Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

CÎNARÊN ÇÎNÊ – KURDÊN QIRGIZISTANÊ

CÎNARÊN ÇÎNÊ – KURDÊN QIRGIZISTANÊ

Salihê Kevirbirî

Dîroka Kurdên Qirgizistanê bi êş û elemên giran dagirtiye. Cara yekemin dema fermana wan ji hela Sovyeta Sosyalîst ve hate dayîn, rûpelên salnameyan 1937an nîşan didan. Pêşniyar û daxwaza ku ji hela Lavrentî Beria ve hate kirin, di havîna 1937an de bû ferman û biryara Josef Stalîn. Sala 1937an ji Nexçîvan û Ermenistanê, sala 1944an jî ji Gurcistanê bi deh hezaran kurd li trên û qamyonên heywanan hatin siwarkirin û di bin kontrol û dorpêçkirina leşkerên Artêşa Sor de, ber bi Asya Navîn hatin sirgunkirin.

Serokê Civaka Kurdên Qirgizistanê Şêx Remezanê Seyîd li ser wan rojan wiha dibêje:

“37-ê salê jî, 44-ê salê jî, her du sirgunî meha zivistanê hatine kirin. Sirgunî bi trênên bar û heywanan hatin kirin. Gelekî ji milet di vagonan de qir bûn. Mesela, di vagon û trênan de dimirin, meytên wan derdixistin davêtin, kesî nizanibû bi ku ve dibin, davêjin ku derê…”

Ev jî gotinên Mele Evdilê Bekirê Seyîd e ku sala sirgunê yek salî bûye:

“37-ê salê em sirgun kirine, em hatine vira. Li vira sala min hê temam nebûbû, gava em hatine vî erdî. Me gelek zorî, gelek derd û bela kişandiye, gelek ji cimaeta me di bin vagonên trênan de ma. Em hatine vira, sax silamet di welatê Qirgizistanê re derketin. Em li welatê Qirgizistanê wekî bira bi hev re dijîn. Em bi hev re rind derbas dikin…”

Îro li Qazaxistan, Qirgizistan û Ozbekistanê li gorî dane û rêjeyên ne-fermî bi qasî 200 hezar kurd dijîn. Beşeke girîng ji van kurdan îro jiyana xwe li Qirgizistanê berdewam dikin. Sala 1989an, di dema Sovyetê de serjimarî hatiye çêkirin û li gorî serjimariyê, hejmara kurdên Qirgizistanê 14.300 kes e. Lê li gorî daneyên kurdan, ev reqem gelek zêdetir e.

Şêx Remezanê Seyîd vê yekê piştrast dike:

“Bi resmî dewlet dibêje 13 hezar kurd li Qirgizistanê hene. Lê bi hesabê me kurdan, em derdorê 30 hezar hene. Çima? Çimkî gelek Kurd li Qirgizistanê hatine asîmîlekirin. Di nava pasaporta xwe de Kurd nenivîsandine, lê wexta jê dipirsî dibêje ‘ez kurd im.’ Li vir derdorê 30 hezar kurd heye…”

Qirgizistan welatekî Asya Navîn e ku tu girêdan û sînorê wê bi deryayê re tuneye. Li bakur Qazaxistan, li rojava Ozbekistan, li başûrê rojava Tacikîstan, li başûrê rojhilat jî cînarê Çînê ye.

Li gorî daneyên serjimariya fermî ya sala 2009an, nifûsa Qirgizistanê ji 5.482.000 kesan pêk tê. Rêjeya Qirgizan li nav welêt ji sedî 65 e. Tatar, Uygur, qazax, Ûkraînayî û kurd kêm-neteweyên din ên Qirgizistanê ne.

5-ê Berfanbara 1936an bi navê Komara Qirgizê ya Sovyeta Sosyalîst bûye endama Komara Yekitiya Sovyetê. 31-ê Gelawêja 1991-ê serxwebûna xwe îlan kiriye û ji Yekitiya Sovyeta Sosyalîst veqetiyaye.

Zimanê Qirgizî ji Îlona 1991-ê ve zimanê fermî yê dewletê ye. Li hêla din zimanê Rûsî jî di statûya zimanê fermî de ye.

Piştî salên 90-î û hilweşandina Sovyetê, kurdên li herêmên Celalabad û Oşê dimînin, ji neçarî berê xwe didin Bîşkeka paytext û derdora wê.

Polîtîkaya Gorbaçov bû sedem ku li Ozbekistanê di navbera Ozbek û tirkan de şer û pevçûn derkeve. Vê yeke bandora xwe li Qirgizistanê jî nişan da. Qirgiz û Ozbek pev çûn. Gelek netewe ji tirsa terka Qirgizistanê kirin. Di nav wan neteweyan de kurd jî hebûn.

Yek ji pêşekzanên civakê Îbrahîmê Paşayê Nadir bi van gotinan behsa wan rojan dike:

“Îcar li wê dere wexta ku Ûris kişiya çû, Azerî kişiyan çûn Azerbaycanê, Ermenî kişiyan çûne Ermenistanê, Rûs çûne Rûsyayê, Tatar çûne Tataristanê, em Kurd tenê li wê derê man di nava Qirgizan de. Ozbek kişiya çû, derket. Em kurd tenê man. Kurdan jî nihêrîn wiha nabe. Wî çaxî tirs bi kurdan ket. Ji xeynî wê jî, li Ermenistanê, di nava Ermenî û Azeriyan de, ecem û file bi hev ketin. Kurd çûne Azerbaycanê, paşê piraniya wan hatin, derketin Qazaxistanê. Kurdên me jî, li vê dere, li aliye Celalabadê, gava şer kete navbera Ozbek û Qirgizan, Kurd reviyan. Gelekên wan çûne Rûsyayê, çûne Alma Ataya Qazaxistanê. Me jî bar kir, em hatin Bîşkekê. Me got ev der paytext e, nêzîk e…”

Kurdên Qirgizistanê bi piranî li Bîşkeka paytext û derdora wê dijîn. Gundê Çatkulê yek ji wan gundan e ku beşeke girîng ji şêniyên wê kurd in. Li vî gundî kurd tevî qirgiz, uygur, ûris û miletên din di nava aştî û aramiyê de dijîn.

Yekitiya Kurdên Qirgizistanê, sala 1992an bi navê “Niştiman” tê avakirin. Sala 2001-ê yekitiya kurdan navê xwe diguhere û dike “Medya.” Sazî di bin banê Asambleya Gelên Qirgizistanê de kar û barên kulturî, edebî û hunerî dimeşîne.

Li gorî Serokê Komeleya Kurdên Qirgizistanê Şêx Remezanê Seyîd rol û girîngiya kurdan di nav asambleye de gelekî bilind e.

“Di nava Asambleya Gelên Qirgizistanê de rola kurdan gelek zêde ye. Wekî hemû miletên Qirgizistanê cihê me heye. Me tevî hemû pirs û pirsgirêkên dewletê dikin. ‘Asambleya Gelên Qirgizistanê’ wekî Dezgeha Şêwirmendiya Serokatiya Dewletê ye. Tê bîra min, carekê hevdîtineke min bi Serokdewletê Qirgizistanê re çêbibû. Wê gavê Serokdewlet Asker Akayev bû. Hinek mesele hebûn me li ser wan xeber dida. Wî wiha got; “Brîlyant! Tu zanî çima xweşik e?’ Got; ‘Çimkî, di her aliyekê wê de rengek heye.’ Got; ‘Em dixwazin Kurd jî rengên xwe bidin dewleta Qirgizistanê.’ Bi rastî jî Kurdan rengê xwe dane dewleta Qirgizistanê. Tu îro dikarî miletê Kurd li ser her xebatê bibînî. Doktorên me jî hene, polîsên me jî hene. Hemû tiştên me hene…”

Serokê Asambleya Gelên Qirgizistanê Bektemîr Murzubirayîmov jî diyar dike ku Asamble navenda çareserkirina kêşeyên neteweyên Qirgizistanê ye…

“Li Qirgizistanê bêhtirî 120 milet dijîn. Ji bo ku di nav van de kêşe dernekevin, asamble kar dike. Ev dezgeha fermî sala 1994an ava bûye. Par 20 saliya asambleya me bû. Di bin banê asambleyê de 28 netewe, xwedî komele û dezgeh in. Tevî kurdan du miletên din jî hene ku bê-dewlet in û di asambleyê de têne temsîlkirin. Ew jî dungan û uygur in. Lê tiştê girîng ji bo me ev e; her milet xwedî maf e ku çand û hunera xwe bi pêş bixe û bi zimanê xwe biaxive. Ji bo me şanazî ye ku li kêleka me kurd hene…”

Yekitiya Ciwanên Kurdên Qirgizistanê di bin banê Komeleya Kurdan de kar û barên hunerî dimeşîne. Di bin vê banê de ne tene kurd, xwendevan û ciwanên miletên din jî hewla çalakiyên hûnera kurdî didin…

Bi serpereştiya Komeleya “Medyayê” di Radyoya Fermî ya Dewletê de, heftê carek 20 deqe weşana kurdî tê kirin.

Civaka kurdên Qirgizistanê piştî salên 60î gelek navên girîng derxistin. Di nav wan de gelek hakim, dozger, endezyar û doktor hene. Lê di vê mijarê de balkêşiya kurdên Qirgizistanê ew e ku ew xwediyê “artêşeke polîsan” in…

Rojnameger û Nivîskar Hejarê Şamil li ser vê artêşê wiha dibêje:

“Li Qirgizistanê artêşa polîsan heye ku ji kurdan pêk tê. Ji 50 kesî zêdetir polîsên kurd hene ku di astên bilind de wek fermandar kar dikin. Mîralay hene, rûs polkovnîk dibêjin, tirk albay û yarbay dibêjin. Vê gavê ew hemû di sîstema polîsiyê de kar nakin. Ji ber ku hinek ji wan malnişîn bûne, hinek ji wan karên din dikin. Ev rewş tenê li Sovyeta kevin, li Qirgizistanê hebûye û heye. Yanî hewqas polîsên zêde wekî kurd li tu komarên Sovyetê de tunebû û niha jî tunene. Mesela gazî dikin tu diçî, bala xwe didî 50 polîs li wir rûniştî ne, hemû kurd. Li Azerbaycanê jî gelek polîsên kurd hebûn, lê mixabin kurdên Azerbaycanê ji sedî 99 hatine asîmîlekirin û pişaftin…”

Lê xewn û xeyalên kurdên Qirgizistanê çi ne? Bersiva vê pirsê di gotinên Şêx Remezanê Seyîd de ye:

“Xewn û xeyalên Kurdên Qirgizistanê, Kurdistaneke azad e. Îro be jî, sibê be jî em baş zanin. Weleh her tim xeberdan di nava meclîsa de çêdibe, herkes dibêje ‘axiriya me li vir tuneye. Baş be jî, xerab be jî ev der welatê xelkê ye, ne welatê me ye.’ Çavên me li Kurdistanê ye. Em bawer in, wê zeman bê, em nikaribin bên jî, em negihîjin jî zarokên me wê bigihîjin. Xewn û xeyala gelê Kurd, Kurdistan e, ev yek. Lê em Kurdistanê nebînin jî, em venegerin Kurdistanê jî, bila Kurdistan ava be. Kengê Kurdistan ava bû, hesab bike em dibin xwedî û xwedan…”

 

Derheqa nivîskar da

Salih Kevirbirî

Anadolu Universitet (Zankoya Anadoluyê) - Fakulteya Ekonomî û Fakulteya Zanistên Siyasî // Heta niha 10 kitêbên wî bi zimanê kurdî û tirkî hatine çapkirin û ev kiteb li çend zimanan hatine wergerandin // Her wiha di 3 salên dawî de li ser kurdên Sovyetê 20 fîlmên documenter bi zimanê kurdî amade kirine// Di nav Navenda PEN-a Kurd de Berpirsê Nivîskarên Diyasporayê ye û Endamê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

Qeydên dişibine hev