Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Wezîrê komarê û nivîskarê mezin

Guhdarên hêja wek her rojên yekşeman, vê carê jî hûnê ji rêzenivîsa “35 helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyeta berê” derheqa jînenîgarî û berhemên nivîskar an jî helbestvanekî me da guhdarî bikin. Îro emê behsa jînenîgarî û berhemeke Nadoyê Xudo Maxmûdov bikin, ku gelek salan bûye wezîrê komara Ermenîstanê. Hûn vê gotarê dikarin bi deng jî bibihên.

Amadekar, bêjer û rêvebirê bernameyê nivîskar berpirsyarê malpera me Têmûrê Xelîl e.

 Têmûrê Xelîl derheqa Nadoyê Xudo da

Di nav helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyeta berê da hin kes hebûn, ku di dayîrên dewletê da karên serokatîyê dikirin. Û ne wek Tirkîyê, ku kurdek di dayîreke dewletê da kar dikir, an gerekê di hêla mafê gelê kurd da wek dewletê bifikirîya, an jî bi kêmanî kurdeyatî nekira. Kurdên me, ku di cîyên here bilind da kar dikirin, pêşî wek kurd ew nas dikirin, dû ra wek serok.

Ji bo nimûne, profêsor Sehîdê Îbo bizîşkê komara Ermenîstanê yê zarayî sereke bû, mamostayê zanîngeha doxtorîyê bû, lê her kesî jî zanibû, ku ew kurd e û çend pirtûkên wî yên helbestan bi kurdî derketine. Ûsivê Beko di dadmendîya komarê da serokê beşekê bû, lê pêşketina edebîyeta kurdî ser her tiştî ra digirt, ji ber wê jî gelek pirtûkên delal nivîsîn û ji nisletên kurdan ra hîştin. Semend Sîabendov cîgirê wezîrê malhebûna gundîtîyê bû li Ermenîstanê, mêrxasê Yekîtîya Sovyet bû, lê pirtûka wî ya bi sernivîsara “Xecê û Sîabend” xemila edebîyeta me ye. Wezîrê Nadirî mamostayê Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanê ya dewletê bû, lê yek ji wan çend nivîskarên kurd bû, ku di salên 30î da destpê kir bi zmanê kurdî nivîsand û bi helbest, çîrok û pîêsên xwe va bû hizkirîyê xwendevana.

Lê di vê derecê da Nadoyê Xudo di ser gişka ra bû. Ew 20 salan wezîr û cîgirê wezîrê Ermenîstanê yê transportê bûye. Di alîyê nivîsarê da karê herî mezin, ku wî kirîye, ew pirtûka “Gelê Kurd” e, ku sala 1959a bi zmanê ermenî derketîye. Bi naveroka xwe û bi kemala ulmî va heta niha jî pirtûkên usa delal û giranbuha derneketine. Lê çi mixabin, ku heta niha jî ew bi kurdî ne hatîye wergerandinê.

Gelek pirtûkên wî yên edebî bi zimanê ermenî derketine, yek ji wana bi kurdî jî çap bûye – “Balçêmk”. Lê gelek serpêhatîyên wî yên bi zmanê kurdî di almanaxên kurdî û di pirtûkên dersan yên kurdî da çap bûne.

Nadoyê Xudo (Maxmûdov) welatparêzekî mezin bû. Tê bîra min, gava me bi navê “Komela xwendkarên kurd li Ermenîstanê” civînên kurdî derbaz dikirin, ew di her civîneke me da hazir dibû û bi şêwr û temîyên xwe va helan dida me, piştgirîya me dikir, bi karê me va şa û firnax dibû. Ne mînanî hinek ronakbîrên bizdonek, ku me di nasyonalîzmê da gunekar dikirin bona ber dewletê xwe xweş bikin, an jî wek kurd dibêjin “kûtê xwe germ dikirin”.

Nadoyê Xudo sala 1908a ji diya xwe bûbû, weke 90 sal emir kir. Tu kul di dilê xwe da ne hîşt û bi dilekî rehet çû gorê, ji ber ku ji bo miletê xwe çi ji destê wî hat, kir.

Li jêr em serpêhatîyeke wî ya bi sernavê “Dûyê ocaxa temirî” raberî we dikin.

Dûyê ocaxa temirî

Miho bedhal bû. Gelek wext bû ketibû nava cîya. Hekîmêd eşîretê digotin, ku ew nexweşîya giran e û gumana qencbûnê nedidanê.

-Laqirdî nîne, ku nod salî emir bikî, ew jî bona merivekî mînanî Mihoyê ku hezar derd û kul dîtîye,- wana digot.

Merîyêd ku dihatine ser nexweş, ber dilê wî da dihatin, digotin: -Merî ku heye, dinyayê da mêvan e, tê û diçe. Dinya jî sifreke usan e, ku merî jê têr nabe û naxweze dest jê bikişîne, hiz dikî hezar sal jî derbaz be, hesab yek e, ji emir şîrintir dinyayê da tu tişt tune.

Miho jî zanibû, ku yê çûyînê ye.

-Welle, ruhistîn çok daye ser qefesa min, dixweze ruhê min bistîne. Bi texmîna min îdî ji vê nivînê ranabim,- ewî bi bawerî digot.

Çend roja pêşîya mirinê ewî temî da jinê û kurê xweyî mezin, ku paşî mirina wî, wek ku wî digot – heq û hesabê wî dadin, ku deyndarê tu kesî nemîne, ku li wê dinê ruhê wî hêsa be. Gava bi hûrgilî temî-wesyetê xwe kirin, ewî demekê çevêd xwe girtin, paşê xwest ku gazî Qasoyê kurê Mîro bikin, bînin cem. Neferê malê bi ecêbmayî li hev nihêrîn, ka nexweşê çi ji Qaso ra bêje, yanê jî çi ra nişkêva ew kete bîrê.

-Deynekî bavê wî li ser min e û hetanî nemirime, bi xwe gotî wî deynî bidim,- Miho got.

Qewma xwestina wî qedandin. Xêlekê şûnda Qaso hate hundur. Gava ewî kalê nav nivînayî nexweşî hizêketî dît, nêzîkî nivîna wî bû, destê wîyî tenê hestu û çerm girt û bi dengekî keser gotê.

-Halê te çawan e, apo?

-Zef xirab im, lao, halê min tune.

Bû nêze-nêza wî, paşê vegerîya ser neferêd malê, ew dane femkirinê, ku wan tenê bihêlin.

Gişka gura nexweş kirin û ji hundur derketin.

-Qaso, lao, min gazî te kirîye, ku sura gilîkî ji te ra bêjim, lê hîvî dikim hetanî kutasîyê guh bidî apê xwe, çimkî ew, çi ku ezê ji te ra bêjim, wê li te gelekî çetin bê. Eva bîst sal e, ku tu bûyî. Ji wê rojê eva bîst sal e min sureke mezin veşartîye. Derheqa wê yekê da tenê li jor Xwedê haj pê heye, jêr jî, ser vê dinya meye neheqe pûç, ez haj pê heme. Bîst sal e, ku ew sura mînanî pişîka ku bikine çewêl, şev-roj ruh û dilê min pencerû kirîye, xwestîye derkeve, lê min ber xwe daye, nehîştîye derê,- hizingeke kûr li kalê hat.

Qaso, ku pêşîyê ewqas jî pak guh nedida ser gilîyêd wî û tenê gunê xwe li kalê ber mirinê dianî, gava derheqa wê surê da bihîst, bê sebir gote kalê:

-Paşê apo, paşê çawa bû, qisa xwe bêje?

-Erê, min derheqa wê surê da digot, hergê wê mîrata surê nîbûya, ez ewqasî zû ji qudûm nediketim, minê hela gele wext emir bikira. Alîkî va jî bavê teyî remetî tabetîyê nade min, wext, bêwext tê xewna min, melûl-melûl li min dinhêre û dibêje: “Ay, Mihoyê bêbext, çi ra tu ewqas wext sura merîyê ku ez kuştime, dîhar nakî? Gelo kengê dinyayê li nemerdîya wî mêrkujî pê bihese?”.

Nexweş hizingeke kûr rahişt û xwe kerr kir. Di alîkî va ji wî ra çetin bû, ku ewqas dirêj xeberde, alîyê mayîn da gelekî çetin bû, ku ji kur ra bêje çika kê bavê wî kuştîye, xwesma wexta tê derdixist, ku ew jî di wê yekê da gunekar e gava di wextê da ew sur nedaye dîharkirinê.

Qaso tevîhev bû. Pêşîyê ew di cîyê xwe da bû risas. Tu tişt nedidît, tu tişt ne dibihîst, tu tişt fem nedikir. Demekê ew dêrî bûbû. Paşê ser hişê xwe da hat û hêja fem kir, ku derbeke çiqasî giran gihîştîye wî.

-Dêmek tu zanî kê bavê min kuştîye?- ewî bi dengekî girî ji kalê pirsî.

Miho neyseyî serê xwe hejand û da femkirinê, ku erê, ewî ew yek zanibûye.

-De te çi ra xwe kerr kiribû, kalê bêîsaf, ka bêje te çi ra ewqas sal ji me ra nedigot û bi wê yekê va te komek daye merivkuj, ku bê ceza li rûbarê dinyayê bigere? Çira te nehîştîye, ku bavê minî belengaz hêsa di mezelê xwe da bisitire, ku tu jî hêsa bisekinîyayî?

Qaso ji hêrsa reng avîtibû, bîna wî diçikîya. Ew lê-lê bû kalê derê mirinê bixeniqîne, lê ber xwe dida. Bi kuştina kalê ewî tu tiştek li ser tiştekî nedixist, wê usa jî navê dijmin nehesîya. Lazim e, wexta hela nexweş dikare xeberde, qe na navê dijmin ji wî bihese.

Lê nexweş xwe kerr kiribû, caba tu pirsekê nedida. Çevêd xwe girtibûn û ancax bîna xwe dikişand. Çawa dihate kivşê qewata xweye kutasîyê berevî ser hev dikir, ku temamîya rastîyê bêje. Lê Qaso tirê kalê ketîye ber mirinê û tirsîya, ku dîsa surê neyê vekirinê. Ewî halê nexweşî giran ji bîr kiribû, dest avîtibû qolêd milêd wî, dihejand û hîvî dikir: -Apo can, bêje, zû bêje, kê bavê min kuşt, navê mêrkuj bêje, apo!

Nexweş giran-giran çevêd xwe vekirin.

-Min got hevekî sebir bike, nefesê bikşînim, heyran,- kalê wa bi dilmayî got,- halê min ne halê te ye. Min lema gazî te kirîye, ku ji te ra bêjim, xwe min bona tiştekî mayîn gazî nekirîye.

Paşî vê gotinê kalê dîsa hevekî kerr bû, wê şûnda bi dengekî, ku te digot ji wê dinê tê, gilîyê xweyî nîvcî dûmayî kir.

-Êvar bû, lao. Min garan zû anî gund û çûm derketime ser riya gêlî, sekinîm ku çevronaya bûyîna te bidme bavê te û mizgînîya xwe bixwezim. Nişkêva baraneke hûr barî. Ez ketime bin zinarê li kêleka rê. Ji wêderê temamîya rê dihate kivşê. Îdî terî ketibû erdê. Ez fikirîm, ku Mîro îdî dibe neyê mala kirîvê xwe, maye ku wê şevê wir bimîne. Ez difikirîm, ku baran veke, herime malê. Ezî di mitala da bûm, ji nişkêva di alîyê gund da qeretûk hate kivşê. “Hebe, tunebe, ew jî bona mizgînîyê di vê baranê da ji mal derketîye”,- ez fikirîm. Lê gava ew nêzîk bû, min dît, ku ez şaş bûme. Ew qaçaxê eşîreta meyî lapî eyan bû, ku tiving avîtibû milê xwe û pêşda dilivîya. “Oho, çika çi qelpê xirab ketîye dilê wî bêxwedêyî? Çika kîjan belengazê bikeve çema vî nepakî, ku mînanî gurê birçî bona nêçîrê rojêd ewrayî digere”,- ez dîsa fikirîm.

Tabetî nedikete Qaso û ewî nikaribû di cîyê xwe da rehet bisekinîya.

-De pak apo, min fem kir, dibe wî qaçaxî bavê min kuşt. De ka navê wî bêje, ez navê wî zanibim.- ew ber gilîyê kalê da hat.

-Kuro lao, min ji te ra got sebir bike,- nexweş lê hilat,- tuyê her tiştî bi sirê pê bihesî. Netirse, ezê her tiştî bêjim, hetanî navê mêrkuj nebêjim, ez namirim.

-Erê,- Miho gilîyê xwe dûmayî kir,- ez ha difikirîm, ku ji cîyê xwe derêm, yan na, çimkî ez benîadem bûm, ez jî ditirsîyam. Ji nişkêva min dît ji dûr va Mîro xuya kir. Ez hela ji bin zinêr derneketibûm, gava bû qirçîna gullê û Mîro ji stuyê hespê da hate xwarê. Ez ji tirsa di cîyê xwe da bûme kevir, lê mêrkuj firqas kir.

Guhdarên ezîz, ji rêzenivîsa ”35 helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyeta berê” we vê carê guhdarîya jînenîgarî û berhemeke Nadoyê Xudo Maxmûdov kir, ku gelek salan bûye wezîrê komara Ermenîstanê.

Amadekar, bêjer û rêvebirê bernameyê nivîskar, berpirsyarê malpera me Têmûrê Xelîl e.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev