“Radyoguhdarên hêja, bibihên xeberên kurdî!”

“Radyoguhdarên hêja, bibihên xeberên kurdî!”

Radyoyên Kurdî dergehên cîhaneke nû li me vekirin

SALIHÊ KEVIRBIRÎ

Weşangeriya Radyoyên Kurdî di jiyana kurdan de xwedî rol û girîngiyeke berbiçav e. Di demên ku ragihandin, çapemenî û medya wekî niha bi pêş neketibû, radyo ”neynika dilê kurdan” bû. Bi rastî jî dema sînor ji bo kurdan ”derdê bê derman” bûn, tenê qûtîkek hebû ku deng, awaz, xeber, kilam, govend û serpêhatî xwe li wan sînoran dixist, ew perçe dikirin û dibûn mêvanê ”dîwan û çaqiyên” giran.

Radyoya Erîvanê li Ermenistanê, Radyoya Tibîlîsîyê li Gurcistanê û Radyoya Bexdayê li Îraqê ji bo kurdên li herêmê peywira ”find û çirayan” hildan ser xwe û bûn ”delalên ber dilên” hezkiriyên peyv û gotina kurdî/kurmancî.

Nexasim di serdema Yekitiya Sovyeta Sosyalîst de, vegotina ”her netewe xwedî maf e ku bi zimanê xwe weşanê bike”, piştî hilweşîna Sovyetê jî li welatên Ermenistan û Gurcistanê hebûna xwe parastiye. Lewre jî di serî de Radyoya Erîvanê û pişt re jî Radyoya Kurdî ya Tibîlîsîyê, di radyogeriya kurdî de du hîmên bingehîn in. Helbet Radyoyên Bexda, Urmiye, Kirmanşah û Tehranê jî bi têra xwe xizmeta çand, huner, ziman û edebiyata kurdî kirine.

Beriya serdana Mele Mustefa Barzanî ya ber bi Sovyetê, weşana Radyoya Erîvanê hem kêm bûye, hem jî herêmî bûye. Li Ermenistanê bi sînor maye û pêlên xwe negihandiye çar perçeyên ku kurd lê dijîn. Lê Barzanî dema ji serokê radyoya Rewanê Xelîlê Çaçan û bingehdarê edebîyeta kurdî Erebê Şemo bi rewşa weşanan ra hayadar bû, di serdana xwe ya bi payebilindên Sovyetê de hewleke mezin daye ku hem saetên weşanê zêde bibin, hem jî pêlên radyoyê sînoran derbas bikin û xwe bigihînin Diyarbekir, Cizîr, Zaxo, Ûrmiye, Makû û gelek deverên din.

Mele Mustefa Barzanî xebateke bi vî awayî ji bo Radyoya Bexdayê jî dike. Li gorî peymaneke ku di navbera Mele Mustefa Barzanî û rêveberiya Bexdayê de hatiye çêkirin, sala 1961-ê bi awayeke fermî ”Beşê Kurdî ya Radyoya Bexdayê” vedibe. Nivîskar Muhsîn Kizilkaya li ser heman peymanê dibêje, ”wê di radyoya kurdî de bi tu awayî li dijî biratiya kurd û ereban weşan nehatana çêkirin û giraniya weşanê wê li ser çand û hunera kurdî bûya.”

Vê gavê li seranserê dinyayê bi dehan radyo bi zimanê kurdî weşana xwe berdewam dikin û deriyeke ronahiyê li deriyan zêde dikin. Em li jêr ji van radyoyan çendekan pêşkêşî dêhn û bala we dikin…

***

Radyoya Erîvanê beşê kurdî

Kesên ku temenê wan raserî 40 salî be, gotina bi rengê ”Radyoguhdarêd hêja Erîvan xeber dide!” bi sedan car ji devê kesên bi navê Eznîva Reşîd, Sêvaza Evdo, Keremê Seyad, Gulîzera Casim, Lûsîka Hiseyn, Nûrê Polatova, Tîtalê Kerem û Leyla Kerem guhdarî kirine.

Radyo bi xebat û keftûleftên giran ên kesên wekî Xelîl Muradov, Hecîyê Cindî, Emînê Evdal di nîveka salên 50”yî de dest bi weşana xwe kir. Bi taybetî keda Xelîl Muradov şayanî pesindanê ye. Li gorî qeydên ku me ji navenda radyoyê girtin, Casimê Celîl 2 salên pêşin wek berpirsyar kar kirîye. Dû ra dewleta Sovyet hewcedarî dît berpirsyarekî nû peyda bike û Xelîl Mûradov anîn. Xelîl Muradov bû berpirsyar, lê ne hîşt ku Casimê Celîl bê kar bimîne, wî kir bersîvdarê beşa sitiranan di radyoyê da. Xelîlê Çaçan Mûradov 24 salan serokatî û berpirsiyarî kiriye, ji sala 1957an heta 1981ê. Dîsa li gorî agahdariyan, Eznîva Reşîd ku jina Xelîl Muradov û dayika nivîskar Temûrê Xelîl e, di navbera salên 1955-1982an de bi tevahî 27 salan bêjerî, ango spîkeriya radyoyê dike û sala 2000î xatirê xwe ji me dixwaze.

Radyoya Erîvanê ev demeke dirêj e di bin berpirsiyariya Keremê Seyad û xebatên kur û keça wî Tîtal û Leyla Kerem dimeşe. Heta salên 90”î jî, di radyoyê de saetek û nîv weşan dihate kirin, lê ji ber sedemên aborî ev dem pêşî bûye saetek, niha daketiye nîv saetê. Ne bi tenê dema weşana kurdî, her wiha weşana zimanên din û zimanê ermenkî bi xwe jî kêm bûye. Di bin banê ”Radyoya Neteweyî ya Ermenîstanê” de zimanê kurdî û tirkî jî di nav de, bi 12 zimanan weşan tê kirin.

***

SBS Radio beşê kurdî

Di pêvajoya ku li Tirkiyeyê nîqaşên li ser weşana zimanê kurdî berdewam dikin de, li Australyaya “li hêla din a dinyayê” radyoyek heye ku ev 30 sal in weşana bi zimanê kurdî dike: SBS Radyo. SBS, kurtegotina , ”Special Broadcasting Services” e. Bi wateya kurdî “Serwîsa Weşana Taybet.” SBS, Radyoya Dewletê ya Australyayê ye û kurdî û tirkî jî di nav de, bi 68 zimanan weşanê dike.

SBS Radyo, di sala 1975-an de dest bi weşanê dike. ”Beşê Kurdî”, di sala 1985-an de, di nava beşên Radyo SBS-a pirzimanî de cih digire. Radyoya ku polîtîkayeke serbixwe ya weşanê ji xwe re kiriye bingeh, hefteyê carek, di nava herikîna weşaneke dewlemend de, li ser kurdên Australyayê û kurdên li seranserê dinyayê belav bûne, bernameyên nûçe, civak-jiyan û muzîkê pêşkêş dike. Beşê Kurdî yê SBS Radyoyê ku bi weşanên muzîka kurdî û weşanên çandî hatiye kemilandin, bi gotûbêjên hunermend, nivîskar, şêwekar, rojnameger, siyasetmedar û ji her ast/pîşeyî pêşekên kurdan, hewl dide ku profîla xwe ya weşanê zindî bihêle.

Şahînê Bekirê Soreklî, heta sala par jî berpirsê Beşê Kurdî yê SBS Radyoyê bû. Sorekliyê ku sala avakirina SBS Radyo/Kurdî, ”zend û bendan ba daye” û dest bi kar kiriye, ji wê rojê heta niha jî ked dide radyoyê.

Weşana Kurdî ya Radyoya SBS-ê her şemî bi saeta Australyaya Rojhilat di navbera 22.00 – 23.00-an de dikare bête guhdarîkirin. Dema weşanê bisînor e, lê hevkar her dem di nava hewldanê de ne ku bernameyên xwe dewlemendtir bikin. Bi riya teknolojiyê û bi bikaranîna lînka di malpera radyoyê de weşanên heyî ji her aliyê cîhanê ve têne guhdarîkirin.

SBS radyo xwediyê navendeke nûçeyan e. Nûçe bi giştî ji ajansên sereke yên Austuralyayê û ji ajansên herî mezin ên dinyayê têne wergirtin ku ev jî AFP, AP, Rauters, AAP ne. Bi şert û mercên ku di cih û demê de bête ragihandin, ji çavkaniyên kurdî jî sûdê werdigire. Radyo bi riya çavkaniyên ji Almanya, Parîs, Stenbol, Tehran û Herêma Federal a Kurdistanê (Hewlêr û Silêmanî) weşana xwe berdewam dike, di nûçegihaniyê de dêhn û hûrbiniya radyoyê li ser rêgezên etîkî yên rojnamegeriyê ye.

Radyoya kurdî ya Gurcistanê/Ronkaî FM, Tibîlîsî

Radyoya Ronkaî berdewamiya Radyoya Kurdî ya Tibîlîsîyê ye. 29-ê Îlona 2012an, Radyoya kurdî ya li Gurcistanê 35 saliya xwe temam dike.

Sala 1978-an Keremê Anqosî hîmê Radyoya Kurdî datîne ku di bin banê dewletê de ye. Heta dema girtina radyoyê jî berpirsiyariya wê dike. Sala 2004an radyo tê girtin. Bêjera Radyoyê Bêlla Stûrkî diyar dike ku Radyoya Ronkaî, dawiya sala 2007-an, bi alîkariya Otar Nadiryanê ku li Wezareta Karên Navxweyî di dereceyeke bilind de kar dikir, dest bi weşanê dike. Keremê Anqosî vê gavê 75 salî ye û serokatiya vê radyoyê dike.

Radyoya kurdî ya ”Dengê Rûsîyayê” li Moskvayê

Bingeha vê radyoyê di sala 2008an da hate danînê û heta îro jî di rojê de 2 sietan weşanan dike, piranî bi kurmancî, lê bi zaravayên zazakî û soranî jî heye. Di destpêkê da ev kes di redaksyonê da bûn: berpirsyar Beşîr Sebirî, Têmûrê Xelîl, Karîna Fetî, Mistefa Sîno, Yûlîya Seîd, Bayram Şekir, Leyla Êdûard û yên din. Ew radyo li tevaya Kurdistanê dikare bê guhdarîkirin, herwiha li ser tora Înternetê jî, ku navnîşana wê ev e: http://krd.sputniknews.com/kurdish.ruvr.ru/.

WDR Funkhaus Europa Bernama Kurdî

7-ê Sibata 2012an, WDR Funkhaus Europa Bernama Kurdî 25 saliya xwe pîroz kir. Ev temendirêjtirîn bernameya kurdî ye li Ewropayê. Bernameya kurdî ya WDR-ê, 7-ê Sibata 1987an dest bi weşana xwe kir. Di destpêkê de bername hefteyê carek 15 deqeyan weşanê dikir, lê 1989 salê dema weşanê hate dirêjkirin û bû nîv saet; 2005-ê salê jî dem bû saetek. Bername vê gavê ji 7 kesan pêk tê. Kamil Basergan û Jomana Djoumma moderatiya Bernama kurdî dikin. Bernama kurdî li seranserê Nordrhein-Westfalen û Bremena Almanîyayê bi hêsanî tê guhdarkirin. Ji bilî muzîka kurdî, her hefte mijarên siyasî, çandî û çalakiyên heyî ji bo guhdaran têne ragihandin.

Sveriges Radio-Zayele

Sveriges Radio-Zayele radyoya fermî ya dewleta Swêdê ye. Yek ji bernameçêkerên radyoyê Lorîn Berzincî diyar dike ku Beşê Kurdî yê Radyoya Swêdê-Zayele yek ji beşên herî serkeftî ye û asta wê ya xebatê jî pir bilind e: “Kurd an zindî an jî bi riya guhdarkirina li ser malperê dikarin guh bidin bernameyê.” Herçî Beşîr Kavak e, diyar dike heke tiştekî awarte neqewimî be an jî babeteke taybet nebe, bernameya nîvsaetî ji çar beşan pêk tê: Kurtenûçeyên rojê, dengûbasên girîng a rojê, raporek û hevpeyvînek. Li gorî wî di rewşeke asayî de, ji bo weşana rojane divê çar kes bixebitin: “Ji çar hefteyan carekê, kesek derhêner e, yek pêşkêşkarê bernameyê ye, kesek nûçeçêker e û kesek jî nûçegîhan e.”

Amadekar û berhemhênerên Zayeleyê Zana Şîroyî, Lorîn Bercincî, Nasser Sina ne, Nazenîn Mehmûd, Nesrîn Kiliçarslan, Beşîr Kavak, Niştiman Îrandost, Revend Şêxo û Sîdar Yigit in. Seroka bernamaya kurdî ya demê Şîlan Diljen e.

Kurtenûçe û dengûbasa girîng a rojê ji navenda SR International (Radyoya Navnetewî ya Swêdê) tên.

Radyoya Dengê Mezopotamyayê
Li gorî ragihandina radyoyê, Radyoya Dengê Mezopatamyayê bi armanca ku bibe dengê azadî, wekhevî, aştî û şaristaniya demokratik a gelên Mezopotamyayê dest bi weşanê kiriye. Radyo xwe wekî ragihandineke alternatîv û azad bilêv dike.

Radyo 27-ê Gulana 2001-ê, ji bo 6 saetan dest bi weşanê kiriye. Di detspêka 2002an de, saetên weşanê gihiştiye 12 saetan. Ji sala 2007-an ve weşan 16 saet e. Dengê Mezopotamyayê bi tevahiya zaravayên Kurdî weşanê dike. Rojê çar caran bi zaravayên soranî û kurmancî dengûbehs têne dayîn.

VOA-Radyoya Dengê Amerîkayê

Radyoya Dengê Amerîkayê sala 1942an hate damezirandin. VOA ajanseke navneteweyî ya ragihandinê ye û girêdahiyê Hikûmeta Federal a Amerîkayê ye. Di hefteyekê de, Dengê Amerîkayê nêzîkî 1500 saetan nûçe û babetên din ji bo 125 mîlyon kesên li seranserê dinyayê belav dike.

Beşê Kurdî yê Dengê Amerîkayê, piştî Şerê Kendavê, 25-ê Nîsana 1992an hate damezirandin. Beşê kurdî rojê sê saetan nûçe, pêzanîn û babetên din belav dike. Ji Adara 2010an ve, 21 karmend û 9 peyamnêr ji bo vê beşê kar dikin.

Radyo Aştî

Herçî Radyo Aştî ya li Stockholmê ye, bi dirûşmeya ”Dengê Bêlayan li Swêdê” hewla weşangeriya kurdî dide. Berpirs Hacî Kardoxî ye.

Derheqa nivîskar da

Salih Kevirbirî

Anadolu Universitet (Zankoya Anadoluyê) - Fakulteya Ekonomî û Fakulteya Zanistên Siyasî // Heta niha 10 kitêbên wî bi zimanê kurdî û tirkî hatine çapkirin û ev kiteb li çend zimanan hatine wergerandin // Her wiha di 3 salên dawî de li ser kurdên Sovyetê 20 fîlmên documenter bi zimanê kurdî amade kirine// Di nav Navenda PEN-a Kurd de Berpirsê Nivîskarên Diyasporayê ye û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

Qeydên dişibine hev