Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Îsmaîl Beşîkçî: Şengal

Îsmaîl Beşîkçî: Şengal

Wergera ji tirkî: Ahmed Kanî

Rizgari Online: Mamoste BEŞÎKÇÎ çar roj berê li Şengalê bû. Ramanên xwe wiha pêşkêş dike: Mosil, di Hezîrana 2014an de ji aliyê DAIŞê ve hate desteserkirin. Li hember hêrîşa DAIŞê artêşa Îraqê şer nekir, di cih de paş ve revî. Çek, amûr, navgîn, depo û hwd. ketin destê DAIŞê. Rewş ev e ku dema DYA dawiya sala 2011an ji Iraqê vekişiya bi milyaran dolar ji artêşa Iraqê re alîkarî kiribû û baregeha duyem a mezin a artêşa Iraqê li Mosilê bû.

DAIŞê di Tebaxa 2014an de hêrîşê Şengalê kir. Şengal, yek ji qadên ku ji Kurdistanê hatiye hilqetandin bû, qadek wek Xaniqîn, Kerkûk bû ku divya dewleta Îraqê ew biparasta. Lê Îraqê Şengal neparast. Çek neda pêşmergeyan jî. Bi taybetî çekên giran neda. Bidestxistina çekên giran a pêşmergeyan hat astengkirin. DAIŞê, bi çekên giran ên li Mosilê ji artêşa Îraqê bi dest xistibû, hêrîşê Şengalê kir. Li Şengalê pêşmerge jî hebûn lê yekîneyek biçûk bû. Wekî din yekîneyek ku ne xwediyê çekên giran bû. Pêşmerge di rojên pêşîn ên hêrîşê de li hember çekên giran ên DAIŞê berxwe nedan, paş ve kişiyan. Lê di demek kurt de xwe dan hev.

DAIŞê Şengal dagir kir. Êzîdiyên bê parastin mayî, li hember hêrîşkariya DAIŞê xebitîn ku xwe bavêjin Çiyayê Şengalê. DAIŞê mêrên Êzîdî yên girtî gullebaran kir. Mêrên Êzîdî yên kal bi awayek girseyî hatin kuştin. DAIŞê, Îslam li ser Êzîdiyan ferz dikir. Kesên Îslam qebûl nekir bi zulmên pir giran re rû bi rû man. Îro li her aliyê Şengalê gorên komî hene. Di hin van goran de 80, hin 70, hin nêzî 130 cenaze hene.

DAIŞê jin û zarokên ku digirt li cihê cuda kom kirin. Di cih de bazarên dîlan saz kir. Di bazarên dîlan de van jin û zarokan, li gor temenê wan, bi bihayê cuda firot. DAIŞê bazarên dîlan li qadên wek Mosil, Telafer, Raqqa, Ramedî ku di bin kontrola wê de bûn saz dikir. Kesên ku jin û zarokên dîl dikirîn jî bêtir ereb bûn. Texawiza jinên Êzîdî yên ciwan bûyerek bû ku zêde dihat jiyîn. Di bazarên dîlan de ji ber ku telebek jinên Êzîdî yên pîr nîn bû piraniya wan ji birçîbûn û tîbûnê mirin. Îro jî (Mijdar 2015) wek mînak li Mosilê bazarên dîlan têne sazkirin. Îmamên ereban di xutbeyên înê de ji Endonezyayê ta Fasê bo hemû gelên Îslamê, welatên Îslamê du’a dikin. Piştî nimêja înê, li ber mizgeftan bazarên dîlan têne sazkirin. Jin û zarokên Êzîdiyan li gor temenê wan bi bihayê cuda têne firotin. Bo vana hemûyan destûra xelîfe têr dike. Destûrek xelîfe bi awayê “Xelîfe destûr daye, jin û zarokên Êzîdiyan li we helal in. Desteserkirina mal û milkên Êzîdiyan helal e” her kirinê mibah dike.

Tê gotin ku jimara jin û zarokên bi vî awayî di destê DAIŞê de ne nêzîkî pênc hezaran e.
Pêvajoya ku piştî dagirkirina Şengalê pêk hat bi her awayî jenosîd e. Bo ji holê rakirina hebûna dînî ya Êzîdiyan hêrîşek berfireh pêk hatiye. Êzîdî kurd in. Kurdên xwedî baweriya dînî ya cuda ne. Tunekirina girseyên xwedî baweriya Êzîdî bi hêrîşên DAIŞê pêvajoyek e ku berê hatiye plankirin.

Lêkolîna pêwendiyên Îslamê û Êzîdiyan, lêkolîna pêwendiyên kesên xwedî baweriya Îslamê bi civakên xwedî baweriya Êzîdî re girîng e. Îro 57 dewletên endamê Konferansa Îslamê hene. Dema pirsek li ser DAIŞê ji rêveberên van dewletan tê kirin dibêjin “DAIŞ Îslamê temsîl nake”. Her rêberekî dewletê wisa dibêje. Îro bi milyonan rojnameger, nivîskar, akademîsyen… xwedî baweriya Îslamê, têgihîştina Îslamê hene. Dema yek bi yek bi wan re tê axaftin, ew jî dibêjin “DAIŞ Îslamê temsîl nake”. Lê DAIŞ her kirinê ku dike li ser navê Îslamê dike. Ji ber vê jî tê zanîn ku ji aliyê hin dewletên Îslamê ve, bi dizî tê destekkirin.

http://www.rizgari.com/modules.php?name=News&file=article&sid=53933

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev