Damezirandina Navenda Çanda Kurdî “Yekbûn” li S.Pêtêrbûrgê hat pîroz kirin

Damezirandina Navenda Çanda Kurdî “Yekbûn” li S.Pêtêrbûrgê hat pîroz kirin

17ê mijdarê sala 2015 an di bajarê Sankt-Pêtêrbûrgê ya Rûsîyayê de, merasîma vekirina şaynetiyê ya avakirina Navenda Çanda Kurdî “Yekbûn” li S.Pêtêrbûrgê hat pîroz kirin. Di merasîma pîrozbahîyê de gelek kesên berbiçav: cîgirê welîyê herêma S. Pêtêrbûrgê û cîgirê serokê admînîstrasyona bajarê S. Pêtêrbûrgê, nûner û berpirsên rêxistinên azerî, ermenî, çêçen, îngûş, tetar û hirumên Rûsîyayê, şewirmandê konsulê Ermenîstanê li Rûsîyayê, serokê înstîtuta destnivîsarên rojhilatê ya akadêmiya Rûsîyayê ya zanyarîyê Irîna Fyodorova, doktora fîlolojiyê, profêsor-kurdzana beşa kurdzanîyê ya S.Pêtêrburgê ya Înstîtuta Rojhilatzanîyê ya Akadêmîya Rûsîyayê zanistîyê Zera Elî Yûsûpova, solîsta Şanoya Mezin ya Rûsîyayê Svêtlana Kasyan (Moskva), peykerterêşê bi nav û deng Têmûrê Anqosî (Moskva), ji bajarên Krasnodarê, Krîmê, ji komarên Sovêta berê: Gurcistanê, Ermenîstanê, Azêrbaycanê, hunurmendê emekdar yê Rûsîyayê, xelatgirê xelatên navneteweyî Vladîmîr Ecemov (S.Pêtêrburg), mêvan ji bajarên mayîn yên Rûsîyayê: hunurmendê netewî yê Rusîyayê Ezîzê Bişar Eskerov (Moskva), cîgirê wezîrê çandê û karên ciwanan ya Herêma Kurdistanê Salar Osman, nûnerê Şêwra koordînasiyonê ya partîya Demokrat a Kurdistanê Sasan Ewnî, rojnamavanê naskirî, berpirisyarê kovara “Dialog” ê ji Herêma Kurdistanê Şwan Tavêng, mezinê mala êzdîyên Firansyayê Tamazê Dasinî, konsûlê bi rûmet yê Moldovayê li Gurcistanê Îskoyê Dasinî (Tbîlîsî), Serokê Komeleya Dostaniya Kurdan û Rûsan, berpirsyarê malpera Ria Taza Yûrî Nabîyêv (Moskva), nivîskar Yûra Dasinî (Moskva), Zoro Mihoyî (Yêrêvan), Artûr Mihoyî (Moskva) û gelek niştecîyên kurd yên S.Pêtêrburgê beşdar bûn. Ji navenda Pena Kurd endamê rêvebirîya wê Salih Kevirbirî amade bû, ku di heman demê da hevkarê malpera me ye. Herweha rojnamevanê mêdyaya kurdî, nûner û berpirsên rêxistin û partiyên kurd û Kurdistanê di pîrozbahîyê de amade bûn. Bi riya telefonê û mail ê, ji Navenda Çanda Kurdî “Yekbûn”ê re gelek peyanmên pîrozbahîyê hatin. Di nav wan de: li ser navê Yekitiya Kurdên Qazaxistanê ‘Berbangê’: Kinyazê Îbrahîm – akademik, serokê Yekitiya Kurdên Qazaxistanê “Berbang” Nadir Nadirov – akademîk, serokê Rûmetê yê Yektiya Kurdên Qazaxistanê (Berbang), Ezîzê Ziyo Bedirxan – serokê Komeleya Dostaniya Qazax û Kurdan (Hêvî), Ezîmê Şemo – cîgirê serokê Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê (Berbang), Şîrinê Elî – endamê rêveberiya Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê (Berbang), ji Ermenistane nivîskar û rojnamavan Emerîkê Serdar û qîza wî wergervan Nûra Emerîk, herwiha pîrozbahî ji bajarê Tambovê ya Rûsîyayê, Bekuyê, Tbîlîsî û Yêrêvanê. Tivdîrên vekirina Navenda “Yekbûn”, di sêşema 17 mijdara 2015 ê de di saet di 10.00 ê de li S. Pêtêrbûrgê di ofîsa Navendê dest pê kir, saeta 13.00 li beşa kurdnasîyê ya S.Pêtêrburgê ya Înstîtûta Rojhilatzanîyê ya Akadêmiya Rûsîyayê ya Zanistîyê de rasthatin çê bû û pişt re saeta 17.00 di oda konsêrtê “Kolîzêy” de merasîma vekirina şaynetiyê ya Navenda Çanda Kurdî ‘Yekbûn’ li S. Pêtêrbûrgê pêk hat û hetanî derengê şevê dom kir.

Merasîm bi rawestina deqeyekê ji bo rêzgirtina şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Serokê Navendê Mirazê Şîrin Biroyan xêrhatin da beşdarên civînê û dû ra li ser plana kar û barên Navenda Yekbûnê axifî. Wï bi kurtî çend xalên giring ji armanc û meremê rexistinê raberî haziran kir. Pey re du nunerên Navendê Mêrab Xudoêv û Barzanî Nabîyêv xeberdan. Pişt re Hozan Şivan Perwar, Cangîr Biroyan bi stiranên xwe şeva merasîma şaynetîyê geş kirin. Şahî heta derengê şevê bi stiran û govendê dewam kir.

Navenda Çanda Kurdî ‘Yekbûn’ li S.Peterbûrgê bi fermî du meh berî wê hate damizirandin. Serokatîya Navendê ji 12 kesan pêk te, 12 kesên welatparez, xîret û dilsoz, xwedî temenên cuda ne: Cemalê Sûto Qehremanyan, Mirazê Şîrin Biroyan, Fêrîkê Têmûrê Sadêyî, Barzanîyê Elo Nabîyêv, Vagîfe Wezîroxlû Şamîlov, Mêrabê Davîd Xûdoêv, Gîyasê Tahiroxlû Şamîlov, Hamlêtê Xetîvê Kotêyan, Tahir Ismayîlê Gamzatoxlû, Cangîrê Usib Aloyan, Romanê Wezîr Kûrdoêv, Vladîmîrê Qasim Ecemov. Lê ev yek fikira avakirina rêxstina kurdî li bajarê S.Pêtêrbûrgê şerpeze nekir. Her yek ji wan camêran wek yek kes qewat xwe nehêvişandin ji bo serîanîna îdêya xwe. Yekbûna xwe ava kirin, ji bo ku li xerîbîyê de di xizmeta gelê xwe de bin. Navenda Çanda Kurdî ‘Yekbûn’ li S. Pêtêrbûrgê rêxistineke dêmokratîk e û bi tu rêxistinên siyasî û olî ve ne girêdayî ye. Taybetmendiya vê saziyê ew e, ku kesên bi bîr û dîtinên cûda ji gele herêmên Rûsîyayê, komarên Sovêta berê di bin baskê xwe de civandîye, ev yek jî dewlemendiyeke wan a mezin e. Nêt û armanca sereke ya avakirina Navenda Yekbûnê pêkanîna platformeke hevbeş e bo kurdên Rûsîyayê. Pêwîstîyek hebû ku kurdên Rûsîyayê, yên ku ji komarên Sovêta berê wan salên dawîyê li Rûsîyayê dijîn û bûne bajarvanên wî welatî, bi riya dezgeheke weha ku ne girêdayî partî an jî olî bû, bihatana testîq kirin, bi yekgirtî dengê kurdan bihata bihîstin, bo piştgirî û parastina mafê gelê kurd, bo ziman, nasname û kûltûr xebatek hevbeş bihata kirin.

Dîroka kurdên Rûsîyayê dîrokeke dewlemend e, ya bi dehan salan e. Berê kurdên Rûsîyayê ji komarên Sovêta berê bûn, lê niha kurdên Rûsîyayê ne. Di nav van salan de gelek tişt hatin guhartin. Pirsiyarên civakî di nav civata kurdan de derketine holê. Rola Navendê ya girîng ev e ku, di nava civata Rûsîyayê ya piralî û pirkûltûrî da civata kurdî jî cîyê xwe yê hêja bibîne, kar bike. Ji bo pêkanîna van armancan dibê kar û xebateke mezin bê kirin, ji bo ku dengên kurdên Rûsîyayê di qada bilind de bidine bihîstin. Hêjayî gotinê ye, ku bi salan e bi dehan dezgehên kurdî li Rûsîyayê hene. Bi sedan ronakbîr û rewşenbîrên kurd ji bo ked û emekê xwe yê hêja di civaka Rûsîyayê da bûne kesayetîyên navdar. Ev jî ji dewlemendî û pêşketina kurdên Soveta berê ji alîye kûltûrî, zanyarîyê, edebiyetê, sîyasî, dêmokratîk û civakî tê.

Dem hatiye guhêrtin, divê Yekbûn jî xebatên xwe li gor vê demê bimeşîne. Lema jî endamên Navendê yekemîn merem û armanca sazîya xwe dane kivşê. Ev in – bo piştgirîya gelê kurd, bo parastina mafê gelê kurd, bo ziman, nasname û çanda kurdî bi xûrtî kar bike. Nûnerê serokatîya Yekbûnê êdî plan û projêyê xebata xwe ya pêşerojê jî danîne: wek, bi darxistina pêsengehan, şanoyan, rasthatinên ji bo nasandina destkevtinên karmendên kurd yên di dereca ulm, çandê, huner û sportê, ku li seranser cîhanê dijîn. Ji bo pêkanîna fikr û ramanên efrandarîyê, alîkarîya nifşên ciwan bikin, piştovanîya hevdîtin û yekîtîya wan kurdan gişkan bikin, yên ku li Fêdêrasîya Rûsîyayê dijîn û kurdên ku seredana wê dikin. Heta niha fînancekirina karên Navendê ji kîsî wan kesan e, yên ku Navend damezirandine. Û wek ku serokê Navenda Çanda Kurdî ‘Yekbûn’ birêz Mirazê Şîrin dibêje: “Em ê bi dilşadî hevkarîya wan kesan bikin, kê amade ye bi me re tevayî van pirsa çareser bike”. Em hêvî dikin Yekbûn herdem bibe pirek di navbera kurdên komarên Sovêta berê û herwiha herçar beşên Kurdistanê û Rûsîyayê de. Tivdîra Yekbûnê ya yekem di rewşeke dilxweşîyê û germ de derbaz bû. Bi vî awayî merasîma vekirina şaynetiyê ya avakirina Navenda Çanda Kurdî “Yekbûn” li S. Pêtêrbûrgê gihîşte dawîyê û Yekbûnê erkekî xwe bi layîqî bi cîh anî.

Ser navê malper û radyoya Ria taza ez bi dil û can damezirandina Navenda Çanda Kurdî “Yekbûn” li S.Pêtêrbûrgê pîroz dikim, di xebat û têkoşîna wê ya hêja de ji hemû endamên wê yên çalak re serkeftin û serfîrazî dixwazim! Em di wê bawerîyê da nin, ku Yekbûn her dem di kar û barê xwe de pêşketî be û gelek salên dirêj kar bike. Bi hêvîya xurtkirin û domandina xebatên wê yên giranbiha û bi rûmet.

Bijî yekîtiya neteweyê kurd!
Çend dîmen ji merasîma vekirina şaynetîyê ya avakirina Navenda Çanda Kurdî “Yekbûn” li S.Pêtêrbûrgê, 17ê mijdarê sala 2015 an di bajarê Sankt-Pêtêrbûrgê ya Rûsîyayê de.

SMLXL

SMLXL

SMLXL

SMLXL

SMLXL

SMLXL

SMLXL

SMLXL

SMLXL

SMLXL

Bêlla Stûrkî
Riataza.com

Derheqa nivîskar da

Bêlla Stûrkî

Unîvêrsîtêya Tbîlîsî ye Dewletê ya ser navê Javaxîşvîlî, beşa fîlolojîayê temam kirye // Endama serwêrtya navenda candê û perwerdeyê "Mala êzdyan" li Gurcistanê // Berpirsyara û bêjera radyoya Ronkayî ya Weşana radyotêlêvîzyona civakî ya Gurcistanê. Berpirsyara û bêjera întêrnêtradyoya Ria taza.

Qeydên dişibine hev