Çend pirsên ”nezanan“ û bersîvên „zaneyan“ – 20

Ji jîyana kurdan ya rojane

Amadekar: Têmûrê Xelîl

• • •

-Ez benî, du dikarî ji kerema xwe ra dîdema jîyana merivan gorî salên wan bînî ber çevan?

-Eger meriv bîst salî ye – ew berx e, mîna berxan cahil û şîrin e, heger sî salî ye – ew gur e, îda dikare bê minet malê xweyke, heger çil salî ye – îda şêr e, qet mineta wî ji kesî tune, heger pêncî salî ye – ew lokê devan e, îda dilikume, heger şêst salî ye – ewê îda rûvîtîyan bike, heger heftê salî ye – ew îda bûye postekî vala, îda tu tişt pê nabe.

• • •

-Ez benî, ferqa di navbera xwendevan û nivîskar da çi ye?

-Xwendevan dixûne, lê nanivîse. Nivîskar dinivîse, lê naxwîne.

• • •

-Ez benî, ez musulman im û tu êzdî yî. Ferqa di navbera me da çi ye?

-Ferq ew e, ku tu, Seddam Huseyn, Xumeynî û Atatirk ji malekê ne û dînê te berê dînê ereban bûye û paşê bûye dînê beşeke kurdan jî. Lê ez, Erebê Şemo, Dewrêşê Evdî û Hecîyê Cindî ji maleke din in û dînê min berê jî, niha jî dînê kurdan e.

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev