SÊ STÛNÊN NASÎONALÎZMA KURDAN

SÊ STÛNÊN NASÎONALÎZMA KURDAN

Tosinê Reşîd

  1. Ehmedê Xanî: “Mem û Zîn”

Beşê Yekem: Ehmedê Xanî; jîyan û berhem

Kurdnasa bi nav û deng, yekemîn lêkolîner û wergera “Mem û Zîn” a E. Xanî, dok. M. Rûdênko, seva E. Xanî dinvîse: “Ji şayîrên kurdaye hemû dawranan, yê herî bi nav û deng, hûmanîst û ronakbirê, ku baştirîn destkevtinên mejû û dilên kurdan hildigre nav berhemên xwe. Tenê bi naskirina berhemên E. Xanî, mirov dikare bizanibe, ka kurd xwedîyê çi çandeke dewlemend bûne.[1]”

  1. Xanî yê mezin, ji bo dewrana xwe mirovekî gelekî xwendî bû, wî zimanên erebî, farsî , tirkî û wêjeyên bi wan zimanan baş zanibû. Gelekî baş poêtîka, felsefe, têologîya zanibû. Haya wî ji jîyana welatê kurda ye sîyasî û civakî hebû.

Nivîskar, werger û lêkolîner M. E. Bozrslan seva E. Xanî dinvîse: “Aha di wê tarîtîya gurr û dijwar de, di asûyên Kurdistanê da Rojek hilat û ronayî da, bi ronayîya xwe  asîmanê Kurdistanê ronî kir, ronayîya xwe da axa Kurdistanê, bextireşîya gelê kurd nîşan da û anî ber çavan; tîrêjên xwe berdan ser zordestî û çavsorîya herdu dewletên dagirker, ew dagirkerî û zordestîya wan jî li ber çavan raxist; her waha, bi şewqa xwe çare û havila rizgarîya ji binê lepên wan jî zelal kir û nîşan da.

Ew Roj, mamostayê gelê Kurd û pêşrewê doza azadîxwezîya Kurdan, Ehmedê Xanî bû “[2].

Em malûmatîyên ser jîyana şayîr û rewşenbîrê mezin, E. Xanî bal konsûlê Rûssîya li Erzurumê (1855-1860), A. Jaba dibînin.

Yekemîn malûmatîyên avropîya ser wêjeya kurdî, ew çend nêrînên V. Dittel in, ku sala 1847 an di gotareke wî de, ya li “Kovara wezareta ronkaya gelerî” çap bûye, cîh girtine[3]. Rojhilatnasê rûs V. Dittel sê salan li rojhilatê digere û dema rêwîtîya xwe pê dihese, wekî kurd xwedîyê wêjeke nivîskîne. Heta hingê, bi rêya ermenîya, farsa, tirka û ereba bal avropîya ew bawerî çê bibû, ku wêjeya kurdî, ya nivîskî tune. Û gava A. Jaba, ku zimanên Rojhilata Navîn baş zanibûn, dibe konsûlê Rûssîya li Erzirûmê (1855-1860), V. Dittel dispêre wî, wekî destxetên kurdî, bi taybetî nimûnên wêjeya kurdîye nivîskî, berev bike. A. Jaba di wî karî de ser dikeve û ji avropîya ew yekemîn bû, ku ser wêjeya kurdî ye sedsalîyên navîn, sala 1860 î, li St. Pêtêrbûrg ê gotarek çap kir[4].  Wî usan jî 3 nimûnên “Mem û Zîn” bi wergera zimanê fransî çap kirin[5]. A. Jaba ew gotara derbareyî wêjeya kurdîye sedsalîyên navîn, ser bingeha malûmatîyên zanyarê kurd, Mêla Mehmûd Bayazêdî nivisîye, lê ew malûmatî gelek caran bi texmîn in[6]. Di wê gotarê de A. Jaba çawan sala ji dayîk bûna E. Xanî, sala 1000 Hicrî tînr, ku dike sala 1591-1592 Mîladî.

Ser bingeha van malûmatîyan, dûarojê E. Son, E. Zekî jî çawan sala ji dayîk bûyîna E. Xanî sala 1000 Hicrî tînin[7].

Lê dûarojê ew sal ji beyteke ji “Mem û Zîn” ê dîyar bû. E. Xanî dinvîse:

Lewra dema ji nexuyabûnê qut bû û bû dîyar

Tarîx hezar û şêst û yek bû, bi jimar[8] .

Sala 1061, ku Xanî nivîsîye bi jimara Hicrî ye, bi jimara Mîladî wê bibe 1650-1651.

Hema bêjî lêkolînerên jîyan û berhemên E. Xanî gişk dinvîsin, wekî navê bavê şaîr Îlîyas bûye, navê kalkê wî jî Ristem, yan Ristem beg. Ev nêrîna ser navê bav û bapîrê E. Xanî, cara yekemîn di pirtûka Eladîn Sicadî ye “Mêjûy Edebî Kurdî” de rastî me tê, ku sala 1952 an li Bexda yê çap bûye[9].

Ka şayîrê mezin paşnavê Xanî ji ku daye ser xwe, gelek nêrîn hene. Gor A. Sicadî, E. Xanî ji eşîra Xanîyan e, li Bayazêdê ji dayîk bûye û paşnavê wî ji wir tê. Gor hinek lêkolînvanên mayî, ew li gundê Xan, li devera Hekkarî, yan jî li gundê Xan-Sê- Gundan, devera Cûlemêrgê ji dayîk bûye[10]. Hinek wê bawerîyê ne, wekî paşnavê şayîr ji navê eşîrên Xanîya, yan jî Xanî te[11]. Nivîskar A. Husaînî wê bawerîyê ye, wekî ‘ji ber ku endemên malbêta Xanî gişk xwendî û oldar bûne û li Bayazêd û Botan xantî kirine,  ji ber wê wî paşnavê Xanî hildaye’[12].  Çend nêrînên mayîn jî hene. Lê îro gor piranîya lêkolînvanan paşnavê wî ji navê eşîra Xanî tê.

Lêkolînerê Brîtanî Mark Sykes destpêka sedsalîya XX seranser Kûrdistana, ku dikete nav Împêratorîya Osmanîya, digere û lêkolîneke bi navê “The Kurdish Tribes of the Ottoman Empire” (Eşîrên kurdaye Împêratorîya Osmanîyê) çap dike. Gor wê lêkolînê, li bakûrê Hekkarî yê, nêzîkî Xoşab ê, gundekî ji 180 malî heye, ku xelqê gund ji eşîra Xanî ne[13].

Çawan em zanîn Xoşab sedsalîyên navîn cîhê êzdîyan bûye. Gava sala 1770 î serokê êzdîyên Bakûra Kurdistanê, Çoban axa, namê ji şahê Gurcistanê, Îraklî II re dişîne, ew ji wî dixweze, wekî piştî di şerê dijî Osmanîyan de serketina hêzên Impêratorîya Rûsîya, Gurcistanê û xwebexşên êzdîya, kela Xoşabê, bidne êzdîya[14].

Balkêş e, wekî di nav êzdîyên Ermenistanê û Gurcistanê de, heta îro jî eşîra Xanî heye.

Gava min xwest ser jîyana E. Xanî ê mezin binvîsim, bûyareke salên zarotîyê hate bîra min.

Ez 12 yan 13 salî bûm. Êzdîyên Ermenistanê êvara rojîya ye sêyemîn, pêşemê êvarê, diçûne malên dunavan (terêqa). Di malên dunavan de şîv dihat danîn û piştî şîvê dunavan ji mirîdên xwe re beyt digotin, bûyarên ji jîyana xasên êzdîya distran. Car dibû bûyarên rojên çûyî jî bi bîr danîn. Carekê jî, gava ez bi bavê xwe re êvareke usan çûbûm mala Pîr Mecîdê, ku ji malbeta pîrê Kemalan bû, dema gilî hat ser buhuşt û dojê, Pîr Mecîdê got, wekî Ahmedê Xanî, ku mirovekî pîroz bûye, di zêndîtîya xwe de çûye buhuşt û dojeyê, paşê dîsa vegerîyaye ser erda.

Min cara yekemîn navê Ehmedê Xanî ji Pîr Mecîd bihîst. Lê heta îro jî min şiro vekirina wan gotinên wî nedîtîye. Dûarojê min helbesteke bi vê bûyarê re girêdayî nivîsî, ku ez ê dawîya gotarê bînim.

Ka E. Xanî di malbeteke çawan de hatîye dinê, em ji nivîsa wî texmîn dikin:

Ez ne cawfiroş im, lê ez çerçî me,

Nehatime hînkirin û gîhandinê, xwegîhandî me.

Em ji rêza yekemîn pê dihesin, wekî E. Xanî ne ji malbeteke dewlemend e. Lê rêza duyemîn gelek hizra di pêş de tîne. Gelo armanca şayîr bi gotinên “Nehatime hînkirin û gîhandin, xwegîhandî me” çîye?  Gor mamosta M. Emîn Bozersilan Xanî xwestîye bide zanîn, ku wî tenê xwendîye, lê belê li ser zanîna giştî, li ser edebyeta kurdî û li ser nivîsîna bi kurdî, kesekî ew negîhandîe, wî bi xebat û xîreta xwe, xwe gîhandîye[15].

Di dawîya destana “Mem û Zîn” de E. Xanî daye xuyayê, wekî 44 salî ew destan temam kirîye, lê ji 14 salî dest bi nîvîsê kirîye.

Hesen Qizilcî, ku pêşgotin, ji bo wergera Hejar e “Mem û Zîn” a bi zaravê kurmancîya jêrîn nivîsî ye, wê bawerîyê ye, wekî E. Xanî li Bayazêdê, mizgevta Mûradîyê, li Ruhayê, li Xelatê û li Bidlîsê xwendîye[16]. Ji bo zanebînên xwe kûr bike, gor Ebdul Hamîd Husaînî, bilî gelek bajarên Kurdistanê ew usan jî çûye Sûrîya û Misrê[17]. Di hinek çavkanîyan (H. Reşo) de tê gotin, wekî ew 10 sala li Pêrşiya maye[18], cîhekî mayîn (Aladî Sicadî) wekî çûye Stenbolê. Lê tu mak kirina van nêrînan dest me de tune.

Sadiq Behadîn Amedî jî dinvîse, wekî E. Xanî li wan derên, me jor navên wan anîne, xwendîyê û ser de zêde dike, wekî li Cizîra Botan jî xwendîye, demeke dirêj li wir maye û xwendina xwe li wir temam kirîye[19].

Dewrana E. Xanî mîrgeha Botan hê jî hebû û serbajarê wê, bajarê Cizîrê, yek ji hêjatirîn navendên çand û wêjeya kurdî bû. Gelek ronakbirên kurde sedsalîyên navîn, li medresa Cizîrê ye bi nav û deng, Medresa Sor,  xwendine û mamostatî kirinê.  E. Xanî  jî divêt yek ji wan bûya. Ew jî gava E. Xanî di “Mem û Zîn” ê de ewqas bi hûrgilî  jîyana bajêr û bajarîyan tîne ber çevan.

Gor M. Emîn Bozersilan, E. Xanî sala 1690 î dest bi nîvîsara “Mem û Zîn” kirîye, lê mamosta tu malûmetîyan ji bo mak kirina wê nêrînê nayne.

Gelo pêwendîyên E. Xanî bi kî re hebûne, ew bi çi rê gihîştye wê bilindayî û dewlemendîya zanebûnan, em usan jî nizanin. Lê ji berhemên wî tê xuyayê, wekî di bîr û bawerîyên xwe de, ew tenê bûye, piştovanên bîr û bawerîyên wî tune bûne.  Xelkê dorê gişk pey dirav û hebûnê ketine. Xema kesî poêzîya bi zimanê kurdî û fêrkirina bi zimanê kurdî nîn bûye.

  1. Xanî di tenê bûnê de jîye û li hinek caran ji wê tênê bûnê zivêr bûyî dide der. Em van hesînan di “Mem û Zîn” de his dikin.

Gor A. Jaba[20], Xanî ji kîsî xwe li Bayazêdê mizgevt û medrese ava kirine û bi xwe li medresê mamostatî kirîye. Bi berhema xwe “Nubuhara Biçûkan” zarok fêrî xwendina kurdî kirine.

Ser vê bûyarê M. Rûdênko dinvîse: “Ew yek ji wan lawên gelê xwe, yê xwebexş bû, ku nikaribû seva wî nejî, nikaribû her tiştê xwe ji bo wî neke cangorî. Baştirîn mak kirinê vê yekê – ji kîsî xwe ava kirina medresa ji bo zarokên kurda ye.[21]”

Sala ji dinîya ronik koç kirina E. Xanî jî ne dîyar e, lê gor hinek lêkolînên, ku nayên mak kirin, ew sala 1706 an, yan jî 1707 çûye ber rehma Xwedê.

Gora E. Xanî li bajarê Bazîdê ye û ji bo kurdan parêstgeh e.

  1. Xanî pey xwe çendek berhemên giranbaha hîştine; helbest, “Nûbuhara biçûkan”, “Eqîda Îmanê” û destana “Mem û Zîn”. Gor Celadêt Elî Bedirxan, E. Xanî pirtûkeke erdnîgarîyê jî nivîsîye, lê heta niha jî ew pirtûk peyda nebûye[22].

TEVÎ XANÎ

Pêşîyê nav qewl û beytên şêx, pîra,

Pêş navê hakim, padşah û mîra,

Kêleka navê Xwedê bê heval,

Ça stêrka geş, ça şewq û şemal,

Bi navê teyî pîroz re bûm nas,

Serbilind bûm bi ewî navê xas.

Qewl, beyta digot hê zêndîyê rojê

Te vekir derê buhuşt û dojê,

Hevt tevek esman û hevt tevek erd

Li ber te vebûn, ey rêzanê merd!

Sêr, surê dinê te tesele bûn,

Derd, kulên dinê te mesele bûn,

Te şev, roj pîvan derdên dewrana,

Ku çare bikî bi melhem dermana

Lê çibkî cihan wekî erûse,

Hê hukum di destê şûrê rûse.

Hê derdê mezin tarî nezanîye,

Bahaya rastîyê, derew arzanîye.

Seyda! Ez jî di xemên te de bûm,

Heta ser “Mem û Zîna” te vebûm.

Heta min tam kir berê “Nûbarê”,

Heta min fam kir berê wê darê.

Bi te min derz kir nirxê jîna xwe,

Melhem min ferz kir ji bo birîna xwe.

Û dît “Mem û Zîn” me cama Cem e,

Nîşan me dike derd, kul û xeme,

Dibê, bona bext ji me re bibe yar

Gerek bibin yek, zane û hişyar,

Gerek sond bixun tek bi navekî,

Gerek xwe navkin tek bi bavekî.

Ala azayê bilind bigrin jor

Seranser welat, berev bibin dor.

Ger dibin gorî, tenê ji bo wê,

Ber pante bidin, cawa ber Xwedê.

“Nûbar” me dibê ziman bibin yar,

Dê, ziman, welat bîr nekin tucar

Û eger welat seva me dêye,

Ziman kanîye, ser bedenêye,

Ziman havênê hevgirtinêye,

Dermanê welat parastinêye.

Ziman şîreta hezarsalane,

Temî, xîreta bav û kalane.

Mertale ziman himber zalima,

Şûrê dudev e li destê alima.

Û kî zimanê dê dest xwe berde,

Wê navê kal û bava tev der de.

Seyda! Em ber te hê şermezarin,

Kurdistan bindest, em tengezarin,

Xana te çêkir, hê nîvîskane,

Kurd bê yekîtî, bê welat mane.

Hê tune seva me întîfaqek,

Hê venebûye me înqîyadek,

Rom, ereb, ecem cîne temamî

Dîsan kurd ji wan re dikin xulamî.

Dîsan her yek ji me Hatem û Rostem

Me di şerê hev de bîr kirye stem.

Li dest dijminên cînar û yên dûr,

Kurd dîsan bûne wek diravên hûr.

Bi fen, bi destên xwe yên gemarî,

Dîsan bi kurda dikin tucarî.

Eh! Bi derdê te ez jî nexweşim,

Derdê te arvan, ezî beraşim.

Wî derdê giran me sipî kir xwîn

Em bûne Hejar, Bêkes, Cegerxwîn.

Dibe me weke deryakê xwîn rêt,

Dibe ewqas jî dijminê me mêt,

Lê yeke ew xwîn deya neçûye,

Di tamarên me de ew xwîn cîh bûye,

Nahêle bindest em bihênijin,

Marûm, belengaz em biponijin

Û di wê xwînê de, Xanî, dengê te

Her roj dikute perdên guhên me.

Dibê: “Bibin yek, welat azakin,

Kurdistaneke aza avakin”.

Seyda! Hostayê rastîya merdî,

Tu pêxemberê helbesta kurdî.

Bêyî nexşên te helbeste xamin,

Bêyî navê te, ew ne temamin.

Dertêm ser çi rê tu li ser wêyî,

Tu nav her xwestin û her xewnêyî,

Tu nav her şerê ji bo rastîyêyî,

Tu alhilgirê bo azadîyê yî.

Lê min tiştek jî ji xwe re dîhar kir,

Sureke te jî ji xwe re betal kir:

Çiqwas nêzîk bim, bilindtir dibî,

Çiqas kûr dibim, tu kûrtir dibî,

Ez çi digerim, te êdî dîtîye,

Çi dikim bêjim, te êdî gotîye.

Û ez im ber te dest tev werkirî,

Ber mezinaya te serî xwar kirî.

Seyda! Bi min jî hiljen xana xwa

Û bilind bike Kurdistana xwe!

Riataza.com

[1] M. B. Rudenko “Ocherki srednivekovoy kurdskoy literaturi”, Contrast, St Peterburg, 2014, rû.132.

[2] Ehmedê Xanî, “Mem û Zîn”, 1995, Wergêrîpê latînî û kurdîya xwerû: M. E. Bozarsalan.“Deng” Uppsala. Rû. 4.

[3] V. Dittel, Obzor trexgodichnegoputeshestviya po Vostoku (“Jurnal Ministerstva narodnogo obrazovaniya”, SPb., 1847, N10), st. 8,9.

[4] A. Jaba, Recueil de notices et recits Kurdes, St.-Pb., 186

[5] “Melange Asiiatique”, t. III, St.-Pb., 1858, p. 242-255

[6] Ferhad Shakeli, ‘Kurdish nationalizm  in Mam û Zîn of Ahmad Khanî’, Kurdish Institute of Brussels, 1992, rû16.

[7] M. B. Rudenko ‘Ocherki Srednivekovoy kurdskoy literaturi’, Kontrast, Sant-Peterburg, 2014, st.133.

[8] Ji bo hêsan kirina têgihîştinê, me jêderk ji “Mem û Zin”a, ku mamosta M. E. Bozarsalan kirîye kurdîya xwerû hildane. Weşanxana Deng, 1995, Upsala.

[9] Eladîn Secadî “Mêjûî Edebî kurd” Bexda, 1952, rû.189.

[10] Dîsan li wir. Rû. 189-190.

[11] Bozerslan, M. E. (werger û êdîtor), “Mem û Zîn” Îstanbul, 1975, rû.14.

[12] M. Xeznadar, Agahî Kurdistan, Bexda 1956, rû. 16

[13] Sykes Mark: The Kurdish Tribes of The Ottoman Empire, The Journal of The Royal Antropological Institute, 38 (1908), rû. 1.

[14]   V, Maçaradzê, Grûzînskîyê dokûmêntî po îstorî grûzîno-kûrdsko-assîrîysko-rûskîx vzaîmootnoşênîy, 60-70-x gg. XVIII vêka. Îzdatêlstbo “Sabçota Sakartvêlo” Tbîlîsî, 1989.

[15]   Ehmedê Xanî, “Mem û Zîn”, 1995, Wergêrê tîpê latînî û kurdîya xwerû: M. E. Bozarsalan.“Deng” Uppsala. rû.10

[16] Hesen Qizilcî, “Sereta”, “Mem û Zîn”, çaxana ‘Necah’, Bexda, 1960.

[17] Husaini, Abdul-Hemid: Ehmedî Xani ve manzuma-yî Mem û Zin, Tebriz, 1352, rû.76.

[18] Reşo H. Kronolojiya nivîskarên kurd li Kurdistana Bakûr. ‘Hêvîya Welêt’ 1 (1965), 3, rû.  7.

[19] Sadiq Behadîn Amêdî, “Hozanvanêt kurd”, Çapxana Korî Zanîyarî Kurd, Bexda, 1980, rû.312.

[20] Jêrenota jimar 5.

[21] Jêrenota 1, rû. 139.

[22] Bedirxan, Celadêt, (bi navê Herekul Ezizan) Klasîkên me, Hewar, 9 (1941) 33, rû10.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev