Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Kurdî zimanê fermî yê Kurdistanê bû

Kurdî zimanê fermî yê Kurdistanê bû

Mehmed Salih Bedirxan

Her çend dewletên dagirker ê Kurdistanê rê li ber pêşketin û geşadana kurdî girtibin û gelek bermayîyên dîrokî yên Kurdistanê ji holê rakiribin jî çanda qedîm a kurdî, dîroka kurdan, bi berxwedana pêşewayên ziman û dîroknûsên kurd li ser piya maye. Kelepora kurdan a çandî û zimanî li gel berxwedana siyasî û çekdarî berdewam kiriye û ew gencineya bavkalan  ji nifşên nû re hatiye veguhestin. Li Başûrê Kurdistana bi dehan zanîngehên kurdan hene û zimanên wan ê fermî kurdî ye. Li gel pêşketina zanistî ya li Başûrê Kurdistanê li Rojhilat Bakurû Rojavayê Kurdistana jî pêlên pêşketina zanistê li dar in û berdewam dikin. Herî dawî ji hêla siyasetmedar û nivîskarê kurd Şakir Epozdemîr li ser dîroka kurdan du berhem hatin nivîsîn.

Siyasetmedar û lêkolînerê kurd Şakir Epözdemîrê heta niha li ser dîroka kurdan bi dehan pirtûk nivîsîbûn du pirtûkên din ê li ser dîrokê li pirtûkxaneya kurdî zêde kir. Pirtûkên herî dawî yên Epözdemir yek bi kurdî û yek jî bi tirkî ji der çû. Pirtûka bi kurdî “Medreseyên Kurdistanê, Di Dewra Mîran û Neqşîbendiyan De, ji nav weşanên Weşanxaneya Nûbiharê, pirtûka bi tirkî jî, “Kürt- Osmanlı İttifakının 500. Yılı” ji nav weşanên Weşanxaneya Vengê der çû. Her du pirtûk jî li ser dîroka Kurdistanê ne di derbarê mîr, medrese ilm û zanista Kurdistanê agahiyên nû û berfireh didin xwînerên xwe.

Peymana Amasyayê

Pirtûka  Kürt- Osmanlı İttifakının 500. Yılı, di çerçoveya bersivên 21 pirsên akademîk ê li ser dîroka kurdî de hatiye hûnandin û Epozdemir pirtûk dabeşî 26 serenavan kiriye. Di wan serenavan de berê xwînerên pirtûka xwe dide sedemên Peymana Amasyayê ya di 1514’an de di navbera osmanî û mîrnîşinên kurdan de hatibû îmzekirin. Li hêla din nivîskar atmosfera siyasî û dîrokî jî eşkere dike û dide zanîn ku mîrnişînên Kurdistanê bi Peymana Amasyayê re li Kurdistanê statuya xwe ji dewletên cîran re eşkere kirine û peyitandine. Cûdahiyeke din a pirtûkê jî ew e ku nivîskar gelek belge û kronîk, name yên serdema 16’an jî di dawiyê pirtûkê de bi cih kirine û şerha wan jî kiriye. Pirtûk her çend weke pirtûkeke dîrokê û lêkolînê xwiya bike jî, di derbarê civata kurdan jî de agahiyan dide û rê li lêkolîneran vedike ku ew serdem tevî hurgiliyên xwe bê zanîn.

Zimanê fermî kurdî ye

Dema em berhama Kürt- Osmanlı İttifakının 500. Yılı ji hev vediçêrin û serenav bi serenav dixwînin, em têdigihên ku mirnişînên kurd gelekî giringî dane kurdî û rê li ber geşedana kurdî vekirine. “Mîrên Kurdistanê bi xelkê xwe re bi kurdî qise dikirin. Li nava bazarê bajêr ziman kurdî bû. Bazirganî bi kurdî bû. Medreseyan bi kurdî perwerdeyên xwe didan. Kurdî weke zimanê herêmê dihat bikaranîn. Di wê serdemê de zimanê navdewletî erebî û farisî bû.” (r.96)  Epozdemir destnîşan dike mirnişînên Kurdistan neketine bin tesîra çanda erebî, farisî û tirkî ew li zimanê xwe xwedî derketine û bi vê helwesta xwe kirine ku di wê serdemê de kurdî bibe zimanê fermî  yê Kurdistanê.

Senifandin û tesnîfa medreseyan

Pirtûka din a Şakir Epozdemir, Medreseyên Kurdistanê Di Dewra Mîran û Neqşîbendiyan De jî ji hêla Weşanxaneya Nûbiharê ve hatiye çapkirin. Weşanxaneya Nûbiharê jî bi belavkirina pirtûkeke din a li ser dîrok û ilma kurdan berhemeke din li kitêbxaneya kurdî zêde kir û berhema Şakir Epozdemîr gihand xwîner û lêkolînerên kurd. Berhema Medreseyên Kurdistanê Di Dewra Mîran û Neqşîbendiyan De ji du beşan pêk tê. Di beşa yekem de nivîskar li ser dîroka vebûna medreseyan a li Kurdistanê radiweste û dide zanîn ku medreseyên pêla yekem a avabûna medreseyan di sedsala 7’an de dest pê kiriye û heta sedsala 12’an berdewam kiriye.  Epözdemir, bajar bi bajar sedsal bi sedsal, herêm bi herêm medreseyên Kurdistanê senifandiye û kiriye ku xwîner hem medreseyan hem bajarên Kurdistanê û hem jî erdnîgariya Kurdistanê jî baş nas bike.

Medreseyên Bedlîs û Botanê

Di vê berhemê de medreseyên bala me dikşînin medreseyên Bedlîsê û Botanê ne. Em ji berhemê dixwînin ku ji medreseyên Botan û Bedlîsê bi dehan alim, helbestvan û dîroknûs gihane û wan berhemên klasîk ê kurdî nivîsîne. Her wiha yekemîn berhema  dîroka kurdan, yekemîn sefernameyê erdnîgariya Kurdistanê di van medreseyan de ji hêla mudderîs û helbestvanên vê serdemê hatine nivîsandin.  Di beşa Medreseyên Bedlîs û Botanê jî de em li van navana rast tên ku wan pêşengiya ilmê ya wê demê kiriye. Ebdurehîmê Bedlîsî, Muhemmed Berkalî,  Ammar Yasîr, Îdrîsê Bedlîsî,Şukrûyê Bedlîsî, Muhemedê Zirkî, Ebû el Ûssame, Ebû el Maşer Muhammed Cizîrî, Şemseddîn Ebûbekir, el Cezîrî, Melayê Cizîrî…  û hwd navên ilimdaran li pey hev rêz dibin.

Berhem valahiyê dadigre

Lêkolîner û nivîskar Mehmed Emîn Narozî jî pêşgotinek ji berhemê re nivîsîye û dide eşkere kirin ku heta niha li ser medreseyên kurd xebat kêm in û qels in. Berhema Epözdemir wê kêmbûnê ji holê radike û dike ku berhemên baştir bên nivîsandin. Beşek ji pêşgotina Narozî jî ev e; “Ev lêkolîna li ser medreseyên Kurdistanê  bi rastî di nav ên ku min di vî warî de heya niha dîne bêhempa û têr û tijetirîn e û di babeta xwe de ew valahiya ku di nav xwendevanên kurdî de eşkere xuya dikir dadigire. Lê digel vê jî  dîsa ez hêvîdar im ku ew di pêş de wê hê berfirehtir bike û bi agahiyên taze û hinek hêlên çêtir ên medreseyan ên heya vê gavê jî diyar nebûyî bixemilîne.”

Di medreseyan de dersên ilmî û civakî

Em di derbarê xebata Medreseyên Kurdistanê de bi Şakir Epozdemir re axivîn Epozdemîr da zanîn ku ew li wê yekê rast hatiye  ku ilm û zanîn û lebata karîgeriya medreseyan di dema aramiya Kurdistanê de pêk hatiye û aramiya li erdnîgariya Kurdistanê kiriye ku lîteratûreke mezin a bi kurdî ji hêla kurdan bê nivîsîn. Her wiha Epozdemîr balê dikşîne ser dewletên Şedadî, Hesenî û Eyyûbî yên kurd jî û amaje bi wê yekê dike ku van dewletên kurd li bajarên Kurdistanê gelek medrese vekirine û gihiştine wê fikrê ku divê Kurdistanê cihê ilmê be û kurd ji ilm û zanînê bêpar nemînîn.

Derheqa nivîskar da

Mehmed Salih Bedirxan

Lisansa dîrokê a mastera kurdi xwendiye. Karmendê BasNews e

Qeydên dişibine hev