Alozîyên sîyasî û çareserîya wan

Alozîyên sîyasî û çareserîya wan

Tosinê Reşîd

Berî rizgarîya Şengalê, di gotareke rojnamevanekî amêrîkî de, ez rastî hevokeke wa hatim: “Dostên kurda şerm dikin”. Bi rastî vê hevokê ez êşandim.

Dostên kurda ji bo Herêma Kurdistanê têrmînek çê kiribûn: “Îraqeke mayîn” û bi her şêweyî dixwestin li cihanê bidin xuyanê, wekî Herêma Kurdistanê ne wek Îraqê ye. Li Îraqê bombe dihatin teqandin, meriv dihatin kuştin, gund û bajar dihatin wêran kirin. Li Herêma Kurdisatn her dera aramî hebû, Herêma Kurdistan roj bi roj ava dibû, bajar û gundên Kurdistanê dêmê xwe diguhastin; şên û xweş dibûn. Kompanîyê cihanê, ji ber tunebûna aramîyê nediçûn Îraqê, lê berê xwe didan Kurdistanê. Di navbera hêzên Kurdistanê ye sîyasî de têgihîştineke giştî hebû, ku ji bo dûaroja Kurdistanê dibû hêvîke xurt…

Û îro dostên kurdan ji rewşa Herêma Kurdistanê şerm dikin!

Qeyrana hilbijartina Serokê Herêma Kurdistan, pirsgirêkên bi Bexda re û şerê dijî Daîş, ku bi xwe re qeyrana aborî anîn, rewşa Herêmê metirsîdar kirin.

Bûyarên 12 Cortmehê û çi ku dû wan bûyaran re bû, ew tirs hê mezin kir. Bi caran tê gotin û nivîsar, wekî li Herêmê yasayên anegor tunene, ji ber wê gelek caran pirsgirêk dertên. Lê yasaya hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê heye, dîsan jî ew hilbijartin bû pirsgirêkeke gelek mezin û bi qeyrana aborî re tevayî Herêma Kurdistanê rû bi rûyî dijwarîyên gelek mezin bû.

Berpirsekî Gorran daxweza perçe bûna Herêmê kir. Û ew perçe bûn wê ne dijawar bûya; çawan Bexda, usan jî dewletên Kurdistan dagir kirî, wê bi wê perçe bûnê, gelek şa bûna. Destkevtinên Herêmê ye van salên dawî û nas kirina wan destkevtina ye navnetewî, ne bi dilê wan bû.

Şerê birakujîyê di navbera PDK û YNK de, sala 1996 an dawî hat, ku bi wê dawî hatinê li Kurdistana Îraqê du rêvebirîyên ji hev cihê hatin damezirandin; li Silêmanîyê YNK bû desthilatdar, li Hewlêrê – PDK. Her partîyake destihatdar di wan perçan de bû xedîyê hêzên xwe ye pêşmêrge, asayîşa xwe, Banka navendî û dazgehên mayîn. Hevpeymanîya Strasêgî di nav wan herdu hêzan de sala 2006 an hat îmza kirin û hukumata yekgirtî hat ava kirin. Biryar hebû, wekî hêzên Pêşmerge, Asayîş, Bank û dezgehên Darayî gişk bibin yek. Lê heta îro jî nebûne yek.

Heta niha çend caran hukumata Kurdistanê biryar daye, wekî qet na hêzên Pêşmerge bibin yek. Gelek caran hatîye nivîsarê, wekî dibin yek. Lê hê jî bi rastî nebûne yek. Hê ji li Herêmê du hêzên Pêşmerga, du Asayîş, du Bankên navend hene û ser parêzgehan jî nînin, ser partîyan e. Beşêk hebûna PDK e, beşa din jî ya YNK. Û serok, yan nonerê her partîyê li deverên xwe xurt in.

Ser vî gişkî de qeyrana Serokê Herêmê û têkçûna pêwendîyên di navbera PDK û bizava Gorran.

Herêma Kurdistanê niha di nav qeyraneke sîyasî re derbas dibe, hêzên kurdaye sîyasî li hev nakin.

Qeyrana li Herêma Kurdistanê sîyasetmedarên Bexdayê kêfxweş kirin. Ewana niha di rewşeke sîyasîye baştir de ne. Dijberên Prêmêr Mînîstrê Îraqê, Abadî ye şîya; Hadi al-Amarî, Nûrî al-Malîkî û Qaîs al-Xazalî, gişk wê bawerîyê ne, wekî Prêmîyêr Mînîstir gerek di van rojên gran de, rêveberîya şerê dijî Daîş bike. Bi gilîkî mayîn, di demên dijwer de berjewendîyên welatê xwe ser yên xwe ye sîyasî re girtin. U perpeyvk dikin, wekî ji bo hev anîna hêzên kurdaye sîyasî, navçîtîyê bikin.

Em çawan şerm nekin!

Van demên dawî gelek kurdên ji Avropa, Amêrîka û welatên mayîn, bi hêvîke mezin vegerîya bûn Kurdistanê, lê niha gelek ji wan, dîsan vedigrrin welatê jê hatî. Li hev ne kirina hêzên sîyasî bûye bêhêvîtî û dilê xelkê sar dike. Heta kesên bîyanî jî, ku li Kurdistanê kar dikirin, vedigerin welatên xwe.

Di gotarekê de min xwend, wekî van rojan, pêşmêrgek, ji bo peyama aşîtîyê bigihîne Parlamênta Kurdistanê, ji Silêmaniyê heta Hewlêrê peya çûye. Gor gotina wî, endemên parlamêntê, bi piranîya xwe ve, nonerê partîyên xwe ne, ne nonerê gel.

Kesên haya wan ji rewşa Kurdistanê heye, nikarin vê rastîyê nepejirînin.

Di vê rewşê de, divêt her tişt bê kirin, wekî ev dutîretîya hêzên sîyasî, qeyrana sîyasî negihîne vegerîna ber bi ‘dû îdareyê’. Çawan me êdî got, berpirsên bizava Gorran, ev pirs derxistin meydanê.

Van salên dawî gelek caran besa serxwebûna Herêma Kurdistanê dihat kirin û berî gişkî aramîya Herêmê ji bo wê bawerîyê dibû bingeh.

Îro wek av û nan pêvîstîya Kurdistanê bi aramîya sîyasî heye.

Çi bûye, nayê vegerandin, şaşî û rastî gerek dor masa gotûbêjan derkevin meydanê. Di rewşa îroyîn de, tu altêrnatîva li hev hatina hêzên Kurdistanê ye sîyasî tune.

Divêt her pirsgirêk li dor masê, yan jî bi rêya yasayê bên çareser kirin. Bêyî biryara dadgehê, mafê kesî tune bi rêya media xwe hinekan tawenbar bike. Ev tawanbarîyên ne mak kirî, rewşa Kurdistanê aloztir dikin û çareserîya pirsgirêkan grantir dikin.

Rojnamavanê ‘Time’ ê, Karl Vick, destpêka sala îsalin nivîsîye: “Kurd, ne nihêrî jimara wan e mezin (dor 30 mîlîon di cihanê de), yekîtîya ziman, çande û nasnama yê, tu caran dewlet ava ne kirine. Lê niha ew bi her qewxekê re nêzîkî wê armancê dibin.”

Kurdistanê gavên hêja ber bi serxwebûnê davêtin. Frotana neftê ye serê xwe, hevalbendên bazirganîyê ye nû, ji serxwebûna aborî re dibûn bingeh. Hemîn serxwebûna aborî giringtirîn bingehê serxwebûna sîyasî ye.

Lêkolîner Rotberg, ji bo avakrina dewleta serkevtî, van şertan tîne: Asayîşa baş, înstîtûtên bi hêz, ku bikaribin konflîkta çareser bikin, serdestîya yasayê, ji bîznêsê re vekirî bûn, beşdarîya sîyasî û parkirina xizmeguzarîya civakî û rêvebirîya aborî ye baş.

Rewşa Herêma Kurdistanê îro ne gor van şertan e. Divêt hêzên sîyasî cudatî û berjewendîyên partîyên xwe daynin alîyekî û di vê rewşa dijwar de, her tiştî bikin, wekî aramî vegere Kurdistanê, wekî cihan dîsa bawerîya xwe bi kurdan bîne û piştgirtina daxweza wane pîroz, serxwebûna Kurdistanê bike.

Divêt di vê rewşa dijwar de DAY, YA û NY alî hêzên kurda bikin, wekî rojekê zû ji vî derê teng derên.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev