SALEHETTÎN DEMÎRTAŞ Û DEWLETA KURDAN YA NETEWÎ

SALEHETTÎN DEMÎRTAŞ Û DEWLETA KURDAN YA NETEWÎ

Tosinê Reşîd

Kuştina serokê Baroya Dîyarbekirê, parêzgerê mafê mirovayî nas kirî, Tahir Elçî, ku heta niha jî kujarê wî nehatîye dîtin, gelê kurd hejand. Tahir Elçî ne endemê tu rêxistinên siyasî bû, wî hewl dida rojekê zû şerê di navbera hukumata Tirkîyê û alîgirên PKK raweste. Vê kuştinê, kûştinên Mûsa Enter, Vadat Aydîn anîn bîra me.

Nonerên gelek hêzên kurdaye sîyasî beşdarî şîna Tahir Elçî bûn. Hevserokê HDP Salehettîn Demîrtaş jî di wê merasîmê de peyivî. Û hevokeke ji peyvandina wî bû mijara gotûbêjan. Wî seva kuştina Tahir Elçî got, “ne dewletê, bê dewletiyê ew kuşt“. Gelek kes wê bawerîyê ne, wekî S. Dêmîrtaş xwestîye bêje, wekî dewleta kurda tune, ji ber vê Tahir Elçî hat kuştin. Bi gotineke mayîn S. Demîrtaş daxweza dewleta kurdan anîye ziman.

Roja duşemê Selahetîn Demîrtaş nonerên karsazên Dîyarbekirê vexwendin bal xwe. Dema rasthatinê wî gotina xwe hê zelal kir: “Li Rojhilata Navîn welatê kurda tune. 22 welatên ereba hene, yê kurda yek jî tune. Sûrîya, Îraq û Tûrkîya rumeta kurda nagrin.”

Hevtîya çûyî, S. Demîrtaş bi seredan çû DAY. Ew ji alîyê nonera hukumata Herêna Kurdistanê li Dewletên Yekbûyî, Beyan Samî Ebdul Rehman ve hat pêşîwaz kirin. Ev jî gaveke hêja bû.

Dema rasthatina bi civaka kurdên DAY re, S. Demîrtaş êdî wekî neteweperwerekî kurd peyivî. (Tiştekî balkêş e, wekî ew ber ala Kurdistanê peyivî, ala ku çend roj berê, alîgirên partîya wî nedihîştin bînin ser şîna Tahir Elçî). Û ew ji dilê kurda peyivî: “Dibê hela hê ne tam, lê ez dikarim bêjin, di pirsa yekîtîya netewî de em gihîştine gelek tiştî.” “Ji Mahabad, Sine, Qamişlû, Cizîr, Hewlêr, Kîrkûk, Şengalê heta Wanê dilê me bi hev re lê dide û armanca me yek e. Bi nêrîna min, di vê sedsalîya 21 emîn de em gihîştine nuxteke usan, wekî cîhê xwe di malbeta dewletên rûmet bilind de bigrin, ku di dewleta xwe de bijîn”.

Bi navkirina bajarên kurdaye Îraqê, Sûrîyê, Îranê, Salehettîn Demîrtaş hê zû wek neteweperwerekî kurd peyivî, ne ku sîyasetmedarê çepgir, ku dema kampanya hilbijartinê meha borî, her tişt dikir, wekî dilê xelkê seranser Tûrkîyê xweş bike. Û di kurdperwerîya xwe de ew hê dûr çû: “Em axa kesî naxwezin. Em naxwezin hebûna kesî jê bistînin. Em tenê wê dixwezin, çi ku ya me ye.”

  1. Dêmîrtaş usan jî da kivşê, wekî şertên îroyîn û civaka navnetewî amade ne vê daxweza kurda tê bigihîjin. Wî usan jî got, wekî çareser kirina pirsa kurdî ji bo aşîtî û aramîya Rojhilata Navîn gelek giring e.

Çiqwes jî S. Dêmîrtaş dibêje, wekî ew ne beşekî PKK ne, lê gişk jî zanin, wekî HDP partîya aligirên PKK ye. Piştî hilbijartinê Turkîyê, gava hat gotin, wekî sebebê kêmbûna dengê HDP, PKK ê bûye, serokekî PKK Cemal Bayîq got, wekî PKK nebûya dengên HDP qet 3% ne dibûn. Û S. Demîrtaş daxweza dewleta kurdan dike.

Van salên dawî PKK û alîgirên wê, dev ji daxweza dewleta kudaye netewî berda bûn. Armanca wan ‘xweserîya dêmokratîk ’ bû. PYD, ku şaxeke PKK ê ye li Rojava Kurdistanê, piştî rizgar kirina deverên kurdan, Kurdistan îlan ne kir, qet peyva Kurdistan jî bi kar ne anî, sê kantonên cihê damezirandin û çawan tê xuyayê, bendê ye dîsan wan kantona vegerîne nav dewleta Sûrîya.

NImûneke mayîn e dijberîya dewleta netewî, helwesta kadroke HDP, Xetîb Dicle ye, wexta gotibû: “me fikra dewleta kurdî avêtiye teneka zibil“.

Îro, Selahedîn Demîrtaş ê sîyasetmedar, ser asta cihanê hatîye nas kirin.

Kovara “Foreign Policy” ya Amerîkî, navê her yek ji Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahettîn Demîrtaş û hunermenda Kurd Helly Luv di nav lîsteya 100 kesên herî bi bandor li seranserê cîhanê daniye.

Kovarê nivîsiye: “Demîrtaş karibûye ne tenê kurdan, lê neteweyên din jî li derdora HDPê kom bike.” Gor wê kovarê ji alîyê medîya cihanî de, Demîrtaşê karazmatîk wek “Obama yê kurda” tê nas kirin.

Gelo ev naskirine, ku hevserokê HDP Salehettîn Demîrtaş re bûye helen, ji bo xwedîderketina dewleta kurdaye netewî, yan sîyaseta partîya wî û ya PKK bi giştî, hatîye guhastin, em ê van rojên nêzîk bizanibin.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev