Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

ZAROTÎ Û XORTANÎYA ROSTEMÊ ZAL

ZAROTÎ Û XORTANÎYA ROSTEMÊ ZAL

Ji nimûneyên zargotina me – 14

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema çardehan me ji pirtûka “ŞAXÊD ÊPOSA “ROSTEMÊ ZALE KURDΔ, ku sala 1977an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê beşek ji wê raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

1. ÇÎROKA ZAL

Carekê pelewanekî go:

-Zalê Zer kal bûye û guhada jî giran bûye, ezê ewî bicêrbînim, çika kalê Zal hewarêra çawane.

Pelewan çû dîwana Zal u got:

-Apê Zal, dibê Zabilê şere, koka pelewana anîne, em neçine hewarê?

Zal cava wî da, go:

-Lê tu heta niha hê sekinîyî?

Zal emir dike ser pelewanê xwe, wekî kergedanê wî bikşînin, ewana kergedanê wî kişandin, Zal siyar bû, çû. Wî çaxî pelewan jî çûbû mala xwe u çaxê ew hat û ji pelewana pirskir:

Go:- Ka Zal?

Wana go:- Te Zal xapand. Zal çû Zabilê.

Û pelewan pê dikeve, rêva dighîjê, dike û nake Zal nabihê, ew ditirse, destê xwe rima wî kilît dike û çaxê Zal milê xwe bilind dike, pelewan hespêva bilind dibe û destê xwe lê berdide û qalim dike gazî, wekî wî nas bike, lê nexe, dibê:

-Ape Zal, hewar derewe.

Û Zal dibê:- Qeda bê dinê, derew jî hatine dinê? -û hespê xwe dizvirîne.

Wî çaxî ezrahîl xwe dike rengê dewrêşekî û ser riya herda disekine, dixweze qewata herda bicêrbîne û lavayî wana dike, dibê:

-Gelî siyara, barê min barkin.

Zal emirî ser pelewan dike, dibê:

-Welî, alî wî dewreşîke, barê wî barke.

Welî siyarî rimê qulpê barra dike, le dike-nake nikare. Peya dibe, dîsa nikare. Zal peya dibe, destê xwe dide bin bar û bilind dike. Dewrêşek dibêje:

-A ne xwedê mala te ava bike, te dinya welgerand, here-here.

Pelewan û Zal herdu tên. Zal texmîn dike, wekî Welî berxwe dikeve û jêra dibêje:

-Welî can, çima berxwe dikevî, dest ser destara heye, heta ber perê ezmana. -Û jêra serhatîya xwe dibêje, dibê:

-Wextekê ezî çardeh salî bûm. Kergedanê min heft salî bû, ez çûm Meke-Medînêra derbaz bûm. Pîrekê garisê xwe raxistibû. Wextê kergedanê min bîna xwe berda, her libeke garis çû alîkî û pîrê nifir min kir, go: “Siyaro, bilkem tu bela xwe destê Enterî Qop bibînî”. Û wextê pîrê minra usa got, ez zivirîm cem wê. Min jê pirsî cîyê Enterî Qop, ewê cî nîşanî min kir, ez çûm. Welî can, çima berxwe dikevî: dest ser destara heye, heta ber perê ezmana. Û ez çûm. Min dît Enterî Qop orta golê bûz qul kiribû û têda sovayî dikir. Carna jî şelê bûzê sîngê xwe dixist, dişûşt û digot: “Eman, ez germa şewitîm”. Û min gurzek avîtê, ewî qe guh nedayê, lê wexta min gurzê duda avîtê, ewî gurzê min girt û got: “Qurban, tu çi min dixwezî, vê sibê te xûna xwe kirye kevçî, raberî min kirîye? Niha tu minra bûyî Zal, Rostemî Zal, yanê jî Welîyê Şêr? “Welî can, ewî navê te jî hilda û çaxê min gurzê sisîya jî avîtê, ewî gurzê min hewa girt û hat. Ta porê serê xwe kişand, ez girêdam û çû. Paşê hat, ez vekirim, go: “here”. Û min jêra go: “Welle, Zal ez bi xweme”. Û got: “Lê malava, min xewna şeva dîtiye, wekî tê mirazê min bikî, hindik ma min tu bikuştayî”. Û ez dame peşiya xwe, em çûne mixara wî. Ewî du çewal sike hilda û gote min: “Miherin”. Min jê pirsî: “Herine ku?”. Go: “Êla mîrê ereba, emê herin dilketîya min bînin”. Û em çûne wî şeherî. Şeherî sûrkirî bû, em çûn nêzîkî wî cîyê dilketîya wî têda bû, ewî go: “Zal, van sika singê vê kelêda bikute, em hilkişin jor. Min selekî mezin hilda, sike da singê kelê. Wexta min kevir lêda, deng kete newalê, ewî got: “Bisekine, te hemû me dane hesandinê”. Û ewî çewalê sika pê devê xwe girt û pê destê xwe sike dida singê kelê, pê destê qop dikuta. Bi wî cûreyî ew çû serê kelê, lê ez mam jêrê. Wextekî şûnda min dengek bihîst, ji serê kelê kirine gazî, gotin: “Derga vekin, arxayîn razên, pêz û dêwêr berdin, me Enterê Qop girt, kire bîra Çilherêwî”. Û ez rabûm singê kelêva hilkişyam. Çûm, min dît çil herewbaşî serê xwe dane ser bîrê. Min zirfeqalê xwe kişand, ew çil herewbaşî bela wan dayê. Le min nikaribû berac bida alîkî, wekî Enter derketa, Enter minra got: “Zal, wa wêda here, çil û neh otaxa bijmire, ya çilî dilketîya min têdane, tu here bêje wê: ew neyê veneke, kes nikare veke”.

-Welî can, ez çûm cem wê, ewê got: “Bicehime, ji ber çevê min here, tu kîyî”? Min jêra got: “Ez Zalim, min herewbaşî kuştine, lê nikarim beraş bidime alîkî, Enter derxim”, ewê şimik ser lîngê xweva kir, hat. Û em çûn cem bîrê, ewê lingê xwe da beraş, def da alîyê dinê û wextê Enter xwe hilavêt derket, ez ber baê wî ketime bîrê. Paşê jina wî ez derxistim. Paşê Enter ez şandime jêrê, ez binya kelêda sekinîm, ewî kire gazî: “Te girt”. Min got: “Ez vira sekinîme, lê te hesp dûrî min avît”. Hesp erdê bû loş û usa jî yê duda. Paşê ez çûm serê kelê, ew hate jêrê, ew cîê lê sekinî, min cîyê dinda avît, lê ew dîsa revî, hat wê tûşê, hesp sax peya kir û em hersêk siyar bûn, ber bi mixara wî çûn.

-Welî can, çima ber xwe dikevî, dest ser destara heye heta ber perê ezmana. Welî can, em rêva cîkî hêwirîn. Enter raza. Lê êla mîrê ereba pê me ketin, ez rabûm çûme pêşiya wana. Min û wana kire şer. Min zilfeqalê xwe rast avît birî, çep avît-birî. Serê min ber minda bû. Lê tu nevê, paşî min Enter jî alîyê parava li wana dixe. Bi wî cûreyî nişkêva zingîn şûrê min hat. Min go: “Wah, min merivê xwe, yanê jî xerxazê xwe xist”. Min qet fema Enter nedikir û çaxê min temam birîn, ez hatim cem qîza mîrê ereba, min jê pirsî: “Ka Enter”, ewê got: “Enter jî hatibû şêr”.

Çawa ewê wisa got, min pêra-pêra fem kir, wekî çaxê zingîn şûrê min hat, ew Enter bûye, min kuştîye.

-Welî can, heta min kergedanê xwe avda, hatim, dilketîya Enter jî xwe kuşt, û min herdu jî çel kirin, ez hatim. Welî can, tu çima berxwe dikevî? A eva jî serhatîya min.

Û wê gotinê şûnda pencê Welî hinekî danî.

2.RÛDEVE

Qîzeke Selmîyanî Sindî hebû, tu pelewana pê nikarbû.

Rojekê çû mêşe, dar çinî, dane ser şirîta xwe. Çiqeke dara sûret ket, sûretê wê qelaşt. Sûretê xwe pêça, darê xwe hilgirt, anîne malê. Şerma rû bavê xwe neket, du roj, sê roja. Bavê wê pirsî, go:

-Kanê, go, çima qîza min naê diwana min?

Go:-Sûretê wê brîndare.

Go:-Gazîkinê bira bê.

Hat, go:-hela, go, lawo, te çima sûretê xwe pêçaye?

Go:-Bavo, çûme mêşe, go, çiqekî dara sûretê min ket, sûretê min qelaşt, şerma nehatime cem te.

Go:-Lawo, ne şuxulê çiqê darane, go, te çûye destbazî xelqêra kirye.

Gava dîna xwe daê, ku wa got, qîza wî jê xeyîdî. Deste kincê pelewana xwe vegirt, çû extexanê, hespek derxist, gurzê bavê xwe hilda, dizîka berê xwe da şeherê Medînê, şeherê Zalê.

Çû derkete Medînê, meydana pelewana sekinî. Nave Zalê bihîstibû, go: “ezê herim, go, pelewanekî xurte, go, ezê têkevim, herime meydana wî: eger destê wî ser destê minra bû-ezê bistînim, hergê ne ser destê minra bû-ezê lêxim, bikujim”. Sivê şevda li meydanê sekinî, gurzê xwe qulozkir.

Pelewanê mala Zalê, pelewanê Medînê derketin. Dîna xwe danê dengê gurza wê tê. Kesî turiş nekir xwe bide meydana wê. Cav dane Zalê, go:

-Pelewan meydanê sekinîye, go, deng ji gurzê wî tê, go, em turiş nakin herin. Go, deng ji gurzê wî tê şvêta ewrê nîsanê. Hergê tu neçî meydana wi, kes me turiş nake.

Pelewana wa gotine Zalê. Zalê rabû: kincê pelewana wergirtin, Eşqerîdêmzer siyar bû: Eşqerîdêmzer hespê wî bû, heyşt pût hesinê Samaxor gurzê wî bû. Gurzê xwe hilda û çû meydanê. Zal gotê, go:

-Pelewan, go, eva hespê bin meda, ew jî xûn û canin, em peyavin, gulaş bigrin.

Sivê heta nîvro hespa peya bûn, fravîna xwe xwarin. Rabûn ketine gulaşê-heta berî êvarê gulaş girtin, hev birin-anîn. Rûdevê zor daêda (ji wê brîna wê navê wê danîne Rûdeve, zanî, navê berê Gêlapirûzîya bû). Heta berîya êvarê şerkirin. Zal dîna xwe daêda zor daê, wê Zal bavêje. Neda ji xwadê xwest: qewata çil fêrizî li Zal zêde bû. Dest avîte çiçikê wê, ew çiçikê xweda qels bû. Zal erdê xist, şûr kişand, serê wê lêxe.

Go: -Zal, moletê bide, go, ez bişkoşkê xwe vekim.

Bişkoşk vekir. Dina xwe daê-cote memikê wê zer derketin. Dîna xwe dayê qîze. Zal poşman bû, go:

-Çawa, ez Zal bim, rojek heta êvarê min qîzek ancax altkir.

Go: -Zal, go, qewata çil fêrizî na, ya heyştê fêrizî, wekî te zêde bûya, dîsa te ez nikaribûm bavîta. Dîsa ancax ez ji bavê xwe xeyîdî bûm, a lema hatim te bistînim, min navê te bihîstibû.

Rabûn siyar bûn û çûne mala Zal. Û Zal sitend. Neh meh, neh sehet, neh deqe temam bûn, û Rûdeve welidî: kete bet welidandinê û nikarbû biwelidîya. Gazî jinên jîr kirin. Jinên jîr gotin, go:

-Nikare biwelide bi edetê jina.

Jina go: -Lê em çawa bikin?

Go: -Werin parxana wê rastê biqelêşin.

Anîn parxanê wê rastê qelişandin û zara wê derxistin. Derxistin, dîna xwe danê-kur e. Anîn tafîl kirin, şûştin, kinc lê pêçan, evî kurî xwe ba kir, ew kinc qelaştin.

Go: -Îja em çawa kin?

Go: -Bînin kulavê yekbora, go, bînin têda bipêçin, go, belkî wî kulavîda bisekine.

Û têda ma.

Go: -Navê wî daynin çi?

Navê wî danîn Rostem.

Rostem hinekî givrik bû: sê salî, çar salî bû. Kalkê wî-Selmîyanî Sindî, kalikê wî go: “Çûkekê li mala Zalê rave, go, wê qesasê serê min be, ecalê minê destê wî bive, navê wî jî Rostem”.

Deh salîya Rostem temam bû. Selmîyanî Sindî rabû çadir û xêbeta xwe hildan, go: “ezê herim ber bi Medînê, mala Zalê, herim belkî bikarbim Rostem bikujim, xwe jê xilaskim”. Hat kewşenê Zalda çadira xwe vegirt.

Zal rabû, siyar bû here nêçîrê. Dîna xwe daê, çadirek wê sînorê wîda vegirtîye. Ajot ser. Dîna xwe daê-dêwek têdaye, pelewanek têdaye. Zal ji wî tirsiya, go: “Zirara min wê ji vî heve, ew hatîye ser me şer, ez zanim”. Gurzê xwe destê xweda çêkir û milê xwe vekir. Gurzek daêda. Hundurê çadirêda ewî dest avîte gurzê wî girt. Anî danî, go:

-Belengaz, eva sînorê Zale. Zal me bihese wê min jî bikuje, te jî bikuje. Go, belengaz, hanê gurzê xwe hilde bive, here: here, laqirdîya meke.

Gurzê wî daê. Zal ber xwe ket go: “ez Zal bim, evî gurzê min girt şivêta topeke desta”? Gurzê xwe hilda, duşurmîn bû û ber xwe ket. Hinekî ajot wêda û vegeriya. Careke dinê go: “ez Zal bim…”, gurzê xwe careke dinê destê xweda çêkir û borîya hesp ajote ser, gurzek daêda, ewî dest avîtê, dîsa gurzê wî girt, go:

-Axir, ne ji tera divêjim, eva sînorê Zale, go, Zal pê bihese, wê min jî bikuje, te jî bikuje.

Careke dinê gurzê wî daêda û careke dinê lêda çû. Zal duşurmîş bû, ber xwe ket û careke dinê vegeriya. Sêsid şêst û şeş tamarê milê xwe rastkirin û gurzekî dinê lêxist, daêda. Û dest avîtêda, gurzê wî girt. Ser pişta hespê hilda, kire ber milê xwe şivêta belgîya. Bû nele-nela Zalê:

-Gidîo, go, te ez kuştim.

Go: -Wekî ez te berdim, tuê bêjî Rostemî Zal, Selmîyanî Sindî, kalikê te hatîye, meydanê ji te dixweze?

Ewî go: -Erê.

Û Zal berda. Û Zalê te rabû poşman û melûl hate mala xwe. Halê wî tune, zef ber xwe dikeve. Gazî Rostem kir, dîna xwe dayê-Rostem zare, qêmîş nebû jêra bêje û hat lê nihêrî.

Rostem go: -Bavo, go, te çima şandîye pey min?

-Qet, go, lawo, qet.

Û Rostem çû.

Wê salê sekinî. Careke dinê gazî Rostem kir. Bû yanzdeh salê Rostem. Rostem hat, dîna xwe daê-hê Rostem zare. Sûretê wî hê hevdu negirtine.

Go: -Bavo, te çima şandîye pey min?

Go: -Lawo, ca şekî sûretê xweda dayne, çika şe sûretê teda disekine?

Rostem şe anî, sûretê xweda danî: Şe sûretê wîda nesekinî û qêmîş nebû jêra bêje û lêda çû.

Sekinî sala dinê. Bû danzdeh salîya wî, lêda hat, go:

-Lawo, ca were.

Lêda hat.

Dîna xwe dayê sûretê wî hînekî hevdu girtîye.

Go: -Çira tu gazî min dikî, go, dive hineka meydan ji min xwestibe.

Go: -Na, lawo.

Rostem çû. Rojekê çû, li ber derê xezina mala bavê xwera çû. Dîna xwe daê xeleq wêderêye, xeleq wê di erdêdaye. Gote qerewilê xezinê, go:

-Qerewil, çi xeleqe di erdêda?

Go: -Xeleqa gurzê Nehranê kalikê teye.

Go:-Ezê rakim.

Qerewil go: -Lê koka we qelyayî, koka mala Zalê qelya, go, awqa ji we rabû, kesî ranekir, go, îja tuê rakî?

Qerfê xwe pê kir.

Rostem wexta ku dest avîtêda, go:

-Ya ellah, ya xwadê,-û dest avîtê û rakir.

Wexta ku rakir, wa hejand, gote qerewilê xazinê, go:

-Kûçikê sanê, lê te digot-tu nikarî rakî, go, ha-ha hate te,-avîtêda.

Ew ji ber revî. Lêxist alîkî xezinê xist, xravkir, çû.

Qerewil bezî çû cem Zalê.

Zalê go: -Kuro, te xêre?

Go. -Min çi xêre, belkî tu xêrekê ji Rostem nevînî, go, gurzê Nehranî bavî te rakir, hilda, go, avîte min, go, ez ji ber revîm. Alîkî xezinê da û xiravkir, çû.

Zalê go: -Kûçikê san, çima mizgînya xwe naxwezî? Go, kuro, gazî Rostem kin.

Rostem hat.

Go: -Lawo!

Go -Lebê!

Go: -Deh salîya teda heta dunzdeh salîya teda min sê cara şande pey te, go, zanî seva çi bû? Go, Selmîyanî Sindî, kalikê te, go, meydan ji te xwestîye, go, tu zar bûyî, ez qêmîşî te nedibûm, go, herkê bi te tê, go, here meydana wî.

Go: -Bavo, ser çevê min!

Û çû deste kincê pelewana ji xwera dane dirûn. Û çû gurzê Nehremanî kalikê xwe, çil pût hesinê Samaqûr serda zêde kir û karê xwe kir. Eşqerîdêmzer kişand û karkir siyar be.

Cav dane Zalê, go:

-Rostem diçe.

Go: -Gazîkinê bira bê.

Û lêda hat, go: -Bavo, çi divêjî?

Go: -Lawo, tuê çawa herî?

Go: -Bavo, ezê gurzê xwe hildim, Eşqerîdêmzer siyar bim û herime şerê Selmîyanî Sindî.

Go: -Na lawo, Eşqerîdêmzer xwera neve, lê kêderê, go, tu ketî tengîyê, go, gazî xudêke û çi wexta te xwest, wî çaxî Eşqerîdêmzer hazire. Peya here.

Go, ew rabû, karê xwe kir, rê ket. Bêjeng xarzîê wî bû. Bêjeng ji para pey ket. Rostem ser milê xwe nihêrî, go:

-Lawo, tuê kuda herî?

Go: -Xalo, tî tenêyî, go, ez jî wê tera bêm, qulixî te bikim.

Go: -Lawo, veger, tu guneyî, tuyî zaroyî.

Go: -Welleh xalo, ezê tera bêm.

Go: -Lawo, têyî, were.

Û rê ketin, çûn. Gelekî çûn, hindik çûn, çûn ser kanîkê û dest û devrûê xwe şûştin û hine nan xwarin. Rostem raza: Heft roja raza, hişyar nedibû, heft roja hişyar bû, ranediza. Go:

-Lawo, ezê îdî razêm, -û Rostem raza ser kanîyê.

Bêjengî hişyar bû. Wextekê Bêjeng dîna xwe daêda dêwê Firinde kulfetek dêstda hat, bir çû. Go: “Kifşî heye eva kulfeta revandîye. Go, em li mala Zalê bin, bên ser mera erzê xelqê birevînin bivin, em jî qe dengê xwe nekin?” Bêjeng rabû, ew der mêşe bû, gihîşt, dest avît, hema kêranek erdê rakir. Û destê xwe çiqê wê xist, şivêta şivekê avît ser milê xwe, ji para pey ket, çû. Binya xweda nihêrî, dîna xwe daê-gelîye, evî dêwî-eva kulfeta bir û kire mixarekê. Çû li ber derê mixarê sekinî, gazî kirê, go:

-Ro-ro, tu xudanê xwe û çend seriyanî ku tu kulfetê xelqê bi zor ser mala Zalêra derbaz dikî?

Dêw gazî kirê, go:

-Tişkî kurêşîyano, go, îsal heft sale diranê min dêşe, go, ancax tişkî kurêşîyano, û tu rastî min hatî. Ezê te bavêjim ber koka diranê xwe.

Bêjeng gotê, go: -Kafirî pîro, go, bixwe paşê bişêkirîn.

Dêw gurzek hilda, gote Bêjeng, go:

-Dora mine, dora teye?

Go: -Kafirî pîro, go, mala me pêşda derba xwe li kesî naxe, go, dora teye.

Dêw gurzek da Bêjeng. Bêjeng xwe ji ber da alîkî. Bêjeng darek lêxist, dar jî kêran bû, mala wî bişewite û cî bi cî hişk bû, û milê jinikê girt, anî hat, go:

-Daê, dewsa dê û xûşka minî, go, tu ji kuyî?

Go. -Birayo, ez jina mezinê flan gundî bûm, û go, dêw ez zore zor anî hatim.

Bêjeng jinik bir çû cem Rostem. Rostem hişyar bû, go:

-Bêjeng, go, eva çi kulfete?

Go: -Dêwekî revandibû, biribû diçû, go, ez ji para pey ketim. Go, min lêxist, gevermîş kir û min jê sitend, anî.

Go: -Lawo, dewsa dê û xûşka meyî.

Û rabûn ser-çevê xwe şûştin, parî nanê xwe xwarin, dîna xwe danê siyarekî pevketî ji wêda çawa tê? Gotine jinikê, go:

-Xayê, tu vî siyarî nas dikî?

Go: -Rûê min ji we reşe, eva, go, mêrê mine.

Mêr hat nêzîkî van. Mêr dîna xwe daê: jina wî, du mêr wê ser kanîyê rûniştine. Mêr hinekî fikir kirin, tirsya, ewana gazî kir:

Go: -Lawo, were, metirse, go, lawo, ev jina teye?

Go: -Belê!

Go:-Dêwê Firinde bir çû, me jê stend, go, lawo, tu xêrekî jina xwe bivînî.

Guhê dêw jêkirin, danê, go:

-Bive here, bêje min dêw kuştîye, jina xwe anîye, eva jî guhê wî.

Mêrik jina xwe avîte terkûya xwe, lêda çû.

Evana rabûn, peya bûn, xwera hêdî dane ser rê, çûn. Çûn derketine şeherê wi xortî, çûn nava şeher, pirsîn, go:

-Mala mezinê vî şeherî kîjane?

Lêdan çûn, nîşan dan, go:

-Ha, mala hane.

Çûn dîna xwe danê mala wî merîye, mala mêrê jinikêye. Gava mêrik çev Rostem, Bêjeng ket, go: “Welle, xudê heqe, evê derewa min dinyaê xin”. Rostem got:

-Xortê delal, qe şayîşa mekşîne.

Go: -hûn ser çevê min, bavê minra hatine.

Û li wir ew man du roj, sê roja. Jêra hurmet kirin, kincê wan dane şûştin. Dîna xwe daê, eva şehera wê tev diçe-tê. Go:

-Xortê delal, eva şehera çima wa tev diçe, tê?

Go: -Mêvanê minî delal, go, eme destê Kûtalî kafirdanin, go, salê carekê tê, go, xercê xwe ji me distîne. Û, go, qîzekê jî gere xwera bive. Û, go, îsal dora xûşka mine. Go, ez karê xûşka xwe dikim, xûşka min xwera bive. Go, wê sivê bive, lema jî, go, ber xwe dikevim, go, şîne, girîye, lema jî tev diçin-tên.

Rostem go: -Lawo, lema jî padşane, wê usa jî bikin.

Go: -Wê sivî bivin.

Û sive zelal bû, Rostem gote wî merivî, go:

-Lawo, ewê sivî, qewazê wî, wê li kê rê herin?

Go: -Rya ew têda diçe, em wê rê naçin, bela belapêjgerî me neve. Go, mêvanê delal, ewê sivî li vê rê herin.

Wana jî dan ser wê rê, çûn. Rostem, Bêjeng çûn. Du verst rê erd çûn. Rostem wexta wedê xewa wî hat, raza. Bêjeng hişyar bû. Dîna xwe daêda qewazê Kûtalî kafir û wê qîzê siyar kirine û ketine alaya-leystikê, dilezînin û tên. Bêjeng rabû pêşiyê, go:

-Gelî xorta, oxirbe ji wera.

Go: -Oxira xêrêbe.

Go: -Ew bûke hûn tînin, çîye?

Go: -Bûke.

Go: -Ya kêderêye?

Go: -Ya vî şeherîye, go, şeher deste Kûtalî kafirdaye, go, salê carekê em tên, xercê xwe ji vî şeherî distînin û qîzekê jî Kûtalî kafirra divin.

-Ê, go, kuro, hûn padşane, go, heqê we heye hûn xerc bivin. Ê, go, êv çi qîze, hûn divin çi?

-Ê, go, lawo, tu çima ne ji vî welatîyî?

Wana gote Bêjeng û Bêjeng darê xwe hilda û nava wana ket. Serê wana pelaxt û yek jî girt, saxî girt, diranê wî kişand, enîyêda kuta, go:

-Lawo, here cavê bide Kûtalî kafir, bê, herkê xurte bira bê ser me şer,-gote qîzikê jî, go:

-Dayê, tu hema vî xercê xwe hilde û veger, here.

Îda eva keçika çû û çû mala bavê xwe. Û şeher hat serda hedimî. Lome ji brê wê kirin, go:

-Tu pêla han çûyî, go, te dêwê Firinde kuşt, te jina xwe hilda anî, îjar tu pey van mêrika ketî: pey qewazê Kûtalî kafir ketî? Te him xerc vegerand, him qîzik. Go, Kûtalî kafirê bê, koka me wê bîne.

Qewazê Kûtalî kafir çû dît ku dranê wî Sipî dikin. Kûtalî kafir rabû li dûrbînê nihêrî, dîna xwe da dranê wî, wê dikene, go:

-Îsal xerc zef anîye û qîzek baş jî minra anîye.

Qewaz çû nêzîk, Kûtalî kafir dîna xwe daêda, wê dranê wî kişandine û anîêda jî kutane.

-Kuro, go, çi serê te qewimî?

Go: -me çû xerc anî, go, du merî rastî me hatin, go, yek raza bû, go, yek jî hişyar bû. Go, li meva ket, go, hevalê min kuştin, ez jî girtim: dranê min kişand, anîya min xist. Û go: “here, hergê Kûtalî kafir xurte, bira bê ser me şer”. Û qîzik ji me stand û verêkir, çû.

Kûtalî kafir dest bi esker kir, sed merî şandin, go:

-Kuro, herin herdu merîya bigirin, bînin, werin.

Û çûne ser. Rostem hê razaye. Bêjeng rabû, darê xwe hilda û nav ket: yê pak ew bû, ji mala xwe nehat-yêk revîn, yê kuştin. Û cav dane Kûtalî kafir, go:

-Xwadê mala te xrav bike, go ew naêne zeftê.

Kûtalî kafir rabû, go:

– Kuro, îro dusid meriv herin, go, bînin, werin.

Û sivî dusid meriv lêdan çûn.

Bêjeng darê xwe hilda û nav ket: yê pak ew bû, ji mala xwe nehatibû. Kûtalî kafir dîna xwe daê, go:

-Welle, evana naêne zeftê. Go, çela bikolin, rûê çela bigirin, û, go, hinekî ji ber hilbin, go, ber birevin, belkî dikevin çelê, em digirin.

Efendim, çûn çel kolan, esker hate ser Bêjeng, ewî darê xwe hilda, ber bi esker çû, ewana hinekî ji ber revîn û Bêjeng kete çelê. Şewike (kebend) avîtinê girtin û girtin birin, û birin cem Kûtalî kafir. Qîza Kûtalî kafir cav da, go:

-Wî bişînin cem min, go, ezê wî çîtî-çîtî bikim, rojê, go, deremekî ji goştê wî jêkim.

Birin dane qîzê û dilê qîzê ketêda. Şande hemamê, hemamîş kir û kişande sera xwe.

Wî şeherî dîna xwe daêda-merîk girtin, birin, merîk jî wê kuştîye.

-Kuro, go, yek birin, yek jî kuştin, de em herin yê kuştî jî veşêrin, guneye,-û rabûn, hildan çûn.

Merê xwe, tevirê xwe hildan, çûn. Dîna xwe danê Rostem wê velezyaye, wan tirê kuştîye, efendîê xwera bêjim, ewana hema li kêleka Rostem tirba wî vedan û nikaribûn hildin. Anîn lom danêda, dane bin lingê wî, go:

-Hema welgerînin tirbê.

Û wedê xewa wî jî temam bû. Rostem gotê, go:

-Kuro, hûn hema min saxe-sax dikine çel, çawane?

Go: -Lê xwadê mala te xravkirî, go, me qey got tuyî kuştîyî, go, hevalê te Selmîyanî Sindî bir girt çû. Go, me jî tirê tu kuştîyî, em hatin te çelkin, û hevalê te jî girtin birin.

Go: -Lawo, zirar nake, vegerine malê xwe, go, rya şeherê Selmîyanî Sindî kîjane?

-A, go, riya hane, here.

Û Rostem çû derkete nêzkaya şeherê Selmîyanî Sindî (Kûtalî kafir) û gazî xwadê kir. Eşqerîdêmzer hespê wî bû û gurzê wî li ser piştê girêdayî bû. Çû çevê Eşqerîdêmzer ramûsa û ling kire zengûê, siyar bû û gazî xwadê kir, derkete meydana pelewana û gurzê xwe avît. Dengê gurzê wî şivêta ewrê nîsanê. Meydan Selmîyanî Sindî xwest û Selmîyanî Sindî rabû siyar bû, çû meydana Rostem.

Efendim, li gurza rastserî hevdu hatin: ewê rojê heta êvarê li ser pişta hespa li hevdu dan: tu çare bi hevdu nekirin. Selmîyanî Sindî gazî kir, go:

-Lawo, go, te hesp qirkirin, îşev, go, tu mêvanê minî.

Sivî siyar bûn, derketin meydana pelewana û li hev xistin-heta nêzîkaya nîvro. Selmîyanî Sindî gotê, go:

-Lawo, va hespana, ew jî xûnin û goştin, bin meda peritîn, go, emê îjar gulaş bigirin.

Û rahiştine hevdu gulaşê, gulaş girtin. Dewsa lingê wan şivêta xeta kotana erd qelişî.

Berê Rostem kete ber bi sera qîza Selmîyanî Sindî. Rostem dîna xwe daêda Bêjeng, qîza Selmîyanî Sindî destê xwe stuê hevra birine û bi hev şa divin. Rostem gote Selmîyanî Sindî, go:

-Kaliko, tuê bêjî nevîê min zor da min, çiqasî bêbext bû, qe nehişt li xan û manê xwe, li qîza xwe binhêrim.

Û Selmîyanî Sindî carekê li xan û manê xwe, li qîza xwe nihêrî. Dîna xwe daêda, qîza wî, Bêjeng wê li hevdu şa divin. Qewata çil pelewanî ji Selmîyanî Sindî kêm bû, qewata çil pelewanî li Rostem zêda bû. Rostem Selmîyanî Sindî li erdê xist, lêxist serê Selmîyanî Sindî firand û nava şeher ket, herçê zorbedest bûn, qirkir û destê xwe neda riatê û şand ew xortê brê qîzê, mêrê jinikê, anî kire mezinê wî şeherî. Qîza Selmîyanî Sindî Bêjengra hilda û derket çû mala xwe.

 

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev