Daxuyanîya Konfêransa Navenda Lêkolînên Ȇzdînasiyê ya pêncemîn

Daxuyanîya Konfêransa Navenda Lêkolînên Ȇzdînasiyê ya pêncemîn

Daxuyanîya Konfêransa Navenda Lêkolînên Ȇzdînasiyê ya pêncemîn

Mijara Konfêransa Navenda Lêkolînên Ȇzdînasiyê ya pêncemîn Kereseta Şengalê ȗ halê civaka Ȇzdiyan bȗ.

Armanca me ew bû ku guhdarya raya giştî, temamya gelê kurd, welatê em têda dijîn – Almanyayê bikşînin ser pirsgirêkên civaka Ȇzdiyan.
Civaka êzdiyan di pêvajoya dîroka xweye dijwer da niha demeke pir bi esas dijî. Eva 40-50 sal e, ji rûyê gelek egeran va Ȇzdî, bi mecbȗrî welatê xwe, gund û şênê kal-bavan, milk û mal, goristanên xwe terk dikin ȗ li temamiya cihanê bela dibin bi asîmlasiyonê, pirsgirêkên hebȗn-nebȗnê ȗ nexweşyan ra rû bi rû mane.

Keraseta Şengalê ya 3 Tebaxê 2014 a Ȇzdî êdî li ber qeziya nebȗnê dan sekinandin. Welatê wanî kal bava da ancax gavek erd bin piyê wan da mabȗ, ew jî kete bin qezîya nemanê.

Çekdarên hêza îslama tȗndkuj DAȊŞ ê, bê sebeb bi çek-sîlihê cihanêyî here modêrn ȗ xezeb, bi piştgirya dewlet ȗ rêxistinên îslamî Şingal, warê Ȇzdiyan yê pîroz, dil ȗ sîmvola heyîtîya Ȇzdîxanê, ciyê parastina bawarî, çand, dîrok, erf-edet, rabȗn-rȗniştandina wan nava sehetan da wêran, talan ȗ bê ruh kirin.

Qetilên DAȊŞ ê li ser navê bawariya îslamê, di heqê Ȇzdiyên da wehşîtîyeke wusa kirin ku tu sînorên morala mirovatiyê da cî nabe. Ev komkujî bi wî şêweyî hate kirin çawa dewr-zeman berê dema Xelîfên ereban, Şahên Sefewiyan ȗ Sultanên Osmaniyan da dihate kirin. Vê dewrana ku evd alîyê zanyaryê va gihîştye bilindayê nebînayî, ew hê wek pêşîyên xwe di wê bawarîyê da nin ku qetilkirin ȗ talankirina Ȇzdiyan, serjêkirina zarok, kal ȗ pîran, bi cȗrê hovîtî kuştina evdan, wan ra wê rê veke berbi horiyan ȗ buhuştê.

Konfêransê sê roja domand, bi şêwekî zanestî ȗ serketî derbaz bȗ. Bi gotar ȗ lêkolînên kure giranbiha pêşda hatin zanyar, akadêmîsyan, hiqȗqnasên eyan, dîrokzan, nivîskar, oldar, rêvabirên kampên penaberan, hevalên Navenda Şêwrdarîya Ȇzdiyan li Almaniyayê, Mal ȗ komelên Ȇzdiyan, yên ku çendîn car alîkarî biribȗn nav penaberên Ȇzdiyên Şengalê ȗ rind haj hal ȗ meselê hebȗn.
Konfêransê bi her alîya va hovîtît, armanc ȗ meremên DAȊŞ a têrorîst, di dagerkirin, wêrankirina Şengalê da da ronîkirin.

Wê rêxistina têrorîst derba here xeter Ȇzdîxana Şengalê, Başik ȗ Bahzanê xist. Ew dever bi tomerî hate kavilkirin, wêrankirin, cî ȗ war, mal ȗ hebȗna êzdiyan binîva hat talankirin. Bi hezara zar, kal-pîr, jin-mêr, hatin qetilkirin, deha hezara evdên Ȇzdî hêsîr birin, zulm anîne serê wan, bi hezara keç ȗ jinên Ȇzdî wek dewranên pêxember, xelîf ȗ sultanan bazarên welatên musulmana da wek hêsîr firotin, destdirêjî wan hate kirin, namȗs hate binpêkirin. Heta niha jî qedera bi hezara hêsîrên destê wan we’şa da ne dîhare.

Zêdetir 430 hezar evdê Ȇzdî welatê xwe da, halê herî xirab, di bin çadira da, bȗne penaber . Hê jî nayê zanîn axiriya wanê çawa be.

Cînarên êzdiya yên musulman, ku bi sala cînartî kiribȗn, şîn-şayî, tengasî ȗ fireyê da li rex hev bȗn, kirîvatî hevra kiribȗn, wê weşîtiyê da çekdarê DAȊSê ra bȗne heval ȗ rêber.
Dewlet-deshiletdarya Ȋraqê ku borcdar bȗ di wê karesetê da xweyî hemwalatiyê xwe yê êzdî derkeve, bi hêz, madî ȗ moralî piştovanîya wan bike bawarkî wezîfa xwe cî nanî ȗ heta niha jî cî neaniye.
Konfêransê da hate destnîşankirin, ku heta niha Herêma Kurdistanê rȗyê hinek egeran va, gelek pirsgirêkên civaka Êzdiyan (Şêxan ȗ Şengal) çawa pêwîst e, dilşewatî nehatine çareserkirin. J i sala 2003-heta 2014 bi deha bȗyarên nêgatîv hindava Ȇzdiyan, bîr ȗ bawaryê wan da dest dan. Ew bawarî ȗ amintiya civakî ya Başȗrê Kurdistanê da ji alyê Mele Mistefa Barzanî, dema şerkarya azadariyê da hatibȗ avakirin şȗna xurdtir bibe zeyîf bȗye. Dewsa perwerda netewetiyê, olperestiya fanatîk digre .
Di alyê deshilatdarya Herêma Kurdistanê da roja komkujiyê jî di parastina Ȇzdiyên Şengalê da kêmasî çê bȗn. Pêşmerga roja ewil erkê xwe pêk nanîn, rola xwe nelîstin, xelkê Ȇzdî nava lepê wê hêza hov da bê pişt ȗ destevala hîştin, evê yekê bawarya êzdiyan berbi birayê wan şkênand ȗ derbeke mezin yekîtî ȗ tifaqa gelê Kurd da.
Rev bi Ȇzdiyan ketye, ku wa here Şengalê jî ji destê Ȇzdiyan here. Kurdistanê bê Ȇzdî bibe. Ji alyê hazir ȗ gotarvanê konfêransê, ew kira têrorîstên îslamî , dewlet ȗ hêzên pişt wan sekinî bi tȗndî hate şermezarkirin. Hat ragîhandin, ku Komkujiya ku têrorîstên DAȊŞ ê 3.08.2014, di ser Ȇzdiyan Şingalê pêk anî bi hiqȗqa navnetewî anegorî kirîtêrên konsêya NY yê gênosîdê ne, ȗ hate xwestin ev bȗyara zulm wek sȗcê dijî mirovayê bê dîtin ȗ sȗcdar bi qewl- qanȗnên navnetewî ber cawdaryê bêne sekinandin.

Hate dîharkirin ku wê dȗrî rastiyê be eger di wê weşîtyê da tenê ew hêza têrorîste bê dewlet, bê hukumat ȗ bingeh bê sȗcdarkirin, pijt vê keraseta nemirovayî, gelek dewleten gewre, organîzasyonên têrorîst ȗ hêzên bi berjewendî sekinîne.

Konfêrans yek ji wan çalakiyên êzdiyên dîasporê bȗ ku nîşanî dost ȗ neyarê Ȇzdiyan da ku civaka Ȇzdî civaka 50-60 sal berê nîne, ku kê rabe, çawa karibe bextê wanra bilîze, mafê wan binpê bike, Ȇzdî jî bȗne hêzeke zane, cihanê da xwe dane naskirin. karin mafê civaka xwe, qedera xwe qada navnetewî da biparêzin.
Konfêransê hewaskarke /elaqedereke/ zêde çawa nava civaka Kurdî bi giştî, wusa ji nava siyasîmedar ȗ rayadarên dewleta Alman da pêjda anî. Tevî konfêransê bȗn ȗ bi axaftin pêjda hatin serokên partiyên Kurda, nivîskar, şexsiyetên eyan, oldar, sîyasetmedar, parlamêntar ȗ wezîrên dewleta Almaniyayê.

Bi navê beşdarên konfêransê, mal – komelen ȗ Navenda Şêwrdarya Ȇzdiyan ya li Almaniyayê hate radigihînin:

1.Ji bo Dewleta Ȋraqê /Bexdayê/ bi xwe tu hewldan neda, hemwelatiyê xwe, xelkê Şengalê ji komkujiya DAȊŞê biparêze, wusa jî çawa pêwîst e xweyî penaberê Şengalê derneket, berî wê kerasetê jî tu pirojêke avakirnê wê deverê da cî nanî, bi raya beşdarê Konfêransê ji vir hada bo îdarekirina deverê derheqa pêwîstya madêya 140 î da xeberan bêfikir e. Gelê Şengalê mafdar e bi xwe çaranȗsa xwe qirar bike.

2.Ji bo Sengal bi dîrokî perçek ji erdê Kurdistanê ye, Ȇzdî jî parek ji gelê Kurd in wê heqî be Şengal bi statȗke teybet vegere nav Herêma Kurdistanê. Wusa jî gerekê bê zanîn ku êzdî wek civakeke ne musulman ȗ xweyê bawarîke kevnar dîrokê da timê ji alyê cihana Ȋslamê va /Kurde musulman jî navda/ hatine pelçiqandin, qirkirin, kokbirkirin. Ewe sebeb Ȇzdyan bawarî ȗ aminaya xwe heta hindava birayên xwe yên Kurdê musulman da heta radeyekî unda kirye. Wê bi kara tifaq ȗ yekîtiya gelê Kurd be eger di bin sîwanê Herema Kurdistanê da Avtonomîya xweîdarekirinê Şengalê bê destnîşankirin. Beşdarê Konfêransê radigihîhandin pêwîstîke stratêjîk e ku deverên Şengal ȗ Şêxanê ji alyê îdarekirnê va ji hev neyên qetandin.

3.Ji pey rizgarkirinê ra bo vegerandina xelkê Şengalê ser cî ȗ warê wan gerekê her cȗrê alîkarya madî, menewî ȗ xizmetguhdaryê wan ra bê kirin. Ewlekarîya bineliya bê garantîkirin. Gor yasayên navdewletî xelkê Şengalê bêne parastin.

4.Şengal ȗ deverên Ȇzdiyan yên Herêmêye din pêwîste ji alyê hêzeke navnetewî di gel dezgehên hukumata Kurdistanê va bê parastin . Li ser bingeha xort ȗ keçên Ȇzdî yên bo pêşmegetiyê têne perwerdekirin, ji bo parastina xelkê Şengalê, hêzeke çekdar ya bi teybet di bin sîbara Wezîreta pêşmerga ya Herêma Kurdistanê da bê amadekirin. Bi wî cȗreyî ji bo Şengalê polîs jî ji xort ȗ keçên êzdiyan yên perwerdekirî di bin sîbara Wezîreta Herêmê ya Karê Hundur va bê amadekirin ȗ rêvabirin.

5.Hewl bidin ku demeke zȗtirîn ev Komkujî ji alyê Konsêya NY da wek gênosîd bê qebȗlkirin tewenber, sȗcdar ȗ dewletên pişt vê keresetê da sekinî bên dadgeh kirin, têrorîst ȗ binelyê cî yên alîkarî ȗ rêberî vê hêza têrorîst ra kirî bi tȗndî bên cezakirin ȗ bo paşwextiyê da bȗyarên xirab destnedin ji deverê bên dȗrxistin. Ew ziyana madî ȗ manawî ku xelkê bêsȗc-gune hatye kirin ji dewletên sȗcdar bê standin ji bo avakirina cî-warê wêrankirî, talankirî, vegerandina wê ziyana madî ȗ menewî ku gihîştiye xelkê deverê.

6.Ji bo herêm bi binîva hatiye wêrankirin, talankirin hukumata Ȋraqê li Bexdayê ȗ ya Herêma Kurdistanê tevî organîzasyonê avakirnê yê Navnetewî bi lezgînî pirojeke avakirnêye berfire wek ya “qonaxa sê ya avadanyê ji ava Diclê” bo Şengalê amadekin ȗ zȗtirîn dest bi xebata bikin.
-avakirina gund ȗ bajaran, çêkirina riya, obyêktê malhebȗna gundîtyê, avdana xwelyê, xizmetguhdaryê, ji xelkê ra çêkirina ciyê xebatê, nȗkirin ȗ berfirekirina sîstêma perwerdeyê bo xwendina despêkê, navîn ȗ bilind. Ji bo keç ȗ xort xwendina xwe berdewan kin ȗ herêma xweva bêne girêdan wê navçeyê da pêwîstya vekirina Ȗnîvêrsîtêtê heya.

-ji bo rewşenbîrya kurdên Ȇzdî ya cihanê welatê wan ȗ Şengalê va bê girêdên pêwîst e dibistana da perwerda bi herfê latînî bê danîn.
-ji dijwerî, sur ȗ serma jiyanê bin çadira, bi çavê xwe dîtina xezeb ȗ hovîtiya DAȊŞ ê, tirsê, undakirina mirovên xwe, bêhîvîtî, bêbawarî berbi der-dora ȗ pêşîrojê bi hezara êzdî bi nexweşiyên pisîxolojî ȗ nexweşiyê din va nexweşin ȗ pêşîrojê da nexweşiyê cȗrbicȗrê din wê wan dest bidin. Ji bo wê yekê:

Sîstêma saxlemîxweyîkirnêye berfire bê avakirin, nexweşxanê dema nû yên modêrn, bi mecalên qenckirinêye here pêşketî va bêne dagirtin. Merkezên çareserya derȗnî bêne vekirin ȗ hvd.

7.Dîrokê da cara ewlin e, ku komkujiyên hindav Kurdên êzdî da gelê Kurd bi kara netewî rawestiya ȗ bawarkî ji sedî-80 rabȗne pişta birên xweye Ȇzdî. Hêzên siyasî ȗ çekdar xwe amade kirin ji bo parastina Ȇzdiyan ȗ rizgarkirna Şengalê. Ji her qulçê Kurdistanê ȗ ji welêtên der kîderê kurd dijîtin alîkarî kişya berbi kampên penaberên êzdî. Kirina ku xelkên Dihokê ȗ Zaxoyê ji bo seda hezara êzdiyên Şengalê yen bê cî ȗ star, bê nan ȗ xwerin, tezî ȗ pêxas kirin tucar nayê bîrkirin. Li ser navê Konfêransê em razîbȗna xwe didine gelê xwe ji bo cîanîna borcê netewîî pîroz. Pêra jî em bang li partiyên çekdar yê siyasî dikin êzdiya bo berjewandiyên xwe, konfilîkt ȗ nerazîbȗnên navxweyî dijî hev nedne kêranîn . Bihêlin Ȇzdî bi xwe pirsgirêkê xwe çareser bikin, birînê xwe dermankin. Wusa jî derbeke mezin vê civakê ketye, civak birîndar ȗ nexweş e, hewcê konflîkt ȗ bêtifaqiyê nîne, hewcê alîkaryê ye.

8.Pêşniyar li Hukumata Îraqê li Bexdayê ȗ Hukumata Herêma Kurdiszanê hate kirin cangoriyên Ȇzdiyan li gor rênimayên wezîreta Şihîd ȗ Ȋnfalkirîya wek Şihîdê Ȋraqê ȗ Kurdistanê bên hesabkirin.

9.Hêsîrên ku ji destê DAȊŞ a têrorîst filitîne e wek girtyên siyasî li gor destȗrên Ȋraqê ȗ Herêma Kurdistanê bêne qebȗlkirin mȗçêya heyvane wanra bê kivşkirin.

10..Komkujiyê da bi seda zarok /dor 820) bê dê-bav, bê mecalê jiyanê bêxweyî mane, ji bo jiyan ȗ perwerda wan pêwîstîke lezgîn e Şengalê da sêwîxane bêne vekirin.

11.Bawarkî nîvê Kurdê Ȇzdî ji dervayî walêt dijîn, ji bo wan welêt va bidine girêdan, hêza wane aborî, çandî, zanyarî bo avakirina walat bidine kêranîn xeleka here kêrhatî Şengal e. Pêwîst e bi mecalên cȗrbicȗr guhdarya Ȇzdiyên dervayî walêt bikşînin ser Şengalê ȗ wan welatê wan va bidin girêdan.
Ji navê Konfêransê:
Serokê Navenda Lêkolînên Ȇzdînasyê Dr.Eskerê Boyîk

Sêkrêtarê Navendê Ȋlyas Yanc

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev