KEDER

KEDER

Tosinê Reşîd

(Ji bo bîranîna kekê min, Rizalîyê Reşîd)

Te ji gundê xwe re ”Kurdistana biçûk” digot. Gava navê gund guhastin, Kurekend kirin ”Fêrîk”, te di mala xwe de sivreke mezin vekir, ew ji bo te şayî bû. Ew sala 1977 an bû. Dibe ku di dîrokê de cara yekemîn navê şorişvanekî kurd li gundekî kurda dikirin.

Te navê kurdên navdar û dostên kurda danîn ser kolanên Kurdistana xwe ye biçûk: Ahmedê Xanî, Şeref xan Bîdlîsî, Orbêlî, Komîtas… Çi ji destê te dihat, te ew dikir. Û kirinên te gişk di berjewendîya gelê te de bûn. Tu bi kurd û Kurdistanê dijîyayî.

Te zar hiz dikirin, zara jî tu hiz dikirî; ne tenê rûmeta te digirtin, lê ji dil tu hiz dikirin. Sala 1955 an, gava rojnama ”Rya teze” ji nû va dest bi weşanê kir, tu vexwandin, wekî di rêdaksîyona wê de kar bikî. Lê tu neçûyî. Te nexwest gundê xwe bihêlî, te nexwest dibistana xwe bihêlî, te nexwest zarokên gund bihêlî.

Te dixwest gundîyên te gişk bikaribin bi kurdî bixwînin û binvîsin. Sala 1958an te destûr ji hukumetê girt, sê mehan ez û tu bi êvaran diketine nav gund û me kesên bi kurdî nikaribûn bixwînin û binvîsin, fêrî xwendin û nivîsara kurdî dikirin. Dûarojê gava min destê kevanîyên mala de rojnama ”Rya teze” didît, dilê min dibû baristan.

Çi ji destê te dihat, te ew dikir. Û kirinên te gişk di xizmeta gundîyê te û gelê te de bûn.

Dawîya salên 50-emîn tu demeke kurt bûyî serokê klûba gund û te pirtûkxana klûbê bi pirtûkên kurdî dewlemend kir. Ew pirtûk kêrî gelek gundîyan hatin. Çiqwes jî di mala me de jî pirtûkxane hebû, lê min jî gelek caran rêya xwe wê pirtûkxanê dixist.

Te destê xwe sîngê xwe nedixist, gotinên mezin ne digotin, lê dor pêncî salî te barê parastina ziman û çanda kurdî hildabû ser milên xwe. Te ew bar heta dawîya jîyana xwe bi serbilindî bir. Tu bibûyî çirake kurdayetîyê û ne tenê li gundê xwe.

Heta îro jî ser sivra gotinên te tînin ziman, şiîrên te dixwînin. Tu hê jî di dilê gelê xwe de mayî.

Dema şayê serokê sivran bûyî (temeda) û te ew îmkan didan bi kar anîn ji bo xelkê bi pirsa kurdî, bi Kurdistanê re bikî nas.

Ji gundê me tu yekemîn kes bûyî, ku zanîngeh temam kir.

Ji çar zarên malê, yê mezin tu bûyî, yê biçûk jî ez bûm, ez donzdeh salan ji te biçûktir bûm. Û seranser jîyana min de tu ji bo min bûyî nimûna çavdayînê. Û ew çavdayîn di seranser jîyana min de ji min re bû rênîş.

Salên xwendinê tu ji bajêr roja şemîyê dihatî mal. Min siheta hatina te zanibû û ber dêrî benda te dimam û gava tu ji dûr ve didîtî, pêşîya te de dibezîyam. Di tûrê te de timê jî seva min tiştek hebû; totik, şîrnayî, pirtûk…

Êdî wan salan di mala me de pirtûkxana te hebû, ku sal bi sal dewlemend bû û jimara pirtûkên wê ji hezarî derbas bû. Min timê jî pirtûkên bi dilê xwe di wê pirtûkxanê de didîtin.

Wekî te hingê ji min re pirtûk nekirîyana, di mala me de pirtûkxane tune bûya, gelo min ê dîsan usa xwendina pirtûkan hiz bikira? Nizanim. Bi serî te xwendina pirtûkan bû pareke jîyana min.

Tu ronakbîrekî kurd bûyî; bi rabûn-rûniştandina xwe, bi kurdperwarîya xwe, bi zanebûnên xwe. Û wek ronakbirekî kurd tu bi kevneşopîyên bav û kalan re girêdayî bûyî. Te her tişt dikir, wekî civak zimanê xwe, erf û edetên xwe ji bîra neke. Ji bo gundê me ev pir giring bû, gundê me giraveke biçûk bû di derîya gundên ermenîyan de, dor gundê me gişk gundên ermenîyan bûn.

Te rûmeta oldarên êzdîya digirt, te digot, gava mîrgehên êzdîya bêhêz bûn, dunavên êzdîya êzdîyetî parastin.

Ji bo te êzdîyatî û kurdayetî yek bûn.

Gava mêvanek bihata mal, te ser sivrê seva mêvan distira. Belê, di nav me de ew edet hebû, divêt te ji bo mêvanê xwe bistira. Strana te ya hizkirî “Serayê” bû, strana ser mêranîya Şêx Mîrze hatibû hûnanê.

“Ax, de bê serayê, çawa tê da nayê dengê borî-borîstana, na wele dîsan sewta Mîrê Şêxa, Şêx Mîrzayê…”

Li gundê me tu yekemîn kes bûyî, wekî keçên xwe bê qelen dan. Ji bo rûmeta te jî bûya, gundîya çav da te û li gundê me qelen hat hildanê.

Tu rojnamevan bûyî, te bêtirî çil salî ji rojnama ”Rya teze” û radîyoya kurdî re dinvîsî. Tu hêjayî xelata rojnamê jî bûyî.

Tu nivîskar bûyî, xwedîyê çar pirtûkên çap kirî. Berhemên te, çi şiîr, çi destan, çi kurteçîrok ji kûraya dilê gel dihatin, aqilbendîya gel hidigirtin nav xwe, jîyana kurdên li koçberîyê mezin bûyî, kurdên ji Kurdistanê dûr dianîn ber çavan.

Helbesta te, ”Kurdistan” bûye stran û ewqas belav bûye, ku êdî hatîye ji bîra kirin ka kîye xudanê şiîrê. Ew wek ya gelerî tê pejirandin. Ma ji vê mestir çi nirxandin dikare hebe!

Lê berî gişkî tu mamosta bûyî, bêtirî çil salî rêvebirê dibistanê û mamostayê zimanê kurdî. Te dibistan hiz dikir, zarok hiz dikirin, karê te bi dilê te bû.

Lê Yekîtîya Sovêtê ser me de hilweşîya. Her kesî ji me di alîkî de çû.

Koçberîya malwêran, dûrîya ji gundê hizkirî, ji dibistana hizkirî, rojên te bêtam kirin. Koçberî ji te re bû derdekî giran û te hew taba xwe anî.

Te gelekî birê xwe, yê biçûk hiz dikir. Tu bi her destkevtineke min ji dil şa dibûyî. Dûrbûna min jî ji te re bibû xem, te ji min re ”xerîbê xerîba” digot, stran avîtibû ser xerîbîya min.

14 ê Kanûnê rojbûyîna te bû. Lê te, ber şêmîka 70-salîya xwe, 16 Hezîranê te sala 1999 an kiras guhêrî, xatrê xwe ji dinîya ronik xwest û heta hetê çavên xwe girtin. Bi koç kirina te min carekê jî xwe sêwî, xerîb û bê star texmîn kir. Koçkirina te di jîyana min de valahîke mezin çê kir.

KURDISTAN

Hezar, hezar sal û zeman

Hat dabirîn, çîyayên me man.

Hezar, hezar av û tofan

Kişîyan û çûn, kanîyên me man.

Hezar, hezar qebîl û ber

Ser axa me saz kirin şer,

Weke berfa sîngê Sîpan

Helîyan, dîsa çîyayên me man.

Hezar, hezar car par kirin,

Hezar, hezar nav lê kirin,

Tofanê şûşt, ew tev birin,

Dîsa navên qedîm ser man.

Hezar, hezar sedsal herin,

Merd û nemerd ser bigerin,

Te bernadin em ji destan,

Welatê me, xweş Kurdistan.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev