Beşek ji pirtûka profesor M. Lazarev ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (di salên 1923-1945)”

Beşek ji pirtûka profesor M. Lazarev ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (di salên 1923-1945)”

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê berdewemîya beşekê ya ji cildeya 3an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev ya bi sernavê ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (di salên 1923-1945)” raberî we dikin. Me herdu beşên pêşin a bi sernavê JI LOZANÊ HETA ENQEREYÊ: PIRSA MÛSILÊ Û PIRSGIRÊKA KURDAN berî çendekê bi we dabû naskirin. Kerem bikin, niha beşa pêşin a perçeya bi sernavê ”CIVAKA KURDAN DI DEWRANA NÛ DA” bixwînin.

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, eva dawî heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye. Kê bixweze xwe bide ber karê çapkirinê, fermo!

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

CIVAKA KURDAN DI DEWRANA NÛ DA -1

Di destpêka salên 20î yên sedsala 20an, piştî şerên gelek salan yên bi xwîn û wêran û tevlihevîyên sîyasî û aborî yên piştî şêr cihan kêm-zêde pêyî li jîyaneke aram kir. Bi tevayî Rohilata Nêzîk jî aram bû, strûktûrayên sîyasî, ku li vir saz bûbûn, bi hev ra ketine hevkarîyê, di nav xwe da hevgirtin saz kirin. Tenê beşeke vê herêmê – Kurdistan ji vê hevgirtinê bê par ma. Welatê kurdan fûrr dida, dikelîya, binecîyên wê ne dixwestin di rewşa berê ya paşketî da bijîn, hewil didan mafê xwe yê bi xwe biryarkirina qedera xwe bidin.

Gelo Kurdistan di wan deman da di hêla dêmografîyê, êtnîkîyê, sosîal-aborîyê û kûltûrîyê da di çi rewşê da bû? Gelê kurd wek berê piranî li ser axa xwe dima, xênji wan kurdan, ku di rûyê mihacirîya mecbûrî ya di salên şêr û salên pêşin yên piştî şêr da li Anatolîya Nevbendîyê û Roavayê bi cî bûbûn. Her tenê sînorên hundurîn hatine guhêrandin, ku Kurdistana Bakur û Başûr-roavayê (Kurdistana Tirkîyê) ji Kuristana Başûr û Başûr-roavayê (Kurdistana Îraqê û ya Sûrîyê) ji hev dabûne qetandin. Ew sînor di navbera Tirkîyê û du dewletên nû – Îraqê û Sûrîyê ra derbaz dibû. Sînorên di navbera Kurdistana Tirkîyê û ya Îranê û di navbera Kurdistana Îranê û ya Îraqê da wek xwe man. Lê di êtno-dêmografîya Kurdistanê da guhartinên gelek mezin bûn.

Berî gişkî em dixwezin destnîşan bikin, ku di dema lêkolîna dîroka kurdan da bikaranîna têrmîna ”Kurdistan” him di vê dewrana em li ser disekinin da, herwiha yên berê da jî, heq e. ”Kurdistan welatek e, ku bi destî zorê di navbera Îraqê, Farizistanê û Tirkîyê da hatîye perçekirin û di eynî demê da ew him di hêla aborî, him jî di hêla êtnografî da welatekî yekgirtî ye”. Derheqa vê yekê da yek ji kovarên kevin yên rohilatzanên Sovyet da hatîye nivîsar1. Ev fikir (ew yek ji gelek fikirên wisan e) bi tevayî rastîya wê têrmînê tîne ber çavan.

Meriv hema bêje nikare teşkîla Kurdistanê ya êtnîkîyê rast kivş bike. Statîstîka êtnodêmografîyê him berê, him jî niha herdem di bin hukumê komên desthilatdar yên welatên Rohilata Nêzîk da bûye. Armanca wan ya sereke ew bûye, ku reqema miletên kêmjimar bidine kêmkirinê û ya miletên serdest bidine zêdekirinê. Gabrîêl-efendî Noratûnkyan, ku di salên 1912-1913an da wezîrê karên der yê Tirkîyê bû û çend cilde zagûnên Împêratorîya Osmanîyê daye çapkirinê, ji kurdzanekî wan deman yê bi nav û deng Arşak Safrastîan ra gotîye, ku heta sala 1914an ”mêtodeke tirkan hebû, ku dema hesabkirina jimara binecîyan ji miletên kêmjimar 25 selefan kêm bikin û jimara tirkan jî bi 25 selefan va zêde bikin. Bi bawerîya wî, di navbera salên 1911an û 1923an da tirkan gelek şehîd dabûn jî, lê di dema hesabkirina jimara binecîyan ya sala 1927an jimara tirkan bi 50% va zêde bû”2. Lema jî, dema dixwezin derheqa malûmatîyên êtnodêmografîyê yên Kurdistanê da pê bihesin, gerekê van sextekarîyan bidine ber çavan.

Em dikarin bêjin, ku derheqa jimara kurdan da heta niha jî tu zelalî tune. Gorî çavkanîyên kurdan, berî Şerê Hemcihanê yê pêşin, jimara wan zêdeyî 5 mîlyonan bû. Kurdzanekî herî mezin yê wan deman V. P. Nîkîtîn, ku piştî Şoreşa Oktobirê ya sala 1917an mihacirî Fransîyayê bû, ser wê bawerîyê ye, ku zêdebûna binecîyan ya di navbera du şerên hemcihanî da ji wan windakirinan zêdetir nîbû, ku kurdan di rûyê şerên navxweyî û mihacirkirina bi destî zorê da kişandin. Lê di kurdzanîyê da fikireke din jî hebû, ku bi bawerîya Nîkîtîn dikaribû rast bûya: şer û rewşa aloz zêde tesîr li ser zêdebûna jimara kurdan ne kir. Di dawîya Şerê Hemcihanê yê duduyan da jimara kurdan digihîşte 8-9 mîlyon kesî. V. P. Nîkîtîn dibêje, ku ew jimar hinekî zêdekirî ye, lê ne pir. Em çi jî bêjin, di dawîya salên 30î jimara kurdan weke 7,5 mîlyon bû3. Eger em bidine ber çavan, ku gorî kovara Îngilîs ya bi nav û deng ”Near East”, ku di salên 20î da derdiket, bi zaravê kurmancî, ku zaravê kurdî yê herî belavbûyî ye, ji 6 heta 8 mîlyon kesî4 dipeyivî, meriv dikare bêje, ku ew jimar nêzîkî aqilan e.

Bi vî awahî, di dema ku em li ser disekinin da (û di dema me da jî, ku jimara kurdan sê-çar caran zêde bûye), kurd li Rohilata Nêzîk bi jimara xwe va ji kêmneteweyan yê herî pirtir bûn û dikirine ji 20î heta 25 selefê jimara binecîyên wan welatan, ku Kurdistan di nav xwe da perçe kirine. Li hemû van welatan, xên ji Îranê5, kurd berê jî, niha jî kêmneteweyên sereke ne.

Kurd pirtir li wilayetên Tirkîyê yên rohilatê (xên ji warên li rex Behra Reş) û başûr-rohilatê diman, ku sînorên wan bi Îranê, Îraqê û Sûrîyê ra hebûn. Mezîla vê axê, ku tê binavkirinê wek ”Kurdistana Tirkîyê”, weke 225 hezar kîlomêtrên çargoşe ye û dike weke 30 selefê temamîya axa Tirkîyê. Kurdistana Tirkîyê (bi awayekî din – Kurdistana Bakur û Bakur-Roavayê) weke 47 selefê temamîya axa Kurdistana êtnîkîyê ye6.

Beşa Kurdistanê ya Tirkîyê di dema şerê Hemcihanê yê pêşin û piştî wî ji hemû perçeyan zêdetir pêrgî guhartinên êtnodêmogafîyê bû. Ew di rûyê şêr, serhildanên gel, zordarîyên desthilatê da bûn. Sîyaseta gelkujîyê, ku desthilatên sultan û cantirkan herdem di hindava ermenîyan da bi kar dianîn û di dema bi destî zorê mihacirkirin û gelkujîya sala 1915an ew gihîşte qada here bilind (ji wê qirê xwesma aşûrî zirareke mezin dîtin), rewşa êtnodêmografîyê li Anatolîya Rohilatê bi carekê va da guhartinê. Bûyerên di dawîya Şerê Hemcihanê yê pêşin û salên pêşin yên piştî şêr diha alî wê yekê kirin. Wê demê di rûyê bîntengîyên di navbera Tirkîyê û Ermenîstana daşnakan da koka êtnosa ermenîyan li ser axa dîrokî ya Ermenîstana Roavayê hate qelandinê û li wir herwiha beşeke mezin ji miletê kurd jî dima[1]7.

Derba giran li xaçparêzên Tirkîyê yên kêmjimar – ermenîyan û aşûrîyan – ket, ecêba ser ecêbê hate serê wan. Lê di rûyê şeran, xelayê, nexweşîyên jihevhildanê û mihacirîya mecbûrbûyî kurdên Anatolîyayê jî ziyaneke mezin kişandin. Ango, faktorên sîyasî tesîreke xirab li ser tevaya kurdên Tirkîyê kirin. Lema jî rewşa êtnodêmografîyê li tevaya Kurdistana Tirkîyê xirab bû û tu kesî nizanibû, ka di paşdemê da wê çawa be.

Di destpêka salên 20î da kurd li wan wilayetên Anatolîya Rohilatê piranî bûn, ku berê yên Ermenîstana Roavayê (Tirkîyê) û Kurdistana Bakur û Bakur-Roavayê bûn. Di nîveka salên 20î da, gorî çavkanîyên Sovyetî, tirk di wilayeta Bîtlîsê da 12 selef, Wanê – 20, Dîyarbekirê 32, Memuret-ul-Ezîzîyê (Xarpêtê) – 55, li axên berê yên di bin destê rûsan (herêma Qersê) da – 27 selefê binecîyan bûn8. Di rûyê zêrandin û koçbarkirina ermenîyan da binecîyên sereke li van wilayetan îdî kurd bûn. V. P. Nîkîtîn bi bawerî îzbat dike, ku ermenî ”li Ermenîstana Tirkîyê, bi kêmanî li gundan, hema bêje qet tunene”9. Ew valahîya dêmografîyê kurdan û tirkan tije kirin.

Jimara binecîyan herdem dihate guhartinê, lê ne tenê bi awahê tabiyî. Êtnosa kurdan di rûyê zordestîyên bi xwîn û bi destî zorê ji warên wan raqetandinê da zirareke mezin didît. Tenê piştî têkbirina serhildana Şêx Sehîd di zivistana salên 1926-1927an da weke mîlyonek kurd ji Kurdistana Tirkîyê mihacirî Anatolîya Roavayê kirin. Eksî wê, êtnosa tirkan bi kîsî mihacirên ji welatên Balkanan hatî zêde dibû. Wan deman faktoreke wa gotî korêktorîkirinê jî emel dikir, tirk wek miletekî serdest pozbilind û xwedî zêde mafan bû û gorî wê jî ferqek mezin datanîn di navbera kurdan û tirkan da; mafên tirkan zêde dihate parastin û di rûyê wê yekê da herwiha salên emirê wan jî ji kurdan zêdetir bû10.

Bi hesabên N. G. Korsûn, di destpêka salên 20î da li Tirkîyê 1,7 mîlyon kurd diman (1,5 mîlyon sunî û 200 hezar qizilbaş)11, jimara êzdîyan ne bêlî bû. Jimara qizilbaşan li vir hatîye kêmkirin. Eger em ser wan da êzdîyan jî zêde bikin, wê demê wî çaxî bi kêmanî 2 mîlyon kurd hebûn.

Statîstîka dêmografîyê ya Tirkîyê ya fermî hewcê rastkirinan e.

Şovînîstên Tirkîyê qestbende jimara kurdan didane kêmkirinê û heta hebûna kurdan înkar jî dikirin. Gorî nivîseke li rojnameya ”Milliyet” ya 9ê çileya pêşin sala 1931ê, parlamêntarê Meclîsê Mehmûd, ku di dema seredana wezîrê karên hundur Şukru Kaya li Dêrsimê û Ûrfayê rêberîya wî dikir, fikireke ha gotîye: ”Tu şik tune, ku hemû binecîyên wê navçeyê tirk in. Ewana bi xwe vê yekê qebûl dikin. Li vira bi zimanên cuda dipeyivin: bi tirkî, kurdî û erebî…(!)”12.

Argûmêntên wa şaş yên parlamentarê Tirkîyê ji bo hemû kesên fermî yên Tirkîya kêmalîstîyê jî derbaz dibin. Helwesta wan ya di hêla statîstîkîyê da ew e, ku hewil bidin yekşivêtîya (ûnîtarîya) êtnîkîyê ya temamîya binecîyên komarê wek rastî nîşan bidin, lê wana hinek ferqên di navbera zimên û êtnografîyê da înkar ne dikirin. Helwesta ha bi rastîyê ra ne dimeşîya. Îzbatîyên, ku di nav nivîsên welatên me û welatên dereke da hene, îzbat dikin, ku li wilayetên Tirkîyê yên Anatolîya Rohilatê da kurd piranî ne.

Gorî dêmografên Roavayê yên vê demê, ku bingeha wan malûmatîyên lêkolîneran yên fermî yên sala 1965an in, kurd li wilayetên Agirîyê, Bîtlîsê, Dîyarbekirê, Hekarîyê, Mêrdînê, Sîîrtê, Wanê piranî ne, lê li wilayetên Adîyamanê, Bîngolê, Mûşê, Ûrfayê ji her sê binecîyan yek kurd e. Bi tevayî, ji her çar kesan sisîyan yên van wilayetan (zêdeyî 2,2 mîlyon kes) bi kurdî dipeyivîn13. Eger em kêmanîyên hesabkirina binecîyan bidine ber çavan, ku bingeha wan her tenê ew bû, ka kê bi çi zimanî dipeyîve, û duzimanî înkar dikirin, û herwiha heyetîya gelek binecîyên kurd li navçeyên din yên Anatolîya Rohilatê, herwiha Tirkîya Navbendîyê û Roavayê, wê demê em dikarin bêjin, ku wan deman weke 4 mîlyon kurd hebûn.

Pêşekzanên Sovyetî jî di hindava jimara kurdên Tirkîyê da malûmatîyên tevlihev didin û carna jî ew malûmatî ji rastîyê gelekî dûr in. Hemû jî qebûl dikin, ku bona salên 20î yên sedsala 20î jimara kurdan ne kêmî 1,5 mîlyon kesî bû. Ew gorî malûmatîyên hesabkirina binecîyan ya sala 1927an e. Sala 1933an jimara kurdan zêde bû û gihîşte 1,75 mîlyon kesî14. Nerastîya van malûmatîyan ber çavan e. Em îdî behsa wan nerastîyên di dema hesabkirina binecîyan ya sala 1927an da nakin, dema kurdên koçer ne ketibûne nava wê jimarê. Herwiha kurdên êzdî jî nekiribûne navê, dibe zaza û şiyî (elewî) jî.

Şaşîtîyên dêmografîyê yên qestbende, ku di hindava kurdên Tirkîyê da hatine bikaranînê, lêkolînerên ewê pirsê kirine nava gêjgerîngê, lema jî di berhemên wan da tevlihevî heye. Zaneyê pirsgirêkên Anatolîya Rohilatê di D. S. Zavrîêv di dema xwe da destnîşan kirîye, ku sala 1927an 853 hezar kurd hebûne (ew hesabkirin gorî zimanê dayîkê hatîye kirin), an jî 34,4 selefê tevaya binecîyên Anatolîya Rohilatê û 72 selefê temamîya kurdên Tirkîyê15. Wek em dibînin, reqema 1,5 mîlyon, ku di pirtûka eynî kesî da heye, gelekî dûrî wê reqemê ye. Di pirtûkeke D. S. Zavrîêv ya pişt ra ronahîdîtî da malûmatîyên ha hene: gorî hesabkirina jimara binecîyan (angorî zimanê dayîkê) ya sala 1927an, jimara kurdan 1 184 449 kes bû, gorî hesabkirina sala 1935an – 1 480 246; di nav 8 salan da zêdebûn kirîye 9,2 selef. Jimara binecîyên kurd bi selefan va li van wilayetan ha bûye (gorî hesabkirina sala 1927an): li Bazîdê – 60 selef, Bîtlîsê (Mûş) – 75 selef, Dîyarbekirê – 70, Elazigê – 50, Erzîncanê – 41, Erzurumê – 13, Hekarîyê – 68, Qersê – 20, Mêrdînê – 61, Sîîrtê – 78, Ûrfayê – 40, Wanê – 77 selef. D. S. Zavrîêv destnîşan dike, ku heta sala 1925an kurd li Anatolîya Rohilatê zêdetir bûn: li Erzurumê – 130 hezar dewsa 36 hezarê sala 1927an, li Wanê – 72 hezar dewsa 58 hezaran, li Bîtlîsê 132 hezar dewsa 68 hezaran, li Xarpûtê (Elazigê) – 172 hezar dewsa 112 hezaran.

Di dema qîmetkirina van bûyeran gerekê faktorên wisa jî bidine ber çavan, wek bi destî zorê mihacirkirin, zêdebûna binecîyan ya tabiyî, şaşîtîyên di dema hesabkirina binecîyan e, xwesma di sala 1927an da. D. S. Zavrîêv bi bawerî nivîsîye, ku jimara gelên kêmjimar li Anatolîya Rohilatê di sala 1935an da 3 mîlyon bû, lê di sala 1940î da 3 mîlyon 290 hezar16. Lê piranîya wan gelên kêmjimar kurd bûn, ku beşeke mezin ji wan li navçeyên Tirkîyê yên mayîn da jî hebûn. Dema em behsa wê yekê dikin, ku lazim e rastkirinan bikine nava hesabên dêmografîyê, em dikarin bêjin, ku lêkolînên zanyarên Sovyetî jî ne dijî wê fikirê ne, ku di destpêka Şerê Hemcihanê yê duduyan da jimara kurdên Tirkîyê nêzîkî 4 mîlyon bû.

Eger em behsa jimara kurdan li Îranê, Îraqê û Sûrîyê ya wan deman bikin, em dikarin bêjin, ku di nivîs û çavkanîyan da tu salixên rast tunene, lema jî em mecbûr in jimara kurdan bi texmînî bêjin. Gorî malûmatîyên van dawîyan çapbûyî, li Îraqê kurd ji 15 heta 20 selefê temamîya binecîyan in17, gorî malûmatîyên fermî yên hukumetê yên sala 1936an, ew 16 selef bûn û ev reqem qestbende hatîye kêmkirin18. Lema jî di salên 20-30î yên sedsala 20î li welêt 3-4 mîlyon kes hebûn û jimara kurdan di nav wan da dikir 700-800 hezar.

Malûmatîyên derheqa jimara kurdên Îranê da jî tevlihev in. Gorî îranîstê Sovyetî G. V. Şîtov, kurd li Îranê dikirin 8 selefê tevaya binecîyan. Jimara binecîyên welêt di sala 1930î da 10-12 mîlyon bû. Lûrên merivên kurdan dikirin 10 selef19. Wisa xuya ye, ku ew fikira ku jimara lûran ji kurdan zêdetir e, şaş e û selefê binecîyên kurd bi tevayî kêm hatîye nîşandan20. Bi texmîn, jimara tevaya kurdan di dema Şerê Hemcihanê yê duduyan da nêzîkî 2 mîlyon bû. Li Kurdistana Îranê kurd piranî bûn, di xantîya Makûyê da jimara wan digihîşte heta 10 selefan, li navçeya Ûrmîyê – heta 40 selefî, li Xorasanê her tenê jimara eşîreta kurdan ya Zeferanlu digihîşte 10-15 selefan21. Malûmatîyên derheqa wê yekê da, ka li herêmên Farizistanê yên mayîn jimara kurdan çiqas e, tunene.

Eger em behsa Sûrîyê bikin, ka jimara kurdan di salên 20-30î yên sedsala 20î çiqas bû, di bin destê me da malûmatîyên ha hene: weke 6-7 selef, ango 200-300 hezar22.

Bi vî awahî, tevî gelek şaşîtîyên di hêla dêmografîyê da, di dema navbera du şerên hemcihanê da ser axa Kurdistanê piranîya binecîyan kurd bûn. Lê li ser riya hevgirtina êtnîkîyê ya kurdan da astengên mezin hebûn, berî gişkî ew sînorên dewletan bûn, ku milet ji hev perçe dikirin. Hela di ser da jî, piştî Şerê Hemcihanê yê pêşin perçekirina êtnosa gelê kurd diha zêde bû: ew îdî ne li ser axa du dewletan, lê li ser axa çar dewletan dijîtin. Faktorên wisa giring tesîr li ser pêşketina milet dikirin, wek sîyaseta dewletê ya hukumetên ereban yên Îraqê û Sûrîyê, ku di bin hukumdarîya dewletên Îngilîs û Fransîyayê bûn.

Herwiha astengên hundurîn jî hebûn, wek ferqa di nava jîyana eşîrtîyê, zimên û dîn da. Ferqa di navbera eşîran da ewqas mezin bû, ku pirs serî hildidan, ka filan an bêvan eşîret kurd in an na. Eger ji bo lûran û xwesma bextîyaran bingehên peydabûna pirsên wisa tiştekî normal dihate hesibandin, lê ji bo yên din, wek bona kurdên zaza, ku bi zaravê taybetî – dumilî (zazakî) dipeyîvîn û ser dînê şiîyan – ehlê heq bûn, an jî wek ku carna ji wan ra tê gotin – elî-îlahî bûn, ku li Dêrsimê (niha – Tuncelî, Kurdistana Tirkîyê) dijîn û gelek caran xwe bi nav dikin wek elewî an jî qizilbaş, an jî ji bo êzdîyan, ku li bakur û bakur-rohilata Mûsilê (piranî li Cebil-Sincarê), li rohilata Sûrîyê û Tirkîyê û Pişkavkazê diman, ku ser dînê kurdî yê kevinare û orîgînal in,- bingehên wisa tunene23. Li vira em behsa katêgorîyayên bi êtnografî ji hev cuda dikin (ziman, dîn, jîyana sosîalîyê ya komên cuda yên binecîyên kurd).

Bi bawerîya me ne hewce ye faktora zorlêkirinê di karê hevgirtina êtnîkîyê ya kurdan da zêde bikin. Cudatîyên êtnîkîyê yên destnîşankirî (ziman, dîn, rêalîteyên debê û her wekî din) astengên xurt nîbûn bona binecîyên kurd bi zimanê xwe bipeyivin, di hêla kûltûrî da bi hev ra bikevine nava pêwendîyan. Sînorên dewletê jî astengên mezin nîbûn, ji ber ku rind nedihatine parastinê û ji her alîyan ra dikaribûn bi hêsanî xwe li hidûd xin, jê derbaz bin. Eger em behsa dereceya pêşketina sosîalîyê-aborîyê bikin, em dikarin bêjin, ku ew li her perçeyekî Kurdistanê ji hev cuda bû (hema bêje ewqas, ka dereca pêşketina welatên ku kurd lê diman – Tirkîya, Îran, Îraq û Sûrî – çiqas ji hev cuda bûn), lê ne zêde. Herêmên kurdan li van welatan paşketî bûn, ji ber ku bi hatina kapîtalîzmê zêde qeydê derebegîyê-eşîrtîyê zirar dît, çimkî binecî zêde jîyana koçerîyê derbaz dikirin.

Ji şikberîyê der e, ku kurd di hêla êtnîkîyê da (di dema em li ser disekinin da) hevgirtî bûn. Bingeha wê komplêksa êtno-psîkologî bû, ku li ser yekîtîya axê, xwînî, dîrokî hîmkirî bû. Îdêya azadîya miletîyê her diçe zêde di nav civaka kurdan da rehên kûr davêje û di vî karî da cudatîya zimên, dînî, kûltûrî, sîyasî, sosîal-aborî, debê û yên din dikevine ser plana paşin.

Lê lazim e rewşa civaka kurdan bi tevayî û li her perçeyekî Kurdistanê da di navbera demên herdu şerên hemcihanî da bi kûrayî bê lênihêrandinê. Bêy wê yekê zehmet e serecema pirsa kurdan ya sîyasî di aspêktên wê yên hundurîn û der da bînine ber çavan. Armanca me hînbûna wan pirsan nîne, lê em dixwezin li ser bingehê lêkolînên heyî berê xwe bidine çend pirsgirêkên sereke.

Civaka kurdan di dema navbera herdu şerên hemcihanî da dikarin qîmet bikin wek dema derbazbûna ji rewşa derebegîyê ya klasîk ber bi ya kapîtalîstîyê (bi varyanta Rohilata Nêzîk), ya duduyan – wek destpêka demeke dirêj ya derbazbûna ji cûrê jîyanekê ber bi cûrekî din, ya sisîyan wek dema pêşketina ne gelekî bi lez, ku di rûyê pêwendîyên eşîrtîyê-derebegîyê da şûnda dima, ji ber ku cûrê jîyana aborî û kûltûrî prîmîtîv bû, gelek dereng pêş diket. Ev qîmetkirina tevayî bi wan lêkolînên bi pirsgirêka kurdan ya li her çar perçên Kurdistanê va girêdayî tê testîqkirinê, ku berê hatine nivîsar û niha jî ew kar berdewam e.

Van salên dawî li Kurdistana Tirkîyê ji bo gelê kurd rewşeke pir giran hatîye sazkirin, ku bi tu awahî alî wê yekê nake, ku kurd xwe li riya pêşketina sosîal-aborîyê û kûltûrîyê bigirin. Rehê vê newekehevtîyê gerekê berî gişkî di wan şertên sîyasî da bigerin, ku li situyê kurdên Tirkîyê alandine. Partîya miletçîyên tirkan bi serokatîya pêşengê navdar Mustefa Kemal paşa (Ataturk), ku bi saya serketina şorişa miletîyê-azadîyê hate ser hukum, xwe li riya bi lez nûjenkirina welêt ya kapîtalîstîyê ya bi cûrê Roavayê girt, lê hewil nedida wê sîyasetê li wilayetên welêt yên rohilatê bide derbazkirin, ku kurdên serîhildayî lê diman. Di vî karî da zehmetîyên obêktîv jî rola xwe dilîstin, ji ber ku himberî wilayetên roava welêt, yên nêzîkî Behra Reş û Behra Sipî, ku kapîtalîzm hela di dema sultanan da jî destbi sazkirina bingehên xurt kiribû û cûrê jîyana Roavaya medenî li vira hatibû rikinkirinê, wilayetên rohilatê paşketî bûn. Lê ya sereke ew xêrnexwezîya kemalîstan bû di hindava kurdan da û kar û emelên wan ew bû, ku serhildanên kurdan yên pirjimar ji holê bidine rakirinê (ev yek di salên 20-30î li Anatolîya Rohilatê rewşeke şêr saz dikir û li ser riya jîyana normal dibû asteng), aborî û kûltûra herêmê bidine pêşxistinê, bona nehêlin miletçîtîya kurdan, ku li Tirkîyê her diçû zêde dibû, xurttir be.

Enqere hewil dida çiqas ji dest wê tê ”Rohilat”ê (li Tirkîyê wilayetên rohilatê wisa bi nav dikirin) di nava rewşa gelek sedsalên buhurî da bihêle, herwiha di hêla leşkerî-stratêgî da jî, rê xirabe dihîşt bona xwedêgiravî xweparastina ji ”xetera Sovyetî” û serhildanên kurdan ji sînorên Îranê û Îraqê. Ji Tirkîyê ra dest dida, ku herêma kurd lê diman paşketî bihêle û herwiha ew cûrekî xweparastinê bû dijî xetera hevgirtina Kurdistana perçebûyî.

Bi kurtî, di dema kemalîstan da Kurdistana Tirkîyê wek berê feqîr û belengaz bû, di hêla sosîalîyê-aborîyê û kûltûrîyê da paşketî bû. Lê hinek pêşketinên li wilayetên Rohilatê tesîr li ser civaka kurdan jî dikir, lê dîsa jî ew ji pêşketina tevaya welêt, xwesma herêmên wê yên roavayê û navbendî, gelek şûnda dima.

Meriv dikare gotinên gelek lêkolîner û çavdêran yên derheqa feqîrî û paşketina heralî ya gelê kurd li komara Tirkîyê ya genc da destnîşan bike24. D. S. Zavêrêv rewşa gundîyên Tirkîyê (herwiha gundîyên kurd jî) bi nav kirîye wek ”ji hal ketî”, û sebebê wê ”serhildanên Kurdistanê yên herdemî ne”25. Ji bo îzbatkirina gotinên xwe ewî gelek nimûne dianîn derheqa ferqa di navbera rewşa herêmên kurdan himberî rewşa herêmên welêt yên pêşketî. Anatolîya Rohilatê wek berê herêma gelek şûndamayî bû û piranîya binecîyan li gundan diman. Di nîveka pêşin ya salên 30î da li bajaran ne zêdeyî 10 selefên binecîyan dijîtin26. Bi vî awahî, Kurdistana Tirkîyê herêmeke wisa paşketî bû, ku binecîyên wê civaka sedsalên navîn dianîn bîra merivan.

Ew paşketin him di nav jîyana gundîyan, him jî di nav teşkîlkirina deranîna malhebûna gundîtîyê da xuya dikir. Gorî salixên malhebûna gundîtîyê ya Tirkîyê ya sala 1927an, li Anatolîya Rohilatê li her gundekî bi hesabê orte 23 ”ocax” diman, lê li tevaya Tirkîyê – 43. Û li rohilata welêt di gundekî da 120 meriv dima, lê li tevaya welêt – 223. Li ser her kîlomêtreke çargoşe li rohilatê 11,2 kes diman, lê li tevaya welêt 24 kes. Li rohilatê 3 selefê axê dihate bêcerkirin, lê li tevaya Tirkîyê – 14 selef. Paşê ew reqem hinek zêde bûn, lê ne pir.

Hilbet, ev cûrê tengezarîya gundîyên rohilata Tirkîyê herwiha bi şertên erdnîgarî va jî tê şirovekirinê (warê çiyayî, astengên bona bi karê çandinîyê va mijûl bin û h.w.d.) Lê di eynî wextê da ew yek ji sebebên paşketina jîyana malhebûna gund e. Gorî malûmatîyên hesabkirina statîstîkîyê di nav hemû aletên malhebûna gundîtîyê da makîneyên bêcerkirinê-çandinê serhevdu dikir 1,3 selef. Balkêş e, ku rêxistina Sovyetî ya bazirganîya der Zakgostorgê 123 kotan, 10 aletên gîhadirûnê, du komplêkt tirmix û 21 baweşîngên bona bêderan firotîye Erzurumê27.

Riataza.com

1 Yû. K. Li Kurdistanê nerehet e. – BPSV. 1928, hejmar 4-5, rûpel 73.

2 Safrastian A. Kurds and Kurdistan. L., 1948, rûpel 90-91.

3 Nîkîtîn V. Kurd. M., 1964, rûpel 90-91.

4 NE, hejmar 692, 14.08.1924, rûpel 169.

5 Li Îranê bi jimara xwe va azirî bi kurdan ra ketine reqabetê. Carna lûran û bextîyaran jî ser kurdan dihesibînin, ku bi êtnîkî nêzîkî wan in, lê, wek ku V. Nîkîtîn bi heqî dibêje, bextîyar “xwedî taybetmendîyên wisan in, ku bal tu miletekî din tune“. (Nîkîtîn V. Probleme kurde. – Politique etrangere. 03.07.1946. R., rûpel 252.

6 Vanly Ismet Cheriff. Survey of the National Question of Turkish Kurdistan with Historical Background. Roma, 1971, rûpel 4.

7 Em derheqa vê yekê da bawerîyên zaneyê vî karî N. G. Korsûn bînin, ku dîrokzanê leşkerîyê û erdnîgarvanê Rûsîyayê û Sovyetê yê bi nav û deng e (Korsûn N. G. Turkîye. Nivîsên zanyarî yên derheqa erdnîgarîya leşkerî da. M., 1923, rûpel 37). Ermenî, ku jimara wan berî şerê hemcihanê 1 500 000 meriv bû (piranîya wan xaçparêz bûn), piranî li ser axa wilayetên Ermenîstanê (beşeke Ermenîstana Mezin û Biçûk) diman (li wilayetên Wanê, Bîtlîsê, Erzurumê, Xarpêtê, Dîyarbekirê, Sivasê, Trapêzûnê û Edenê. Li Konstantînopolê jimara wan 15 selef bû). Li ser tevaya wê axê musulman (tirk û kurd) bi jimara xwe va pênc caran ji ermenîyan zêdetir bûn… lê li ser axa nêzîkî sînorê me, berî şerê di salên 1914-1918an ji hemû ermenîyên, ku li ser axa Tirkîya Asîyayê diman, ji sisîyan dudu ermenî bûn, lê vira jî ermenî serhevdu dikirin 25 selef û musulman bi jimara xwe va sê caran ji wan zêdetir bûn (tenê li ser axa senceqa Wanê û li besta Mûşê, ku serhevdu weke 20 selefê hemû ermenîyan lê diman, van deran 65 selefê binecîyan ermenî bûn û ji musulmanan du caran zêdetir bûn). Niha jimara ermenîyan li Tirkîyê, di rûyê şerê hemcihanê û opêrasyonên piştî şêr li pêşenîya Pişkavkazê, gelek kêm bûye (gorî hinek malûmetîyan, bi 1 000 000 kesî va). Li hinek herêman di rûyê mihacirîyê û zêrandinê da, tu ermenîyek jî nemaye (gelek gundên ermenîyan tam hatine hilweşandinê).

8 Aboltîn V. Teşkîla miletîyê ya komara Tirkîyê – Rohilata Nû. 1925, pirtûk 1 (7), rûpel 118.

9 Nîkîtîn V. Kurd, rûpel 90.

10 Population of the Middle East and North Africa. A Geographical Approach. Ed. By J.I. Clarke and W.B. Fisher. N. Y., 1972, rûpel 59.

11 Korsûn N. G. Tirkîye. Çend dersên zanyarî, rûpel 35.

12 Karaktêra mêtodên derebegîyê û nîvderebegîyê yên zêrandina gundîyên Tirkîyê (Analîza warên Tirkîyê yên dûr). – AP 1932, pirtûk 5-6, rûpel 55.

13 Population of the Middle East, rûpel 57.

14 Aboltîn V. Teşkîla miletîyê ya komara Tirkîyê, rûpel 120; Zavrîêv D. S. Aborîya Tirkîya niha. Tîflîs, 1934, rûpel 7, 10.

15 Zavrîêv D. S. Anatolîya Rohilatê (nivîsên aborî). Tbîlîsî, 1936, rûpel 22, 23, 25.

16 Zavrîêv D. S. Derheqa dîroka nû ya wilayetên Tirkîyê yên bakur-rohilatê. Tb., 1947, rûpel 135, 137, 139, 140.

17 Population of the Middle East, rûpel 103.

18 Dansig B. M. Îraq. Nivîseke erdnîgarî ya kurt. M., 1955, rûpel 24.

19 Şîtov G. V. Farizistan di bin hukumê Qeceran da. L., 1933, rûpel 172.

20 Gorî çavkanîyeke pêbawer, di nîveka sala 1983an da li Îranê ji 41 mîlyon 640 hezar binecîyan kurd dikirin 3 mîlyon 800 hezar, lê lûr – mîlyonek 800 hezar (Brûk S. Î. Binecîyên cihanê. Pirtûka êtnodêmografîyê. M., 1986, rûpel 358).

21 Farizistana Bakur (nivîsên konsûlîyê). M., 1933, rûpel 4, 65, 73.

22 Brûk S. Î. Jimara binecîyên cihanê, rûpel 422.

23 Xudanê lêkolîna taybetî derheqa êzdîyan da R. Êmpson, ku êzdîyan bi nav dike wek ”dibe bi xwînê kurd in”, dinivîse, ku li Sincarê ewana kurmancî dipeyivin, herwiha bi erebî jî, lê di hêla antropologîyê da yek ji wan ji tîpên hindawropî ne, lê yên dinê sêmît in (ji tîpên ereban). Jimara êzdîyan ji 150 hezarên di dawîya sedsala 19an kêmtir bû û di rûyê mihacirîya mecbûrbûyî û gelkujîyê da di nîveka salên 20î yên sedsala 20an gihîşte heta 40 hezarî. Li wilayeta Mûsilê jimara wan 17, 5 hezar bû. Êmpson hemû navçeyên êzdîyan, gund û eşîretên wan, herwiha eşîretên koçer jî, dide rêzê (Empson R. H. W. The Cult of the Peacock Angel. A Short Account of the Yezids of Kurdistan. L., 1928, rûpel 24, 66-68).

24 Derheqa pêwendîyên sosîal-aborîyê bal kurdan di monografîya A. M. Mêntêşaşvîlî da – ”Kurd. Nivîsên derheqa pêwendîyên civakî-aborî, kûltûrî û debê” da hatine ronîkirin (M., 1984), herwiha di pirtûka V. P. Nîkîtîn – ”Kurd” da jî. Lê li van û çend lêkolînên êtnologîyê yên derheqa kurdan da, ku piranî li Roavayê derketine, di dema em li ser disekinin da tu malûmatîyên giranbuha tunene, û emê hewil bidin ji vir şûnda wî karî bi xwe bikin. Emê wî karî nikaribin serketî bikin, ji ber ku çavkanî û nivîsên derheqa wê pirsê da kêm in û di wan da gelek nerastî hene.

25 Zavrîêv D. S. Aborîya Tirkîya nûjen. Tîflîs, 1934, rûpel 35.

26 Zavrîêv D. S. Anatolîya Rohilatê, rûpel 28.

27 Zavrîêv D. S. Derheqa dîroka nûjen da, rûpel 185, 188.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev