Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Bernameya radyoya Ria taza ya nû “Civak û sîyaset” – 4

Dema we bi xer guhdarên ezîz!

 Radyoya Ria taza dest bi bernameya xwe ya nû “Civak û sîyaset” dike. Her heftê rojên carşeman mêvanê bernameyê zanyar, karmendên civakî, nivîskar, hunurmend û sîyasetzanên kurd yên naskirî ne , yên ku weke 35 deqeyan wê bersîva pirsên me bidin derbarê rewşa sîyasî û civakî li her çar parçeyên Kurdistanê û li cîhanê. Em bi hêvî ne, ku bernemaya me wê bala we bikşîne, bi gorî dilê we be û bersîva gelek pirsên we bide.

Iro bernameya me ya çaremîn e û vê carê mêvanê me ye nivîskar, helbestvan û lekolînerê bi nav û deng, rêvebirê Navenda Lêkolînên Ȇzdînasiyê Dr. Eskerê Boyîk. Berî destpêka hevpêyvîna me, ezê bi kurtî nasîya we bidim jînenîgarîya mamoste Eskerê Boyik. Kî ye Eskerê Boyik?

 Eskerê Boyîk yek ji nivîskar, helbestvanê dewrana meye herî berbiçev e . Ez di hindava xwe de dikarim bejim ku Eskerê Boyîk di gel Fêrîkê Usiv, Şikoyê Hesen di nava şayîr û nivîskarên Sovêta berê de yek ji mezintirîn şayîrê kurd e. Ew di sala 1941ê de li gundê Qundexsazê (Riya Teze) li Ermenistanê hatiye li dinyayê. 
Berê li gundê Elegezê xwendina navîn standiye. Sala 1966an Înstîtûya bajarê Yêrêvanê ya Malhebûna Gundîtiyê xilas kiriye. Sala 1974an têza doktoriya aboriyê parast. Wek serokê beşeke Înstîtûya aboriya Malhebûna gundîtiyê ya zanyariyê-lêkolînê de xebitîye. Tevî karê zaniyarîyê wisa jî gelek sala Zanîngeha Yêrêvanê ya Malhebûna Gundîtîyê da ders dida xwendkaran. Gelek berhemên wî yên zanyarî (pirtûk, biroşûr, gotar) di derheqê pirsgirêkên aboriya malhebûna gundîtiyê de bi zimanê ermenî û rûsî çap bûne.

Ji salên dibistaniyê ewî dest bi nivîsara helbestan kiriye. Sala 1966an pirtûka wî ye ewlin ya helbesta ȘIVERÊ hate weşandin… 
Heta niha bi dehan pirtûkên wî yên helbestan, çend roman, her wiha gelek lekolînên wî yên zanyarîyê ser ola êzdîyan, bi sedan gotarên din çap bûne. Di salên 60î de helbest û gotarên wî di rojnameyan de çap bûne, di radyoyên kurdî de hatine weşandin. Pênç şanoyên wî li ser dikên teatroyên kurdan yên Elegezê, Tbîlîsîyê, Almanyayê hatine lîstin. Li bajarê Almaatayê tevî çend hevalan kovara KURD weşandîye.

 Ji sala 1984 da Eskerê Boyîk endamê Yekîtîya Niviskarên welatê Sovêtê ye, endemê Yekîtîya nivîskarên Komarên Ermenistanê û Qazaxistanê, endemê PEN a Kurd e. Devedevî 25 salan katibê beşa nivîskarên kurd ya Yekîtîya nivîskarên Ermenistanê bû. Ji sala 1999 an da serokê komîtêya rewșenbîrî ya Mala Êzdiyan bajarê Oldenbûrgê, lê ji sala 2012an serokê Navenda lêkolînên Êzdînasiyê ye.

Mamoste Esker bi salan e ku di warê edebiyeta kurdi de kedeke payedar daye. Yek ji nivîskarê bi nav u deng e, ku bi salan bi hizr û nêrînên xwe di xizmeta Kurd û Kurdistanê û her weha di ya ola Êzdî de ye. Roja îro jî Eskerê Boyîk bi helbest, gotar û lêkolinên xwe di gelek Kovar, Rojname û Malperan de kedeke giranbaha daye. Dikarim bêjim mamoste Esker ji piranya kurdan re mînakek behampa ye. Bi taybetî di warê şayîrtîyê de stêrkekî giranbaha û rewşenbîrek pir hêja ye. Helbestvanekî pispor û şereza ye. Bi fikir û ramanên xwe ya ronakbirî, riya gel ronayî dike û dilê xwendevanan geş dike.

 Niha Eskerê Boyîk di gel malbeta xwe li Almanyayê dijî. Li wê derê jî karê xwe yê nivîskarîyê berdewam dike.

Radyoya Ria Taza mamoste Eskerê Boyîk re li ser rewşa êzdîyan, bi taybetî êzdîyên Şengalê û pirsgirêkên sîyasî derbarê wê mijarê da hevpêyvînek li dar xist. Em mamoste Eskerê Boyîk re li bajarê Oldênburgê ya Almanyayê bi radyotêlêfonê ve hatin girêdan.

Fermo, guhdarîya pirsên min û bersivên nivîskar, helbestvan û lêkolînerê bi nav û deng, rêvebirê Navenda Lêkolînên Ȇzdînasiyê Dr. Eskerê Boyîk bikin.

Bernameya “Civak û sîyaset” ya bi sirê 11 mijdarê hatibû amadekirin, lê mixabin, ji ber hinek pirsgirêkên têknîkî weşana vê bernameyê me derengî xist, ji bo wê jî em lêborînê ji radyoguhdarên xwe dixwezin.

Amedekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev