Ji jîyana kurdan ya rojane
Amadekar: Têmûrê Xelîl
• • •
-Ez benî, cînarên me – kurdan, bi çi dilî li me dinihêrin?
-Tirk dibêjin: “Li bal me kurd tunene û em ji wan hiz nakin”, ereb dibêjin: “Li bal me kurd hene û em ji wan hiz nakin”, fariz jî dibêjin: “Li bal me kurd jî hene, Kurdistan jî heye, lê em ji wan hiz nakin”.
• • •
-Ez benî, tu ne nivîskar î, ji bo çi bûyî endamê Komela nivîskarên kurd û hela endamê komîteya karger jî?
-Bi rastî, min jî ne dixwest, lê ji min ra gotin, ku di nav endamên Komela nivîskarên kurdan da yên wek min û hela yên ji min xirabtir gelek hene û eger ez nebim, ew jî gerekê dest ji endametîyê bikişînin, ji ber wê jî ez ji bo xatirê wan razî bûm.
• • •
-Ez benî, endamên partîyake kurdan hêz û zoraya xwe di pirbûna xwe da dibînin. Gelo ew rast in?
-Eger bi pirbûna xwe va karê çêkirinê bikin, wê rind çê bikin, lê eger bi wê pirbûnê karê xirabkirinê bikin, wê rind xirab bikin.