Fîlma Paracanovê navdar “Rengê hinarê” bi sazbendîya stirana Fatma Îsa dest pê dibe

Guhdarên ezîz, kerem bikin, guhdarîya bernameya radyoya Ria taza pêşkêşî bîranîna dengbêjeke kurdaye gelêrî ya bi nav û deng Fatma Îsa bikin.

Navê Fatma Îsa lêgênda zargotina kurdî, di nava maşoqên dengbêjiya kurdîye Sovyêta berê û her wiha li seranserê Kurdistanê naskirî û hizkirî ye.

Dengbêja bikir û bilindnav, xwedîya dengeke bibandor û taybet 15 çileyê sala 2010 an di temenê 76 salîya xwe de ji ber nexweşîya dilik çû ser dilovanîya xwe.

Nivîskarê kurd Tosinê Reşîd ji bona wefat kirina dengbêja navdar Fatma Îsa, wiha nivîsî bû: “Gotinek pêşiyan heye, dibêjin: Bi nanekî nandar nabî, bi derbekî derbdar nabî”. Lê Fatma Îsa, tenê bi stiranekê, bi ya “Miho” bû navdar, hem jî çawa bû navdar! Bi stirana “Miho” nav û dengê wê seranserê Kurdistanê belav bû.

Kurdên koçber, nav û dengê stirana “Miho” û nav û dengê Fatma Îsa li seranserê cîhanê belav kirin… Fatma Îsa stirana “Lo, Miho” kire klasîk, û bi xwe jî bi wê kilamê bû klasîk”.
Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev