We dizanibû…? – 14

We dizanibû…? – 14

Berevkar: Têmûrê Xelîl

…zimanê kurdî berî zimanê rûsî, û herwiha yên silavî bi giştî, bûye zimanekî edebî û hê di sedsalên XII-XVIan da bi wî zmanî gelek berhemên giranbuha hatine nivîsarê. Bi navê pez û dewaran, hasileta gund ew ji zimanên fransî û îngilîzî jî dewlemendtir e.

…warê cîwarbûna mirovatîyê yê herî kevin li Kurdistanê ye. Rohilatzan û arkeologên (erdvekolanên) Amerîkayê û Almanîyayê dema lêgerînên xwe yên li gundê Çayênû, ku li ser deşta Erxenîn û nêzîkî çemê Dicle û bajarê Dîyarbekirê ye, xanîkî bi 3 hezar mêtrên çargoşe dîtine û hatine ser wê bawerîyê, ku cara pêşin weke 9 hezar salan pêşda li ser wê axa Kurdistanê merîyan xanî lê kirine. Hetanî niha medenîyeta here kevin, ku hatîye dîyarkirin, ev e.

…medenîyetên cihanê yên nivîskî cara pêşin li ser axa navbera çemên Dicle û Ferat, ango – li ser erdê Kurdistana îroyîn û welatên cînar destpê kirine û ava bûne. Ji ber wê jî Kurdistan tê binavkirinê wek navbendeke pêşketina cihanê. Naveroka “Destana Gilgamêş”, ku pirtûka nivîsar ya pêşin e li cihanê, îzbatîya gotinên me ye.

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev