Werin em hinekî jî bikenin – 15

Berevkar: Têmûrê Xelîl

“EZÊ ZARÊN BÊ DIMS ÇI BIKIM?”

Merîkî gelekî tima hebûye. Gava ecêbeke biçûk dihate serê wî, bi rojan xew ne dikete çevan, ber xwe diket. Rojekê jî derdana dimsê wî tê da dişkê. Merivên wî têne mala wî, ji bo serxweşîyê bidinê, ber dilê wî da tên, dibêjinê:

“Bira serê we sax be”, “Careke mayîn em ji bona şayê derê te vekin”, “Xudê cîyê xeman tije bike”, “Bira zarokên te xweş bin”.

Xwedîyê dimsê li wan vedigerîne, dibêje:

-Zarokên bê dims çî min ra nin?!

MIRÎŞKÊN UNDABÛYÎ

Bîst mirîşkên pîrejineke kurd hebûne. Ewê hesab nizanibûne, lê her êvar, gava mirîşkên xwe dikire kox, cot-cot dihesiband. Eger mirîşkên wê cot derketana, digot, ku tam in, lê eger kit derketana, digot, ku yek kêm e. Ango, ne bîst in, lê nonzdeh in. Carna jî usa dibû, ku ji mirîşkên cînaran yek tevî yên wê dibûn û dibûne bîstûyek. Îjar pîrê di nav gund diket, dikir hewar-gazî:

-Gundîno, cînarno! Mirîşkeke min unda bûye! Ez di bextê we û zarên we da me, kê dîtîye, bira li min vegerîne!

GUHÊ WÎ HÎN NE BÛYE

Du heval dibezine hev, yek ji yê mayîn ra dibêje “kurê kerê”. Evê te bi xwe va diçe, dixeriqe. Hevalê sisîyan tê li ber wan ra derbaz dibe, dipirse, ku çi hewal e, hevalê wî dibêje:

-Min jê ra got “kurê kerê”, xeriqî. Gelo çima xeriqî?

Hevalê wî lê vedigerîne, dibêjê:

-Ewî ew gotin cara pêşin bihîstîye, guhê wî hînî wê gotinê nebûye, lema jî bi xwe va çûye.

Hevalê wî jê dipirse, ku çawa dikarin wî ser hişê wî da bînin. Ew lê vedigerîne, dibêjê:

-Tu gerekê niha deh caran di guhê wî da bikî qarîn-qûjîn, bêjî: “kurê kerê, kurê kerê, kurê kerê…”, guhê wî wê hînî wê gotinê bibe û wê ser xwe da bê. Wê şûnda çend caran jî bêjî “kurê kerê”, îdî wê xema wî nîbe!

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev