Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

We dizanibû…? – 13

We dizanibû…? – 13

Berevkar: Têmûrê Xelîl

…salên 1898-1909 Şerîf Paşayê kurd baylozê Tirkîyayê bûye li Swêd. Xanîyê, ku ewî li Stokholmê bona malbeta xwe çê kirîye, niha wek qesreke dîrokî û bona tûrîstan hewaskar tê hesibandin.

…li herêma Kelar li Kurdistana Başûr jineke bi navê Kejal Ahmed, ku bi xwe mamosta ye, di roja 10.02.2007an li nexweşxaneya Kelarê bi carekê va 8 zarok anîne. Berîya wê Kejalê bi carekê ra 4 zarok anîbûn.

…kurdan di dîrokê da gelek dewlet çê kirine. Ya pêşin û ya here jîyandirêj dewleta Şeddadîyan bûye. Ew dewlet li ser beşeke Kurdistana Bakur, Azirbêcanê û Arranê ava bûye. Tevî Azirbêcanê Ermenîstan û Gurcistan jî di bin hukumdarîya kurdan da bûne (tevî bajarên Tebrîz, Tîflîs, Qerebax û Naxîcêvan). Paytextên wê dewletê Gence (niha li Azirbêcanê ye), Anî (li Kurdistana Bakur, li ser hidûdê Ermenîstanê ye) bûne. Dewleta Şeddadî weke sê sedsalan, ji sedsala 9an heta sedsala 12an, hukum kirîye.

…di nav dîroka Ermenîstanê da du kesan Unîversîte dewsa 5 salan di nava 4 salan da temam kirine. Yek Sêrgêy Mêrgêlyanê ermenî bûye, yek jî Fayzoyê Egîtê kurd bûye.

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev