Çend pirsên ”nezanan“ û bersîvên „zaneyan“ – 15

Çend pirsên ”nezanan“ û bersîvên „zaneyan“ – 15

Ji jîyana kurdan ya rojane

Amadekar: Têmûrê Xelîl

• • •

-Ez benî, dema dibêjin “kurdên Tirkîyê”, çi di bîra te ra derbaz dibe?

-Ez texmîn dikim, ku ew kurdên Stembolê, Enqerê, Îzmîrê, Edenê, an jî ji bajarên Turkîyê yên mayîn in. Wek ku, em bêjin “tirkên Kurdistanê”, em fêm dikin, ku ew ji Dîyarbekirê, Wanê, Serhedê, Bîngolê, an jî ji bajarên Kurdistanê yên mayîn in. Ango, ji kurdên Kurdistana Turkîyê ra em nikarin bêjin “kurdên Turkîyê”. Ev gotin di derbarê kurdên Ermenîstanê, Qazaxistanê, Gurcistanê, Libnanê û cîyên mayîn, ku kurd lê dijîn û ne axa wan e, derbaz dibe.

• • •

-Ez benî, hinek rojnamevanên kurd hene derheqa merivên baş da xirab dinivîsin, lê derheqa merivên xirab da baş dinivîsin û derewan jî nakin. Ew çawa dibe?

-Merivê baş dikare ji sedî 95 baş be, 5 xirab be. Ew rojnamevan eger wî mirovî hiz neke, tenê derheqa wan 5 selefan da dinivîse. Merivê xirab jî dikare ji sedî 95 xirab be, 5 baş be. Ew rojnamevan eger wî mirovî hiz bike, derheqa wan 5 selefan da dinivîse.

• • •

-Ez benî, hinek kurdên me hene, ku bi roj di rêstoranan da firaqa dişon, an jî karê paqijayê dikin, êvaran jî dinivîsin. Bi bawerîya te, ew firaqşo ne, an nivîskar in?

-Ewên, ku berhemên hêja dinivîsin û ji bo xwedîkirina mala xwe bi mecbûrî firaqa dişon, ew nivîskar in. Lê ewên, ku karê wan firaqşûştin e û ji bo navekî derxin, “pirtûkan” dinivîsin, ew firaqşo ne û ji berhemên wan bîna xwerinên genî tê.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev