Kurdê herî bi nav û deng li Ermenîstanê

Guhdarên hêja wek her rojên yekşeman, vê carê jî hûnê ji rêzenivîsa “35 helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyeta berê” derheqa jînenîgarî û berhemên nivîskar an jî helbestvanekî me da guhdarî bikin. Îro emê behsa jînenîgarîya Mîroyê Esed, serpêhatîyeke wî û helbesteke, ku wî ji rûsî wergerandîye kurdî bikin. Hûn vê gotarê dikarin him wek tekst bixwînin, him jî guhdarî bikin.

Amadekar, bêjer û rêvebirê bernameyê nivîskar, berpirsyarê malpera me Têmûrê Xelîl e.

Têmûrê Xelîl derheqa Mîroyê Esed da

Li Ermenîstanê gelek caran bi serî Mîroyê Esed kurdên vê komarê nas dikirin, ji ber ku ew salên dirêj endamê Parlamêntoya Ermenîstanê, cîgirê Şêwra Tewrebilind ya Ermenîstanê bûye û di komarê da wek merivekî bi nav û deng dihate naskirin. Ew herwiha 34 salan – ji sala 1955an hetanî sala 1989an – berpirsyarê rojnameya kurdî ”Rya teze” bûye. Tu kes li Sovyetistana berê ewqas sal berpirsyarê kovar an jî rojnameyekê nebûye.

Min bi xwe bi serokatîya wî 11 salan di vê rojnameyê da kar kirîye, pêşî wek nûçegihan, paşê serwêrê beşa çande. Ez xwe bextîyar dihesibînim, ku gelek salan bi merivekî wisa zane û welatparêz ra xebitîme û eger di hêla rojnamevanîyê an jî zimanê kurdî da pêş ketibim, keda wî camêrî di wî karî da pir e.

Mîroyê Esed sala 1919an li Ermenîstanê, li gundê Elegezê, ku navê wî yê berê Camûşvana Mezin bû, ji diya xwe bûye. Ewî pêşî zanîştgeha Pişkavkazê ya kurdî ya mamosteamadekirinê, paşê jî fakûltêta hiqûqê ya Ûnîvêrsîtêta Rewanê xilaz kirîye. Ji sala 1937an di gundê xwe da dibe mamosta, paşê serokê dibistanê. Di salên şerê hemcihanê yê dudan da serwêrê têatroya kurdî ya gundê Elegezê bûye, paşê bûye sêkrêtarê partîa komûnîstan ya navçeya Elegezê, dû ra bûye dozgerê navçeyeke paytextê Ermenîstanê.

Ew gelek caran hatîye hilbijartinê wek endamê Komîtêya Navbendî ya Partîya Komûnîst ya Ermenîstanê.

Mîroyê Esed, ku bi fermî navê wî Mîroyê Esed Mistoyan bû, endamê Yekîtîya Nivîskarên Soveytistana berê û endamê Yekîtîya Rojnamevanan bû. Ew herwiha xudanê çend pirtûkên hewaskar e, wek ”Sîsê”, ”Ewledê cimaetê”, ”Hesîna dil” û yên mayîn. Lê karê herî mezin, ku ewî ji bo pêşketina edebîyeta me kirîye, ew pirtûka dersan ya ji bo dersxaneyên 7an û 8an e, ku bi şayîr Qaçaxê Mirad ra tevayî amade kirîye. Bi dehan salan şagirtên kurd bi wê pirtûkê bi berhemên şayîr û nivîskarên kurdan yên herî bi nav û deng ra bûne nas, wek Elîyê Herîrî, Ahmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran û yên din. Di wê pirtûkê da herwiha wergerên efrandinên nivîskarên rûsan, ermenîyan û yên di cihanê da bi nav û deng hene, wek Alêksandr Pûşkîn, Lêv Tolstoy, Mîxaîl Şoloxov, Mîxaîl Lêrmontov, Nîkolay Nêkrasov, Vladîmîr Mayakovskî. Lê ji kurdan jî yên herî bi nav û deng hatine hilbijartin, wek şayîr û nivîskar Erebê Şemo, Hecîyê Cindî, Emînê Evdal, Wezîrê Nadirî, Ûsivê Beko, Fêrîkê Ûsiv, Simoyê Şemo û yên din û wergervan Qaçaxê Mirad, Tîtal Mûradov, Baylozê Çaçan Razgoyêv û yên din.

Mîroyê Esed xênji karê rêdaktorîkirina rojnameya kurdî ya here jîyandirêj li cihanê, gelek efrandinên klasîkên cihanê, xwesma yên ermenîyan wergerandîye kurdî û daye çapkirin.

Ji bo karê serketî ew bi ordênên ”Beyraqa Sor” û ”Nîşana hurmet”ê va hatîye xelatkirin, layîqî navê karmendê komara Ermenîstanê yê çandêyî hurmetlî bûye.

Lê yek ji karê herî mezin, ku Mîroyê Esed kirîye, ew e, ku bi dehan kadroyên bona rojnamevanîya kurdî daye amadekirin û bi riya rojnameya kurdî, ku ewî salên dirêj serokatî lê kir, rê ber şayîr û nivîskarên kurd da vekirinê bona berhemên xwe yên nû bidine çapkirinê û ew ji wan ra dibû bingeh, ku xwe li riya pêşketina edebîyeta me bigirin. Rojnameya ”Rya teze” di hêlekê va jî ji bo edebîyethizan helaneke xurt bû, ku biryara paşeroja xwe ya nivîsara berheman bidin. Ji ber ku di rêdaksyonê da li ser berhemên her yekî bîr û bawerîyên xwe ji efrandaran ra digotin, şaşîyên wan rast dikirin, şimşat dikirin û cihana edebîyetê ber wan vedikirin.

Dikare bi hinekan va wisa xuya bibe, ku karê Mîroyê Esed kirîye, ne karekî pir mezin e. Lê bira her kes bizanibe, ku îro bi saya serê wê rojnameyê em dikarin ji cihanê ra bêjin, ku çend hezar kurdên Ermenîstanê eva weke 80 salan e rojnameyeke xurû bi kurdî derdixin. Eva bersîveke cîwar e di hindava wan neyar û dijminên kurdan da, ku dibêjin kurd nikarin bi serî xwe karên ronakbîrîyê demeke dirêj bi rê va bibin. Û ji bo serketina rojnameya kurdî ya here jîyandirêj li cihanê, Mîroyê Esed gelek caran rojên hêsabûnê – ango rojên şemîyan û yekşeman jî dihat kar û barê rojnameyê û rêdaksyonê bi rê va dibir.

Niha em binihêrin şayîr, ronakbîrê bi nav û deng Eskerê Boyîk derheqa Mîroyê Esed û rojnameya, ku ewî 34 salan rêdaktorî lê kirîye, di gotareke xwe ya ji bo wefatbûna wî çi nivîsîye:

”Dema navê rojnema ” ”Riya teze” tê gotin, berî her kesî navê berpirsyarê wê Mîroyê Esed tê bîra mirov, dema navê Mîroyê Esed didin, xebata ”Rya teze” tê bîranîn. Di kar-bar û xweyîkirina rojnamê da emekê berpirsyarê wê pir bû.

Dora rojnemeyê û xebatên wê da ronakbîr û rewşenbîrên meye bi nav û deng civyabûn. Gerekê bi helalî bê gotinê, ku rêdaksyona rojnameya ”Rya teze” merkeza rewşenbîrên me teva bû. Di asta zanistyê da jî xebatên rêdaksyonê ne tenê di nava ocaxên kurdî, lê usa jî di nav rojnameyên komara Ermenistanê da li ser asta bilind bûn.

Mîro evdekî pir bi dissîplîn, fesal û berk bû, him berbi xebatkarên rojnameyê û him jî berbi nevsa xwe. Têkstên rojnameyê yên hazire neneşirbûyî heta çend caran ji alîyê hemû xebatkarên rojnameyê û wî va bi hûrgilî nehatina xwendin, rojname nedihate weşendin. Usa, ku degme şaşî karibûn di têkstan da bihatana berdan… Heta rastîya peyvên nenas nehatana zelalkirin, ew peyv nedihatine weşandin. Rastî jî rojnameya ”Rya teze” di salên dawîyê bi saya berpirsyarê xweyî xemxur gihîştibû asta sitandartîya zimên.

Gelek hevalên me Mîroyê Esed ji bo fesalbûna wî rexne dikin. Ez difikirim, gelo ew fesalîya Mîroyê Esed nîbûya, ”Rya teze” wê ewqas sal di bin sansûra duqet da bikaribûya karê xwe dom bike?

Mîroyê Esed 4ê sibatê sala 2008an, di 89 salîya xwe da li mala xwe, li Rewanê çû ser dilovanîya xwe. Navê nivîskar, rojnamevan, pêdagogê bi nav û deng wê tu caran ji bîra me neçe”.

Niha jî berhemeke edebî ya Mîroyê Esed

Mizgînîya xêrê

Sar bû. Li serê çiya îdî berfa qerqaş xuya dikir. Payîzê xatirê xwe dixwest, bîna zivistanê dihat. Li wî gundê berpala çiyê zivistan zû dihat, lema jî gundîyan meha payîzê ya paşin hesab dikirin meha zivistanê ya ewlin. Zivistana, ku wî warî timê dirêj dikişand, bona hinekan hilbet xweş bû. Çend malan şevêd dirêj di otaxêd xwe da heta dereng kêf dikirin, di nava eşqê û şayê da bûn û tê dernedixistin, ku sur û serma çawa derbaz dibe. Belê, tenê di çend malan da… lê bona gelekan zivistan eynî kul û derd bû. Wê salê halê gundîyan gelek xirab bû, nîvê pirê bê ardû û arvan mabûn. De, salêd derbazbûyî jî halê wan ne tu hal bû.

Zivistanê wextê derê gundîyan dikuta, qurf dikire dilê xelqê bê nan û bê şewat, rût û tezî. Lê evê zivistanê bi xwe ra wisa jî mizgînîya xêrê anî, belê, mizgînîya xêrê.

Mîna bayê birûskê nava hemû bajar û gundan bela bû, ku bi şivêta Ûrisêtê li Ermenîstanê jî dîwana Sovêtîyê saz bûye.

Eva mizgînîya tevî sur û serma wê salê hat û gihîşte wî gundê berpala çiyayê Elegezê jî. Gelek şa bûn, firnax bûn, ji şabûnan lingê wan erd ne digirt. Lê… ew li hinekan jî xweş ne hat û qurf kire dilê wana.

-Min ji we ra ne digot,- gundîkî ji cînarên xwe ra, ku ber derê wî top bûbûn, digot,- ku Ûrisêt me di destê xûnxuran da nahêle.

Gundîkî mayîn jî got:

-Lê min jî ne digot, ku ûrisê çavsût me tenê nahêle, wê xwe bi me ra bigihîne. Bavê minî rehmetî timê digot cimaeta ûris çara bêçaran e.

Yekî dinê got:

-Rast e, Ûso, tu rast dibêjî, min çend caran bi guhê xwe ew xeberana ji devê bavê te bihîstine. Rehmetîyê Emer timê pesinê Ûrisêtê dida, digot ewê dîwaneke wisa saz bike, ku dinê-alem wê xwezila xwe pê bîne. Bavê te çi merivekî şereza bû. Ew haqa tişt ji ku hîn bûbû?

-Tu dibêjî ji ku? Ez niha teze fem dikim, ku bavê min çawa haj ji wan gilîyan hebû. Dostekî me yê ermenî hebû, navê wî Hovsêp bû, ew ji me ra ji bira jî çêtir bû. Timê, gava ew dihate mala me, em gişk şa dibûn, me tirê qewimê meyî lapî nêzîk ji xerîbîyê hatîye. Êvaran, çaxê ew diketine nava cîyan, ew û bavê min dereng radizan. Ewî ji bavê min ra bi zimanê ermenî kitêb dixwendin. Rind tê bîra min, ewî bi pesin navê Ûrisêtê û ûrisan dida.

Awa gundîyan şîrin-şîrin bi hev ra xeber didan û şa dibûn. Ji şabûna wana tê dernedixist, ku îdî êvar e, sar e…

Wê êvara sar di odeke germ da çend giregirên gund berev bûbûn, xeber didan, ber xwe diketin, di xwe da dişewitîn, diperitîn, carna diranêd xwe diçirikandin, carna hinekan ji hêrsa dikire qûjîn, lê carna jî gelek fesal û nerm xeber didan, ku kesek dengê wan nebihê.

Dîwan îdî ketibû destê xebatkarêd bajar û gund. Feqîrên duh, xulamên salan, xelqê zêrandî gerekê serkarî li welêt bikirana, dinya îdî ya wan bû, xwelî jî pê ra…

Eva yeka li kedxurêd gund xweş ne dihat, ewana tiştekî bê îsaf hesab dikirin, ku dîwana bi qurnan û zemanan di destê wan û merivêd mînanî wan da bûye, niha di rûyê wa gotî, ”bêxwedêyan” da hukum ji dest wan girtine, ewê bê xulam û xizmetkar, jinêd wanê bê carî û berdestî bimînin. Eva yeka ber guhê wan ra derbaz ne dibû. Di orta kedxuran û xebatkaran da şer diçû, carna eşkere, carna jî xewle. Ew şer bû orta dewrana kevin û teze da, orta tarîyê û ronkayê da…

Niha jî helbesta nivîskarê rûsan yê mezin Lêv Tolstoy ya bi sernivîsa ”Zarotîya min”, ku Mîroyê Esed wergerandîye kurdî

Zarotîya min

Rojêd zarotîyê, mînanî xewnan

Derbaz bûn û çûn, qet venagerin.

Hûn rojêd bê xem, hûn bextewar in,

Ya dila şake, hûn tek dikarin.

Hûn derbaz bûn, pey we ra ulm hat

Bi bengzê mirûz dinê dinivat,

Boy her tiştî em ketin mitala

Deqe me nema aza, yan vala.

Pey wê ra hatin, hatin femdarî,

Halê milet dilê min da bû keser-girî,

Apolon sazê xwe da min bi guman,

Wekî belake derdê min giran.

Hey wax, wî sazî cem min kir zingîn

Usa kewgirî, usa bi nelîn,

Çawa dilê min, wek fikira evîn,

Min qet ne didît lê têla şayîn.

Tenê wî çaxî min rind fem dikir,

Ku xilaz nabim ji wan derdên pir,

Ta miletê min vir bimîne qûl

Destê xelqê da vir lal û melûl.

Rojêd zarotîyê, çima wek bayê

Hûn firîn çûn, çûn, heta-hetayê,

Ezî wî çaxî bê derd û aza,

Min tirê ya min e ev dinya hana.

Min nas ne dikir hê nîrê dîltîyê,

Ne jî lepê wan bê îsaf – zulmê,

Pey we ra wa emir giran dikin,

Oh, ez nifira van rojan dikim.

Kerr be, saz, bes e, bo min deng nede,

Apolon, dîsa wî paşda hilde,

Bide yekî din, wekî karibe,

Bo delala xwe emirê xwe bide.

Bê saz û vir bê xeberêd zêde,

Ez gerek derêm meydana hêle,

Gotî biqûjim, gotî şikyat kim,

Miqabilî terîstanê şer kim.

Rojêd niha îda çi sazê reş,

Şûr lazim e vira boy mêrê keleş,

Ev be gotî şêwra emirê me,

Xûn û agir bi dijminê seme.

Bira ew tercme ke buxdanbêjîyê,

Dil bide ber xwe ser kenarê behrê,

Em tercimeçîyê azayê ne tenê,

Ev e ser zarê me heta mirinê.

Guhdarên ezîz, ji rêzenivîsa ”35 helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyeta berê” we vê carê guhdarîya bernameya me li ser Mîroyê Esed, jînenîgarîya wî, serpêhatîyeke wî û helbesteke ku wî ji rûsî wergerandîye kurdî kir.

Amadekar, bêjer û rêvebirê bernameyê nivîskar, berpirsyarê malpera me Têmûrê Xelîl e.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev