Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Gotinên kurdî ku bi piranî di nav kurdên Ermenîstanê da mane – 2

Gotinên kurdî ku bi piranî di nav kurdên Ermenîstanê da mane – 2

Têmûrê Xelîl

Berî çend rojan me gotinên kurdî, ku zêde di nav kurdên Ermenîstanê, Gurcistanê û Serhedê da mane, bi cûrê alfabêtîk (ji herfa “a” hetanî herfa “m”) raberî we kiribû. Vê carê em wan gotinan ji herfa “n” dest pê dikin raberî we dikin û bi herfa “z” xilaz dikin.

navno – Zaroyên, ku tu çi jî bidêyî, çiqasî jî bidêyî, her ne razî ye. Ew yek bal hinek mezina jî heye. (Çi yekî/e navno ye!). Ew kesê ku navê wî bi notî derketîye. No: tûj, cirnexwaş.

nar – Rengê sor. Sorê tarî, gevez, rengê hinarê.

nemam – Xayîn, xiniz (“’Hîz û diz û xiniz”).

nivatin – Sitiranên ser şînê. Kilama davêjine ser merivên zêndî, lê sitiranên li ser mirîya ra dibêjin “nivatin”. Sînonîm: nuhirandin (dinuhurîne), bilandin, lûbandin.

nuxurî – Zara pêşin. Sînonîm: ziknixî.

parç – “Parça dilê wî danî”, ango “kela dilê wî danî”, “hêrsa wî danî”. Sînonîm: piç.

pelepistûkî – Kesê ku ber yekî helekarîya an fêlbazîya dike ji bo li wî xweş bê, dibêjin “pelepistûkîya dike”. Sînonîm: şalûzî, nangenimî, kûtgermî.

peranî – “Peranîya gura”, wek “kerîyê pêz”, “refê teyra”, “garana dêwêr” û h.w.d.

perseng – Berbend, perde. Wek mînak: “Persenga devê wî tune”, ango kesê ku çi tê ber devê wî dibêje. Sînonîm: bizmik.

pesar – Berpala di qûntara çiyê da, cîyê çêra naxirê.

pesarî – Rêxa heywanê ku li çolê rêx kirîye, lê ew rêx hela zuha (hişk) nebûye

peşmûrde – Şaş, metel, ecêbmayî. Kesê ku rê ji riya dernaxe, ji rewşa ketîyê nikare çarekê bibîne, derkeve.

pêpeskirin – Binpêkirin. Wek mînak, li Romê mafên meriva têne pêpeskirinê.

pirêze – Piştî dirûna ceh, genim û nîska, ew perçê ku ber dimîne, jê ra dibêjin “pirêze”.

pirçû – “Pirçûyê xwe kirîye”, ango xeyîdîye, hew maye ku bigirî. Sînonîm: “Lêva xwe daliqandîye”.

pînc – Ew jî hema bêje wek “helan”ê ye, lê nêgatîvî tê da pirtir e. Sînonîm: pîjkirin.

qaranî – “Qaranîya malê ketiye situyê min”. Tenê jin dibêjin û tenê di vê kontêkstê da tê gotin, ango “giranîya kar ketîye ser min”.

qaşûrk – Hûrikên ku ber birîna dara dimînin, wek kayê ne, lê jê girtir in. Sînonîm: qaşil.

qeşirandin – Kesê ku li tiştekî dûr, an kesekî dinihêre, lê tê dernaxe çi ye, an jî kê ye, dibêje “Çavê min naqeşirîne”.

qol – Îmze.

qûl – Kesên, ku ber destê axa û bega belaş kar dikin, ji “nanoziko” jî kêmtir nan didinê. An jî kesên, ku di şêr da wan digirin û bi kar tînin, didine xebatê.

ra pê nabe – Çare pê nabe, nayê zevtê, her ya xwe dike. (“nayê rayê”, ango teslîm nabe, kes nikare zora wî bibe, an jî wî bîne ser rê).

rêj – Xwelîya ekindar, ku berê baş dide.

rozgar – Qeder, felek. Wek “demsal” jî tê bikaranîn.

sarîk – Derdanê, ku şivan mastê xwe dikê. Ji şûşa tê çêkirin. Derdanê, ku şivan nanê xwe dikê, jê ra dibêjin “hevan”.

sayî (nanê sayî) – Dema dibêjin “nan bîne”, tê fêmkirin, ku “xwerinê bîne”, lê dema bixwezin bêjin “tenê nan bîne”, dibêjin “nanê sayî bîne”.

semer – Sed mî. (tenê ji mîya ra tê gotin). Semerek pez = sed pez.

senger – Sûr, çeper, berbend. Sînonîm: kozik.

seqirandin – bêdengî, aşbûn. “Guhê min ji van zara seqirî”, ango îdî hew dikine qerebalix. “Li Rohilata Nêzîk rewş seqirî ye”. Ango, bêdengî ye, şer-dew tune.

sewdaser – Kesê, ku hişê xwe unda kirîye, an jî tiştên ne li rê dike. Sînonîm: şeplepêketî.

sêlav – Dema ava çêm ji kenarên xwe dertê, an jî ava belekîya dihele, jorda tê xarê û her tişt ber xwe dibe. Bi soranÎ. “sûlav”.

sêrek – Eksî gotina “six” e. Daristana ku kêm dar tê hene, porên ku cî-cîna warîyane. Sînonîm: firk.

sîs – Sipî. Piranî ji mîya ra tê gotin: “Mîya sîs”. Dikare dewsa gotina “keçel” jî bigre. Ermenî ji çiyayê Araratê ra dibêjin “Masîs”. Belkî ji gotina kurdî hatibe, ango “ma sîs”, ji ber ku serê wî çiyayî tim berf e.

sil – Kesê ku ji yekî, an tiştekî aciz be, dibêjin ji filankesî an filan tiştî sil e, disilike. (bi awakî mayîn “koma gû” ye jî).

sivder – Korîdor.

six – Ser hev, pir; “daristana six”, “porên six”. Eksî gotina “sêrek” e.

soron -“Pişîka soron”, ango “çilek”, “nevsek” (tenê pişîkê ra tê gotin). Ji teyra ra dibêjin “teyrê atmace”.

sût – Rengê şîn, bi swêdî: “blå”. Wek: çavşîn; ango çavsût.

şek – “Şeka min neşkêne”, ango “hewasa min neşkêne”.

şene – Sêtilî, aletê ku gîha didine ser hev, dikine lod. Belkî gotina “şe” ji wir hatibe.

tanga min – Kêleka min, rex min.

telalok – Kuçikê (agir), ku dadidin û ser ra banz didin, an li dorê direqisin.

tem – “Temê wî dikişîne xwerinê”; “Temê wî heye ecêbekê bike”. Kesê ku dilê wî da niyetek heye, dixweze pêk bîne.

temetîsk – Dêlîkatês. Sînonîm: tametîtk.

temorî (temberî, temerî)- Tûncika ber enîya kura. Sînonîm: pêşenîk.

tendûrek – bi swêdî “vulkan”. Bi qerejdaxî: “volqan”.

terewil – Hemû heywan.

teyrede – Hemû teyr û tû. Sînonîm: tilûr.

tisî – “Nanê tisî”, tenê nan, bê pêxwerin. (“Nanê tisî, pê fetisî…”).

tirada – Beza hespê ya çapik û çeleng. Tenê hespê ra tê gotin, dema meriv ji beza hespê lezetê dibîne, dibêjin “çawa dide tirada!”. Ji wan kesan ra jî bi qerf tê gotin, yên ku ji tiştekî nerazîne û nikarin di cîyê xwe da rehet rûnên. Ji wan ra tê gotin “çi didî tirada?!”.

to – Piştî kelandina şîr, an jî piştî ku şîr dimeyînin, bona bikine mast, peyda dibe. Ango, rûnê şîr radibe ser. Sînonîm: qeymax.

tolan – 1. Holika kûçika. 2. Seyê durre, di navbera tajî û se da ye, ne direyê wek se, ne jî wek tajî nêçîrê dike.

tomik – Mişk dikevine telikê û nikarin jê derên, meriv jî dikevine tomikê. Sînonîm: tor.

totik – Bi swêdî dibêjin “kakor”. Weke kada ye.

toxavk – Mastê bi rûn. (bi swêdî dibêjin “grädde”).

turuş – Rîsk, culet, cesaret. Bi swêdî: “törs, töras”.

tûzîk – Sînonîma gotina “gede” ye, ku bi awakî qerf tê gotinê. (Wek: “Filankes xwe nagire bê şahîya me, dewsa xwe tûzîkê xwe dişîne”).

waşîya-warîya – Belg diwaşin, lê por diwarin.

werzeba – Bayê pir qalim, bayê werzan.

xerz – Kavîar. Hêkên masîya.

xewa hingorê – Xewa kûr û şîrin.

xîzge – Qûma gir, ku dema çêkirina xanîyan ewê tevî çêmêntoyê dikin. Der-dorê çeman, binê çeman da jî hene.

xilîdang – Çeltê biçûk, ku mêr digirine destê xwe, an jî di situyê xwe da darda dikin; ji çerm çê dibe. Ji çentê destê şivana ra dibêjin “hevan”. Sînonîm: xelîtk, xelîdeng:

xiringêle – Tevlihevî, bêterbetî, qalmeqalm. Sînonîm: xirecir.

xizek – Pê wê ser bûzê xwe dişimitînin.

xizik – Tenê kartola (patate) ra tê gotin, dema kelandinê ji hev naçe, nahelçiqe, pimpoxî ye û xweş e.

xurmaş – Kesê ku dihênije, xewê zor lê kirîye, jê ra dibêjin “xurmaş bûye”.

xurûş kir – Êrîş kir, piranî ji bo heywana tê gotin.

xût – Eynî. “Xût ew e”, ango “ji sedî sed ew e”, an jî “usa weke wî ye, ku hema bêje merî nikare ji hev derxe”.

zarî bûyîn – Kesê ku ji tiştê bihîstî nişkêva şaş dibe, hew dikare fêm bike çi qewimî. Wek nimûne, “ez ber wî zarî bûm”, ango zar-zimanê min negerîya (ketine hev) tiştekî bêjim.

zendegirtî – Şaşmayî, ecêbmayî, metelmayî.

zêrzemîn – Bi swêdî dibêjin “källare”; zindanê di binê erdê da, şikeftên kûr di erdê da. Ji “jêr zemînê” tê.

zûkîn – Dema se şeva dikine hewar-gazî. Sînonîm: kazîn, zûrîn.

zûr bû – Bi şaşmayîn, bi heyr-hijmekar li yekî nihêrîn. Wî çaxî jî meriv zûr dibe, dema çevê wî li rê ye, li benda yekî ye, çavê xwe naqurpîne.

Ev gotinên jêrê jî, wek dibêjin, gotinên bi mane ne. Ango, kurdên Ermenîstanê çawa gotinên kurdî yên normal bi awayekî din dibêjin, ku kesên ji miletên din tê dernexin ka behsa çi tê kirinê.

goşt – gîhayê gura

nan – darik

penêr – situbaday

pere – yê nav tilîyan

file, ermenî – qalik.

P.S. Beşa vê gotarê a pêşin hûn dikarin li vira bixwînin: http://riataza.com/kurdish/3577-gotinen-kurdi-ku-bi-pirani-di-nav-kurden-ermenistane-da-mane-1.html

 

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev