Heta rêfêrêndûma

bona Serxwebûna Kurdistanê

maye:

Werin em hinekî jî bikenin – 17

Werin em hinekî jî bikenin – 17

Berevkar: Têmûrê Xelîl

“ME DIGOT QEY EM KURMANCÎ ZANIN”

Gava sînorên Sovyetistana berê vebûn, kurdekî xudêgiravî zane çû Kurdistana Sûrîyê. Dema vegerîya, milet xeyal dikir ji wî derheqa hal û demên kurdan û Kurdistanê bihese. Ji bo wê jî Komeleya Nivîskarên Kurd ya Ermenîstanê bi wî ra rasthatinek organîze kir. Milet di serayê da kimkimî bû. Wek dibêjin, te derzî bavîta, ne dikete erdê. Ewî jî destpê kir…

-Elekulên, ehlen, weh sehlen! Em duh teqrîbin sehet deh û sisîyan li matarê bûn. Gumrukê xeratên min tevtîş kirin, secilandin.Pantron, gumlik, guzlik, lûlû, hemî ji dest min girtin. Em betilîn…

Xanimekê, ku ji gotinên wî heyrî mabû, di dawîyê da awa got:

-Hetanî niha me jî digot qey em kurmancî zanin. Xwelî li serê me be. Ev camêr di nava du mehan da kurmancîyeke xweş hîn bûye. Mala wî ava, ku ne bona karekî din, lê ji bo pêşxistina zimanê me çûbû û di wî karî da bi barekî giran va vegerîyaye.

Di gotina wê xanimê da tiştê herî rast ew bû, ku ew bi barekî giran va vegerîyabû (barê wî hinek jî wê bi balafireke mayîn va bihata).

ATATIRK BAVÊ KÎ YE?

Mamostayekî tirkan ji kurdekî caş dipirse:

-Hesen Yildiz, Atatirk kî ye?

Hesen bersîvê dide, dibêje:

-Atatirk bavê me ye!

Mamostayekî tirkan ji kurdekî welatparêz dipirse:

-Alan Kurdo, Atatirk kî ye?

Alan lê vedigerîne, dibêje:

-Atatirk bavê Hesen Yildiz e!

BERTÎL JI BO NEZANÎYÊ

Merivek hebûye, bi pera-ruşetê Unîversîte xilaz kiribû û qaşo bûbû doxtor. Lê kî emelîyet bikira, ew belengaz dimir. Xwedîyê nexweşên ku diketine ber destê wî, bertîl didanê, ku ew nexweşên wan emelîyet neke.

Ango, ev doxtor jî bi nezanîya xwe pere qazanc dikir.

Riataza.com

Derheqa nivîskar da

RiaTaza

Информационный сайт о курдах и Курдистане; Администрация сайта приглашает к сотрудничеству всех заинтересованных лиц, создайте свой блог на RIATAZA, за подробностями обращайтесь по адресу info@riataza.com

Qeydên dişibine hev