurê wî Zohrab” û yên mayîn.

Tiştekî balkêş e, ku ew şax, wek “Şahname”yê, piranî bi cûrê helbestkî gihîştine me.

Xênji wê, di şaxên jorgotî da navên mêrxasa eynî wek navên wan mêrxasan in, ku di “Şahname”ya Fîrdoûsî da derbaz dibin: Kamûsî Kêşan (Kamûs Koşanî), Eçkapûs (Açkibûs), Tûs, Frîcen, Efresyab (Efrasîab, Alfasîab), Pîran, Behrem, Hinan, Tacevî, Bêjen (Bîjan), Owled û yên mayîn.

Navên cî û werga jî eynî ne: Îran, Tûran, çemên Mezendere, Kûrexan û Şehrût û yên mayîn.

Ji van fikra em têne ser wê bawerîyê, ku dibe ev hemû ji “Şahname”yê derbazî kurda bûye, ji ber ku him bi naverokê, him bi cûrê xweva, navên nevsa (kesa) û wargeha yek in.

Gerekê bê kivşkirinê, ku ew perçe derbazî nava folklora kurda bûne, ku piranî bi Rostem va, şerê wî û mêrxasîya wî va girêdayîne. Lê perçên “Şahname”yê yên mayîn, ku ji bo nimûnê, bi padşa ra girêdayîne, bi kurda ra ne nas in, wek ku ew perçên, ku derheqa van padşa da nin: “Kayomars”, “Taxmûras”, “Cemşîd”, “Îrac”, “Lohrasp”, “Goştasp”. Û ev yek femdarî ye. Milet tenê wê yekê hildide, ku nêzîkî dilê wî ye, anegorî daxaz û armancên wî ne.

Lê îzbatîyên usa hene, ku derheqa wê yekê da şahadetê didin, ku kurd ne tenê “Şahname” rind zanibûn, lê hela dibe Fîrdoûsî nas jî dikirin. Wana jî mînanî cînarên xwe – fariza derheqa wî da çîrok û hikyat efirandine. Bi vê yekê ra girêdayî cî ye em şaxa kurdî ya “Şerê Rostem û Ezrîfê” destnîşan bikin, li ku rex mêrxasên destana “Rostemê Zal” – Zal, Rostem, Gorganî, navê Fîrdoûsî jî derbaz dibe. Di şaxa jorgotî da Fîrdoûsî karmendekî koçk-sera Kavkaxş e. Kavkaxş bi maneyekê Rostem dawetî bal xwe dike. Hema di wê demê da serekqumandar Ezrîf bi fermana padşê bajarê Qeyserê bi eskerekî giran va tê bi malbeta Zal ra şer bike. Ew dawê dike, ku wan dilketîyan li wan vegerînin, ku ji bajarê wan revîne. Zal qayîl nabe, wan dergîstîya nade wan, ji ber ku wana xwe avîtîye ber bexşa wî. Destbi şer dibe.

Zal dibîne, ku zehmet e bê Rostem ji heq-hesabê dijmin bê der, mecbûr dibe bi destî qasidekî nameyekê ji Kavkaxş padşa ra dişîne, jê hîvî dike, ku Rostem bê hewara wî. Qasid nameyê dide Fîrdûosî, lê Fîrdoûsî tanga xweda ewê nameyê dide padşa(37).

Ev yek jînenîgarîya şair dike bîra me. Eyan e, ku Fîrdoûsî di koçk-sera Mehmûd şah da qulix dikir (38), lê vira – li koçk-sera Kavkaxş şah da.

Ev malûmatîya kurda îzinê dide me em bêne ser wê bawerîyê, ku tiştekî nêzîkî aqilan e, ku di saxtîya Fîrdoûsî da kurd wî nas dikirin û haya wan ji berhemên wî hebû. Ne axir di saxtîya şair da helbestên wî îdî di nav fariza da bela bûbûn (39), û kurd jî cînarên wan bûn û di hêla zimên da jî mirovên wan bûn.

Eger em van bûyeran bidne ber çevan, em dikarin şikber nebin, ku berhemên Fîrdoûsî di nav kurda da belabûyî bûne (40). Kurda efrandinên şair yên helkirî, şimşatkirî, ku ji alîyê bedewnivîsarê da gihîştibûne ser dereca bêqusûrîyê, kiribûne milkê gelê xwe (41).

Lê di nav kurda da serpêhatîyên derheqa Rostem da yên usa rast tên, ku bi xusûsîyetên xweva ji “Şahname”yê gelekî dûr in. Di van şerta da em nikarin testîq bikin, ku ew perçên şaxa ji erfandinên Fîrdoûsî hatine hildan. Lê tiştek ji sedî sed e, ku hinek ji wana paşdemê da ser da hatine zêdekirinê, hinek ji wana jî dibe berî nivîsara “Şahname”yê hebûne. Dibe jî çend malûmatîyên derheqa Rostemê Zal da, ku berê da di nav kurda da hebûne, Fîrdoûsî bi kar anîye, an jî şair bi xwe dikaribû derheqa wan da bizanibûya û dema nivîsara perçên derheqa Rostem da, şaxên kurdî jî bi kar anîye, hela dibe ew şax bi zmanê kurdî jî bihîstibe, ji ber ku kurdî nêzîkî farisî ye.

Derheqa wê yekê da, ku Fîrdoûsî kurdên cînar nas dikirin, ew yek jî şahadat e, ku ew di destana xweda gelek cîya kurda bi bîr tîne. Şair herweha nimûnên folklora kurda jî bi kar anîye, ji bo nimûnê, di “Şahname”yê da derheqa efsaneke (42) kurda ya kevnare da jî tê bîranînê (43). Di destana “Zehaq” (Dehaq.- N. W.) da (44) tê gotinê, ku ser milê Zehaq du mar şîn dibin, ew rojê mejûyên du xortan dixun. Aspêj (aşçî) Ermayîl û Karmeyîl dixwezin yekî ji wana xilazkin û mejûyê beranekî tevî mejûyê yê mayîn bikin û bidne marên xûnxwar. Û ew azakar berevî ser hev dibin, dibine qebîlek, ku paşê bi navê kurd xwe eyan dikin. Fîrdoûsî dinivîse:

Yê dinê ra gotin: “Emê te ji mirinê xilazkin, ji vir here

Lê vir şûn da ji gund dûr keve.

Û rûyê xwe nîşanî bajêr nede,

Bira çiya û banî ji te ra bibine hêwirgeh”.

Wana her meh emirê sî tifala xilaz dikirin,

Di wan rojên reş û heş da alî wan dikirin,

Gava ku jimara wan gihîşte dusedî,

Wana bi şev,- ku kes wan nebîne-

Hildan, bi riya xewle va birin.

Paşê kar û beran dane wan

Û ji wan paşê eşîra kurda peyda bû” (45).

Ew îzbatî jî hewaskar e, ku, wek ku Mustefa Keyvanî dinivîse, şairê mezin mesele-metelok û dilokên kurdî di destana xweda bi kar anîye (46). Ewî derheqa mêrxasîya kurda û herweha derheqa dûrnedîtin û dilsaxîya wan da nivîsîye (47). Ev hemû îzbatîyên derheqa wê yekê da nin, ku dibe di “Şahname”yê da keda folklora kurda jî heye.

Lê, bêy wê yekê ku ew rast e, an jî na, kemala şaxên kurdî yên destana “Rostemê Zal” gelekî mezine û nikare ji “Şahname”yê cihê bê qîmetkirinê.

Di vê berevokê da 24 şaxên destana “Rostemê Zal” hene. Ew şax kurdên êzdî û zarbêjên ermenî yên ji Ermenîstana Roava, ku kurdî zanibûn, ji me ra gotine. Ew ermenîyên ji Şataxê, Qersê, Surmelîyê ne, ku di salên şerê hemcihanê yê yekemîn da mihacirî navçe û bajarên Ermenîstana Rohilatê bûne.

Berevok ji çar beşa ne:

Bûyîn, zarotî û xortanîya Rostem;

Rostem wek parêzkarê merivên sade;

Pêwendîyên Rostem û kurên wî;

Şerê Rostem boy xatirê parastina welêt û mirina wî.

Dawîyê da malûmatî hene derheqa zarbêjên destanê da.

(•) Ev pêşgotin di evê pirtûkê da bi zimanê rûsî çap bûye. Çavkanîyên wê jî bi kurdî, rûsî, ermenî, îngilîsî û erebî ne. Em li jêr orîgînala çavkanîyan bi tîpên kurdî dinivîsin.

Ç A V K A N Î

  1. V. V. Bartold, “Îran, Îstorîçeskîy obzor”, Taşkênt, 1926, rûpel 19 (pirtûk bi rûsî ye).
  2. V. Î. Abaev, Skîfo-yêvropêyskîyê îzoglossî, Moskva, 1965, rûpel 86. (bi rûsî).
  3. Bîlîonî. Vstûpîtêlnaya statya, podbor têkstov î prîmêçanîya P. D. Ûxova, Moskva, 1957, rûpel 16-17. (bi rûsî).
  4. Abûl Kasîm Zarrê, Oçêrkî lîtêratûrî Îrana, “Vostok”, sbornîk vtoroy, M.-Lênîngrad, 1935, rûpel 36. (bi rûsî). Av. Şahsûvaryan, Şahnamên yêv haykakan axbyûrnêri, Yêrêvan, 1967, rûpel 69. (bi ermenî).
  5. R. Abrahamyan, Fîrdovsîn yêv îr “Şahnamên”, Têhran, 1934, rûpel 122. (bi ermenî).
  6. Fîrdoûsî, Şahnamê, cild 1, Moskva, 1957, rûpel 15. (bi rûsî).
  7. Dîsa li wir, rûpel 156.
  8. Î. A. Orbêlî, Îzbrannîyê trûdî, Yêrêvan, 1963, rûpel 540. (bi rûsî).
  9. Hela di sedsala 5a da M. Xorênasî di pirtûka xwe ya “Hayastanî patmûtyûn” (“Dîroka Ermenîstanê”) da Rostem bi bîr tîne, yê ku bi gotina gotîya xwedî hêza sed çil fîla bû. Binhêre: M. Xorênasî, Patmûtyûn Hayos, Tpxîs, 1913, rûpel 114-115. (bi ermenî). Eva nivîsa here kevin e derheqa Rostem da.
  10. Î. A. Orbêlî, Îzbrannîyê trûdî, rûpel 540. (bi rûsî).
  11. V. Î. Abaev, Skîfo-yêvropêyskîyê îzoglossî, rûpel 86. (bi rûsî).
  12. Şaraf-xan Bîdlîsî, Şaraf-namê, cild 1, Moskva, 1967, rûpel 84. (bi rûsî).
  13. E. B. Soane, To Mesopotamîa and Kurdîstan în dîsgulse, London, 1926, rûpel 377. (bi îngilîsî).
  14. Pêşgotina Î. A. Orbêlî di berevoka “Pamyatnîkî êpoxî Rûstavêlî”, Lênîngrad, 1938, rûpel 1-2. (bi rûsî).
  15. Axmêd Xanî, Mam î Zîn. Krîtîçêskîy têkst, pêrêvod, prêdîslovîyê î ûkazatelî M. B. Rûdênko, Moskva, 1962, rûpel 52, 64, 70, 139, 158, 164, 177, 182. (bi rûsî).
  16. Cegerxwîn, Sewra Azadî, Şam, 1954. (bi kurdî).
  17. Bi qanûnên zimanê kurdî navên mêran bi herfên ê an jî î xilaz dibin. Ji bo nimûnê: Mêhrabê Kabil, Galê Gerger, Jîrkê Mila, Xalitê Nebaza, Loşî Zalim, Ebûzêtî Zalit, Selmanî Sindî, Xewserî Şêr û yên mayîn.
  18. Di şaxa “Sîawûxş” da, ku me ji devê folkorîstê ermenî, rehmetlêbûyê Şahên Kûjîkyanê ji Şataxê girtîye, em rastî bûyereke awa tên: Guhderzê bavê Gêvo fermana padşê – ku kurê wî bikuje – bendî tiştekî nahesibîne û dibêje: “Em-kurd, nikarin kurê padşê bikujin”. Ew yek jî hewaskar e, ku şairê sedsala 18a Herîs Bîtlîsî jî navê ewê qebîlê (guhderz) bi bîr tîne. Xarîs Bîtlîsî, Lêylî î Mêdjnûn, pêrêvod, prêdîslovîyê î ûkazatelî M. B. Rûdênko, Moskva, 1965, rûpel 65. (bi rûsî). Binhêre: G. B. Akopov, Nêkotorîyê aspêktî problêmî proîsxojdênîya kûrdov v svêtê dannîx drêvnêîranskoy mîfologîî (“Çend aspêktên problêma pêşdahatina kurda di malûmatîyên mîfologîya Îrana kevnare da”),”Vostokovêdçêskîy sbornîk” 11, Yêrêvan, 1964, rûpel 344-345. (bi rûsî).
  19. V. F. Mîllêr, Otgoloskî Rostamîadî û kûrdov, “Êtnografîçêskoyê obozrênîyê”, 1891, cild. 9, rûpel 201-202. (bi rûsî).
  20. K. Mêlîk-Ohancanyan, Fîrdûsîn yêv Îranî vîpakan motîvnêri “Şahnamêûm” û hay matênagrûtyan mêdj, (bi ermenî). Binhêre: “Fîrdûsî” (berevok), Yêrêvan, 1934, rûpel 115-116.
  21. H. Cindî, Kyoroxlî êposî krdakan patûmnêri, (bi ermenî). Yêrêvan, 1953, rûpel 10-11.
  22. E. B. Soane, To Mesopotamîa and Kurdîstan în dîsgulse. London, 1926, rûpel 100. (bi îngilîsî). E. Veyndenbaûm,Pûtêvodîtêl po Kavkazû, Tîflîs, 1888, rûpel 68, 74, 76-77. (bi rûsî); Çjîmbê, Sokrovîşça mêlik taûza, roman, Moskva-Lênîngrad, 1928. (bi rûsî).
  23. Heykelê Melekê Taûs nîşanî xelqên xerîb nakin; ew bal qewalên êzdîyane li herêma Şengalê, Kurdistana Başûr, yên ku ew heykel di nav êzdîya da digerînin û xêr-xêratên salewextê berev dikin.
  24. N. Y. Marr dinivîse: “Hetanî niha tenê tiştek safî ye: di êzdîtîyê da ulmê dînî yê kevnare heye” – Yêşço o slovê “Çêlêbî”,Sankt-Pêtêrbûrg, 1911, rûpel 40-41. (bi rûsî).
  25. M. Abêxyan, Hay joxovrdî vepi (“Romana gelê ermenîya”), ku ji hejmarên kovarên “Azgagrakan handês”ê yên salên 1906-1908a hatine bergirtinê, Tîflîs, 1911, rûpel 181. (bi ermenî).
  26. N. Y. Marr, Yêşço o slovê “Çêlêbî”, Sankt-Pêtêrbûrg, 1911, rûpel 31. (bi rûsî).
  27. Dîsa li wir, rûpel 30.
  28. H. Cindî, Hay yêv kûrd joxovûrdnêrî barêkamûtyan artasolûmi banahyûsyûtyan mêc, Yêrêvan, 1965. (bi ermenî).
  29. B. Xalatyans, Îranî hêrosnêri hay joxovrdî mêc, Parîs, 1901, rûpel 9. Toros Azatyan, Rostam Zalî masîn, binhêre arşîva Toros Azatyan, para 3a, hejmar 89, di mûzeya edebîyatê û hunermendîyê ya ser navê Yê. Çarêns, li Yêrêvanê. (bi ermenî).
  30.  Êmînyan azgagrakan joxovasû (Berevoka Êmînîyê ya êtnografîyê), cild E, Moskva-Vaxarşapat, 1904, rûpel 25. (bi ermenî).
  31. Dîsa li wir, rûpel 14.
  32. Dîsa li wir, rûpel 3.
  33. Dîsa li wir, rûpel 13.
  34. K. Mêlîk-Ohancanyan, Fîrdûsî yêv Îranî vîpakan motîvneri “Şahnamêûm” û hay matênagrûtyan mêc, “Fîrdûsî”(berevok), Yêrêvan, 1934, rûpel 162. (bi ermenî).
  35. Di bin destê me da berevoka Gûgo Makaş ya “Kurdskîyê têkstî narêçîy kurmancî îz okrêstnostêy Mardîna”(“Têkstên kurdî yên zaravê kurmancîya der-dorê Merdînê”), Lênîngrad, 1926. Di wê da şaxeke “Rostemê Zal” heye (rûpel 100). Berevkar Êmîn ew ji kurda bihîstîye û erebî gotîye. (bi rûsî).
  36.  “Fîrdûsî” (berevok), Yêrêvan, 1934, rûpel 163. (bi ermenî).
  37. Ev şax binecîyê gundê Elegezê navça Aragasê (Ermenîstan), aşiqê nexwendî, Ahmê Çoloyê 70 salî ji me ra gotîye.
  38. Av. Şahsûvaryan, Şahnamên yêv haykakan axbyûrnêri, Yêrêvan, 1967, rûpel 25-26. (bi ermenî).
  39. Dîsa li wir, rûpel 29.
  40. Wek ku rêwîyê tirk Ewlîya Çelebî dinivîse, di kitêbxana hukumdarê wilayeta Bîtlîsê Ebdil-xanê kurd da 20 cildên “Şahname”ya Fîrdoûsî hebûn. Binhêre: “Tûrkakan axbyûrnêri” (berevok), cild G, Yêrêvan 1967, rûpel 255. (bi ermenî).
  41. Bûyereke vî awahî ye – belakirin û parastina efrandinên şairên kurda yên sedsala navîn.
  42. Binhêre Şaraf-xan Bîtlîsî, Şaraf-namê, cild 1, 1967, rûpel 81-82. (bi rûsî).
  43. Şairê azirî yê bi nav û deng Nîzamî Gencawî, ku bi farisî dinivîsî, bi nêzîk va gelê kurd nas dikir, guh dida ser folklora wê ya dewlemend, ew veçêdikir. (Nîzamî Gencewî, Yeddî güzel, Bekû, 1941, rûpel 214-232). (bi rûsî).
  44. Çîrokeke kurdî heye bi navê “Derheqa qiral Zihaq da”, binhêre: M. B. Rûdênko, Opîsanîyê kurdskîx rûkopîsêy lênîngradskîx sobranîy, Moskva, 1961, rûpel 15. (bi rûsî).
  45. Fêrdovsî, Şahnamê, cild 1, Moskva, rûpel 51. (bi rûsî).
  46. 47. Şahnamak Fîrdûsîî, drvag “Artaşîr Babakanî”, wergera ermenî H. Tîrakyan, Nyû-York, 1909, rûpel 34. (bi ermenî).

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev