Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Kerr û Kulikê Silêmanê Silîvî

Kerr û Kulikê Silêmanê Silîvî

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema şanzdehan me ji pirtûka “Folklora kurmanca”, ku sala 1936an bi kurmancîya latînî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê beşeke ji destana “Kerr û Kullik” raberî we bikin. Beşa pêşin me çendekê pêşda çap kiribû.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye. Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

Ji nimûneyên zargotina me – 16

2.KERR Û KULIK

Emer axayê milî hebû: qîzek wî jî hebû, navê wê Perîxan bû. Ema pizmamekî wî ve torrnekîyê wî hebûn; çevê herdûyan ketibû Perîxanê. Herdu jî xwezgîn dişandin cem Emer axa, qîz jê dixwestin. Emer axa qîzê xwe neda pizmamê, ne jî torrinê.

Rojek rûspîyan ve maqûlanê êlê berevbûn ba Emer axa, pê şîret kirin, gotin, ku “Emer axa, pizmamê te jî, torrnê te jî qîzê te dixwezin, tu çima qîz nadî yekê ji wana”.

Emer axa got: -Gelî rûspîyan ve maqûlan, ez nizanim çawa bikim, herkê qîzê bidim pizmamê, torrinê bixeyde, herkê bidim torrinê pizmamê bixeyde.

Ew çax ku ji Emer axa ev cab bihîstin, êdî kesek tiştek negot.

Êvarê dîwan bela bû. Emer axa hate mal, çû li ser cîyê xwe rûnişt û melûl bû. Jina Emer axa wekî usa dît, pirs kir, got: -Emer axa, tu çima usa melûlî? Nola herro nabêjî, nakenî, nebe tu bêkêfî û nexweşî; yan esker ser teda girtye.

Emer axa hilanî, got: -Jinê, ne nexweşine, ne jî esker hatye.

Jin got: -Lê sebebya melûlya te çîye?

Emer axa hilanî got: -Jinê, jinê, xwezî eskerekî giran bihata, ji minra talan bikira, ji vê xeberê çêtir bû.

Jin hilanî, got: -Emer axa, lê ew çi derde, derdê te, ku tu ji minra nabêjî?

Got: -Jinê, rastî ji tera bêjim, te qîzik ji minra ne anye, teyê belakî xwedê anîye, ne tu bî, ne jî qîza te.

Jin got: -Emer axa, tu çima ev xeber dibêjî, qîzê min çîye? qabe, yanê dize? Herkê tu dizanî qabe, dize, bira subêda bikujin, bidin tejî-tûla, bira bixwin.

Emer axa hilda jinêra got – Jinê, qîza te ne dize, ne jî qabe, ema çevê torrinê jî, çevê pizmamê jî ketye qîzê te, ez nizanim bidim kîjanê, seba vê xeberê ez mame li orta du agira.

Jin got: -Emer axa, heyfa te, tu mêrî, axê du hezar malanî, heta niha nikarî fendekê çêkî, ku gişk ji te birrevin?

Emer axa got: -Jinê, xwedê Emerê te dirêjke, şêr şêre, çi nêre, çi mêye, ez nizanim, çi bikim, tu rêkî dayne peşya min, belkî ez serê xwe xilaskim.

Jin got: -Emer axa, îro arxayîn palde, sibê zîyafetekî bike, hemû xortanê êlê gazîke zîyafetê, çiçax nan xwerin, fînçana erfûrê tijî qawe bike, gustîrê Perîxanê bavêje têda, paşê gazîke: “Gelî pizmamno, torrinno, herkes evî fînçanî bixwe, gustîra Perîxanê dayne tilya xwe, gerekê here nava êla ereba, mihîna Bêcanê bi qenterekî deveyê pêsîrrêş bîne qelendê Perîxanê. Bi qewilê pêxember, resûla, xwedê, ezê Perîxanê bidime wî.

Sibe vebû. Emer axa zîyafet kir. Nêzîkî hezar mêran berev bûn, hemû li dilê xweda digotin, ku ev fîncana qehwê gurê yekaneye. Ji tirsa nêzîkî fîncanê nebûn. Emer axa carek jî gazî kir, got: “Gelî xortno, ne ez ji wera dibêjim, çima yekî ji we deng nake? Paşê Emer axa ji xulamara got: -Îdî tu kes li nav êlêda maye, ku nehatye?

Xulaman gotin: -Xêrî ji herdu kurê Werdeka bî, kesek nemaye: navê yekî Kerre, navê yekî Kulike. Ewana ji êla ereba xeîdîne, hatine vira.

Emer axa got: -Herin, zû herdu bira jî gazî kin!

Ew çax dîtin, ku Kerr ji wê derket. Xizmetkarê Emer axa jêra gotin: -Xorto, te bihîst, Emer axa çi got? Tu vira rûnê, emê herin Kulikra gazî kin.

Kerr got: -Na birango, ezê bi xwe herim birê xwe gazîkim.

Kerr bezî çû mal, dît, Kulik ji xwera arxayîn rûniştye, got: -Kuliko, birayo, Emer axa xortanê êlê berev kirye, gustîra Perîxanê avîtîye nav fîncanî qehwê, dibêje: -Herkas evî fîncanî bixwe, gustîra qîza min dayne tilya xwe, gerek here ji nava êla ereba mihîna Bêcan bi qenterekî deveyê pêsîrreş bîne, ezê qîza xwe bidime wê. Kuliko, birayo nebe, ku tu fîncanê bixuyî, herî nava êla ereba, em li nav torrinada wehîdin, ne pizmamê me heye, ne jî komeka me heye.

Kulik got: -Tu arxayîn be, ezê qehwê nexum.

Herdu bira hatin mala Emer axa, ji Emer axara serî danîn.

Emer axa got: -Kuliko, lawo, te dereqa fîncanê bihîstye?

Got: -Erê, axa, min bihîstye!

Got: -Kuliko, lawo, herkê mêranya te heye, qehwê bixue.

Kulik serî danî, destê xwe dirêj kir, ku fîncanê hilîne; Kerr destê birê girt, got: -Tu dirrya xwedê, dest ji vê xeberê hilîne, temaşe bike rêzê torrina, kesek dil nake qehwê bixue, tu êtîmê wehîd dixwezî herî mihînê Bêcan bînî?

Kulik got: -Kerro, wekî tu brayê minî mezin nebûyaî, minê usa li sîngê te xista, ku dilê te ji bêvla te derketa.

Êtîmo, mêr dimire, nav dimîne, şêr dimire, çerm dimîne, dinyaêda mêranî dimîne. Paşê fîncan hilanî, xar.

Emer axa got: -Kulik, tu niha zavê minî, Perîxan dergîstya teye.

Kulik bi Kerrova ve Emer axa çûn mala Emer axa nan bixun. Dîwan bela bû, herkes çû mala xwe, çiçax nan xarin, xilas bun, Kulik Kerrora got: -Kerro, birango, here mal, mihînê Sosik zîn bike seba min, hespê Hemedan seba xwe, çekê me herdua jî bîne vira, em herin.

Kerr çû mal, hespa zîn kir, dixwest ji mal derkeve, Werdek hat, got: -Kerro, lawo, kuda diçî?

Kerr girî, got: -Dayê, çevê te korbin, Emer axa qîza xwe, Perîxan, da Kulik. Em herdu jî diçin nav êlê ereba mihîna Bêcan û qenterekî devîyê pêsîrreş bînin qelendê Perîxanê.

Werdek girî, bi Kerrova çû çem Emer axa, got: -Axa, ez ji êlê xerîba xeydîm bi herdu êtîmê xwe hatin çem te, wekî xudanê kerîkî nan bin.

Tu usa me xwey dikî, herdu êtîmê min dişînî ser dijmina ku bikujin?

Emer axa, got: -Dya min, ez kurrê te bi zorê naşînim, bi xwe, bi kêfa xwe diçe.

Werdek got: -Dirrya xwedê, barê çend sûyara pêra bişîne, wekî herdu êtîmê min (minra) komekî bikin.

Emer axa gazî xulama kir, got: -Herkes serê min, nanê min dihebîne, bira bi Kerr û Kulikra here.

Likoyê mirtib û Nemet gotin: -Axa, wekî tu destûra me bidî, emê herin. Got: -Lawikno, ez destûra we didim, herin, xwedê komeka we be. Çend syar jî ji cînara çûn.

Syaran daketin rê. Werdek çû, got: -Kuliko, lawo, bîra te tê, em bi kîjan rêva hatin ji welatê ereba?

Got: -Na, dayê, mi ji bîr kirye!

Werdek got: -Dûz herin zozanê Qurecederê, li wê derê pirr karê xezala hene, nebe hûn karê xezala bikujin: Guneye, kê karê xezala bikuje, xwedê şixulê wê lênîne. Paşê hûnê bighîjin golê genî. Ji golê dûr herin, ku hespê we jê avê nexun, hespê kê ji golê genî av xar, wê merez bigire. Ji wêderê zozanê ereba dixuênin, hûnê dûz herin cem êlê ereba.

Li nav êla erebada heft xalê we hene, bavê wan Hesê Dûdêye, her heft jî kumreşin, çev hêşînin, rû bi xûrîne. Hespê wan bozin, kincê wan jî hermûşe, rimê wan bi topin. Her heft jî zorbene, tu dijmin nikare ji wana xilas be. Herin cem wan, bêjin: “Em kurê Werdekêne”: Neku wê we bikujin.

Paşê Kulik got. -Dayê, teyê nîşanê xalan got, dayê emê destê te paçkin, şîrê xwe li me helalke, emê herin.

Got: – Lawikno, herin, xwedê tev şixûlê we be.

Werdek zivirrî mal. Kerr û Kulik bi syarara ketin rê. Şev û roj diçûn hetanî rojekî gihîştin Qracdarê. Ji wê karekî xezala rabû, Kulik dû wê neçû.

Nemet hilanî, got: -Kuliko, îro karê xezala nêçîr maye, tu çima nakevî pey nêçîrê?

Got: -Dya min şîret kirye, ez nakevim dû karê xezala.

Nemet got: -Êtîmo, kê ji me bi şîretê dê û bavê rabûye, rûniştye, ku tu bi şîretê dya xwe radibî, rûdinî.

Xeberê Nemet li Kulik xweş nehat, ket pey karê xezala, heft roja, heft şeva berda wê, heta kuşt anî, anî cem hevala; patin, xarin. Paşê çûn, gihîştin golegenî, ji golê dûr peyabûn. Kulik got: -Kerro, bira, hespan girêde, ez westyame, ezê parîkî paldim rehetbim.

Hemû jî paldan, Nemet hêdînga rabû Sosik bir, berda golegenîyê; Zivirrî, hat li şûna xweda palda.

Mihînê Sosikê ji golegenîyê awqa av xar, ku zik lê werimî; Sosik kete erde; mêş û moz berevbûn ser çevê Sosikê, yek kelme Sosik merez girt.

Kerr rabû, dît Sosik li nav hespada tune; virda bezî, wêda bezî; mihîn nedît; hêlkişîa ser hêsû, dît Sosik li cem golegenî velezyaye. Bezî çû cem Sosik, dît nexweşe, hêdî – hêdî ajot, anî cem hespa. Kulikra rakir, got: -Bira, li nav meda merîyê qelp heye, min Sosik qewîn girêda bû, nizanim kê rabûye, mihîn birye, berdaye golegenî.

Were, em bizvirrin mal, te şîretê dya xwe negirt, xwedê xêrê nade me.

Kulik got: -Kerro, em çawa herne mal? Emer axaye bêje “Kulik gedekî bû, ji tirsana zivirrî. Em li vira du – sê roja maletkin, belke, xwedê şixulê me rast bîne; Sosik rehet be û qenc be, paşê here şêrr.

Nemetê xayîn got: -Kulik rast dibêje, em li vira bimînin, heta Sosik rabe ser xwe.

Çend roj man, paşê syarbûn, çûn gihîştin çyaê Xûmarê, nihêrrîn, kû êla ereban danîye, ne serî xuyan dike, ne binî. Newalekîda peyabûn; man heta êvarê.

Evarê wekî tarî ket, Kulik got. -Kerro, rabe, hespa xwe syar be, here bigerre, belke tu qenterekî devayê pêsîrreş peydakî – bînî.

Kerr rabû syar bû hespê, çû, birrekî devayê çûrr, tezî qewrand (qewtand) anî.

Kulik got: -Bira, ne min ji tera got, ku “devayê pêsîrreş bîne”, teyê eva kor û kulekan anî, ezê pê çi bikim.

Kulik bi xwe syar bu Sosikê, çû, gerrî, tiştek nedît, çaxê ku dizvirrî deveçîkî bi qenterekî devayê pêsîrreş rast hat.

Kulik got. -Lo, lo, lo, ew çi devene?

Got: -Deveyê axê minin, barê wan cihêzê qîzê axê minin, ez ji Erzurmê têm.

Kulik deveçî kuta, deve jê stend, da rê, ku bê ba hevala: dît, ku gedekî hespek dibe avê. Kulik pirs kir, got: -Lo, lo, lo, ev hespa kêye?

Got: -Çima tu korî, nabînî, ku ev mihînê Bêcane, hespê axayê êla erebane.

Kulik Bêcan jê stend, got: -Here axaye xwera bêje, Kulik Bêcan ji min stend; ez narevim; bira Bêcanê ji min bistîne.

Kulik Bêcan anî ba hevalan, got: -Nemeto, hûn miqatbin Bêcanê û deva, ez û Kerr emê herin bi dijminara şerr bikin.

Sibe vebû; dîtin, eskerê ereba dorê wan girtye, heft xalê wan li pêşyê eskerda sekinîne.

Kulik got: -Kerro, Sosikê bîne, ezê syar bim, tu jî hespê xwe syar be, em gazîkin xwedê, binêrrin çawa be.

Kerr got: -Kuliko, tu syar mebe Sosikê, mihîn nexweşe, nikare bibeze, yê li erdê keve, tu syar be Bêcanê.

Kulik got: -Na, birayo, çend sale ez li ser pişta Sosikê diçim şerrê dijmina: niha li hespê nebeled nikarim syar bim.

Kulik syar bû, çû, got: -Kerro, tu li pey min were, ji piştê min miqatbe, herkê xalê me naskin, qence, herkê nasnekirin, emê şerrkin, binêrrin, xwedê kêra bide.

Kulik nêzîk bû, ji xalara got: -Gelî mêrno, hûn bi dostayî têne ser me yan bi dijminî?

Xalê mezin got: -Heylo, te li nav êlê erebada tiştek nehiştye? hêja emê bi dostî bêne ser te? Şerrê me şerre, yanê tuê me gişka qirrkî, yanê emê Bêcanê ji te bistînin.

Kulik hespê xwe zengû kir; da ser xalan, tiving û pîştoyê xwe vala kir; bi kerema xwedê her heft jî revîn. Kulik kete pey wana, dilê xweda digot – ezê hefta jî bigirim, dest-pîyê wana girêdim, paşê bêjim: ez xarzê we me. Xalan revîn, gihîştin kendalekî; hespê wan kendal banzdan, hespê Kulik ket kendalê. Weki dîtin Kulik ket, her heft jî zivirîn, her yekî du rim li canê Kulik xist, esker dît, Kulik berda heft mêrê xas, revî.

Kerr ket pey esker, carê çend mêr dikuşt.

Çiçax Nemet ji ser hêsûyê dît, ku Kulik ket, esker direve, ji hevalara got: -Em herin hewarya Kerr û Kulik.

Hatin cem Kerr, gotin: -Kanê Kulik?

Kerr got: -Ez bi şêrr bilyam, nizanim, Kulik kuda çû.

Çûn dîtin, Kulik ji hespê ketye nav xwelîyê, serê xwe danîye erdê, nalive.

Kerr pirs kir, got: -Bira, tu selametî? birîndar nînî?

Got: -Kerro, metirse, çardeh rim li min xistine, ema ez selametim.

Kerr bi hevalanva Kulik rakirin.

Kulik şûrê xwe kişand, herçar pîyê Sosikê birrî.

Kerr got: -Bira, çima bêbextî dikî? çima mihînê dikujî?

Bira got: -Kerro, lê ez çawa bikim, hingî felek bi minra yar bû, Sosik li bin minda teyra bû, weki felek ji min dûr bû, Sosik jî bêîtbar bû. Paşê got: – Ez dibînim, ku ezê bimrim, meytê min daynin ser devekî, bibin welatê me veşêrin; bira li xerîbîyêda meytê min nemîne. Dya minra bêje, bira negirî “Dinya du derîye, bi yekî merî tê, bi yê dinê diçe, derdikeve”… Ax, Kerro, xwezî min carekê jî rûyê Perîxanê bitîta… Kerro, gîzmê min bikşîne, bira lingê min rehet bin.

Kerro gîzma kişand; Kulik wê sehetê can da. Kerr girî, got: –

Wey li me, wey li me,

Çevê birayê te bera korbe,

Li çîyaê Xûmarêda birayê min kuştin

Kesek nayê (na) hewaryê me.

Likoyê mirtib pirr girî, got: -Kerro, ji vir wêda sekinîn bê feydeye, em herin xûnê Kulik ji dijmin bistînin.

Hemû syarbûn, çûn her heft xalan û eskerê ereba qirrkirin, zivirrîn Kulik danîn ser devekî, ketine rê, hatin, gihîştin mala Emer axa.

Werdek hat ser meytê Kulik, li serê xwe xist, girî, got:

-Emer axa, xwedê mala te xirab bike, teyê çima Kulikê kurê min şand ser dijmina, ku wê bikujin. Çawa ez li ser meytê kurê xwe şîn dikim, tu jî li ser malê xweda bigirî.

Emer axa got: -Werdek, tu çima nifirrya dikî. Min kurê te bi zorê neşand, bi xwe çû.

Jina Emer axa girî, got:

-Kulikê min pirr efat bû,

Ronaya çevê min bû,

Li welatê erebada mir,

Perîxanê min nav eşîrada bê bext kir.

Nemet Emerra dizînga got: -Emer axa, tu seba çi li ser gedekî şîn dikî? Mihînê Bêcan, deva min anîye, Kerr û Kulik ji ereba revîn, min bi tenê şerr kir, Perîxanê bide kurê min.

Likoyê mirtib ew xeber bihîst, çû ba Perîxanê û jinê Emer axayê got: -Dya min, Nemet derewa dibêje, Kulik bi xwe Bêcan jî, deve jî anî. Nemet qelpî kir, -hespê Kulik berda ser avê golegenî, hesp merez girt, nav şerrda ket, dijmina Kulik kuştin:

Perîxan girî, got: -Dayê, min bikujin, bidine sa, medin kurê Nemet. Paşê Perîxan dizînga çû, li ser tirbê Kulikda girî, kilamekî got:

Kulikê minî ezîz ji bin erdê rabe,

Şûr û mertal, û çekê xwe li xwe ke,

Min ji êlê torina birevîne,

Ji kurê Nemetê qelp xilas ke.

Emer axa hat mal, jina xwera got: -Jinê, em Perîxanê bidin kurê Nemet.

Jin got: -Nemet virra dike. Likoyê mirtib gazîke, bira rastî bêje.

Emer axa Likora gazî kir, got: -Lawo, rastî bêje.

Liko her çi bibû, gişk got.

Emer axa Nemetra ji nav êlê qewrand, paşê Kerra gazî kir, got: -Lawo, ez seba xatirê gorra Kulik Perîxanê didim te.

Perîxan jî, Kerr jî, Werdek jî şa bûn (aşbûn). Dewatê Kerr û Perîxanê kirin, heryek çû şixulê xwe. Ewana gihîştin mirazê xwe, guhdaryan jî bigîjin mirazê xwe.

Eva çiqa cara pêşin li kitêba profêsor Yegiazarov da sala 1891ê çap bûye. Ewî nenivîsîye, çika ji kê nivîsîye, kê jêra gotiye, hema dinivîse, ku ji kurmancê bergela Gridaxê nivîsîye.

 

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev