Rîspîyê edebîyeta me

Rîspîyê edebîyeta me

Guhdarên hêja wek her rojên yekşeman, vê carê jî hûnê ji rêzenivîsa “35 helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyeta berê” derheqa jînenîgarî û berhemên nivîskar an jî helbestvanekî me da guhdarî bikin. Îro emê behsa jînenîgarî û du berhemên Qaçaxê Mirad bikin, ku gelek salan bûye cîgirê berpirsyarê Radyoya kurdî ya Rewanê Xelîlê Çaçan Mûradov, dû ra jî cîgirê berpirsyarê rojnameya Rya teze Mîroyê Esed. Hûn vê gotarê dikarin bi deng jî bibihên. 

Amadekar, bêjer û rêvebirê bernameyê nivîskar berpirsyarê malpera me Têmûrê Xelîl e.

 Emerîkê Serdar derheqa Qaçaxê Mirad da

Navê dêmekî lîtêratûra kurdaye sovêtîyêyî naskirî, şayîr, jûrnalîstekî kurdî eyan, tevgelekî Şerê Wetenîyêyî mezin Qaçaxê Şevavê Mirad zûva xwendevanê kurd ra nas e.

Qaçaxê Mirad di meha çileya pêşin sala 1914a li gundê Tendûrekê, nehîya Sînekê (niha Qersê) ji diya xwe bûye. Qaçaxî çar salî bû, gava ber zulm û zêrandina Romê mala wan jî mecbûr dibe dide ser rê-dirbêd nenas. Pêşî têne Ermenîstanê, paşê diçine Gurcistanê. Hema vêderê jî bavê wî diçe rehmetê û temamîya qaranîya malê dikeve stuyê birê wîyî mezin – Osê. Qaçaxê biçûk jî di hindava xwe da komek dida birê, diçû ber dêwêr. Ew gund, ku mala wan tê da sitar bûbû, gundê ûrisa bû. Hema di vî gundî da jî Qaçax diçe mektebê. Paşê, gava mala wan tê Tbîlîsîyê, ew diçe wê mekteba kurda, ku Lazo serkarî lê dikir. Paşî kutakirina wê, ew usa jî mekteba ûrisî xilaz dike, tê Yêrêvanê û zanîştgeha kurdaye Pişkavkazêye dersdarîyê da tê qebûlkirinê. Lê zûtirekê ew ji vê zanîştgehê dertê û dikeve Înstîtûta ûrisîye pêdagogîyêye dusale.

Sala 1937a Qaçaxê Mirad wê Înstîtûtê xilaz dike û weke du sala bajarê Lênînakanê da dersdarîyê dike.

Sala 1939a Qaçaxê Mirad diçe eskerîyê û weke 20 salî di cêrgêd Ordîya Sovêtîyê da qulix dike. Salêd Şerê Wetenîyêyî mezin da Qaçaxê Mirad sîlih dêst da bi efatî wetenê meyî sovêtîyê xwey dike, ji çend cîya brîndar dibe, lê dîsa vedigere pêşenîyê. Bona efatîya wextê Şerê Wetenîyêyî mezin ew bi du ordênêd “Steyrka Sor” û 9 mêdala va tê xelatkirinê.

Paşî bi altindarî kutabûna şêr jî Qaçaxê Mirad di cêrgêd Ordîya Sovêtîyê da qulix dike, gelek xebatêd cabdar dike, dighîje rutbê çawîş.

Qaçaxê Mirad weke du sala redaksyona xeberdanêd radyoyêye kurdî da xebitîye, wek cîgir. Sala 1960î da ew rojnama “Rya teze” da dixebite, pêşîyê çawa katibê cabdar, paşê (hetanî mirina xwe) çawa cîgirê rêdaktor Mîroyê Esed.

Qaçaxê Mirad usa jî Înstîtûta Yêrêvanêye pêdagogîyêye dûreke kuta kirîye (sala 1966a) û xwendina bilind sitendîye. Sala 1973-74a ya xwendinê da ewî para kurdzanîyê da ya fakûltêta Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye dewletêye rohilatzanîyê da dersêd lîtêratûra kurdaye klasîk daye.

Qaçaxê Mirad endamê Yekîtîya Nivîskara û Yekîtîya Rojnamevana ya Yekîtîya Sovyet bû. Ew 4ê çileya pêşin sala 1979a paşî nexweşîya giran bajarê Yêrêvanê da wefat bû.  

Şiêra Qaçaxê Mirade pêşin sala 1935a di rojnama “Rya teze” da neşir bûye. Lê du sala şûnda bi tercima wî serhatîya Lêv Tolstoye eyan “Dîlê Kavkazê” bi kitêbeke başqe ronkayî dîtîye. 4 berevokêd efrandinêd wîye xwexwetîyê bi zmanê kurdî ronkayî dîtine: “Şewq”, “Gulperî”, “Bahara teze” û “Gava çara”. Xênji wê destana wîye “Mîrze Mehmûd” sala 1956a bi wergera zmanê gurcikî ronayî dîtîye. Xênji hazirkirina berevoka “Efrandinêd nivîskarêd kurdaye sovêtîyê” (bi zmanê kurdî, sala 1961ê), ewî usa jî berevoka “Rya teze” hazir kirîye, ku sala 1958a bi zmanê ûrisî Tbîlîsîyê da ronkayî dîtîye. Ewî usa jî “Konstîtûsîya TRSS” wergerandîye ser zmanê kurdî û sala 1959a bi kitêbeke başqe daye neşirkirinê.

Eva çend deh sal in, ku şagirtêd mektebêd gundêd kurdaye komêd 7-8a bi wê kitêba dersa (“Lîtêratûra wetenîyê”) hînî lîtêratûra kurdî dibin, ku Mîroyê Esed û Qaçaxê Mirad tevayî hazir kirine. Qîmetekî vê kitêbêyî mezin jî ew e, ku cem me cara pêşin efrandinêd klasîkêd me bûne qinyatêd dersa.

Goveka têmatîka efrandinêd şayîr gelekî fire ye. Ew derheqa emirê vê para cmaeta kurdaye îroyîne bextewar da dinvîse, edlayê dipesine, şêr û şerbaza gunekar dike, şarkarîya cmaetêd zêrandîye miletîyê-azadarîyê dipesine. Hilbet, şiêrêd bi motîva evîntîyê û derheqa tebîyetê da jî kêm nînin.

Qaçaxê Mirad gelek şiêr û destan pêşkêşî şerkarîya kurdaye miletîyê-dêmokratîyê kirîye, ew şerkarîya heq pesinandîye. Efrandinêd bi vê têmayê nivîsî alavîne, germ û gur in.

Evîntî û tebîyet du motîvêd Qaçaxê Mirade hîmlîne. Evîntî ji her tiştî zêdetir e, bîna ber ruhê şayîr e. Temamîya nazikayî û bedewîya tebîyetê tê ber çevêd xwendevana, gava efrandinêd şayîre bi wê têmayê nivîsî dixûne:

Bihar ji xewê rabû,

Belgê darê şîn e,

Gula nazik vebû,

Şayê bi xwe ra tîne.

Qelîbotk nava efrandinêd Qaçaxê Mirad da cîkî berbiçev digrin. Wan qelîbotka da ew çawa kêmasîyêd merîya, xeysetê wan, usa jî edetê kevine ziyandar krîtîk dike.

Rastîyê jî qelen li cmaeta me bûye teşqele. Û Qaçaxê Mirad derheqa vê yekê da gilîyê xwe gotîye, ew gunekar kirîye:

Hey qelen, qelen, ûrt li te biqele –

Çi li miletê kurd bûyî teşqele…

Çiqas qîzêd can, çi xortêd talyan –

Miraz çev da man, tu bayîsê wan.

Qaçaxê Mirad bi cûrê qerf-qûçikê cmaetê li wan merîya dikene, ku dikine fîke-fîk, destê wan di cêvê da ye, lê barê giran li ser pişta jinê ye.

Qaçaxê Mirad nava emirê xweyî efrandarîyê da gelek cara berbirî zargotina meye dewlemend bûye, nimûnêd wê veçêkirine. Ewî hîmlî çîrok hiltanîn û veçêdikirin (“Çîroka Mîrze Mehmûd”, “Qadirê nêçîrvan”, “Dîwana kulîlka”, “Gurganî Zîndanî” û yêd mayîn). Ew usa jî bi nivîsara vekirî va (proza) mijûl bûye. Çend serhatîyêd wî di rojnama “Rya teze” da neşir bûne.

Cara pêşin ewî têma Kurdistanê di nav efrandinêd xwe da bi kar anî1. 

1 Ev hevok amadekarê vê bernameyê di ser da zêde kirîye.

Niha jî du berhemên Qaçaxê Mirad bixûnin: 

Çawa ew hînî zmanê tirkî kirin

Rojeke şemîyê Mistoyê Şemo, kurdekî ji êla Millîya, sibê zû rabû dey li jina xwe kir û karê xwe kir, ku here bajêr. Ewî guhdirêja jihalketî ji tewlê derxist, xurca pizinî avîte ser piştê, kûpê rûnê helandîyî pênc hoqe kire takî, çend kevir kire alîyê dinê, ku takêşî nebe, gazî Xudê û milyaketa kir û berê xwe da bajêr.

Di rê da, wexta ew kete li ser riya Erzurumê, Misto gelekî bi jina xwe dişêwirî, ku bi çi bahayî rûn bifroşin û gelo heqê rûn wê têrê bike, ku xercê xwe bidin û ji zara ra hine kinc bistînin; û ji kula dila ra digot:

-Dêrê Cemîla min qetîyaye, em jê ra dêrekî bikirin, lê qitîtka mine biçûk lap tezî ye.

Wexta ew gihîştine serê bajêr, li ku çerçî nolî gurê perane top dibûn, çerçîkî ew da sekinandinê, bi tirkî jê ra xeberda, xwest rûnê wî bikire.

-Hoqa rûn bi du lîra ye, tu kesek ji wî bahayî zêdetir nade te,- çerçî got.

-Tu çi dibêjî, qurba,- Misto got.- Ji Xudê bitirse, di gundê me da Kezîm axa pênc lîra dida hoqekê. Şeş lîra kêmtir nabe.

Nebî-nebî didî wî murxuzî, ji hemûya çêtir e em herine bajêr.- Jina Misto bi kurdî gote mêrê xwe.

-Netirse, ew nikare min bixapîne,- Misto bi kurdî caba wê da.

-Ew çi zmanê beyanîyan e, ku hûn pê xeber didin? Hûn rûn naxwezin bifroşin, hela di ser da jî naxwezin bi tirkî xeberdin. Lo polîso, hela were, ev kesana bi zmanê kurdî xeber didin.

Polîsê qalimî nolî gamêşê pûtî nêzîkî wan bû, got:

-Ewçi qalme-qalme, gundîyê genî? Tu çima zmanê meyî letîf diherimînî, bi zmanê meymûna xeber didî?

Misto vegerîya ser jina xwe û gotê:

-Çêrî zmanê kurda dikin. Çiqasî şivikê ber kûçika bihejînî, ewê ewqasî biewtin. Jinik, em ji vira herin.

Polîs diha bi hêrs gote Misto:

-Tu hela xeber didî, murxuz… Me koka kurda zûda anîye. Tu tirkî xeberde!… Ezê niha te hînî tirkî bikim.

Polîs dada barê guhdirêjê, pihîneke usa barê wê xist, ku heywana belengaz ji cîyê xwe quloz bû. Lê lingê wî li wan hîta ketin, ku tayê xurcê da bûn û çîka êşê da qafê wî. Paşê ewî ji hêrsa dest avîte bersituyê Misto, ew hejand û kulmeke usa li wî xist, ku Misto şewişî û nolî meytekî li erdê rast bû.

-Çawan e, tuyê niha bi tirkî xeberdî?- wî nolî decala jê pirsî.

Misto di nava xûnê da unda bûbû. Ew rabû ser pîya û bi înk gote polîs:

-Segbab… Kelbê heram…

Polîsê qutam hew zanibû ew bi tirkî dibêje: “Sebeb qelpê herimî ye”. Ew kenîya û paşê bi qurbetî gotê:

-Axirkî min tu hînî tirkî kirî…

“Kapûs”

Sertîpê Kizrûkî nizanim ji kê bihîstibû, ku xebera “Sertîp” kivş dike qumandarê eskerîyê û timê bi navê xwe va qutam dibû. Wexta kalemêr piş tendûra li ber dîwêr berev dibûn, serikêd xweye miştikgêlaz tijî titûna rîşî dikirin, dû li ser serê xwe dikirine xeleq û diketine misiletê, Sertîp jî dihate wira, pala xwe dida dîwêr û nolî kespikekê bi dîwêr va diqemitî. Berê, wexta seba xizmeteke biçûk hevala peyê wî didan, ewî digot:

-Çima ez kê me… Ne ji min ra dibêjin Sertîp!

Lê paşwextîyê Sertîp tewqê xwe ji hevala birî, tenê diçû bal kala. Rast e, tebîyetê şureta xwe ewqasî jî ser wî da ne barandibû, çimkî bejina wî kin bû, teşkêd wî xar bûn, anegorî gewdê wî çepilêd wî dirêj bûn, diranêd wîye pêşin nolî qîla ji dev ra fistiqî bûn, carna ew nolî sema met dibû li merîya dinihêrî, lê çermê wî qerqaş bû û qet bîna kiz jê nedihat, lema jî hetanî niha em nizanin gelo çima jê ra digotin Kizrûkî. Xênji Kizrûkî, jê ra usa jî digotin “Kapûs”. Jina wî ew nava danîbû ser û ew bi vî teherî qewimî bû:

Di gundê wan da dewat bûye. Kesekî Sertîp teglîf ne kiribûye, lê wî tirê dinyayê da tu qewmandineke mezin bêy wî nabe. Ew kincêd xweye temiz li xwe dike û diçe dewatê. Berê ew dikeve govendê, du-sê fitla dizivire, lê wexta dibîne, ku kesek ser serê wî ra şabaşa nade, ew difikire: “Ne axir ez gula govenda me, çepilê min çepilê reqasçîyan e, maltereza çima fem nakin?”. Ew dienire, tê malê, du kas araqê berî gewrîya xwe dide û qiçê para vedigere. Heta Sertîp diçe wê qurbetîyê û tê, xweyê dewatê diha sivrê rast dike, gire-gir dora texte rûdinên. Rast e, defçî û zurneçî jî hatibûne ser texte, lê cahilêd dinê der va govend girtibûn, kilam li hevdu vedigerandin, dilîstin û şa dibûn, lê Sertîp tirê eynata wî ra dewat betilî û kula şabaşê di dilê wî da dimîne. Ew tê ser texte û ji xwe ra cîkî bi semt digre.

Wexta dolebaşî kasa ewlin hildibire û eşqî herdu gula vedixwe, Sertîp jî temama ra tevayî kasa xwe vedixwe. Du kasêd dinêye tomerî jî – eşqa dê û bavê bûk û zevê – ew bi wî teherî bi kere-ker vedixwe. Paşê çend kasa çev lê diqulibin, lêv lê xar dibin, tê bêjî qey dabûne ber gezgezkê. Wî tirê cmaet tenê derheqa wî da xeber dide, tenê hatîye wira, ku bikeve kirê wî, pê bikene. Wî ber xwe da digot: “Axir eşqa bûk û zevê, dê û bavê bûk û zevê vexwerine, ne ez jî kurê qîzmeta xarzîya kurê kurapê bûkê me. Ewana ji eynata ra eşqa min venaxun”. Ew çaqoya, ku remetîyê bavê wî ji nukulê kêlendîyê çêkiribû û jê ra mîrat hiştibû, hêdîka ji cêva xwe derdixe. Devê wê vedike, dixe nava îstegana şeravê, lev dixe, kêrê îsteganê da dihêle, radibe pîya û bi hêrs dibêje:

-Çima em kê ne. Her kes kurê bavê xwe ye!… Ez tewlebazîyên dolebaşî dizanim. Ezê pê vê kêrê zikê wî bidirînim, xûna wî têkime vê îsteganê û ser xwe da kim. Ji min ra dibêjin Sertîp.- Ew ji ber texte dertê, çaqoya xwe di îsteganê da dihêle, dişewişe û bi xeyd berê xwe dide malê.

Bi çi teherî ew digihîje malê, bi çi teherî jina wî kincêd wî diêxe û wî dixe nava cîya, Sertîp haj pê tunebû. Tenê berbanga sibê nişkêva dibe vixe-vixa wî û ew dike gazî:

-Qîzê, ha qîzê!… Gulê, Gulê, rabe, zû çirê vêxe, min kapûs girtîye!…

Wexta Gulê îşiqê vêdixe, ecêbeke giran li ber çevê xwe dibîne: Sertîp tena kiras û derpê wê li ser doşekê sekinîye, çokêd wî dilerizin, lihêf li tiştekî alandîye û zexm bi sîngê xwe va diguvêşe. Ber îşiqê Sertîp hinekî dil distîne û dibêje:

-Qîzê, zû bike, gêzîyê bîne em bi dêla kapûs va girêdin, ku teslîmî me be, paşê em çi jê bixwezin, wê ji me ra bîne. Xudê bextê wa carekê dide meriva.

-Welle, mêrik tu xerifîyî; kuro, kapûsê çi… Tu bi xwe bûyî “kapûs”, şeravê vedixwî, xwe unda dikî, tiştêd ecêb têne xewna te, ne bi xwe radizêyî, ne jî dihêlî em razên. Ku ew hemû rast bûna, minê zû va gêzî bi poçka te va girêda. De, zû bike, lihêfê dayne ser cîya û razê.

Paşî wan gefa destê Sertîp sist bûn û lihêf şiqitî ser doşekê. Hema wî wextî pişîka wana ji nava lihêfê derket, tevizîk da xwe û rex sovê merisî.

Guhdarên ezîz, ji rêzenivîsa ”35 helbestvan û nivîskarên kurdên Sovyeta berê” we vê carê guhdarîya jînenîgarî û du berhemên Qaçaxê Mirad kir, ku gelek salan bûye cîgirê berpirsyarê Radyoya kurdî ya Rewanê Xelîlê Çaçan Mûradov, dû ra jî cîgirê berpirsyarê rojnameya ”Rya teze” Mîroyê Esed.

Amadekar, bêjer û rêvebirê bernameyê nivîskar, berpirsyarê malpera me Têmûrê Xelîl e.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev