Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Werin em hinekî jî bikenin – 14

Berevkar: Têmûrê Xelîl

“XORTEKÎ WEK WÎ TUNE !”

Wextekê, û li hinek deverên Kurdistanê heta niha jî, dema bona xortekî diçûne xwazgînîya keçekê, xort bi xwe ra ne dibirin û bûk û zava hetanî roja dawetê jî hevdu ne didîtin. Kurekî camêrekî hebûye, ku him pişta wî kûz bûye, him devê wî xwar bûye, him… bi kurtî, cîkî wî yê rast tunebûye. Çend pismamên xort bi omid-kinêzan va didine ser rê, dikevine rênga xwazgînîyan. Herdu alî li hev tên û biryarê didin piştî çend rojan dawetê bikin. Ji ber ku bûk û zava ji eşîrekê ne, ji dûr va mirovên hev jî bûn, bûk bi surî ji miroveke xwe, ku ji alîyê malmêranan da hatîye, dipirse:

-Tu bi mirazê zarên xwe kî, zava yekî çawan e?

Ew xanim jî bersîva bûkê dide, dibêje:

-Ez serê zarokên xwe, yekî mînanî wî xortî tu di nav temamîya eşîra me da bigerî, nabînî!

Bûk jî ji şabûna, wek dibêjin, lingekî wê erd e, yek ezman e. Bê sebir hîvîya roja dawetê ye, ku delalê dilê xwe bibîne.

Gava xort bi mirovên xwe ra têne siyarê bûkê, çavên bûkê li xort dikeve, ecêbeke reş ber çavên xwe dibîne. Ji şerman dike di erdê da here xwarê û ji qehra hew maye goştê canê xwe bixwe. Lê çareya wê tune. Wek hemû kesan, dibêje, qey qirara Xwedê ye, bextê wê jî wa lê ketîye, felekê bi vî awayî lê pirsîye.

Piştî çend rojan bûk careke mayîn ji wê mirova xwe, ku berê pirsa zavê jê kiribû, dipirse:

-Malnexirab, ne min ji te pirsî, zava yekî çawan e, te got yên mînanî wî tunene. Îcar te ji bo çi bextê xwe şewitand û bi qedera min ra lîst?

Ew xanim lê vedigerîne, dibêje:

-Îcar de tu bi xwe bêje: bi rastî yekî wek wî di nav eşîra me da heye?

“XWELÎ  LI  SERÊ TE BE !”

Ji gundekî kurdan gelek xort di salê da ser çend mehan diçûne bajêr hemalî dikirin, perekî baş qazanc dikirin û di hêla aborî da jîyaneke xweş derbaz dikirin. Xortekî welatparêz jî gelek salan li gundê xwe mamosta bû. Maeşê wî têra xercên malê ne dikir. Diya wî jî çav li jîyana wan hemalan dikeve, dilê wê tehmûl nake, rojekê ji lawê xwe ra dibêje:

-Xwelî li serê te bîyo! Wê xelq ji xwe ra çûn bûn hemal, erebe kirîn, jîyaneke xweş derbaz dikin, tu eva çend sal e her mamosta mayî!

“HÛN KLÊRÎ NE, AN ÎSEDIZÎ NE?”

Tillik gundekî kurdan e li Ermenîstanê û tê da du eşîr dimînin: klêrî û îsedizî. Her sal ji vî gundî gelek xort bona kar diçine Rûsîyayê, xanîyan lê dikin. Salekê jî xortek cara pêşin diçe kar bike, xwedîyê kar jê dipirse:

-Tu çi milet î?

Evê te jî dibêje: -Ez kurd im.

Xwedîyê kar beşerxweş dibe, ji ber ku kurd hemî jî baş kar dikin. Lê xort şaş dimîne, ku ew ji ku kurdan nas dike û jê dipirse:

-Qusûrê menêre, gelek kes navê miletê min ne bihîstine, tu ji ku miletê min nas dikî?.

Ew lê vedigerîne, careke mayîn pirseke awa dide:

-Ez kurdan rind nas dikim, tenê te ne got, tu klêrî yî, an îsedizî yî?!

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev