Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Nameya Frîda Hecî Cewarî ser 3 nivîsên Fêrîkê Ûsiv yên neçapkirî derheqa Xelîlê Çaçan da

Nameya Frîda Hecî Cewarî ser 3 nivîsên Fêrîkê Ûsiv yên neçapkirî derheqa Xelîlê Çaçan da

Têmûrê Xelîl

Van dawîyan Frîda Cewarî, ku keça profesor Hecîyê Cindî û xanima helbestvanê kurd yê herî bi nav û deng Fêrîkê Ûsiv e, ji min ra nameyek û 3 nivîsên Fêrîk derheqa serok û berpirsyarê radyoya kurdî ya Rewanê Xelîlê Çaçan Mûradov da şandin, ku heta niha çap nebûne.
Naveroka nameya wê em raberî we dikin:
“Têmûrê bira, berî çend rojan min nivîsek û du helbestên Fêrîkê rehmetî derheqa bavê te da li nav kitêban da dîtin. Ew gelek bi dilêşî hatine nivîsar. Yek xeberdana wî ye di roja binaxkirina bavê te yê rehmetî da, yek çarxeta Fêrîkê Ûsiv e derheqa bavê te da, ku we li ser kevirê gora wî daye nivîsar, yek jî helbesteke bi zimanê ermenî yê helbestvanê navdar Hmayak Manûkyan e, ku Fêrîk ew wergerandîye kurdî. Min ne xwest ez wan hersê nivîsan ji ber bigirim (kopî bikim) û ez wana hema bi destxeta Fêrîk jî ji te ra dişînim.
Bi silavên germ – Firîda Cewarî
Xwendevanên hêja!
Ez vê nameyê dixwezim bi kar bînim û bi xwendevana bidim zanîn, ku Fêrîkê Ûsiv helbestvanê kurdên Sovyetistana berê yê herî bi nav û deng e. Ez Fêrîkê Ûsiv rind nas dikim û em sê salan bi hev ra xebitîne. Me mala xwe li paytextê Ermenîstanê hîştibû, em çûbûne gundê kurdayî Sîpanê, me di dibistanê da ders didane zarokên kurdan. Ew mamostayê zimanê kurdî bû, ez jî yê matêmatîkayê bûm. Ango, berî her helbesteke wî çap bibe, êdî min ew xwendibûn û bi xwendina wî guhdarî kiribû.
Ez wê jî bêjim, ku Fêrîkê Ûsiv çend salan bi serokatîya Xelîlê Çaçan di redaksyona radyoya kurdî ya Rewanê da wek serokê beşa edebîyetê kar kirîye, pîêseke wî ya bi nave ”Bê qelen”, ku li radyoya Rewanê wek şano tê weşandin, li guhdarvanan gelek xweş hatîye û di wan salan da dereceya weşanên radyoyê herwiha bi saya sere wî jî gelek xurt bû.

Li jêr têksta xeberdana Fêrîkê Ûsiv e li gundê Karvanserayê, di roja binaxkirina ronakbîrê mezin Xelîlê Çaçan da, yê ku bi karê xwe yê serokatîya radyoyê yê 24 salan va bi mîlyonan kurd ji xewa hingorê şîyar kirin. Ewî bi dilovanî nivîsîye, ji ber ku gelek salan bi serokatîya Xelîlê Çaçan di radyoyê da serokê beşa edebîyetê û çande bû û ji hev gelek hez dikirin.
(Fêrîkê Ûsiv wek ku xeberdaye, ew wisa jî raberî we dikin).

”Xelîl Mûradov: Me navê wî bihîstibû, wextê hela hê em zaru bûn, me bê xem û xerêq xwe ra dilîst. Lê ewî hingê xebata cawdar dikir, lema jî me digot qey ew mêrekî qird e. Lê wextê sal derbaz bûn û li radîokomîtêyê em bi hev ra xebitîn, em hingê pê hesiyan, ku ew tevhevdu deh sala ji me mezintir e.
Me teze pêy li şêmîka emir û xebatê dikir, lê ewî îda 15-20 salên xebata komsomolîyê, partîyayê, mexulqetîyê dû xwe hiştibû.
Xerêqa xebatêd cawdar ew ji wede zûtir kal nekiribû. Porê wî xurû reş bûn, çev-birûyê wî bi benga cahiltîyê bedew, sufet saxlemî xumur, mina sêveke şefrane bê zede-zewal.
Qefesê da mêl dibû ser îstola nivîsarê, dinivîsî, hey car-carna qelem destê xwe da direqisand (wextê duşurmîş dibû). Lê wexta xebatçîkî rêdaksîyayê tiştekî mesqeretî digot, enîya wîye bin tûncika alîkî da şekirî geş dibû, pişta xwe rast dikir, dibû pîrqînîya wî dikenîya. Wextê usa meriv nizanibû, kenê wîyî xweş şewqê dide diranên wî zêr, yan diran şewqê dide kenê wî?.. Ew qasekê hijmekar dibû û xwexwe jî meseleke cimetê bi kolorît, bi hûmor perwerde şirovedikir, dîsa dikenîya. Zengilê têlê carina navbirî dida kenê wî, tetika têlê hildida: “Ha canê, digo, xweşîya canê te… pakî… pakî…”. Xeberdan ser hevda dianî, tetikê têlê dadanî û destê wî hê li ser tetik, berê xwe xebatçîkî rêdaksîyayê da dikir, digot: “Filankes, filankes, ca here têlêtaypê wan qinyatan bîne”.
Rêdaktorê xeberdanêd kurdîyî sereke bû, lê xebatçîyêd xwe ra erhede hesav dikirin, fikira wan dipirsî, îlamkî fikira pêşekzanêd lîtêratûrayê.
Ruhê Mûradovî cimaetî sade, derckirina kolorît û hûmora miletîyê kubreke başqe didane wî.
Evan kemal-keremêd xeysetê kurmancîyê Xelîl Mûradov didefandin, wekî ew aqa kilamêd cimaetêye qîmetlî bide dengnivîsandinê. Ew mîna seyasetvanêd çevtirsîyayî şel û pel nedidan ber çemê kilam û gotinêd cimaetê. Ewî ne ku tenê ew kilam dane dengnivîsandinê, lê usa jî qedereke wan kilama kire devter û neşir kir.
Xelîl Mûradov bi hesîna hûmorêye kûr va çend serhatîyên cimaetêye hewaskare bi cûrê anêkdota bernivîsî û neşirkir, xwexwe jî efirand, ji ber xwe derxist çend novêlêd qîmetlî, serhatîyêd hêjayî bîranînê.
Îzbatîke melûl e: xêncî Ereb Şamîlov, merivêd meye edebîyet û medenîyetêye remetî gişk jî ji wede zûtir çûn: Wezîrê Nadirî, Emînê Evdal, Cerdoyê Gênco, Ahmedê Mîrazî, Ûsivê Beko, Qaçaxê Mirad, Şikoyê Hesen, Têmûrê Sadiq… Îro wê reqemê zêde dike Xelîl Mûradov.
Me geleka dilê xwe da dikire dimîm, wekî emê hela di şayî û şayînetîya da rastî Xelîl Mûradovê hizkirî bên, bengz û beşera wîye xweş bivînin. Lê îro em şîna wî dikin. Tevî gelek telî-tengasîyê emir telîk jî dilê me ket û gavekê jî em ber bi qonaxa mirinê defandin…
Belê, emê jî bimirin. Lê hergê rastîyê wê dinê emir heye, hergê rastîyê ruh dijî, em ji ruzayê xwe dixwazin, wekî li wê dinê ruhê me rastî ruhê qewm û lêzimê me, rastî Xelîl Mûradovê ezîz bîne”.

Ev xetên Fêrîkê Ûsiv li ser kevirê mermer yê goristana Xelîlê Çaçan hatine terişandin
Ev Xelîlê Çaçan e li vir
Pal daye bê deng û hes
Yê ku belayî dinê dikir
Kêlm û kilam, deng û bes.

Niha jî helbesteke bi zimanê ermenî ya şayîrê ermenîyan yê naskirî Hmayak Manûkyan ya derheqa Xelîlê Çaçan da bi wergera Fêrîkê Ûsiv bixwînin:

Qisa bîranînê tevî Xelîlê Çaçan
Me tu dispartî ax-bera, Xelîl,
Pêşberî Elegezê kaw-kubar,
Gişka dikirin şîn-girî, nalîn,
Kerba birîna te ya dilxedar…

Nermebayê wî Elegezê te
Digirîya, ser te dikir lûve-lûv,
Bira û pismam, kes-kinêzên te
Ji sîya serê te mabûne miqûf.

Xwelîya cî-misken te ra bû bêşîk,
Elegez dayka ku dike lûrîn,
Mirina te bû kul, derd û dilêşî,
Xelîlê minî aqilî nûrîn.

Tu çûyî gorê bi rêke kese,
Dilê te ne bir derd û kulê behr,
Tu bûyî Xudêdakî terr-teze,
Li dû xwe hîştî zuret û devter.

Qisa min tev te ret nabe tu car,
Dilê minda biye dimîm û delîl,
Geş û genc bûyî, delal û nîgar,
Lema em ser te dinalin, Xelîl…

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev