Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Divêt kurd ji bo guhastinan amade bin

Divêt kurd ji bo guhastinan amade bin

Tosinê Reşîd

Sala 2012 an, êvarekê, gava li hola hotêla Erbîl International bi dostekî mêvan re rûniştî bûm, rojnamevanekî amêrîkî, ku nasê dostê min bû, hat bi me re rûnişt. Wan rojan li Hewlêrê, ji bo amadekirina Kongra Kurdaye Netewî, gelek rasthatin, civîn dibûn. Komîte dihatin avakirin, ser jimara beşdarên Kongrê, ka ji kîjan perçê Kurdistanê çend kes û nonerên kîjan hêzên sîyasî beşdarî Kongra Netewî bibin, gotûbêj diçûn. Piranîya kurdan bi hêvîke mezin benda Kongrê bûn. Û rojnamevanê bîyanî, piştî sohbeta me jî hate ser Kongrê, ji min pirsî, ka gor nêrîna min, Kongra Kurdaye Netewî wê çi biryara bigre? Bersiva min kurt bû; min got, wekî Kongra Kurdaye Netewî wê pêk neyê. Rojnamevan şaş û metel li min nihêrî, min gotina xwe dubare kir: ‘Kongra Kurdaye Netewî wê pêk neyê, ji ber ku hêzên kurdaye sereke ji bo wê Kongrê amade nînin. Ser pirsên ji bo gelê kurd û dûaroja Kurdistanê giring, ew hêz ne tenê li hev nakin, lê di navbera wan de têgihîştineke giştî jî tune. Heta têgihîştineke usan tunebe, tu wateya berev kirina Kongra Netewî tune, ew Kongre wê negihîje armancên xwe.’

Û rastî jî Kongra Netewî pêk nehat.

Ew rewşeke kambax bû û ew rewş hê jî didome, hê jî di navbera hêzên kurdaye sîyasî de, ne têgihîştineke giştî, ne jî hevkarî heye.

Lê dnîya jî tê guhastin; ‘Bahara ereba’ ku serê wan de reş bû, bi xwe re guhastin û malwêranîyên mezin anîn Rojhilata Navîn. Bi deha (dibe ku seda be jî) hezaran meriv hatin kuştin, bi mîlîyonan penaber bûn, bi hezaran gund û bajar hatin wêran kirin. Di vê malwêranîyê de kurda jî têra xwe zilm û zor, wêranî û penaberî dîtin.

Ji bo dewletên wek Îraq, Sûrîya, Yemên û çendekên mayîn, pirsa mayîn, ne mayînê ketîye rojevê.

Îro li Rojhilata Navîn bûyarên gelek mezin pêk tên û di wan bûyaran de kurd aktorên giring in. Çawan li Îraqê, usan jî li Sûrîyê, di şerên dijî Daîş de kurd di cêrgên yekemîn de ne û giranîya wî şerî ketîye ser milên wan.

Gor nêrîna gelek pisporên sîyaseta navnetewî, Îraq û Sûrîya, du welatên ku bi mîlîyonan kurd li wir ser axa xwe dijîn û ew kurd di şerê dijî Daîş de rola sereke dilîzin, wê wek berê nemînin. Divêt kurd ji bo van bûyaran amade bin.

Berî gişkî di hundurên wan welatan de divêt kurd xwedîyê yekîtîke bi hêz bin; yekîtîke serbazî, sîyasî, darayî, civakî…

Ne li Îraq ê, ne jî li Sûrîyê, tuxûbê (sînorê) Kurdistanê, ku ji alîyê wan welatan û ser asta navnetewî naskirî bin, tune ne. Gava pirsa serxwebûn, yan jî xweserîya dêmokratîk ji bo kurdan têkeve rojevê, hêzên ereba gişk wê dijî kurdan bibin yek. Ev yek gerek neyê ji bîra kirin.

Hêzên ku ji serkeftina Pêşmerge û Rêveberîya Herêma Kurdistanê li Şengalê aciz in, ji bo li Herêma Kurdistanê tevlîhev bikin, vê carê jî milîşeyên şîa, Heşdî Şabî, ku ji alîyê generalê îranî Qasim Silêmanî ve tê bi rêxistin û ji alîyê Bexdayê ve tê fînansekirin, li Tûzxûrmatû bi kar anîn. Milîşeyên paramîlîter, Heşdî Şabî, ku Hikûmeta Navendî ya Iraqê ji bo wan, seva sala 2016 an budceyeke 1 Milyar û 58 Milyon Dolarî terxan kirîye, di 12’ê Mijdarê de bûn sedema bûyerên çekdarî.

Qezîya, xetera Heşdî Şabî ji ya Daîş kêmtir nîne, eger zêdetir nîn be. Û himberî vê qezîyayê, divêt hêzên kurda bibin yek, bi hêzeke yekgirtî Herêma Kurdistanê biparêzin.

Ji bo hêz û berxwedana kurdan sist û qels bike, hukumata Bexdayê, vê rewşa aborîye giran de, gava bi mîlîyonan penaberên ji dervayî Herêma Kurdistanê li herêmê bi cîh bûne, para Herêma Kurdistanê, ya ji bucêya Îraqê nade. Sebeb çi dibe, bira bibe, di vê rewşê de nedana para Kurdistanê, gerek wek dijminayî bê dîtin. Û himberî wê dijminayê gerek kurd bibin yek.

Gerek em tu caran ji bîra nekin, wekî tevlihevî, kuştin, şer li Rojhilata Navîn, bi têkçûna Daîş dawî nayên. Dewletên, ku avropîya piştî Cenga Cihanîyê ye Yekemîn û têkçûna Împêratorîya Osmanîya, gor berjewendîyên xwe damezirandî, ji ber pirsgirêkên olî, meshebî û netewî, êdî nikarin di sînorê kevn de bimînin. Dijberîya olî û netewî roj bi roj xurt dibe û dikare bigihîne teqîna civakî. Di vê pirsê de dagirkirina Îraqê ji alîyê DAY û cenga sivîl li Sûrîyê rola xwe lîstin.

Di praktîka cihanê de, gava qezîya ji derva seva welêtekî heye, li wî welatî, hukumeta parastina netewî tê ava kirin û hêzên wî welatîye sîyasî gişk di wê hukumatê de cîh digrin. Her pirsgirêkên di navbera xwe de didine alîyekî û hêz û îmkanê xwe gişkî didin dest hukumeta yekgirtî.

Îro, pêwîstîya Herêma Kurdistanê bi hukumeteke parastina netewî, ku hêzên Kurdistanê ye sîyasî, gişk di wê de cîh bigrin, hêzên Pêşmergeye yekgirtî ye di bin fermandarîya wê hukumetê de, heye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev