We dizanibû…? – 20

We dizanibû…? – 20

Berevkar: Têmûrê Xelîl

…ermenî yek ji wan miletan e, ku piranîya wan dervayî Ermenîstanê dimînin. Ji bo nimûne, li Kalîfornîyayê mîlyonekê zêdetir ermenî hene, lê li Fransa weke nîv mîlyon ermenî hene. Lê Ermenîstan jî yek ji wan komaran e, ku li bal wê miletên mayîn hindik dijîn. Ji sedî 97 selefên binecîyên komarê ermenî ne. Kurd weke ji sedî yek û nîv-dudu ne, lê berê ji sedî hema bêje çar bûn. Kurd îro li Ermenîstanê bi jimara xwe va piştî ermenîyan miletê duduyan e.

…sala 1863an, di pêşangeha navnetewî ya segan da li Parîsê di nav yên xelatgirtî da kûçikekî kurdan jî hebûye. Ev seg ku ji cisnêHarrîer bûye, yek ji şeş cisnên segan ên here baş bûye di pêşangehê da. Li gor lîtografîya ku derbarî van segan da di rojnama ”London News” ya wênekirî da hatîye weşandin, segê kurdan bi şikil û karekterê xwe va hêjayî xelata yekemîn bûye.

…Ûnîversîteyên kurdan yên bajarên Suleymanîyê, Hewlêrê û Dihokê 17ê cotmehê sala 1998a ketine nava Asosîyasîya Ûnîversîteyên Navnetewî (ÎAU).

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev