Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Çend pirsên ”nezanan“ û bersîvên „zaneyan“ – 17

Çend pirsên ”nezanan“ û bersîvên „zaneyan“ – 17

Ji jîyana kurdan ya rojane

Amadekar: Têmûrê Xelîl

• • •

-Ez benî, ez diçime kîjan komela kurdan, li wir gazinê xwe li hemû rêxistinên kurdan yên dervayî xwe dikin, ku ewana bi kar û barên xwe va Kurdistanê xirab dikin. Tu çi çareyekê dibînî, em çi bikin?

-Propaganda bikin, bira tu komeleyek, tu rêxistinek karê kurdeyatîyê nekin. Wî çaxî bi kêmanî Kurdistan xirab nabe!

• • •

-Ez benî, ev gotina “serokê netewî” tê çi maneyê?

-Ew tê wê maneyê, ku ew serekê netewa kurd e. Îcar, eger tu ewî ji xwe ra serok nahesibînî, tu ne kurd î. Lê eger tu ji sedî sed kurd î, tê wê maneyê, ku ew ne serokê hemû kurdan e.

• • •

-Ez benî, ez piştgirîya filan partîya kurdî dikim, endamên partîyên dinê dixeyîdin, piştgirîya hemîyan dikim, dibêjin durû ye, piştgirîya tu kesî nakim, dibêjin ne welatparêz e, dostanîyê bi pêşverûyên ji miletên mayîn ra dikim, dibêjin casûs e. Gelo ez li mala xwe rûnêm ne çêtir e?

-Îcar wê ji te ra bêjin beredayî ye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev