Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Şerê Rûsîyayê-Farizistanê yê di salên 1826-1828a da

Şerê Rûsîyayê-Farizistanê yê di salên 1826-1828a da

Me di 16 bernameyên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Wek ji pirtûka kurdzan P. Avêryanov ”Kurd di dema şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîyê ra (di sedsala XIX da)”, ku sala 1900î bi rûsî çap bûye, berhema zanyarî ya bi sernavê “Kurdistana Nû”, ku çend kurdzanên navdar bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne û bi rûsî çap kirine, yek jî ji cildeyên 3an ya berhemên zanyarî yên kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev, ku bi rûsî çap bûne.

Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka P. Avêryanov du beşên pir balkêş raberî we bikin.

Ev her sê berhemên zanyarî yên bi rûsî ronahîdîtî heta îro jî bi kurdî çap nebûne, lê min ew wergerandine. Rewşa çapemenîya kurdî û gelê kurd îro ev e.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

Tevgelîya kurdan di amadekirina ordîya Abbas Mîrze da

Abbas Mîrze dema careke din destbi şerê bi Rûsîyayê ra kir, hewl dida hemû firsenda bi kar bîne bona çêkirina ordîya bi hêz. Ordîya wî, wek ku di şerê berî wê ya bi Rûsîyayê ra, ne gelekî xurt bû, ji ber wê jî ewî dixwest ji eşîrên şervan yên tirka-tetera, lûra, ereba û kurda ordîyeke bi hêz saz bike. Di wan dema da ser axa Farizistanê weke 440 hezar malên wan eşîra diman û ji wana jî 80-100 hezar mal yên kurda bûn(1). Bi fermana Abbas Mîrze, serê her malekê gerekê eskerekî siyarî yê çekdar bida. Ango, jimara siyarîyan gerekê bigihîşta heta 88 hezara û di nav wan da jî jimara siyarîyên kurd gerekê ji 16-20 hezarî ne kêmtir bûya. Niha gelekî dijwar e em bêjin, ku kîjan eşîra bi dil û can bangawazîya Abbas Mîrze qebûl kirin û wana çiqas esker dane ordîyê bona dijî me şer bikin. Lê ji şikberîyê der e, ku: 1) di temamîya dema ewê kampanîyayê da bin destê Abbas Mîrze da qet çarêkeke jimara wan siyarîyan jî tunebû, ku ewî xeyal dikir. Em wê jî bêjin, ku di vî şerî da kurda diha kêm esker dan, ne ku di dema şerê di salên 1804-1813a da (bi salixên Gaspar Drûwîl heta 30 hezar); 2) di vî şerî da kurd ne bi dilê xwe diketine nava ordîya Abbas Mîrze û piranîya eşîrên kurda hewl didan ne eleqê xwe bi eskerên rûsa ra bînin, ne jî yên fariza ra. Tenê kurdên Êrîvanê û hinek jî yên xantîya Makûyê û Azirbêcanê pirî-hindikî tevî wî şerî bûn.

Sebebên, ku kurd hindava şêr û şerkirinê da dilsar bûbûn, ev bûn: 1) di şerê salên 1804-1813a da ordîya fariza timê bin diket û ji ber wê jî hurmeta hukumeta Farizistanê û ya Abbas Mîrze bi xwe di çevê miletên bin hukumê wî da ket, di nav wan da ber çevê kurda jî. 2) kurda texmîn kirin, ku şerê bi rûsa ra qet ne mînanî şerê bi tirka û gelên Asîyayê yên mayîn e, ku Farizistanê heta niha bi wan ra şer kirîye. Hêvîya wan tunebû, ku farisê zora rûsa bibin, ewê warên xwe bihêlin, birevin û kurd wê bê ceza talanê xelqê bibin, ji ber ku di wî şerî da yê xwe li riya revê digirt, hertim jî faris bûn. Ketina li ser axa rûsa hîç cara bê ceza nemaye û herdem jî rûsa heyfa xwe ji kurda hildane. Kurda rind derc dikirin, ku şerê bi rûsa ra timê jî bi xeter e û ber nakeve ku turuş (rîsk, culet) bikin. Û ji ber ku kara kurda di wî şerî da tunebû, ango kurda nikaribû talan bikirana û xelqê bişêlandana, gelek dijwar bû kurda mecbûr bikin ji bo Farizistanê şer bikin, ew jî wî çaxî, dema qet xema kurda jî nîbû, ku çi wê bê serê farisa.

Em ser wê bawerîyê ne, ku di dema wî şerî da kurd hindava hukumeta Farizistanê gelek dilsar bûbûn û hukumê Farizistanê li ser wana gelekî ketibû.

Di wî şerî da Abbas Mîrze bi zora çeka hinek eşîrên kurda anîbû rayê, wek mînak eşîra Bîlbasa(2). Di salên 1817-1818a da ewana eşkere derketine dijî Farizistanê û ne tenê fermanên Abbas Mîrze bendî tiştekî ne dihesibandin, lê herweha yên Şah Feth Elî jî. Serekqumandarê li Kavkazê gênêral Yêrmolov li ser vê serîhildanê sekinî(3) û siparte karmendê xwe Elîxanov, ku here Tehranê û derheqa hûrgilîyên serîhildanê da malûmatîya berev bike(4). Gorî malûmatîyên, ku Elîxanov berev kiribûn(5), “di dema eskerên Şahzade Abbas Mîrze êrîş biribûne li ser eşîra Bîlbas, kurda bi mêranî ber xwe dabûn û ji herdu alîya gelek kes şehîd ketibûn; lê gava kurda texmîn kiribû, ku nikarin zora wana bibin, bi neferên malê û mal û milkên xwe va paşda vekişîyane warên xwe yên çiyayî, ku rê-pêge lê nakevin, lê eskerên Abbas Mîrze jî bêy ku zora kurda bibin û hela ser da jî gelek şehîd dabûn, berê xwe dane Tewrêzê”.

Sala 1825a, ango berî şerê bi Rûsîyayê ra, eşîrên kurdên koçer yên rex Suleymanîyê (ser sînorê Tirkîyê) dijî Farizistanê serî hildan. Wana êrîş birine li ser parastgeheke farisa û 80 serbaz kuştin. Piştî wê serhildan belayî li her dera bû. Abbas Mîrze mecbûr ma ji Azirbêcanê 3 hezar serbaza bişîne bona bikaribin zora eşîrên kurda bibin(6).

Di dema wî şerî da hurmeta Farizistanê di nav kurdên Tirkîyê da jî ket. Piştî şerê bi Tirkîyê ra (di salên 1821-1823 da), dema Abbas Mîrze dor li Bayezîdê(7) girtibû, hemû kurdên eşîra Heydarî hukumê Portoyê nas kirin(8).

Hinek eşîrên kurda yên ser sînorê Rûsîyayê ji hukumeta Rûsîyayê daxaz dikirin, ku destûrê bidne wan derbazî ser axa Rûsîyayê bibin û hemwelatîya Rûsîyayê qebûl bikin. Wek mînak, serekeşîrê kurdên Çelebî, ku li Karadaxê, fêza pira Xudoaferînê diman, hîvî kir, ku îzinê bidinê ew bi 1000 malên bin hukumê xwe va derbazî ser axa Rûsîyayê bibe. Gorî peymana Gulîstanê gênêral Yêrmolov gerekê ew daxaza wan yekser înkar bikira, lê ewî bi dilxwezîyeke qenc ferman da, ku serekeşîrên Çelebî ra bêjin, ku “Hukumeta me wê evê daxaza çelebîya bide ber çeva û hema firsend çê bûn û dema wê yekê hat, ewê hewl bide ku daxaza wan bi cî bîne, lê niha dema safîkirina ewê pirsê ne hatîye”(9).

Ji van malûmatîyên dîrokî bi awakî zelal xuya dibe, ku di wî şerî da Farizistanê nikaribû hêvîya xwe dayne li ser kurdên bin hukumê xwe da.

Sîyaseta hukumeta Farizistanê hindava kurda da nehate guhartin. Wek berê welîyê Kurdistanê hebû û ew ji wan merivên bi nav û deng bû, ku nêzîkî text û tacê şah sekinîbûn(10). Wek berê hukumetê bi ciddî li ser pirsa pêşîgirtina xweserîtîyên kurda ne disekinî û kêm cara hindava wan da çek bi kar dianî. Lê dîsa jî kurd hindava Farizistanê û Abbas Mîrze da ne amin bûn.

Lê bi Abbas Mîrze ra li hev hat ji çend eşîrên kurda alayên siyarî saz bike (jimara wan ji 4-5 hezara derbaztir ne dibû), lê ew jî “ji deşta şêr revîn, dû ra jî çi dikete ber destê wan, talan dikirin”(11). Kurda bi vê kirina xwe va ew hurmeta xwe, ku kurd mêrxas in, êxistin (hurmeta wana hela di dema şerê di salên 1804-1813a da hinekî ketibû). Lê usa derket, ku ew tenê wî çaxî mêrxasîya dikin, dema firsend dikete wan talana bikin û xelqê bişêlînin, lê dema dijminekî bi hêz derdikete pêş wan, “ewana her cara xwe ji şêr ta didan”(12).

  1.  Tirka gelek eşîrên kurda, ku li ser sînor diman, hemwelatîyê xwe dihesibandin û ew dibû sebebê wê yekê, ku gelek cara li ser sînor di navbera Tirkîyê û Farizistanê da tevlihevî û nerazîbûn çê dibûn.
  2.  Ew eşîr niha li başûrê derya Ûrmîyê li ser axa ji Paşa-dêrê bigre heta Soûcbûlakê û ji Ûşnûyê bigre, were derkeve heta Serdeştê dimînin. Ev eşîrên koçer, ku ji yên mayîn diha ser xwe bûn û qaçaxî kiribûne karê xwe, di destpêka sedsala XIXa da ewqas bela bûbûn, ku gihîştibûne bakûrê Azirbêcanê jî û miletê wira jî dişêlandin. Wana hukumê tu kesî ser xwe qebûl ne dikirin û him bi şiyîên Azirbêcanê dijminayî dajotin, him bi tirka ra, him bi kurdên Tirkîyê yên ji eşîra Rewandûz ra, ku cînarên kurdên Farizistanê yên ji eşîra Bîlbas bûn. Serhevdu jimara malên Bîlbasên Farizistanê digihîje heta 7 hezara, ango bi kêmanî weke 40-50 hezar meriv.
  3.  Nivîsa gênêral-milazim Vêlyamînov ji bo karmend Elîxanov, ya 17ê çirîya pêşin sala 1818a, hejmar 154 (Rûpel 207, beşa duda ya cilda 6a ya Aktî arxêologîçêskoy Komîssîî).
  4.  Nivîsa Elîxanov (dîsa li wir).
  5.  Hesabdayîna gênêral-milazim Vêlyamînov ji bo gênêral Yêrmolov, ya 24ê hezîranê, sala 1818a, hejmar 41 (Rûpel 91, beşa duda ya cilda 6a ya Aktî arxêologîçêskoy Komîssîî).

Nivîsa gênêral Yêrmolov ji bo mîrlaw Nêsêlrodê, ya 10ê tebaxê sala 1818a (Rûpel 201, beşa duda ya cilda 6a ya Aktî arxêologîçêskoy Komîssîî).

  1.  Hesabdayîna gênêral-çawîş Madatov ya 17ê gulanê sala 1825a, hejmar 361 (Rûpel 317, beşa duda ya cilda 6a ya Aktî arxêologîçêskoy Komîssîî).
  2.  Sala 1821ê Abbas Mîrze du meha dor li Bayazîdê girt û tenê wî çaxî karibû binecîya bîne rayê, dema Dîyadîn û Toprax-Kelê ketine bin destê farisa. Balûl-paşayê Bayazîdê, ku ji malbeteke kurda ya bi nav û deng bû û hurmeta wî di nav kurdên wira da gelek bû, dîl girtin (hêsîr kirin) û birine Xoyê, lê serbaza bi serokatîya xanê Makûyê bajar hildan. (Ûşakov. Îstorîya voênnîx dêystvîy v Azîatskoy Tûrsîî v 1828-1829 godax. {Dîroka emelên şêr li Tirkîya Asîyayê di salên 1828-1829a da}, Rûpel 90, beşa 1ê).
  3.  Hesabdayîna Ambûrgêr ji bo gênêral Yêrmolov, ya 5ê tebaxê sala 1823a, hejmar 112 (Rûpel 282 ya beşa duda ya cilda 6a ya Aktî arxêologîçêskoy Komîssîî).
  4.  Nivîsa gênêral Yêrmolov ji bo Ladînskî ya 15ê çirîya paşin sala 1816a, hejmar 3. (Rûpel 834, ya beşa yekê ya cilda 6a yaAktî arxêologîçêskoy Komîssîî).
  5.  Di wan dema da welîyê Kurdistanê Eman Ûlah xan bû; ew bi sê hezar eskerên kurda yên siyarî va çûye pêşîya gênêral Yêrmolov, ku farisa sala 1817a ew dawetî Farizistanê kiribûn. (Ji heytehola çûyîna gênêral Yêrmolov ji Seman-erxîyê berbi Sultanîyê, 26ê tîrmehê sala 1817a. Rûpel 155 ya beşa duda ya cilda 6a ya Aktî arxêologîçêskoy Komîssîî).
  6.  K. Şçêrbatov. Gênêral-fêldmarşal Paskêvîç. Cild 3, rûpel 7.
  7.  Dîsa li wir.

Karên me yên dijî kurda di wî şerî da

Kurdên di nav ordîya Abbas da karekî mezin ne dane wî, lê ew desteya kurda, ku ji wan eşîran hatibû sazkirinê, ku li xantîya Êrîvanê hêwirîbûn û di bin hukumê alayên serdarê Êrîvanê da bûn, zirareke mezin dane me(1).

Hela di sala 1826a da, di dema ku Abbas Mîrze destbi zevtkirina Şûşîyê kiribû, serdarê Êrîvanê, ku bin hukumê wî da gelek kurd jî hebûn, gelek cara êrîş dibire ser axa me(2) û heta eskerên alman yên ji Yêkatêrînênfêldê jî talan kirin, ku serhevdu 60 kîlomêtra dûrî Tîflîsê bûn. Ew desteyên me yên kêmjimar, ku sînor diparastin, di pevçûnên bi kurda ra bi mêranî ber xwe didan jî, lê gelek cara mecbûr dibûn paşda vekişin, ji ber ku gelek şehîd didan.

Di destpêka îlona sala 1926a 3 hezar kurd dakutane besta Lorîyê û destpê kirin gundên der-dora talan kirin, milet dişêlandin. Lê ew sê taxbûrên me, ku ji Celel-oxlîyê hatine hewara binecîya, bela kurda danê, ew ji wir raqetandin û heta sînor dane dû wan.

Sala 1827a siyarîyên kurda pir alîkarî dane serdarê Êrîvanê û bi temamîya hêza xwe va şerê me kirin. Sebebê wê yekê, ku kurd usa dijminaya me dajotin ew bû, ku wana zanibû û bawer bûn, eger eskerên rûsa xantîya Êrîvanê bixine bin destê xwe, ewana îdî hew dikarin bi awakî arxayîn dizî û talanê bikin.

Di nîsana sala 1827a desteyên Bênkêndorf ketine xantîya Êrîvanê û Êçmîazîn zevt kirin.Wek em paşê pê hesîyan, kurda dema texmîn kiribû, ku desteya Bênkêndorf ji sînorên Rûsîyayê berbi Êçmîazînê dilive, destpê kiribûn binecîyên wira ji cî û warên wan radikirin û berê wan didane berbi çemê Erez. Ew war xalî bûbû û ji ber wê jî pirsa peydakirina xurekê ji bo eskerên me ji me ra sergêjî çê dikir. Eskerên kurda yên siyarî li besta di navbera Serdaravê, Êrîvanê û Êçmîazînê da bi cî bûbûn. Rêvebirê kurda birayê serdarê Êrîvanê Hesen axa bû, ku sala 1808a di dema êrîşa mîrlaw Gûdînovîç ya li ser kela Êrîvanê bi mêranî ber xwe dabû û bi ser ketibû. Ji ber vê yekê jî hurmeta Hesen axa di nav musulmanên wira da bilind bû.

Nizanî ji bo çi eskerên me ser wê bawerîyê bûn, ku nikarin zora alaya kurda bibin(3) û hema pevçûna kazakên me ya pêşin bi kurda ra, ku di wê salê da rex gundê Ay-Glanlû bû, te digot qey îzbata van gotinan e, ku alaya kurda ser alaya kazakên mera ne.

Kar û barên me li rex gundên Ay-Glanlûyê: Gênêral-adyûtant Bênkêndorf ku di hêla xurek da ketibû di nav rewşeke giran(4), 14ê nîsanê ji carîyên Êçmîazînê pê hesîya, ku li gundên Ay-Glanlûya Jorin û Jêrin gelek zexîrên nên hene, ku di binê erdê da çel kirine, ji ber wê jî du taxbûrên ji alaya Şîrwanê şandine wira.

Gundên dora Ay-Glanlûyê di nav bax û baxça da ximximîbûn û malên wan bi sûr û çepera va ji hev cihê dibûn, ji ber wê jî dema eskerên farisa çev li Şîrwanîya ketin, agirê topa li ser wan barandin û bi wê yekê va bi xurtî himberî êrîşa me ber xwe dan; ji ber wê jî ji Êçmîazînê hatin hewara eskerên me (nîvê eskerên taxbûrekê, 2 topavêj û 100 kazak). Wana 100 kazakên xwe paşda hîştin û bi xwe jî êrîş kirin, lê ji gund der weke 500 siyarîyên kurda hicûmî li ser wan kirin û kazakên me nikaribûn ber xwe bidana û tenê agirê topa kurd mecbûr kirin paşda vekişin. Kurda bi vê êrîşê va deng derxistin, ku kes bi wan nikare. Di hesabdayîna 15ê nîsanê da gênêral-adyûtant Bênkêndorf nivîsî: “…mixabin, kar û barên me dane îzbatkirinê, ku kazakên Donê nikarin himberî siyarîyên kurda şer bikin”. Lê 16ê nîsanê ew qedirê kurda ji dest wan hate girtinê, ew jî heta-hetayê, ango ew fikir ji holê rabû, ku kesek bi kurda nikare(5).

Kar û barên me li rex gundê Karasû-Başîyê. Berbanga 16ê nîsanê gênêral-adyûtant Bênkêndorf ji Êçmîazînê êrîş bire ser kela Serdar-abadê. Ewî bona alaya kurda bixalifîne, di rê da sê bêlûkên şîrwanîya şande Êrîvanê; rastîyê jî, kurd ji ser riya Serdar-abadê derketin û dora wan bêlûka girtin, lê eskerên şîrwanîya ketine tabîya, di şerê bi kurda ra bi mêranî ber xwe dan, pêra jî paşda vedikişîyan û piştî du roja vegerîyane Êçmîazînê.

Di wan dema da desteya Bênkêndorf li ser riya Serdar-abadê şer xweş kiribû û dema 10 kîlomêtr mabû bona bigihîje Serdar-abadê, nêzîkî gundê Karasû-Başîyê 1000 kurdên çekdar bi serokatîya Hesen axa wan va derketin. Wargê rex Karasû-Başîyê kevir û kuçik bûn, ji ber wê jî Hesen axa li vir benda eskerên rûsa mabû û ser wê bawerîyê bû, ku hespên kurda yên çapik-çeleng wê li ser wê axê zora kazaka bibin, yên ku di rê da westîya bûn û ji hal ketibûn.

Pêncsed kazak, ku du bêlûkên wan û topavêjek di alaya Tîflîsê da hebûn, pêşengîya desteya Bênkêndorf dikirin. Kazak ne li bendê bûn, ku kurd wê êrîş bînine ser wan, bi xwe êrîşî ser neyarên xwe kirin û “bi wê yekê va hewl didan wê leka li ser xwe hilînin, ku di şerê rex Ay-Glanlîyê da hatibû ser wan”(6) û berî wan dan, du kîlomêtra – heta girên kevirî – dû wan da çûn. Di eynî demê da eskerên me yên peya pêşenîya rastê xistine destê xwe, zora dijmin birin, lê Îzmayîl-xanê Eyrûmê eskerên ji hev belabûyî careke din berevî ser hev kir û dîsa destbi şêr kir; pitş ra kazaka careke din dane dû kurda, heft kîlomêtra dûrî wî erdî xistin, ew gîhandine heta Serdar-abadê. Di wê pevçûnê da weke 100 mêrên kurda şehîd bûn û birîndar bûn.

Di hesabdayîna Dîbîç da derheqa wî emelî da wa dihate gotinê: “ez bi dilekî baristan elamî we dikim, ku alaya me îzbat kir, ku kazak dikarin zora kurda bibin, lê heta niha usa hatibû qebûlkirinê, ku kes bi wan nikare…”. Lê di raporta Bênkêndorf ya 20ê nîsanê da, ku ewî ser navê mîrlaw Paskêvîç şandibû, dihate gotinê: “îdî hew ser-beratê siyarîyên kurda xuya dibin; şerê li rex Karasû-Başîyê da ew fikra, ku kurd siyarîyên bêqusûr in, pûç derxist”.

Ji van nivîsa xuya dibe, ku di vî şerî da me gelek qîmet dida kurda û ew hesabên me bi wan ra dikir, ne wek yên di salên 1804-1813a bûn. Me usa zanibû, ku ew gelek xurt in, ji ber wê jî pêşîyê da wana zora me dibir. Faris jî ji vê têkdayîna kurda şaş man, ku heta van dawîya jî ser wê fikrê bûn, ku kes bi wan nikare. Wana bawer ne dikirin, ku kurdên bi serokatîya Hesen axayê bi nav û deng dikarin xwe li riya revê bigrin.

Bona kurda wek esker nas bikin û rast qîmet bikin, ew nimûne tenê bes e, ku dema wana rex Karasû-Başîyê dane der (têk dan), îdî hew nêzîkî eskerên me bûn. Di şerê wan yê paşdemê da îdî ew mêranî û mêrxasîya berê ne mabû. Em çend nimûna bînin:

  1. 24ê nîsanê du bêlûkên alaya Gurcistanê êrîşî li ser 500 kurda kirin, ku xwe li gunda veşartibûn, lê siyarîyên kurda, ku ji girên wan gunda yên ku li ser riya Naxçiwanê bûn û wana ew xistibûne bin destê xwe, dîtin ku zora kurdên birayên wan dibin, turuş ne kirin bêne hewara wan.
  2. 25ê nîsanê desteya kurda ya bi serokatîya Hesen axa jî wek wana tenê ji bilindayên girên der-dorê Êrîvanê mêze dikir, ku eskerên me çawa binetara Êrîvanê da şer dikin, lê turuş ne kirin êrîşî li ser eskerên rûsa bikin.
  3. Di meha gulanê da desteya Hesen axa, ku wek berê li der-dorên Êrîvanê da hêwirî bû û gênêral Bênkêndorf ew bajar kiribû di nav hesarê (dor lê girtibû), hertim xwe ji êrîşa li ser me ta dida. Gênêral Bênkêndorf çend cara qestbende hewl da bi kurda ra şer bike, lê Hesen axa her cara jî xwe ji şêr dûr dixist.
  4. Û nimûna dawî: 7ê gulanê Hesen axa bi 4 hezar kurdên xwe va daketine ber çemê Zengûyê, konê xwe lê xistin û ji eskerên xwe hinek şande rex çemê Erez. Hema êvara ewê rojê gênêral-adyûtant Bênkêndorf bi 1200 kazakên xwe, bi 2 bêlûka û topavêjekê va ji wergeya xwe derket, berê xwe da Hesen axa, bi hêvîya, ku wî mecbûr bike bi wî ra bikeve nava şêr. Berbangê desteya me gihîşte ber kenarên çemê Zengûyê, ku kurd lê hêwirîbûn. Gênêral Bênkêndorf ber çevê neyarên xwe ji çêm derbazî wî berî bû, lê Hesen axa destpê kir paşda vekişîya berbi çemê Aboranê. Eskerên me yên ji Donê û Derya Reş xwe bi wan ra gîhandin. Êrîşa me usa nişkêva û xurt bû, ku desteya Hesen axa pêra negîhand ser hişê xwe da bê û me hew dît ew bi eskerên xwe va berbi çemê Erez direvin. Me 25 kîlomêtra da dû wan, heta Serdar-abadê û di pevçûnên me da 300 kurd şehîd bûn û birîndar bûn. Xênji wê me 54 kurd jî dîl (hêsîr) girtin.

Piştî wê têkçûna kurda ya li rex çemê Aboranê, gênêral-adyûtant Bênkêndorf vegerîya kampa xwe ya li rex Êrîvanê, lê Hesen axa derbazî wî berê çemê Erez bû û li Bêybûlaxê hêwirî. Weke 5 hezar kurdên Makûyê û Ûrmîyê hatine hewara kurdên birayên xwe, lê dîsa jî Hesen axa turuş ne dikir derbazî wî berê çemê Erez bibe û hemû kar û emelên wî ew bûn, ku ewî ne dihîşt koçerên ji xantîya Êrîvanê, ku kurda ew bi destî zorê raqetandibûn û şandibûne wî berî çêm, ji çêm derbazî wargê xwe bin, ji ber ku zanibûn, ku eger ewana vegerin, wê xwe bidne alîyê rûsa.

Pişt ra ne desteya kurda, ne jî yên Abbas Mîrze tu mêrxasîk ne kirin, ew jî di wan şerta da, ku serê her eskerekî rûsa ji deha zêdetir eskerên farisa diketin.

  1.  Hemû çevkanîyên me tenê derheqa emelên kurdên xantîya Êrîvanê da malûmatîyên hûrgilî didin.
  2.  Deverên Bambakê û Kazaxê (niha ew dikevine di nav axa devera Borçelînê ya herêma Tîflîsê û perça roava devera Kazaxê ya herêma Yêlîzavêtpolê).
  3.  Mîrlaw Şçêrbatov. Gênêral-fêldmarşal Paskêvîç. Cild 2, rûpel 244.
  4.  Kurda temamîya binecîya ji gunda derxistin û hemû zexîrên cebirxana û xurek birin.
  5.  Di hemû şerên me yên paşdemê da yên bi Tirkîyê ra eskerên me qîmetekî mezin ne didane kurda, û ew yek wê li jêr bê ber çeva, gava em behsa emelên wan yên di şerên bi Tirkîyê ra bikin.
  6.  Ji hesabdayîna gênêral-adyûtant Bênkêndorf ji bo gênêral Paskêvîç, ya 20ê nîsanê sala 1827a.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev