SONDA ME KURDİSTANA SERBİXWE YE!

SONDA ME KURDİSTANA SERBİXWE YE!

’’Belê, em kurd in!!! û bira dijmin baş bizanibe, wekî em tenê wî çaxî çok didin erdê, gava em dixwezin Ala Kurdistanê maç kin…’’

Aslîka Qadir, rojhilatzan, hunurmend

Miletê kurd bi sedan salan dijî dijminan ber xwe daye, behrek xûn rêtiye, tehlî-tengasî û zordariya nedîtî kişandiye heta ku gihîştiye van rojan. Gelek dûr neçim, Helebce şahida bêdeng, ya zulma himberî miletê me ye, ew yek ji birîna kûr, ya dîroka kurda ye. Lê Helebce usa jî sîmbola Kurdistana nu ye, sîmbola jîn û herhebûna Kurdistanê ye.

Naha herêmek bi resmî li başûrê Kurdistanê çê buye. Parlamênt, ornamênt, Al û siruda netewî û her waha, hukumet û serokkomarê me heye, ku ji aliyê milet va hatiye hilbijartin.

Evana destketinên gelek mezin in û pewîst e em wan bibînin û wek ronahîya çevên xwe biparêzin, hemû pevçûnan bidin alîkî û bi hev ra bigihîjin wî meremî, ji bo çi kal û bavên me bi qurnan şer kirine, ew jî Kurdistanek azad û serbixwe ye. Dem û qurna dijminên me ne tenê neguhartiye, berovajî, ew kirinên hê mixenet, hê merivxur û hê diran enîşkê da…

Dîrok bo wê yekê ye, ku carana em para binêrin, gotinên mezinan carek din bixwînin û bi rêbaza wan herin pêş. Lê kifş e partiyên me dersê ji dîroka xwe hilnadin û berjewendiyên milet di bin berjewendiyên partiyan ra dibînin. Eva xiyanetek e gelek mezin e himber miletê kurd.

Bêguman şaşîtî, ça ez dibînim, gelek hene di sîyaseta hilbijartina kadroyan da. Gelek car ne ku kvalîteya şexsî, zanebûn û karebûnên wan hildidin ber çevan, lê belê, dereca pêywendiyan bi kesan va, ku karibin bawariya xwe pê bînin, girîng dibînin. Ev jî ji aliyê xwe va, hewil didin merivên xwe, xizm û nêzîkên xwe bikişînin cem xwe, ku bikaribin bi hêsanî ‘’kar bikin’’.

Kontroleke bi qewat ser buceya hukumetê nîne. Her quruşek, ku tê xerc kirin, gerek bi îzbat û bi nivîs be. Eger ev kar ne ser dereca bilind be, ew jî hela bo welatekî nu, wek Kurdistan, ew dibe sebebê gendeliyê.

Gendelî dijminê welêt e. Eşkerekirin û cezakirina gendelan hêzê dide milet, ew usa jî pevgirêdana milet bi hukumetê va qewattir dike û bawarîke mezin dide wê. Cezakirina gendelan usa jî dibe sîgnal bo yên mayîn, ku ew jî dikarin ciyên xwe di hebsan da bigirin.

Naha usa lê hatiye, ku divê ‘’bidize û xemit nebê’’. Di vî halî da eger Stalîn jî ji gorê rabe, bê, wê nikaribe tiştekî bike, ber ku gendelî bûye wek bîznês û nexweşîke kronîk li Kurdistanê. Eger hukumet, an jî organên kompêtênt himber gêndeliyê bêdeng bin, ew tê wê wetayê, ku hukumet jî bi wan re ye (milet wa difikire). Ev jî dibe sebebê tevlihevbûnê û zimanê yên wek Adil Murad jî bi kîlometran dirêj dike.

Hukumet pêwîst e bawariya milet bi dest bîne. Bawarî ne tenê kitêbên dînî ne, bawarî çiyan dihejîne.

Em demeke hesas derbas dibin. Tragêdiya Şengalê û Kobanê dest pê kir û agir ser me da barandin. Bi rastî, şer kêrî tu kesî nayê, ça M. Frîş dinivîse, lê hinkan pewîstî bi çevsoriyê heye. Hema ev jî bû sebeb, ku gund û bajarên kurdan hatin wêrankirin, qiyamet li me hat rakirin. Naxwazim vegerim vê ecêbê, hûn gişt zanin çi li me hat û ev gişt bo wê yekê, ku çend gewad çevsorî li kurdan kirin.

Halê milat li Kurdistanê giran buye, bi sed hezaran muhacir ketine stuyê hukumetê û birêz Mesud Barzanî. Di vî halî da pêwîst e ku pişta hev bigirin, YNK, Gorran, partiyên Îslamî, kîjanan qet nas jî nakim, hinek ji wan bûne kula biçengê ya binemala Barzanî. Barzanî ne Kurdistan e, ew sîmbol e, Kurdistan miletê kurd e, kerema xwe ji bîr nekin û bikevin halê milet. Bi nêrîna min, di qanûna bingehîn da pewîst e avakirina partiyên ser prînsîpên êtnîkî û ser prînsîpen dînî bên qedexekirin, evê welêt ji qeyranan biparêze. Bi dîalogên di medyayê da, ew dikarin bi hêsanî pirsgirêkên xwe hel bikin. Ji xwe, li Kurdistanê xaçparêz wek ‘’masiyên di nav avê da’’ jîyana xwe derbas dikin.

Ne cayîz e milet aciz kin, di destê milet da usa jî tu tişt nemaye, naha jî dixwazin heqê hilbijartina serokê herêma Kurdistanê ji dest hildin. Milet ne pez e, ku di ku da bixwazin, wê da bajon. Milet gerek xwe di rola sereke da bibîne, lê ne ku ça bîner mêze ke, ku partî dewsa vê qiraran bidin. Partiyên kurdan gelek tişt hildidin ser xwe û bîr dikin, ku bêy milet ew bê weta ne.

Miletê me folklorî ye û hazir e bo karên mezin û pîroz, ew biryardar e û canfîda ye, lê tehemûl jî hidudê xwê heye. Tirsa min ew e, ku ev halê giran, yê aborî, ku gelek tov bûye û ketiye ser hev, zû yan dereng, bigihîne halekî katastrofal bo Herêma Kurdistanê.

Lê, nenihêrî her tiştî, bawariya min bi têgihiştina miletê me yê qehreman heye. Îdêayên berz, yên netewayî, ku nêzîkî dilê me her kesî ne, ewana milet dikin Yek. Fikira Serxwebûna Kurdistanê wa me kiriye, wekî em dîsa hîs bikin, ku em malbatek in, miletek in, em yek in. Ez hiz dikim em bi destketinên xwe va asmanê Kurdistanê bixemilînin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev