Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

We dizanibû…? – 17

We dizanibû…? – 17

Berevkar: Têmûrê Xelîl

…kovara ermenîyan ya bı navê “Mûrç” hejmareke xwe ya sala 1904an da dinivîse, ku kurd wek gelên herêmê yên din tirsonek nînin, dema qaçax an jî cerdevan davêjine ser wan, zû bi zû nayêne şêlandin, bi mêranî ber xwe didin, ji ber ku her kurdekî di zarotiyê da hînî hespajotinê, çekbikaranînê, mêrxasîyê û egîtîyê dikin. Bona kurdan nav û namûs ji jîyanê buhatir in. Bal kurdan mirina di meydana şêr da ji jîyana bindest bi rûmettir e.

…aqara kela Kêrkûkê (li Kurdistana Başûr) 250 hezar mêtrên çargoşe ye. Ew berî 5 hezar salan ava bûye û 4200 salan zêdetir paytextê Împêratorîya Gûtî bûye. Piştî hilweşîna Akadîyan, vê împêratorîyê ji 100 salan zêdetir li ser tevaya Îraqê hukum kirîye.

…nivîskarê ermenîyan yê mezin Dêrênîk Dêmîrçyan derheqa dostanîya ermenîyan û kurdan da awa gotîye: “Di navbera van herdu gelên kevnare da çi tiştên baş bûne, hemî bi destê van herdu miletan bûne, lê çi tiştên xirab bûne, hemî jî bi destê dijminan bûnê”.

…hîmdarê edebîyata ermenîyan Xaçatûr Abovyan di pirtûka xwe ya bi sernivîsara Kurd û êzdî da nivîsîye: “Helbestvanîya gelê kurd usa pir pêş ketîye, usa zengîn bûye, ku her kurdekî, lo hela her kurdekê jî em dikarin wek helbestvan bihesibînin. Ewana gelek serwext in, gelek zû, hema bêje hahanga (destxweda, spontan) disêwirînin û distirên”.

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev