Werin em hinekî jî bikenin – 13

Werin em hinekî jî bikenin – 13

Berevkar: Têmûrê Xelîl

KÎNA DI HINDAVA DIJMIN DA

Dewleta Tirkîyê bona karê şorişgerîyê çend kurdên cixarekêş xistibû hebisê û cixarekişandin jî li ser wana dabû birînê. Evana jî bi mecbûrî cixare terk kiribûn. Piştî çend salan, gava ji hebisê derdikevin, kîna xwe di hindava tirkan da bi vî awahî dîyar dikin.

-Madem, ku dewleta tirk cixarekişandin bi me dabû qedexekirin, emê eynatî wê va dîsa destpê bikin bikişînin.

Û usa jî kirin!

DILREŞÎYA KURDEKÎ

Li gundekî kurdekî usa hebû, ku gava mêvanek diçû mala cînarekî wî, ew şa dibû. Gava jê dipirsîn – “Heyran ew mêvan ne hatine mala te, ku tu şa dibî. Sebebê beşerxweşîya te çiye?”.

-Ez ji bo wê şa dibim, ku ew hatine mala dijminekî min û ew neyarê min îro wê mesrefeke mezin bike û bikeve bin deynan. Îcar çima ezê şa nebim?

KURDEKÎ BI MANE

Di civatekê da kurdek dibîne, ku neyarê wî der da tê, bi mecbûrî jê ra dibêje: “Tu ser çavan ra hatî!”. Evê te jî bi mane ye, mirûzê xwe dike, ku her kes texmîn bike ew dijminê wî ye. Hevalên der-dorê jê dipirsin, ku ji bo çi silava wî camêrî venagire û mirûzê xwe kirîye, wa bersîvê dide:

-Ew ji min ra dibêje: “Ser çavan ra hatî!”. Îcar ezê ji ku bizanibim, ku ser çavên kê? Ji bo çi nabêje: “Tu ser çavên min ra hatî?!”.

“EZ JI KURDISTANA MAROKKOYÊ ME”

Mihacirên ji gelek welatan, herwiha ji her çar perçên Kurdistanê jî, di dibistana fêrbûna zimên da bersîva vê pirsa mamostayê xwe didin: “Kê ji kîjan welatî hatîye?”.

Her çar kurd pey hev dibêjin:

“Ez ji Kurdistana Tirkîyê hatime”, “Ez ji Kurdistana Îranê hatime”, “Ez ji Kurdistana Îraqê hatime”, “Ez ji Kurdistana Sûrîyê hatime”.

Dor tê yekî ji Marokkoyê. Ew difikire, ku ev kesana ji Turkîyê, Îranê, Îraqê û Sûrîyê ne, tê wê manê, ku ew gerekê hemû gotinên mayîn bi kar bîne, her tenê navê welatê xwe biguhêrîne û bêje. Û awa bersîva xwe dide:

“Ez ji Kurdistana Marokkoyê hatime”.

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev